Rola diyasporaya Kurd di çêbûna wêjeya nûjena Kurd...
Azad Makûyî
PYD Bir Kürt Partisi mi? Güney-Batý Kürdistan̵...
Ibrahim Güçlü
Süreç, barýþ, aþ(î)tî ve teslimiyet!
M. Nureddin Yekta
Kesên ku doza dewleta kurdî nekin, ne rewþenbîr in...
Serdar Roþan
1967 Doðu Mitingleri ve Nevzat Saðnýç
Yaþar Karadoðan
Cezaevinde Geçen Bir Ömür (Nadir Kalkan)
N. Ferhat Saðnýç
E-Mail hat guhertin! E-Maila nu: inforizgari@yahoo.de                             E-Mail adresimiz degisti! Yeni E-Mail: inforizgari@yahoo.de                             Our E-Mail is changed! New E-Mail : inforizgari@yahoo.de                             Unsere E-Mail wurde geaendert: Neue E-Mail : inforizgari@yahoo.de                            
Video | Arşiv | İstatistik | Anket | Links | Email  
Pirtûk
Kovar
Nivîskarên Mêvan
Azad Makûyî:
Rola diyasporaya Kurd di çêbûna wêjeya nûjena Kurdî li Swêdê
C.Doðan:
Maraþ Katliamý 33 yýlýk bir yara
Kadir Satýk:
Kürtlerin Talepsiz Savaþý ve Empati
M. Nureddin Yekta:
Süreç, barýþ, aþ(î)tî ve teslimiyet!
N. Ferhat Saðnýç:
Cezaevinde Geçen Bir Ömür (Nadir Kalkan)
Seyidxan Kurij:
Hevpeyvîn bi Altan Tan re
Siddîq Bozarslan:
Canbazîya Tirkan û Trajedîya Kurdan 4.. Ocalan:`Em ji Ankarê derketin rê û dîsa dizivirin wir!`
Xurþîd Mîrzengî:
Lê Ez Ji We Re Nabêjim…
Pirtûk û kovar..
Vê gavê, 165 mêvan û 0 endam liserxetê ne.
  • Têketina Endaman
  • Rizgari » Niviskar » Xurþîd Mîrzengî


    Lê Ez Ji We Re Nabêjim…

    Xurþîd Mîrzengî

    Di nava vê babelîska Behara Ereban, xirecira þerê apoçî û tirkan de, serê sibê teqîn, êvarê reqîn, paþîvan bimbe. Balefirên Ergenekonê. Nahêlin diyarbekrî limêjê jî bikin. Gurmîna xortê me yên çiyayî û ordiya me ya ji macirên bê esil, ji dengê çekên wan perdeyê guhên me qetiyan, di nava vê civata dinyaya pêþketî de, ev þer, bê edebî ye. Îro, nezan, bê huner, bê edebên ku xezîneya gotinan de reben in, nizanin bi hev re qise bikin, þer dikin. Meriv (însan) tên kuþtin, meriv... Ev bazara we ya xwînê dê kengê biqede, gidî? We em hetikandin. Xwedê bike ev qezenca we ya li ser xwîna merivan, ji heft sîlsîleyên we re bibe diravê dermanan, penceþêr dev ji we bernede, înþaallah…

    Generalêm me yên Enqerê giþ xwînî, yên Qendîlê jî Evla dibêje: ´Min bi kar tînin…´ Yê Evla bi kar tîne kî ¨ne? Cemîl e, Tûran (pardon) Dûra e, Mistefa ye an Qereyilan e? Çikêrîniya (marqeya) her du aliyên þer jî Tatî ( Tatî li Parîsê magazeya cilên herî erzan difiroþe). Tenê wan hev û dû bixwara bi meriv gûc nebû, li tela meriv nediket. Ew di hesabên xwe de, zarûkên jar û belengazan, çawîþ û onbaþî, gerîlayên welatevîn, amûrên roviyan. Waxx mala min ê! Ji qehran ez nêz de aroqanî nebim, ez ê fitîreyekê bidim. Ez ê ji diya xwe re bibêjim, bila li ser sêlê bipijîne, li der û cîranan bela bike.

    Di vê rewþê de kîja xwediyê wijdan þorafkê ji çavan nabarîne? Ji bona bîna meriv derkeve di þûna oksîjeneke paqij, taveke zelal de, ewrên reþ û tarî, nikarî derkevî seyrana dil, di nava daristanekî karçîn de biliyê huner bibî, çend tiþtên evînê, hezkirinê bînî bîr... Çend hedîsan ji nû de biafirînî. Ji vê siyaseta qilêrî, ez li pêþ ekranên tv û qonpîtorê ximbilîm, tetirxanî bûm. Bimbeyên Ordiya Onbaþiyan, kevir û zinar li welatê me nehîþtin, þikandin, kirin arderûn. Hey hewwwar ji ber destê bazirganên xwînê. Bîn li min çikiya, belkî tuxmeyno bûme, hay lê nîn im… Ewqas vir, direw, fen û fatûl, hey hewwwwar? Van dek û dolaban Xwedê neyîne serê hirçê geliyan, gurên çolan. Em ji ber destê vê nezaniyê ku de herin, gidî? Rê jî li ber me neman…

    Ew Meleyê li Diyarê Minareya Tirkî, þaþ azan dide. Açilim ji xwe re kiriye benîþt, tenê ew dicû. Þîrqîna cûtina benîþtê wî yê demooqqirassiya wî ya qirrasse, em bêzar kirin. Azana te bes e, ji diyarê minarê dakeve mizgeftê, xutbeya xwe bixwîne û bide pêþiya civatê limêja xwe bike limêj… Dîk jî rojê pênc car azan didin… Mehrîfet di azan de nîn e, di xutbê de ye, Mele Teyib…

    Wan xortê me yên çiyayî jî, canfîda, welatperwer, lê çiyayî… Ji wê safiya wan re meriv hêstiran dirijîne. Yên ser serê wan kone. Nabînin bê esil, tîpên fenaTûranê Qalqan emran dide wan… Bêmiradan ji xwe pirs nakin: ´Gelo çima Tûranekî li ser serê me?´ Rebenan, ew jî þaþ bûne, Xwedê alîgirê wan be, nizanin guhdariya kî bikin ku gur nekeve nava colê pez. Evla ji Giravê azan dide: ´Ez rehîn im´ dibêje. Rehîn çi dike? Ya guhdariya efendiyê xwe dike an dimre, ez jî wê dikim…´ Fedayiyên me seh nakin, Evla çi got... Ji xwe ew jî dibêje: ´Nefama ne, naxwînin…´ Guhdariya dîkê Ture, Baqûrî û Qule dikin… Mûrad jî fena dîkê Qoqo beradan dide… Guherînên cîhanê ji tepelika Qendîlê nabîne. Her yek bi awayekî azan dide… Hemî terkîselat. Ne zanin desmêj bigrin, ne jî zanin dîn çi ye. Gelo wijdan bi wan re heye? Xwedê wekîlê min û we be ez westiyam.

    Ji qehran ez daketim çarþiya Erdîșê, qeraxê deryaya Wanê, çika tiþtekî ku dilê min veke, bîna min fire bike, rast nayêm? Ji xaîleyên sîyaseta genî dûr nakevim? Belkî karibim çîrokeke mîtolojîk di hiþ de bikim ayet.

    Nava min û Xwedê Teala xweþ e. Lewra ez ji riyaWî dernakevim. Pirê caran fena sêwiykê destê xwe di serê min dide. Ez evîndarê Meziniya Wî me. Dîsa wisa bû. Gihîþt bendeyê xwe.

    Li pêþ min keçikek, min ji çavên xwe bawer nekir. Kolan di binê piyê wê de rê jê re vedike. Ez lê matmayî mam. Yeke temtêla wê bilind, mîna stûna pirtûkxaneya Lauvire. Bejna wê zirav, fena þiva zîvîn. Porê wê filfilî û qasê dêla mihîna Þerefxanê Bedlîsî dirêj. Di ser wan qorikên dagirtî de dadikeve valahiya kapokan, digîje çîpên wê. Ku bihone, bîst û yek reþgulî jê dertên. Biskê wê yên șê, pozê belik, diranên mircanîn, ew çavên reș û belek, hîlalê bruyan, ew lêvên ji rengê gilyazên Godernê, ez birim asîmanê yekê, cem diya Hz, Adem Esmayê, Cama Cem da destê min… Xirecira bazirganên xwînê ji bîra min firî û bala min çû ser wê dîlbera erdîþî.

    Herê herê, meriv rind dibe dibe, lê ne ewqas. Xwedê girtiye temamê rindiya keçikên serhedî bi carkê de pê xemilandiye. Yeke enî gewez, hinarên rû ferfûrî, awirên tîravêj, di siya biruyên kilkirî de, ew çavên bi jiyanê re li kenê, ewqas spehî. Wele, bîle tele, Xwedê Teala keçikên serhedî ji rindiya xwe babgûriz hîþtine û neh mehan û ewqas jî rojan de afirandiye. Bê hey kurmalbavê, ew herdû memikên di paxilê de li kê çûne? Fena du kudûnên ferfûrî, li Deriyê Çiya, li ser dikana qeyar. Meriv karibû fena þêr þeþ roj tî û birçî di siya wan de razê. Temamê xal û xêzên çelengiyê pê re, ji narîna periyan narîntir, ji ferîþteyên bihiþta Zulcelal xamatir, nazik û nazenîna eywanên qesr û qonaxên șah û keyayan… Kubariya nava malbatên qesr û qonaxênên bilind, di her gavavêtina wê de xwe dida der. Ya qîza reysê eþîra Botiya Federasyona Bedirxaniyan, yan jî neviya Seydayê Xanî, ji eþîra Bazîdiyan. Heke di Qesra Key Qubat de yeke ewa hebuya, Împeratoriya Medya nedifeþkilî! Wêjeya rêçûn û milweșandina wê, yê zanîngehên wêje û mehrîfetê. Erd di binê piyên wê de dihejî, ava Behra Wanê ji bona temaþeya bedewiya wê rêçûnê, pêl li ser pêlê kef didan, di hev de dixeriqî. Bê hey bêbavê ewqas bedewiyê çawa karî hilgirî? Li xaltiya xwe ya botî an meta xwe ya serhedî çûyî? Fena werdekek ji serçaviya kanî ji avê derê, li mêrga binê kanî, wey serê malî û cîranan bigorî, zavayê wê bi xulam, serê mozinê Erdîșê bi heyran… Rindiya Belqîsaya jinebî ya defteran, li pêș lewndiya wê, gac dipêçan, lûlil hildikirin. Çenteya di destê çepê de, keskê tarî, rengê kûndereyan jî wisa, girêdana wê temam dikir. Reng li hevanînê de bêqusûr. Meryama Îmranî kanibû ava hineya bûkaniyê germ, bi Valentîna ser stêrkan re hevaltiyê, bi hev re herin giravên Qanarya, Madagaskar, di Oqyanosan de avjeniyê bikin. Li Endelûsya, qeraxê derya Spî, di Port Banûs de, bi hev re masiyên Okana Mezin bixwin. Meriv ji ber șerm nedikir. Zîna Zêdan bi diya xwe ve, karibû ceyizê wê yê bûkaniyê hizir, rihelê wê amade bike û bibe șoșmana wê. Ez bi xwe karibûm bi misînê ava desmêjê li destên wê kim… Ew dê ji bona min bibûna qasikek ku di deftera bîr de bimaya.

    Meriv digot qey ew sala ji dê buye, Xewsê Gêlanî para bedewiya hemî serhediyan ji Mîrê Mîran ji wê re hêvî kiriye? Xwedê Teala jî tîkaya Xews qebûl kiriye… Kul bi mala bavê neketê, ew kilê Subhanê çawa li wan belekçavan, fena Melayê Xasî aniye. Her du çav di nav de fena moriyên evînê. Hemî dikandar derketibûn devê derê dikanên xwe, li þirpîna rêçûna wê bûbûn pawan. Ez sond dixwînim, piþtî vî temenî careke din bizewicim, dê ji Serhedê.

    Ji bayê Serhedê bû, ji ava gola Wanê bû, ji asêbûna çiyayên Botan bû nizanim. Ferfûra keskesorê di xwe de hêwirandibû, ji dûr digotin: ´Ez dotmama Nûrê me…´ Nûrê jiyana xwe di riya evîniyê de ji dest da, li dû Salihê Pismam baz da… Lê guleyê bêbextiyê dev lê zuha, xwîn ji dilê wê vala kir. Roja înê li pêþ Ulu Camiyê xatir xwest, Salih bû qesasê wê. Peywira rindiya Nûrê, ev erdîþiya bêbav bi xwe bû.

    Qey cara ewil bû bi wê qaîdeyî, wê girêdanê, wî fistanê deqdeqîn, ser zeviyê kesk deqên spî, gerdeniya ji welatê Paytextê armeniyan, ji dikandarê Erîwanî. Çîtika ser porê reþmarî gulgulîn û dormorîkirî. Xumarî vekirî. Giraniya moriyên tentenekirî, nedihîþt bayê golê çîtikê bifirîne. Ruyê di binê wê çîtika qîzanî de, fena tarê bêjingê gilovr. Kemera li bejna zirav, sorê Dîlokî… Temamê bajariyên Erdîșê derketibûn devê eywanan, șibak û șaneșînan, diyarê xaniyan, devên wan bi rêçûna wê vekirî mabûn. Wan hinarokên sor û spî, bi sîngê ruyê gilover ve, ew rengê șeylo, gaza gerdenê, sîng û berên mehfûrîn, ew temtêla kevotîn, tiliyên narincî, newqa ji șitlê belalûgê, ew her deh nenûkên ojekirî, mijagên xincerîn, axx li min bavooo, ew gaza binê qirikê, nola çiftexasê hevrîșmîn. Xal û xetên li balê, kitanê etlesî, wan guharên Heyderî, bi wê șêlê, wê temtêlê, meriv karibû li ser navê Welatê Lêlê û Loloyan bișanda girava Berezîlya hemberiya Rindtirîna Cîhanê. Ne tenê bi raya min, ji kîja erdîșiyî bipirsî dê bibêje: ‘Ev qîza eþîrê here Hemberiya Bedewtirîna Dinyayê, dê qezenc bike.’ Ez bi xulamê wê rêçûnê, fena kewa gozela gogerçîn, ya li diyarê zinarê Bûk û Zava…

    Ew þev min li ordînatorê, ekrana televîzyonê nenêrî. Heya elenda sibê, fena berxikê razam. Min xewneke pir xwe dît, di bîra min de ye. Lê ez ji we re nabêjim…

    Stockholm

    Print 4516 car hatiye xwandin
    Nivîsên din yê Xurþîd Mîrzengî
  • Lê Ez Ji We Re Nabêjim…
  • Celoyê Xasûg û Gelac
  • Nivîskar
        H. ÇakýrbeyÝmralý Görüþmeleri
        Ibrahim GüçlüPYD Bir Kürt Partisi mi? Güney-Batý Kürdistan’da Diktatörlük mü Oluþturmak Ýstiyor?
        Mahmut KýlýnçLi Ser Hevdîtinên Osloyê
        Mam RecallGelin canlar akl-ý selim olalým..
        Sait AydoðmuþBirgül Ayman Güler ve Onu Eleþtirenler Ne Kadar Farklýdýr?
        Sedat GünçektiKürd halkýnýn PKK´ye bir diyet borcu yoktur
        Serdar RoþanKesên ku doza dewleta kurdî nekin, ne rewþenbîr in!
        Silêman DemirAKP dixwaze çi bike?
        Xidir ÛsoKonferansa Kurd û Çarenûsî
        Yaþar Karadoðan1967 Doðu Mitingleri ve Nevzat Saðnýç
        Ýsmail Beþikçi"Yalçýn Küçük’e Özgürlük" Paneli ve Kürd Sorunu
    Kovar
    Cîhana Weþanan
    Têketina bê qedexe


    Editor: M.Sarica

    Print this page | Send to a friend!
    Rizgari News-RSS | News-RSS | Twitter
    Ravakirina Malperê: 0.55 Saniye
    Add Favorites: Facebook | Myspace | Google | Twitter | Digg | Del.icio.us | Reddit | Webnews | Folkd | Mister Wong | Linkarena