
  |
|
| Pirtûk |
|
|
|
|
 |
  |
|
| Kovar |
|
|
|
|
 |

  |
|
| Pirtûk û kovar.. |
|
|
|
|
 |

 |
86 emîn Salvegera Þehîdbûna Þêx Seîd! 27 û 28 ê Hezîrana 1925 an di dîroka Kurdistanê da xwedîyê cîyeke girîng e. Ji ber ko Dadgeha Îstîklalê ya Rojhelat, li Dîyarbekrê di 27 ê Hezîranê da cezayê dardakirinê (Darê Sêpikê) dide Þêx Seîd û 46 hevalên wî û ev ceza di þefeqa 28 ê Hezîranê da tê bicîhkirin (tê înfazkirin). Bi vî awayî di serî da Þêx Seîd, Þêx Elî, Þêx Celal, Þêx Hesen, Þêx Îbrahîm, Þêx Þemsedîn, Þêx Þerîf, Baba Beg, Feqî Hesen, Kamil Beg, Mehemed Beg, Hecî Sadiq Beg, Qedrî Begê Medenê, Seîd Ebdullah, Midûrê Bucaxê Teyyîp, Katibê Tahrîratê Tahir û 31 qehremanên bênav, tevayî 47 nemirên Kurdperwer li Amedê li Derê Çiyê, cîyê ku Sînemaya Yenîþehrê lê hatibû çêkirin, digel hev hatin dardakirin.
Pêwist e were destnîþankirin ku rojek berîya destpêkirina dadgehkirina Þêx Seîd û hevalên wî; Seyîd Abdulqadir û hevalên wî jî tên bidardakirin. Eynî dadgeh, di navbeyna 14 û 23 yê Gulanê da karê xwe domandîye. Cezayê mirinê jibo Seyîd Abdulqadir, Seyîd Mehemed, Salih Begê Wanê, Kor Seîd, Xoce Askerî, Bavê Tujo (abuqat Hecî Axtî yê Dîyarbekrê û Kemal Fewzî tê dayîn û biryar di þefeqa 27 ê Gulanê da li pêþîya Ulu Camîyê tê înfazkirin.
Mirov ji bîranînên dozgêrê dadgehê hîn dibe ku dema Þêx Seîd û hevalên xwe li salona dadgehê bûne; ew hîn bûne ku Seyîd Abdulqadir û komek hevalên wî hatine dardakirin. Dozgêr dibêje ku li hemberî wê rewþê Þêx Seîd û hevalên wî ``pir aram û xwîncemidî bûne.`` Dema Þêx Seîd hîn bûye ku S. Abdulqadir û hevalên wî hatine dardekirin, ew têgihîþtîye ku êdî dora dardakirina wan jî wê were; lewre wî li salona dadgehê, li gorî þahîdên beþdarbûyî ``Em jibo Kurdistanê dimrin! Ciyê we hemûyan bihiþt (cenet) e!`` gotîye.
Dadgeha ku cezayê dardakirinê dabû Þêx Seîd û hevalên wî; ji wan girtîyên ku cezayê îdamê girtibû, yek jê xortekî Kurd bûye ku qet bi Tirkî nizanibûye û ew bûye sedem ku were dardakirin.Wê demê Dozgêrê Dadgehê Ahmet Sureyya (Orgeevren), di bîranînên xwe da behsa wê hedîseya balkêþ dike.
Ahmet Sureyya, ``Biryara îdamê di derheqê Kesekî ku Tirkî nizane da hat dayîn jiber ku ew dê xêrek negihîne vî welatî. Heman di wê þevê da kurik birin û dalaqandin.`` dibêje.
Li gorî A. Sureyya ku ew li Derê Çîya di otêla bi navê Yalova razaye. Ew xortê ku biryara dardakirinê lê dane û ew þev hatîye kuþtin; du-sê car hatîye xewna wî, bi hustûyê wî girtîye û ew tehdît kirîye da çima cezayê îdamê dane pê. Li ser wan xewnan ew þev li Sureyya hatîye herimandin. Rojtira dî Sureyya wan xewnên xwe ji hakiman re dibêje û li hemberî wê biryarê derdikeve. Li ser wan gotubêj û minaqeþeyên dijwar Mazhar mifît û hakimên dî jê re ``Ev karê me ye! Tu têkilê wê mebe!`` dibêjin û ew jî dozgerîya xwe pêþberî wan dike û her weha dadgeh betal dibe. Ew vê rewþê rêdikin Ankarayê û hefteyek þûnda bi telgirafek bersîva Ankara ji wî re tê. Metna telgirafê gelek kurt e û weha ye:
``Ahmet Sureyya Beg, Serdozgêrê Dadgeha Îstîqlalê ya Dîyarbekirê. Amanca me heta ebedîyetê pelçiqandina serê Kurdçî û Kurdan e. Bi hevalên xwe yên hakim re lihev were. Ez çavên te maçî dikim.
Serokwezîr Îsmet Înonu.`` (Binêre, ``Kemal Fevzî`yê Bedlîsê û Cîyê wî yê di nav rêxistinên Kurdî da, Malmisanij, R. 79, Stockholm)
Gotinên dawîyê yên çend kesên pêþeva yên Serhildana Netewî ya Þêx Seîd ku di dawîya jîyana xwe da gotine, ez wan wek wesîyetek dibînim û li jêr diweþînim; bi hêvîya ku van gotinan jibo qernên nû bibin mesajên Kurdperwerîyê.
Þêx Seîd: ``Dawîya jîyana min a dinyayê hat. Ez nepoþman im ku jibo neteweyê xwe dibim qurban. Bes ku nevîyên (torinên) me li pêþberî dijminên me em fedîkar (mehcubkar) dernexin.``
Xalid Begê Cibrî yê Xinûsê: ``Li miqabilê we ez ne tenê me. Li piþt min li Îranê, li Mezopotamyayê û li Tirkîyeyê neteweyeka Kurd a muazam heye. Îro hûn min bi darve dikin, lê tu þupha me tuneye ku wê sibehê nevîyên me jî we ji holê rakin!``
Þêx Abdilqadir (senator-kurê Þêx Ubeydullah): ``Ji xwe hûn di babeta þewitandin û xirabkirinê da xwedîyê þohreteke mezin in. We vir jî kirye Kerbela. Divê hûn bizanin ku bi wehþet û kedxwarîyeke bêînsaf ve þan û þeref nayê qezenckirin. Bila bimrin Tirk!..``
Yusûf Zîya Beg (Mebûsê Bedlîsê): ``Ez di nav wê endîþeyê (tirsê) da bûm ku hûn dê bi pêþkêþkirina rutbe û meqam em bixapînin. Þikir ji Xwedê re ku hûn bi guleh û ben em diezibînin û ji wê jî em qet poþman nînin. Bi saya serê dersdayîna we, dê nevîyên me tola me hilgirin.``
Dixtor Fuad Begê Dîyarbekirî: ``Ez timî difikirîyam ku jibo welatê xwe bibim qurbanekî mêrxas. Bêguman ev erdê ku em li ser tên dardakirin, dê alaya serxwebûnê were daleqandin.``
Avûqat Tewfîq Begê Dîyarbekirî (Hecî Axtî- Bavê Tujo- Divê binê wê were çixêzkirin û destnîþankirin ku Bavê Tujo di dadgehê da zimanê Tirkî red kirîye û tenî bi Kurdî parastina xwe kirîye û lewre ew di dîroka Komara Tirk da yekemîn kes e ku bi zimanê xwe Kurdî parastinê çêkirîye): ``Cesedê min nîþanê hemû dinyayê bidin û her kes bila bizanibe ku ne jibo mafên kesayetî, jibo mafên neteweyî ez þer dikim. Bijî Kurdistan!..``
Koçzade Alî Rîza Begê Bedlîsê: ``Ez bextewar im ku min çekê di destê xwe da li hemberî neteweya xwe nexebitand û min wê li hemberî dijminê xwe yê Tirk bikar anî. Herweha ez nûha jîyana xwe bo Kurdayetîyê dikim qurban.``
Þaîr Mele Abdurrahmanê Sertê: ``Sefilno!.. ez di bin pîyên xwe da we pir piçûk û bêþeref (alçax) dibînim. Hûn divê bizanin ku Kurd ne darek e, dimre lê hustû xwar nake!..``
Hîzanîzade Þaîr Kemal Fevzî Begê Bedlîsê: ``Kurdistan ceneta (bihiþta) me ye. Em xwedîyê malê ne û kî çi dibêje bila bibêje, em dê dîsa herin hundûr, tu hêzek nikare bibe asteng, ji ber ku ew a me ye!.`` (Binêre, Garo Sasunî, ``Hereketên neteweyî yên Kurd û Têkilîyên Ermenî-Kurdî (Ji sedsala 15`an ta roja nûha) Tirkîya wê ``Kürt Ulusal Hareketleri ve Ermeni-Kürt Ýliþkileri (15.yy`dan Günümüze)``, Weþanxaneya Orfeus, Stockholm, 1986, R. 176, min ji Tirkî wergerand bo Kurdî)
Bêguman mijara Bizava Þêx Seîd, mijareke girîng û fireh e û cîyê lêkolîn û nirxandineke piralî ye ku ev jibo min dê bibe babeta çend nivîsan. Min li vir tenê xwest ku 86 emîn salvegera þehîdên nemir û ruhê wan ên pak bi giranî bi bîr bînim û îdealên wan ên bo Doza Kurd û Kurdistanê pêþkêþî nifþên nû û hemû Kurdperweran bikim da ku em sûdê ji wan derînin û têkoþîna wan ji xwe re bikin þopeke nû.
30.06.2011
Siddîq Bozarslan- SwedPrint 1939 car hatiye xwandin Nivîsên din yê Siddîq Bozarslan Canbazîya Tirkan û Trajedîya Kurdan 4.. Ocalan:`Em ji Ankarê derketin rê û dîsa dizivirin wir!`Canbazîya Tirkan û Trajedîya Kurdan 3.. Rêxistinên Kurdan kartonî bûne!Welatê Sosretê yê Aziz Nesin: Tirkîye Rejima Surîyeyê Rêwî ye! Eqûbet li serê Îranê û Turkîyeyê be!Canbazîya Tirkan û Trajedîya Kurdan!- 2Canbazîya Tirkan û Trajedîya Kurdan!21ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Navneteweyî ye! Sala 2012`an û Hedefên Dewleta Tirk Sala 2011 û Qetlîamên Dewleta TirkKurdistan ne Tunûs e û ne jî Misir! 7Pêþnîyarên Fransayê û hewildanên Fehmîyê Bîlal Kurdistan ne Tunûs e û ne jî Misir! 6 Erdogan û Ocalan Derew (vir) Dikin! Kurdistan ne Tunûs e û ne jî Misir! 586 emîn Salvegera Þehîdbûna Þêx Seîd!Guhertinên Destûrê û Cerdewanîya (Natorvanîya) Kemalîzmê-7-Guhertinên Destûrê û Cerdewanîya (Natorvanîya) Kemalîzmê-6Guhertinên Destûrê û Cerdewanîya (Natorvanîya) Kemalîzmê-5Kurdistan ne Tunûs e û ne jî Misir! 4Kurdistan ne Tunûs e û ne jî Misir!-3Kurdistan ne Tunûs e û ne jî Misir! -2 Kurdistan ne Tunûs e û ne jî Misir! Guhertinên Destûrê û Cerdewanîya (Natorvanîya) Kemalîzmê-4Guhertinên Destûrê û Cerdewanîya (Natorvanîya) Kemalîzmê-3Guhertinên Destûrê û Cerdewanîya (Natorvanîya) Kemalîzmê-22011 Bila Bibe Sala Zimanê Kurdî Ji Gefên (tehdîdên) Ocalan û PKK-HPG Bihna Xwînê tên! Guhertinên Destûrê û Cerdewanîya (Natorvanîya) Kemalîzmê!95 Salîya Salvegera Komkujîya Fileyan (Ermenan) û KurdanProjeya Tirkbûnê Dibe Tirkîyebûn: 4Projeya Tirkbûnê - Dibe Tirkîyebûn: 3 Projeya Tirkbûnê - Dibe Tirkîyebûn: 2 Projeya Tirkbûnê - Dibe Tirkîyebûn Projeya Tirkbûnê - Dibe Tirkîyebûn Ergenekon, Baskê Dewleta Ergenekonê ye-11Ergenekon, Baskê Dewleta Ergenekonê ye-10Ergenekon, Baskê Dewleta Ergenekonê ye-9Encamên Hilbijartinê û Wêneya Kurdistanê Ergenekon, baskê dewleta ergenekonê ye-8-Pirsa Mafên Mirovî, Azadî, Demokrasî û Wekhevîyê-2Pirsa Mafên Mirovî, Azadî, Demokrasî û Wekhevîyê Îsmaîl Beþikçî namûsa rewþenbîrîyê yeA. Ocalan Xîyanetê Diparêze Partîya Banî (Çatý), Projeya Ergenekonê yeTRT 6 ya kurdî û zimanê me! Ergenekon, baskê Dewleta Ergenekonê ye-6 Pîrozbahî bo Erdogan û GonulDestûra Pirzewacîyê û Sosreta Kurdan Feylezofîya Cegerxwîn di Heval Pol Robson deA.Ocalan û D. Kalkan Dewleta Kemalîzmê (Ergenekonê) DiparêzinErgenekon, baskê Dewleta Ergenekonê ye-4Ergenekon, baskê Dewleta Ergenekonê ye-3Ergenekon, baskê dewleta Ergenekonê ye-2Ergenekon, baskê Dewleta Ergenekonê ye-119 yê Gulanê 1992: Salvegera Hilbijartinên Kurdistanê (2)Demokrasîya Milîtarîzmê: Tirkîye19 yê Gulanê 1992: Salvegera Hilbijartinên Kurdistanê (1)Pîlanên dewleta Tirk, welatperwerî û xîyanet-5Pîlanên dewleta tirk, welatperwerî û xîyanet-4...Pîlanên dewleta tirk, welatperwerî û xîyanet-3Pîlanên dewleta tirk, welatperwerî û xîyanet-2Pîlanên dewleta tirk, welatperwerî û xîyanet-IJinên kurd çima xwe dikujin?Zimanê Kurdî Di Þaredarîya Sûra Amedê de Hat CezakirinHilbijartina Tirkîyeyê û du rê jibo KurdanAlternatîfeke çawa?Dewleta tirk hov e û her xirabî jê tê!Newroz pîroz be, ne Nevruz! |
|
|
  |
|
| Kovar |
|
|
|
|
 |
  |
|
| Cîhana Weþanan |
|
|
|
|
 |
  |
|
| Têketina bê qedexe |
|
|
|
|
 |

 |