
  |
|
| Pirtûk |
|
|
|
|
 |
  |
|
| Kovar |
|
|
|
|
 |

  |
|
| Pirtûk û kovar.. |
|
|
|
|
 |

 |
Li Dijî Êriþên Dewletê Bernameyek Hevpar û Hevgirtî Divê Eger mirov bala xwe baþ bidê, tê dîtin ku ji hilbijartina sala 2011’an ya parlementa Tirk ve, siyaseta dewletê-hikûmeta Ak Partiyê hat guhertin. Bi gotinek din, di hinek mijaran da Ak Partiyê, taybetî di mijara pirsgirêka bakurê Kurdistanê da, piþtê hilbijartinê fêlbaziya xwe bêfikare eþkere kir. Jixwe, delîlên vê siyasetê, di helmeta hilbijartinê da bi vekirî dihatin dîtin.
Serokwezîrê Tirk meydan meydan digerîya û ji eger û binasên dardanekirina Abdullah Ocalan bigirin, li dijî siyaseta BDPê û hinek berbijarên serbixwe, bi þiweyekî neberpirsî û bêsincî diaxifî.
Hinek derdoran ew rastiya siyaseta wî wek siyasetek derbasdar ya wê demê didîtin, bi bawerîya wana þiweya serokwezîr dê piþtê hilbijartinê bihata guhertin, biketa rewþek erênî! Van kesan, hincetên xwe jî li dûhev rêz dikirin, mînak jî, yên ku pirrî caran mînak tên dayîn, TRT 6, vekirina di hinek zankoyan da beþên binavî “zimanên zindî” û carina jî, bilêv kirina peyvên Kurd, Kurdî, birayên Kurd û....hwd.
Belê, di asta gotinê da weha bû, gellek tiþt dihatin gotin, hê jî tên gotin, lê ji vana ti jî neketin nav belgeyên nivîskî yên fermî, an bi navê Kurd, Kurdî, Kurdistan cih negirtin. Bo mînak, ti peyvên Kurd, Kurdî, li teniþta navê TRT 6ê cih negirt, belê bi Kurdî weþanê dike, lê di zagonê da, di desturê da ev kanal, ne kanalê zimanê Kurdî ye. Suba yekî ji R.T. Erdogan nijadperestir dibe desthilat û ew tê betal kirin. Di zankoyan da xetera paþeroja beþên zimên jî, her weha ye.
Paþê, hilbijartin bi dawî bû û serketinek ku serokwezîr bi xwe jî nelibendê bû bi dest ket. Serokwezîr, ev serketina bi helwest û þiweya helmeta xwe ya hilbijartinê ve girê da. Bi ya wî, axaftinên wî yên li dijî Bizava Siyasîya Bakurê Kurdistanê (BSBK) ew serketin bi xwe ra anîbû!
Jixwe wî, hinek parlementerên ku bi derdorên BSBKê ve çêûxerat peywendiyên xwe hebûn jî nekir berbijar. Piþtê hilbijartinê çespandina desteya wezîran jî nêþitên aþîkar didan, ku hikûmet dê berê xwe bide siyasetek hê tûndtir. Pîþandina wezîrê karê hundir nêþita herê balkêþ bû. Herweha dîsa hinek peyamên cigêrên serokwezîr, yên Beþir Atalay û Bulent Arýnç jî hewceyî nirxandinê nedibûn.
Ango, ev siyaseta dewletê ya ku bi hemî tundî û fêlbaziya xwe li dijî BSBKê bêfikare bi kar tê, ji helmeta (kampanya) hilbijartina sala 2011an tê, ne ku li Amedê di 14yê tîrmehê da bi hemî hovanîya xwe ve derket pêþ.
Dibe ku dîsa hinek kes derkevin vê hincetê berpêþ bikin, daku “divê bûya BDPîyan gurê qedexeya walî bikirina!” Dîsa dibe, ku ew biryara qedexekirinê tenê ya walî zanibin!
Ne tenê BDP, bihêz an nebihêz, hemî beþ û komikên siyaseta bakurê Kurdistanê divê zanibin, ku dema gure biryarên walî an hikûmetê bikin, divê dev ji siyaseta Kurdistanî jî berdin.
Di dinyayê da çend dewlet hene, ku ewqas bi hovane hêzên milîter dajo ser xwepêþandanên rewa? Çend dewlet hene ku êriþ dikin ser bi dehan kesên hijbijartî, wana birîndar dikin?
Heqaret û neheqiyê li wana dikin? Ya ku dewleta Tirk dike, yekser dijminî ye, jixwe him serokwezîr û him jî wezirê karê hundir ji heqaret û biçûkxistina kesên Kurd zewq distînin.
Parlementerên BDPê nûnerên gelê bakurê Kurdistanê ne, helbet her kesî dengê xwe nedane, lê ev nunertiyê qels nake, dewletê ha êriþî nunerên gel, an yekser êriþî gel kirîye ferq nake.
Naveroka mîtinga ya 14yê tîrmehê her çide bila bibe, ev mijarek din e. Îro BDP ket ber êriþa dewletê, eger partiyek din ewqas bihêz bûya û bixwesta çalekiyek demokratîk bike, bila baweriya we hebe, ku ew jî dê biketa ber êriþa dewletê. Di mînaka BDPê da hinceta dewletê ne Abdullah Ocalan, ne pevçûna Silîva û ne jî salvegera protestoya di zîndana Amedê da ye, yek armancê dewletê heye, qels kirina BSBKê ye.
Serokwezîrê Tirk R.T.Erdogan hesabê sala 2024an dike. Heta sala 2014an jixwe serokwezîr e, di hilbijartina serokkomar ya sala 2014an da ewê bibe berbijar û eger þert û merc wekî îro bin dê bê hilbijartin. Bi ya makezagona Tirk mirovek du peryodan dikane bibe berbijar û bê hilbijartin. Ango, heta sala 2024an R.T. Erdogan desthilatdar e, ew nijadperestekî Tirk e û rêz li mafên miletê Kurd nagre. BSBKê divê hesabê xwe ligel vê îhtimalê bike.
Aþîkar e, dewlet naxwaze bi BSBKê ve peywendî damezrîne. Îro, di siyaset û bîra dewletê da ew tine ye. Jixwe hesabê xwe li ser girseya ku piþtgiriya BSBKê dike nake, ev ji çav derxistiye. Hesabê wê pêþî lê girtina hê jî hêzbûna wê ye. Ji ber ku di hundirê sê salan da sê hilbijartinên girîng hene, armancê dewletê di van hilbijartinan da qels kirina hêza BSBKê ye. Di siyaseta hundir ya Tirkiyê da, diyarkerbûna BSBKê li hesabê dewletê naye. Çima di hilbijartina serokkomar da Kurd bibin xwedî derfet?
BDPê divê hesabê xwe baþ bike. Tenê bi duriþmên siyasî û hevokên ku taybetî bona Abdullah Ocalan hatine hunandin têrê nakin; daxwaz û duriþmên ku pirraniya gelê Kurd pêywendîdar dike divê....Divê BDP hê firehtir bifikir e, bernameyekê ku li bercewendiya pirranîya gelê bakurê Kurdistanê tê, çîn û beþên struktura civakê; karker, kedkar, gundî, bezirgan û sermedarên neteweyî biçespîne û pêþkêþî rayagiþtî bike. Taybetî di mijara aborîya herêmê da xwedî bernameyek têr û tijî be, projeyên wê yên çareseriyê hebin.
Sê hêmanên siyasetek weha hene; yek, divê bêfikare vebêje ku ew doza miletekî ye û armanc, bi destxistina mafên neteweyî û demokratîk in. Çi nin mafên demokratîk û neteweyî, berê her tiþtî divê ev li raya giþtî bêne rave kirin. Du, çima mafên netweyî û demokratîk? Bersiva vê divê bi vekirî bê dayîn. Bi gotinek din, divê daxwaza "statuya siyasî" bê zelal kirin û hundirê wê baþ bê rîsandin. Sê, îro li bakurê Kurdistanê neçarî û belengaziyek gellekî fireh heye. Gel neçar e, nedikane debara xwe bike. Dewlet bi pereyên gellekî bêqîmet û hinek derfetên di layê tenduristiyê da vê rewþê îstismar dike. Ji ber vê divê BDPê bi mebesta têkoþîna li dijî neçarî û belengaziyê bernameyek xwe hebe û derkeve ber rayagiþtî, eþkere bike ku ewê çawa pirsgirêkên aborî yên herêmê çareser bike.
Bi kurtî, divê bernameyek hebe, ku daxwaza mafên neteweyî û demokratîk dike, herweha divê ev bername bersiva binasên daxwaza mafên neteweyî û demokratîk bide û ya dawî, divê bona aborîya herêmê bernameyek hevgirtî hebe.
Siyasetek weha dikane piþtevaniya pirranîya gelê bakurê Kurdistanê bidestxe û li pêþîya êriþên Ak Partiyê, dewletê bibe bend. Herweha wê demê ne Ak Partî û ne jî hempayekê wê dikane bêje, ku qaþo ew “gelê Kurd temsîl dikin!”
Mahmut Kilinc
18.07.2012/DüsseldorfPrint 886 car hatiye xwandin Nivîsên din yê Mahmut Kýlýnç Li Ser Hevdîtinên OsloyêGura gura gefan e, wekî ewrên bêrehmLi Dijî Êriþên Dewletê Bernameyek Hevpar û Hevgirtî DivêGirîngîya Sê Salên TênÇawanîya Qetlîama Roboskî Aþîkar eNe Kongir, Konferansek Neteweyî DivêDewleta Kurdî, Tirs û Qilqilayîya Rêvebirên BDPêSîtavkên Serdana Serok BarzanîÇima Hikûmet Dev Ji Taktîk û Piþkinîyan BernadeCîyê PYDê di nav ENKSê da yeBila Newroz Pîroz BeTêgehên ji A. Ocalan mîrat maneEncama Siyaseta Fetl û FitûlanSerokwezîr an Serkanê Giþtî Fermana Bombekirinê Da?Bersiva Îbrahim Güçlü û Mija Li Ser Qetlîama RoboskîLi Ser Axaftin û Peyamên Kemal Burkay û Îbrahim GüçlüYekhelwestîya Partî û Tevgerên Bakurê KurdistanêBi Ya Dewleta Tirk, Her Kurd 'Potansiyel Terorist' eDora Dayîkên Aþti yeWekî Tûyî Devî Hev kiribin Heman Tiþtî DibêjinEwil Mafên Miletê Kurd paþê UzrLi Hêlekê Kuþtin û Bombebaran, li hêla din Uzr Xwestin! Siyaseta Xelet Dibe Sebeba XetimandinêHêvîya Makezagonek Demokratîk û Rastîya TirkiyêLi Hêlekê Erdhej, Li Hêla Din QetlîamJi Eskerên Tirk Xwîn, Ji Gerîllayên Kurd Av Diherike!Nav KCK, lê hedef BDPBiryara Vegera Parlementa TirkÊriþên Terorî Rewatiya Têkoþîna Neteweyî Þêlo DikeHevdîtinên li Oslo: Hêvî belê, lê çareserî naDoza KCKê Nêþita Fêla Xerab ya Dewleta Tirk eHer Rûdanekê Dîroka Wê Ya Raborî HeyeÊdî Kurd ji Gefa NatirsinLi Ser Vegera Kemal BurkayMijarek Dilxemgîm û Bijan: Li Bakur Xweþewitandina Keç û Lawên KurdXweserîya Demokratîk, Lê Statûyekî Çawa?Di Derbarê Xweserîya Demokratîk DaHilbijartina 12 Pûþberê û encamên wê(*)Tixûbê Tirkiyê û Sûrîyê: Erdê Mîn Kirî....Mijarek Girîng : Tundîya (þidet) Li Dijî Jinê-IIMijarek Girîng: Tundîya (þidet) Li Dijî JinêBerî Çekberdanê, Mafên Miletê Kurd Divê“Projeya Vegera Welat”Peyva Kurdistan û Newêrekîya DTPîyan"Tevna Dijberî Kurdên Bakurê Kurdistanê û PKKê"Peymana Iraqê û DYAyê û KurdGotinên R.T.Erdoganî Sûc eDîroka Tirkiyê, Li Hemberî Kurda Bi Mînakên Durûtiyê Ve Dagirtî YeHeqareta Li Dijî Ocalan Prowokasyon bû?Dîsa Li Ser Hilbijartina ÞaredarîyêÊriþa BezelêBona Mafê Perwerdeyî Bi Zimanê Kurdî Çend PêþniyazîBi Ti Avayî Dev Ji Mafê Çarenûsî Naye BerdanJi Rewþa PKKê Sûde Wergirtina TirkiyêKek Þerefettîn Kaya: Mînakê Fîdekarîyê Çeteya Ergenekonê “Malê Xwecih” ePiþtê Alozîya Baþûrê QefkasyaBerî Her Tiþtî Li Hev Hezkirin, Xwoþewîstî û DilsozîDema Damezrandina Komara Tirkîyê û KurdBanga “Partîya Banî”Xweserîya Demokratîk û Mafê XwerêvebirîÎhtimala Qedexe Kirina AKPê û Sîyasetek ÞîretkirîSefera R. T. Erdoganî Ya Bakurê KurdistanêBipaþve Vekiþîna Artêþa TirkÊriþa Tirkîyê û Helwesta KurdaNe Doza Partîyekî, An Ya Mirovekî Doza MiletekîPeyam û Helwestên Bi Êþ û ElemTehdît û Çavsorî Ne Layiqê Hêzek Neteweyî yeHê Trajedîya Vîetnamê JibîrnebûNasnameya Tirkîyê: Li Hêlekê Kuþtin û Xirabî, Li Hêla Din Peyamên MisilmantîyêDewletê Bakurê Kurdistanê Kir Qada ÞerDem bi lez û bez diherikeEv teror e, Ti Kes Bi Terorê SernakeveRoja Mafên Mirovan û Rewþa Miletê KurdGuhertina Sîyaseta Yekitîya EwrupaPlanek Berfireh an Kerê QeyserîCarina ji kaosa derfetên nuh rû didinOperasyon û Kurdên PalpiþtDivê mafên neteweyî û demokratîk derkevin pêþMebest ne temezî (turban) desthilatî yeMakezagon: Peymanek civakî yePergala unîter û belengazîya gelê kurdKurd û TTKLi dijî terorîstî û dagirkera yek deng, yek helwest divêEw qezana ne qeder inDeng bide, lê biþopîne jîÇanda teror û îlegalîtêMirin mala te biþewite!Hilbijartin û encamên wêLi welatê ku kujer û serokçete lîder bin..."Herêmên Þer"Tehdîta Tirkîyê nîzik dibeHilbijartin û dîtinek jidilÞovîna (Beraet Kirin) Kujêrên Ugur û Dada (Edalet) TirkîyêÊriþên li ser PCD, karesata Helepçe û NewrozKurd û sîstema unîterAbdullah Demirtaþ û Hilmi AydogduNe Tirkîyê, Turgut Ozal alîkarî kirSîxûrên JîtemêDi Asoya Tirkîyê da Desthilatîyek Aþitxwaz NaxuyeBiryara HakparêHAKPAR û Sertac BucakDi derbarê Tirkîyê da hûrnirînek berfireh divêBanga þer rawestandinê“Kurd û Tirk Mehkûmê Biratîyêne!...”Darizandina Sadam û darûdestên wîHikûmeta Tirk fermana Heskêfê daHevdîtinên Li EnqêrêDivê karê dewletê û ol ji hev cûda beDi civîna GXDNK da bûyerek nexweþRewþa aborîya baþûr-III-Rewþa aborîya Baþûr -II-Rewþa aborîya baþûr û fîrmayên ji Tirkîyê“Þoreþa” Tirkîyê têk çû!Tirkîyê dev ji senaryoyan bernade ku rastîyê bibîneTayyîp Erdogan û Kuþtina Zarokên KurdPaþa û ÇeteTirkîyê+Hamas+Ahmedî..Ol û netewe bûnÞidet zirarê dide wêneya ola ÎslamÇareserî, muxatab û tirkîyêMijarên girîngEv, gulle bere lýngê xwe dan eXeterên peyamên Mahmûdê Ahmedînecad Desketin bi nîspetê daxwazan dibeLixwebawerî û Baþûrê KurdistanêEv barbarî yeMînakek din ji terora dewletêLi herêma me cejna rojîFormûla Ahmet Abî!Senaryoyên li ser paþaroja Iraq’êDemokrasî li heqên hev ra bi rêzgirtinê geþ dibeJiber Nedûrbînîya Hinek Kesa, Alamanya Leopard 2'ya Difroþe TirkîyêNêrînên erênî mirova dilþad dikeJoost Lagendijk bi tenê ne, pirr kes Kurda fam nakin!.Temenê “þoreþa bêdeng!” gelek kurd bûNedilxwþîya TirkaÊriþên HovÇend hevok li ser kuþtina Hîkmet FîdanLi ser rewþa sîyaseta Tirkîyê ya derveyîNêzîkbuyîna Sûrî û TirkîyêGOTÝNA KU FEDERALÎ LÝ ÞERTÊN SERDEMA ÎRO NAYÊ: DEREWEK BÝ BOÇÝK ESENARYOYÊN LI SER PÊVEJOYA ENDAMTÎYA TÝRKÎYÊ YA YE 'YÊXWARZÊYÎ KAMRAN ÎNAN Û ZAROKÊN LÝ KUÇÊ Û KOLANÊN AMEDÊTÝRKÎYÊ DEWLETEK SOSRET EDÝ BÝN “NASNAME YA TÝRKÎYE’YΔ DA PARTÎYEKÎ NUH!GENGEÞÎYÊN LI SER HÊMANA HINDIKAYÎYAREMO Û S. EDÎP BUCAKVEGUHÊRANA PARADÎGMAYÊGELO GENGEÞÎYA LÝ SER ZÎNAYÊ, PÊVEJOYEKÎ ÇÊKÝRÎ (SÛNÎ) YE?TELAFER Û TÝRKVERHUEGEN LÝ SER MÝJARÊN TALÎ DÝSEKÝNEDÝVÊ KURD JÝ JEO-POLÎTÎKA HERÊMÊ SÛD WERBÝGRÝNSAZÎYEK ÇAWA?TENGÎYÊN LÝ PÊÞÎYA TEVGERA BAKURÊ KURDÝSTANÊBÝ SÎYASETEK ZELAL, GAVEK NUH DÝVÊÇÝMA LÝ DÝJÎ QETLÎAMA SÛDAN'Ê DENG DERNAKEVE?Çima li dijî qetlîama Sûdan'ê.. |
|
|
  |
|
| Kovar |
|
|
|
|
 |
  |
|
| Cîhana Weþanan |
|
|
|
|
 |
  |
|
| Têketina bê qedexe |
|
|
|
|
 |

 |