

  |
|
| Çalakî-panel-þahî.. |
|
|
|
|
 |
  |
|
| Dosyaya Taybet |
|
|
|
|
 |
  |
|
| Pirtûk û kovar.. |
|
|
|
|
 |

 |
Sosyalîstîya Kurdan û Çepelî Tevgera dîroka rêxistinîya sosyalîst, li Bakurê Kurdistanê, ji salên 1970`an de destpêdike. Li gorî dîroka sosyalîzma cîhanê, hayê civata Kurd pir dereng ji sosyalîzmê çêbû. Sebeba vêya jî: Civata Kurd, ji þerê cîhanê yê yekê heta yê dudoyan, ji alî dewleta mêtinkar ya tirk, ji nû ve hat dagîrkirin û mêtingehkirin. Loma gelê kurd ket nava berxwedan û serhildanê.
Dewleta mêtinkar, bi plan û bername, çi rêber û rewþenbîrên gelê Kurd hebûn, hemû bi dardakirin, wan bi sûîkast û nefîkirinan ji ortê rakir. Ji gel jî yên berxwedan yan serî hildan, tev malbatên wan kuþtin, beþek jî ji welatên wan hatin derkirin û li welatên xerîb hatin bicîhkirin.
Kurdên ku ji kêrê filitîn jî, li ser wan sîyaseta biþaftin û tirkkirinê meþandin. Ziman, çand û hemû rûmetên Kurd hat qedexekirin. Medreseyên ku wezîfeya dibistan û zanîngehên Kurd didît, hatin girtin, cilên netewî hatin qedexekirin. Di derbarê ziman, dîrok, wêje, çand, bawerî û zanîyarî de çi pirtûk û belgeyên Kurdan yan bi Kurdî hebûn tev hatin qedexekirin, þewitandin û tunekirin.
Li qiþle û wargehên leþkerî, li dibistan û “zanîngeh”an û bi taybet li “dibistanên razanê yên herêmî”, keç û xortên Kurd bi darê zorê hatin asîmîlekirin. Vêya jenosaydek fizîkî û çandî bû û resmen hîna jî berdewame.
Me ramana sosyalîzmê, ne li gorî rewþa civat û welatê xwe, lê di bin bandora çepên neteweyên serdest û hinek jî li gorî rewþa cîhanê ya reel parast. Rêxistin û partîyên Kurd, bi giranî destûr û bernameyên partîyên welatên din mînak girtin.
Çawa li partîyên komunîst û welatên reel sosyalîst, dîktatorîyên brokratîk serwer bûn, bi bahaneya îlegalîtebûnê û mînakgirtina dewletên reel sosyalîst, li rêxistinên Kurd jî antî demokrasî serwerbû. Werê ku sosyalîstbûna Kurdan jî li gorî pîvanên civata Kurd yên civatî, aborî û çandî bû. Her yekî çar pirtûk xwendiba û berpirsîyarîyek girtiba di qada xwe de þefek bû. Ji çand, bawerî û lênerîna gel re balkêþîyek bi rûmet tunebû. Jin, di teorîyê de bi mêran re wekhevbûn, lê li gorî pîvanên civatek feodal û îslam, muamela sinifê dudoyan didît. Ji bo hilbijartina organên rêxistinê, prosedura demokratîk rast bikarnedihat. Biryar, mîna amadekirina bernameyan, li gorî daxwaza þefan û brokrasîya wan dihatin sitendin. Bawerîya sosyalîzmê, ne wek projeyek civatî, wek bawerîyek “mîstîk” dihat parastin. Loma mercên civatê û welat li ber çav nedihat girtin.
Wek vaca Arîstotales, me bi vacek “ji giþtî hatin” sîyaset dikir: loma me hinekan li gorî sîyaseta Sovyetê, hinan li gorî Çîn, hinan li gorî Albanya, hinan li gorî vê partîyê û wê partîyê sîyaseta xwe xwanê dikir. Hinekan jî digot; “ûsta dibêjin; `divê em li gorî vejinandina mercên xweser tevbigerin.” Lê yên werê digotin, bi xwe jî ne di ferqa rastîya jîyanê de bûn.
Lê dîsa jî van salên geþbûna tevgera þoreþgerî û rêxistinîya sosyalîst, gelek fêde da ciwan û tevgera Kurd ya neteweyî. Di warê rewþenbîrî, naskirina rewþa cîhanê, çand, dîrok, felsefe, sîyaset, aborî û gelek beþên zanîyarîyê de em bûn xwedîyê zanîn û ramanên pêþverû û xweser. Qet nebe, me rêyên ku ji bin bandora sîyaseta mêtinkaran xilas bibe, dît. Ev rê jî, bi vacmeþandina azîna dîyalektîk û famkirina felsefa Marksîs ku vejinandina dîrok, bûyer û rewþa welatê xwe ya bi cîhanê ve girêdayîbû.
Her çend pêþveçûnek hebe jî, hîna jî sosyalîst di gelek waran de nezelalîyekê dijîn. Îro demokrasîya kapîtalîzma lîberal, tevlî eciqandina kedê û talankirina welatên mêtingeh û þûndemayî, di gelek waran de, ji demokrasîya welatên reel sosyalîst û ji demokrasîya partîyên me yên otorîter û totalîter pêþdetir e. Lêbelê, gerek demokrasîya rastî di rista sosyalîst de bigeha asta bilind.
Partîyên çep yên neteweyên serdest, polîtîkayên xwe bi giranî, ne li gorî nakokîya ked û sermîyan, rastîya cîhana kapîtalîst/emperyalîst û Rojhilatanavîn, lê di bin bandora sîyaseta dewlet û çepelên xwe de dimeþînin.
Dewletên Rojhilatanavîn, ne bi destê gelan û li ser asasekî meþrû avabûne; bi destê emperyalîstan û hevkarê wan, pê li îradeya gelan û bi taybetî îradeya gelê Kurd kirine û welatê wî parçe kirine û tune hesibandine û avakirine. Li van welatan, tu demê þerê rizgarîyê nehatîye dan û þoreþên gel çênebûye. Bi destê emperyalîstan, dîktatorîyên hevalbend û hevkarên emperyalîstan sazbûne.
Çepên van welatan, hertim van dewletana û sînorên wan meþrû qebûlkirine û li wê gorê rêxistinên xwe avakirine û sîyaseta xwe xwanê kirine. Ev jî bûye egera, di binre qebûlkirin û parastina sîyaseta emperyalîstan û mêtinkarên xwe û tune hesibandina netewa Kurd û welatê wî Kurdistan. Ev çepana, yan wê partîyên xwe wek yên tirk, ereb û faris bibînin û werê sîyasetê bikin, yan jî wê hebûn û sînorên dewletên xwe meþrû nebînin û li ser axa Kurdistanê, bi kêmanî federasyon û serxwebûna gelê Kurd têxin bernameyên xwe.
Çimkî heta Kurdistan ji bin destê van dewletan dernekeve û gelê Kurd rizgar nebe, van welatên serdest, nikarin bibin xwedîyê demokrasîyek sermîyandar ya lîberal jî. Gelê Kurd jî heta li ser welatê xwe Kurdistan nebe desthilat, tucarî nikare bibe xwedîyê îradeyek bi serê xwe biryarekê bide ku bi gelekî din re yekîtî û hevkarîyê bike.
Çimkî mêtinkarên herêmê, ji bo ku kîjan norma demokrasîyê ji gelê xwe re nasbike, bela ku wê gelê Kurd jî jê fêde wergire, qebûlkirina her mafê demokratîk ji xwe re talûke dibîne û bûrjuvazîyên wan jî ji talan û hêza keda yedek ya erzan û bêmafê sosyal, wendadike.
Divê wek sosyalîst em xwe nexapînin; heta li welatên ku sermîyandarî lê geþbûye û yên tecrûbeyên þoreþên sosyalîst lê pêkhatîye þoreþ pêkneyên, di rewþa îro de, li welatên Rojhilatanavîn ne þoreþ çêdibin û ne jî hêzên serwer destûra vêya didin.
Divê em ji vêya re zelal bin: em nikarin Îran, Sûrîye û demekê jî Saddam yan dewletên mîna vana, di kategorîya dewletên pêþverû û antî emperyalîst de bihesibînin, hevkarî û piþtgirîya wan bikin. Li gorî min, rejimên van dewletan ji yên kapîtalîst/emperyalîst paþverûtir û bi þûndetir in.
Divê di sîyaseta netewî de jî em realîstbin: pêwîstîya gelê Kurd pêþî bi rizgarîya neteweyî heye; loma sosyalîstên Kurd, divê bi hemû çîn û qatên civata Kurd re xwe bi rêxistin bike û tekoþîna neteweyî bingeh bistîne.
Kurdên ku li metropolan bicîh bûne û li wir kardikin, helbet wê li gorî wan þertan, di rêxistinên meslekî û kedê de cîh bistînin û beþdarî tekoþîna mafê kedê û demokrasîyê bibin. Lê di warê tekoþîna netewî de, divê di rêxistinên ku rizgarîya neteweya Kurd diparêzin de cîh bistînin.
Heta ku em nikaribin sosyalîzmê tesîs bikin, em nikarin geþbûna rista sermîyandarîyê jî bisekinînin. Mulkîyeta dewletê, tenê dîktatorî û totalîzma brokrasîya dewletê xurtkirîye. Lê divê bi her warî em serwerîya huqûqê demokrasîyê û berjewendîyên kedê biparêzin û ji bo parastina mafê kedê rêxistinan avabikin, tekoþînê bidin.
Divê em di bin bandora çepên serdesan yên çepel de sîyasetê nekin: “wê têkilîyên dîktatorîyên Ereban û Farisan yê bi emperyalîstan re meþrû bê dîtin, lê yên Kurdistanê ne meþrû bê dîtin!” Pêwîst e ku sosyalîstên Kurd, rêxistinîya xwe û sîyaseta xwe li gorî berjewendîyên neteweyî sazbikin.
Þoreþa neteweyên serdest birêxistinkirin û pêkanîn ne karê hêzên Kurd yên netewî ne. Lê em bi hêzên þoreþger yên sosyalîst û gelên bindest yên hemû cîhanê re, hevkarê hev yên xwezayî ne. Lê em nikarin hevkarîyê bi hêzên çepel/sosyal þoven û cotstandart re bikin.
Ev ramana dervî mirovî ji kê derketibû û ji ku hatibû ez baþ nizanim, lê me wek “sosyalîst” digot: “Divê parçe ji giþtî re bê fedakirin!” Ew parçe jî Kurdistan û gelê Kurd bû!! Lê ku gelê min ji holê rabe, çi mana hebûna min û ya dunyayê heye!!
04.06.10
Xidir Ûso
Print 539 car hatiye xwandin Nivîsên din yê Xidir Ûso Def yan ErbaneDef yan ErbaneGelo zebanîyên momin hene?“Di Dîroka Kurdistan de Pelek”Peymana Lozan`ê xeniqandina gelê Kurd e!Mêtinkarîya Sûrîye ji Kurdan çi dixwaze?!Sosyalîstîya Kurdan û ÇepelîCHP (Partîya Gel a Komarî)Guhertina Makezagona TirkîyeJenosîda Ermenî, Suryanî û Kurdan“Belqitî”Polîtîkayên AKP û helwesta Kurdan?8 Adarê Roja JinanLi Îranê kuþtina xortên Kurd berdewam e!Berpirsê Halepçe û “Enfal” Elî Kîmyayî hat daliqandinElewîno, Dêrsimîno, Kurdino, Onur Oymen ji we pirsekê dike..'Rêlêvekirina Demokratîk', 'Komên Aþtîyê' Çareserî...Îsmaîl Beþîkçî, Ûjdanê Tirk û Kurd e!Zîndana Amed û Paqiþkirina MejîBazirganîya Sîyasetê û Mafê Gelê KurdEncamê Hilbijartina Kurdistana FederalGirîngîya Hilbijartina Herêma Kurdistana Federal“Li Girtîgehê Zû Dibe Êvar”Îþkence Berpirsîyarê Qetlîama 44 KesanKuþtina Zarokên KurdKonferansa KurdTRT-ÞeþLi zîndanê lêgerîn û dakirina koncala destavêXofa ÎþkencêLi ser Qanûna Pirjinî û rewþa jinêDi berhimandina civata Kurd de rewþa jinê Þertên lihevkirina Erdogan û LeþkeranMamostê min CegerxwînMamostê min CegerxwînGoran, nexwest tirkî fêr bibe!Serhildan Tatoleka Ordîya TirkSerxwebûna Kurdistan!Samîmîyeta 'Kampanya Perwerdeya bi Zimanê Dayikê'Zaroka PenaberHespê TroyaJi bo Kongreya TEVKURD'ê ya Sisêya!Dewleta Fars, li ser kavilê dewleta Kurd avabûye Gardîyanê RastgoDi tevgera neteweyî de qonaxek nû: Serîrakirina NefermaLi Zîndana Amed îþkenceya du rojan“Banga çareserîya aþtîyane”Dezenformasyon û Neyartîya Cihûyan!Pirsgirêka Zar û Zaravayan li Kurdistanê û ÇareserîS. T yan R. T. Erdogan Derewan DikeR.T. Erdogan û helwesta Kurdên li SwêdêKê Tevna Ergenekon'ê li darxistLaîktîya Tirkî û Parçekirina Dînê ÎslamêTemirandina Doza Kurd!TevkurdKurdên li EwropaÛjdanî RedHukumeta Herêmê kare êriþa tirk vala derxeDewleta KûrLi zîndana Amed serlêdanDaxwaza kuþtina Birahîm Guçlu terorîzm e!Qetlîama ermenîyan kê pêk anî?! -2-Qetlîama Ermenîyan kê pêk anî?! -1-Di sala nû de terorîzmBandora psîkolojîya mêtýnkarîyêAtarîÎbretBerpirsîyarîya rewþenbîrLaleþ Qaso û rasteqînîya civatîBîra dîrokî û pirtûkKenan Evren û Zindana AmedKevnegeneralên tirk çi dibên?- 4-Kevnegeneralên tirk çi dibên?- 3-Kevnegeneralên tirk çi dibên? -2-Kevnegeneralên tirk çi dibên?-1-Daxwuyanîya Fazýl Mîranî û berjewendîyên kurdistanÎnkara kurd û kurdistan û helwesta kurdanErdogan 'tehcîr'a ermenîyan qebûl kir, gelo 'tedîp' û 'tenkîl'a Kurdan jî qebûl dike!?Vê lîstika ku tirkî ji ber lingê xwe derxist ji bo çi bû?Helwesta Rûsya li hemberî TirkîProvaya qetlîama Kurdan û helwesta hêzên Kurd |
|
|
  |
|
| Cîhana Weþanan |
|
|
|
|
 |
  |
|
| Piþtgirî |
|
|
|
|
 |
  |
|
| Têketina bê qedexe |
|
|
|
|
 |

 |