
  |
|
| Pirtûk |
|
|
|
|
 |
  |
|
| Kovar |
|
|
|
|
 |

  |
|
| Pirtûk û kovar.. |
|
|
|
|
 |

 |
Ala Kurdistan Her gel, li ser erdnîgarîyekê, di nava têkilîyên aborî de, wek civat bi sedsal û hezarsalan hebûna xwe didomîne. Di seranserê dîroka vê jîyanê de, dibe xwedîyê ziman, çand û folklorek taybet û xweser.
Gelê Kurd jî bi hemû berhem û hebûnên xwe yên civatî ve kevnar û xweser e. Ziman û berhemên ziman, cil û berg, folklor, dawet û dîlan û bi gelek taybetîyên din yên çandî, gelê Kurd ji yê hemû gelên cîhanê cuda ye.
Her gel, ji bo temsîla rûmet û hêjayîyên xwe yên civatî, wek nîþana serwerîya welatê xwe, sembola parastina azadî û serxwebûna xwe, xwedîyê alayek taybet e.
Alên ku eþîretekê, partîyekê, þîrketekî yan qlûbek fûtbolê temsîl dike cuda ye, ya neteweyekê bi hemû alîyên xwe ve temsîl dike cuda ye.
Her partîyek yan serokek yan rejimek, nikare li gorî daxwaza xwe ala neteweyekê biguherîne yan tune bihesibîne û li gorî serê xwe alekê çêbike û ji gelekî re bêje ev ala we ye.
Piþtî ku welatê Kurdan ji alî mêtinkaran ve hat dagîrkirin, sembola serwerî û desthilata gelê Kurd Ala Rengîn jî hat qedexekirin.
Dema di 1639 an de bi Peymana Qesra Þêrîn re Kurdistan di navbêna Îparatorîyên Osmanî û Safewî ve hat parkirin û di 1923 an de bi Peymana Lozanê û bi serwerîya emperyalîstan jî di nava dewletên Tirk, Ereb û Faris de bi çar beþan hat dagîrkirin û parvekirin, bi xesipkirin, înkar û qedexekirina hemû rûmet û mafên gelê Kurd re al û sembolên wî yên neteweyî jî qedexe kirin.
Navê ala gelê Kurd, ala Kurdistan, “Ala Rengîn” e.
Kurdistan welatek e, civata Kurd jî bi hemû alî û rengên xwe li ser vê erdê dijî. Kî vî welatî dagîr bike û ev welat bibe çend parçe, wê dîsa jî yek welat bimîne. Mêtikaran, bi parçekirina Kurdistan û înkarkirin û qirkirinan, gelê Kurd heta îro nikarîbûn ji holê rakin; loma nikarîbûn ala wî jî jibîrkirin bidin û tunebikin.
Ala Rengîn, xwedî dîrokek kevnar û jêderek cudareng e. Di derbarê Ala Rengîn de gelek rîwayetên cuda hene:
Tê gotin ku `piþtî ku Dahak, lawê Kawayê Hesinkir dikuje, Kawa jî ji bo ji bîrneke û heyfa xwe hilîne, çermê kurê xwe bi rengên kesk-sor-zer boyax dike û bi dîwêr ve didaliqîne.`
Gotinek din, `piþtî ku Kawa Dahak dikuje, berdilka xwe ya bi her sê rengan xemilandî wek alê bilind dike.` Navekî wê yê din jî “Direfþa Kawa ye.”
Hinek jî, Ala Rengîn bi rengên bawerîyên Kurdan Ezdayetî û Zerdeþtîtîyê ve girêdide. Lê pir vekirî xwanêye ku çavkanîya Ala Rengîn û ya Newrozê yek e û 2600 sal berê, Împaratorîya Kurd ya bi navê Med jî vê ala bi karanîye.
Ala Împaratorîya Med, li bajarê Persepolîs yê kevnar, wek mozaik 6x8 metreyan de fîgurekî wê yê nêzî ya îroj heye. Cudahîya wê ji ya îro: li ser zemîna xeta ortê þêrek ku roj li ser piþta þêr heye û li ser zemîna jor ya sor jî tacek heye.
Lê bi çi þêweyî bê gotin bila bê gotin, ev ala berî avakarina Împaratorîya Med hebûye û wek sembola rizgarî û serxwebûna gelê Kurd hatîye bilindkirin.
Em mêtinkar û neyarên gelê Kurd famdikin ku bê çima li hemberî Ala Kurdistan in; çimkî ev ala, neteweya Kurd û welatê wî Kurdistan sembolîze dike û nîþana dewelet, serxwebûn û azadîyê ye...
Lê ya nayê famkirin, yan jî nîyeta hinekan ya rastî derdixe holê ku ew kes û rêxistinên ku xwe wek rêber û berpirsê gelê Kurd rêdidin ku vê alê red û înkar dike û wek ala partî yan parçakî Kurdistanê rêdide. Heta carina wer dajon û ji pîvanê derdixin ku li hember hebûna xwe wek gef û biçûkxistinekê dibînin.
Ji Melayê Cizirî bigire heta Ahmedê Xanî, heta Bedirxanîyan û Cegerxwîn, ji Kurdên ku sed sal berê li Îstanbûlê bigire, heta serhildana Agirî, Komara Mahabad û hemû Kurdên li beþên Kurdistanê, Ala Rengîn wek Ala gelê Kurd û welatê wî Kurdistan bi serbilindî qebûl dike.
Binerîn Osman Sebrî û Cegerxwîn, Ala Rengîn çawa ifade kirine:
Ala Rengîn
Min divê her tu bilind bî
Ala rengîn kesk û zer.
Him xweþî him ceng û rûmet
Tên zanîn ji sor û gewr
Dûr, nêzîk ezê te hildim.
Tu yî xemla banê min.
Ger bi vê derman mirin bî
Bo te gorî canê min!
Sê salan bi te kêfxweþ bûm,
Agrî, Zîlan, Tendûrek,
Li pêþ suhna te bûne ax.
Leþkerên Turk lek bi lek
Dêrsim û Sasûn û Pijder
Bo te xwînê dirêjin.
Herçî xort in, herçî Kurd in
Bo te lavjan dibêjin,
Leþker im bote ala min.
Min divê gurmîn û ser
Duwanzde mîlyon bûne pandî,
Bo te Kurdên pir huner.
Osman Sebrî, 1936
Ala rengîn
Ala rengîn pîroz û xweþ, te hildigrim diçim bi meþ
Tu li ser milên xortên ciwan, di nav te de yek rojek geþ
Ala sê reng î tu, bi nav û deng î tu, niþana ceng î tu
Ey xortê kurdan silavê lê bikin
Îro me tu kirye himbêz, rojek wê bê te bikin rêz
Li ser bana, li eywana, roja þadî bi xeml û xêz
Kesk û sor û zer î, niþana zafer î
Ey keçên kurdan silavê lê bikin
Te bi zîv û zêr tevde kildim, roja cengê ez te hildim
Ger ez bimrim, ger ez rabim, cegerxwîn im serbilind im
Ala sê rengîn î, pîroz û þêrîn î, niþana mizgîn î
Ey xortê kurdan silavê lê bikin
Print 2637 car hatiye xwandin Nivîsên din yê Xidir Ûso Konferansa Kurd û ÇarenûsîKonferansa dijbereya Sûrîye û daxwaza TirkîyeDewletbûna KurdanHelwesta olperest û sosyalîstên KurdAla KurdistanLi Kurdistanê aþitî bi serketKurdino Halepçe ji bîrnekin! Tevlîhevîyên Silêmanî û bêîstîkrarîya herêmê..Roja zimanê dayikê û rewþa Kurdî“Di xewnan de jî ez ê zimanê xwe winda nekim”Têkilîyên Tirkîye û cîhanê û doza KurdZîndana 'Ulucanlar' bû muzexaneya 'Dehþetê', lê ya AmedêKeçikên Dêrsim`ê û asîmîlasyon Evîna MêrxasekîDef yan ErbaneDef yan ErbaneGelo zebanîyên momin hene?“Di Dîroka Kurdistan de Pelek”Peymana Lozan`ê xeniqandina gelê Kurd e!Mêtinkarîya Sûrîye ji Kurdan çi dixwaze?!Sosyalîstîya Kurdan û ÇepelîCHP (Partîya Gel a Komarî)Guhertina Makezagona TirkîyeJenosîda Ermenî, Suryanî û Kurdan“Belqitî”Polîtîkayên AKP û helwesta Kurdan?8 Adarê Roja JinanLi Îranê kuþtina xortên Kurd berdewam e!Berpirsê Halepçe û “Enfal” Elî Kîmyayî hat daliqandinElewîno, Dêrsimîno, Kurdino, Onur Oymen ji we pirsekê dike..'Rêlêvekirina Demokratîk', 'Komên Aþtîyê' Çareserî...Îsmaîl Beþîkçî, Ûjdanê Tirk û Kurd e!Zîndana Amed û Paqiþkirina MejîBazirganîya Sîyasetê û Mafê Gelê KurdEncamê Hilbijartina Kurdistana FederalGirîngîya Hilbijartina Herêma Kurdistana Federal“Li Girtîgehê Zû Dibe Êvar”Îþkence Berpirsîyarê Qetlîama 44 KesanKuþtina Zarokên KurdKonferansa KurdTRT-ÞeþLi zîndanê lêgerîn û dakirina koncala destavêXofa ÎþkencêLi ser Qanûna Pirjinî û rewþa jinêDi berhimandina civata Kurd de rewþa jinê Þertên lihevkirina Erdogan û LeþkeranMamostê min CegerxwînMamostê min CegerxwînGoran, nexwest tirkî fêr bibe!Serhildan Tatoleka Ordîya TirkSerxwebûna Kurdistan!Samîmîyeta 'Kampanya Perwerdeya bi Zimanê Dayikê'Zaroka PenaberHespê TroyaJi bo Kongreya TEVKURD'ê ya Sisêya!Dewleta Fars, li ser kavilê dewleta Kurd avabûye Gardîyanê RastgoDi tevgera neteweyî de qonaxek nû: Serîrakirina NefermaLi Zîndana Amed îþkenceya du rojan“Banga çareserîya aþtîyane”Dezenformasyon û Neyartîya Cihûyan!Pirsgirêka Zar û Zaravayan li Kurdistanê û ÇareserîS. T yan R. T. Erdogan Derewan DikeR.T. Erdogan û helwesta Kurdên li SwêdêKê Tevna Ergenekon'ê li darxistLaîktîya Tirkî û Parçekirina Dînê ÎslamêTemirandina Doza Kurd!TevkurdKurdên li EwropaÛjdanî RedHukumeta Herêmê kare êriþa tirk vala derxeDewleta KûrLi zîndana Amed serlêdanDaxwaza kuþtina Birahîm Guçlu terorîzm e!Qetlîama ermenîyan kê pêk anî?! -2-Qetlîama Ermenîyan kê pêk anî?! -1-Di sala nû de terorîzmBandora psîkolojîya mêtýnkarîyêAtarîÎbretBerpirsîyarîya rewþenbîrLaleþ Qaso û rasteqînîya civatîBîra dîrokî û pirtûkKenan Evren û Zindana AmedKevnegeneralên tirk çi dibên?- 4-Kevnegeneralên tirk çi dibên?- 3-Kevnegeneralên tirk çi dibên? -2-Kevnegeneralên tirk çi dibên?-1-Daxwuyanîya Fazýl Mîranî û berjewendîyên kurdistanÎnkara kurd û kurdistan û helwesta kurdanErdogan 'tehcîr'a ermenîyan qebûl kir, gelo 'tedîp' û 'tenkîl'a Kurdan jî qebûl dike!?Vê lîstika ku tirkî ji ber lingê xwe derxist ji bo çi bû?Helwesta Rûsya li hemberî TirkîProvaya qetlîama Kurdan û helwesta hêzên Kurd |
|
|
  |
|
| Kovar |
|
|
|
|
 |
  |
|
| Cîhana Weþanan |
|
|
|
|
 |
  |
|
| Têketina bê qedexe |
|
|
|
|
 |

 |