

  |
|
| Çalakî-panel-þahî.. |
|
|
|
|
 |
  |
|
| Dosyaya Taybet |
|
|
|
|
 |
  |
|
| Pirtûk û kovar.. |
|
|
|
|
 |

 |
“Belqitî” Romana Xurþîd Mîrzengî ya bi navê ”Belqitî”, di sla 2004`an de, ji alî weþanxaneya Komal ve hatiye çapkirin.
Pirtûka ”Belqitî”, bêhnek xweþ ya devokê Kurmancî û wêjeya Kurdî ya derdora Hezro û Licê ya Amed`ê ye.
Mijarên romanê, werê bi hûnandina vegotinek edebî ya herikbar û balkêþ ku di nava civatê û ji bo mirovên Kurd zindî datîne ku meriv heta pirtûkê neqedîne, naxwaze ji destê xwe deyne.
Di vê romanê de, di kesayetîya dayika Belqitî de, jinek ku li gundekî Kurdistanê mêrê xwe winda kiribe, zarokên hûr di hustu de mabe, ji mêr jî tu mal û milk nemabe, bê çendîn zor û zahmetîyên giran dikiþîne, çendîn tade û neqî lêdibin, eþkere kirîye.
Di kesayetîya Belqitî de jî nivîskar, zarokekî sêwî ku li gundekî xizan û hatina mirovan kêm yê welatekî mîna Kurdistanê mêtingeh û bêxwedî, di nava xizanî û tunebûnê de bîrbibe û mezin bibe, bê çi jan, êþ û tadîyan dikiþîne, li ber çavan radixe.
Lê Belqitî, bi qedera xwe ne razîye, radestî qedera xwe nabe û heta gengaz be, serhildide û dikeve nava çalakîyê. Ew bawerdike ku kîjan zarok xwedîyê çi îmkanêye, ew jî wêya heq dike. Loma her çend ne meþrûbe jî, ji gundîyên xwe de dest bi sitendina heq dike. Çalakîya ku li gorî gundîyan dizîbû, lê li gorî Belqitî, bi destxistina parek civatî ya alîkarîya mirovî bû.
Kê belqitî di nava baxçeyê xwe de girt, lê dan, ser û çav lê þikandin û werimandin, ew girêdan avêtin axuran. Kesî negot; ”gune ye, ku em alîkarîya wî û dayika wî bikin, ku ew jî vêya nake!” Lê Belqitî jî gir û buxd ji wan girt û hîn bêtir û bi zanîn êdî wek heyfsitendinekê zerar li wan kir.
Belqitî, piþtî hinekî mezin bû jî ji çalakîya xwe venegerîya, ji bo ku fêrî rêya qezenckirina hêsan bûbû, nêta wî tunebû ku tenê keda xwe xercbike û heta dawîya jîyana xwe pale, rêncber û xizan bijî. Loma berê xwe da bajarê Amedê, bû Keko û bû serokê ”pêxwas”ên Amedê.
Amed, wê demê, di bin nîrê dewleta mêtinkar ya Kemalîst de, bûbû mîna zîndanek kedxwarî, zordarî û îþkencê. Wê demê zimanê Kurdî qedexe bû. Vexwarin û firotina tûtinê qaçax û qedexebû. Firotina êzing û komira bêdestûr û bêbac qedexebû. Gundîya fêkî, mirîþk û dewarên ji bo firotinê tanîn bajêr jî, esnafên hevkarên karmendên dewletê, gelek caran belaþ yan bi nîvheq ji wan disten û newêrîbûn dengê xwe derxistana, çimkî sûcê wan(!) yê mezin Kurd bûn û bi tirkî nizanîbûn. Ji alî kî de bêþ, xwîkîtî, þêlandin, tade û îþkenceya qereqol, leþker û polîsan, ji alîkî de ya rexderan (kolçî) û karmendên bacê, gelê Kurd anîbûn emanê!
Heta gengaz be Keko, tade li reben, perîþan û xizanan nedikir, berevacî alîkarîya wan dikir; lê çend jê dihat zalim, xayin û heqxur nedibora.
Helbet nivîskarê hêja Xurþît Mîrzengî, bi çîroka Keko re gelek alîyên civata Kurd bi hostatî radixe ber çavan.
Wek bi ol ve girêdana mirovên Kurdên nexwendî û cahil, bawerîya avakirina zîyaret û dergahan bi mînakên balkêþ eþkere dike.
Nivîskar, pirtûk bi zimanê gel yê rojane ku di jîyanê de bi kartîne nivîsandîye. Bi zanîn ji her devoka Kurmancî gotinên cuda bi kartîne.
Meriv hinek gotinên ku ji devokinî Kurmancî re xerîb, lê ku di zaravê Zazakî de tên karanîn dibîne.
Lê ji min re werê hat ku vê çapa pêþî di redaksîyonek gelek baþ re derbas nebûye yan jî di dema çapkirinê de þaþî hatinekirin. Çimkî gelek tîpên ”þ” û ”s”, ”ê” û ”e”, ”î” û ”i”, ”ç” û ”c”, ”w” û ”v” bi hev cî guhertine, yan di hin gotinan de kêmanîya tîpan heye.
Ez bala xwe didimê nivîskar, li gorî gramatîka Kurmancî, tîpên ”herfîtarîf” bikar neanîye. Wek hevoka, ”Wî ji ser kanî av vexwar.” lê gerek bê gotin, ”Wî ji ser kanîy(ek)ê av vexwar.”
Nivîskar, xebatek giranbuha kirîye û vê berhema delal afirandîye, em wek xwendevan jê re sipas dikin û berdewamîya kar û xebata wî hêvîdikin.
26.03.2010
Xidir Ûso
xalit@msn.com
Print 844 car hatiye xwandin Nivîsên din yê Xidir Ûso Def yan ErbaneDef yan ErbaneGelo zebanîyên momin hene?“Di Dîroka Kurdistan de Pelek”Peymana Lozan`ê xeniqandina gelê Kurd e!Mêtinkarîya Sûrîye ji Kurdan çi dixwaze?!Sosyalîstîya Kurdan û ÇepelîCHP (Partîya Gel a Komarî)Guhertina Makezagona TirkîyeJenosîda Ermenî, Suryanî û Kurdan“Belqitî”Polîtîkayên AKP û helwesta Kurdan?8 Adarê Roja JinanLi Îranê kuþtina xortên Kurd berdewam e!Berpirsê Halepçe û “Enfal” Elî Kîmyayî hat daliqandinElewîno, Dêrsimîno, Kurdino, Onur Oymen ji we pirsekê dike..'Rêlêvekirina Demokratîk', 'Komên Aþtîyê' Çareserî...Îsmaîl Beþîkçî, Ûjdanê Tirk û Kurd e!Zîndana Amed û Paqiþkirina MejîBazirganîya Sîyasetê û Mafê Gelê KurdEncamê Hilbijartina Kurdistana FederalGirîngîya Hilbijartina Herêma Kurdistana Federal“Li Girtîgehê Zû Dibe Êvar”Îþkence Berpirsîyarê Qetlîama 44 KesanKuþtina Zarokên KurdKonferansa KurdTRT-ÞeþLi zîndanê lêgerîn û dakirina koncala destavêXofa ÎþkencêLi ser Qanûna Pirjinî û rewþa jinêDi berhimandina civata Kurd de rewþa jinê Þertên lihevkirina Erdogan û LeþkeranMamostê min CegerxwînMamostê min CegerxwînGoran, nexwest tirkî fêr bibe!Serhildan Tatoleka Ordîya TirkSerxwebûna Kurdistan!Samîmîyeta 'Kampanya Perwerdeya bi Zimanê Dayikê'Zaroka PenaberHespê TroyaJi bo Kongreya TEVKURD'ê ya Sisêya!Dewleta Fars, li ser kavilê dewleta Kurd avabûye Gardîyanê RastgoDi tevgera neteweyî de qonaxek nû: Serîrakirina NefermaLi Zîndana Amed îþkenceya du rojan“Banga çareserîya aþtîyane”Dezenformasyon û Neyartîya Cihûyan!Pirsgirêka Zar û Zaravayan li Kurdistanê û ÇareserîS. T yan R. T. Erdogan Derewan DikeR.T. Erdogan û helwesta Kurdên li SwêdêKê Tevna Ergenekon'ê li darxistLaîktîya Tirkî û Parçekirina Dînê ÎslamêTemirandina Doza Kurd!TevkurdKurdên li EwropaÛjdanî RedHukumeta Herêmê kare êriþa tirk vala derxeDewleta KûrLi zîndana Amed serlêdanDaxwaza kuþtina Birahîm Guçlu terorîzm e!Qetlîama ermenîyan kê pêk anî?! -2-Qetlîama Ermenîyan kê pêk anî?! -1-Di sala nû de terorîzmBandora psîkolojîya mêtýnkarîyêAtarîÎbretBerpirsîyarîya rewþenbîrLaleþ Qaso û rasteqînîya civatîBîra dîrokî û pirtûkKenan Evren û Zindana AmedKevnegeneralên tirk çi dibên?- 4-Kevnegeneralên tirk çi dibên?- 3-Kevnegeneralên tirk çi dibên? -2-Kevnegeneralên tirk çi dibên?-1-Daxwuyanîya Fazýl Mîranî û berjewendîyên kurdistanÎnkara kurd û kurdistan û helwesta kurdanErdogan 'tehcîr'a ermenîyan qebûl kir, gelo 'tedîp' û 'tenkîl'a Kurdan jî qebûl dike!?Vê lîstika ku tirkî ji ber lingê xwe derxist ji bo çi bû?Helwesta Rûsya li hemberî TirkîProvaya qetlîama Kurdan û helwesta hêzên Kurd |
|
|
  |
|
| Cîhana Weþanan |
|
|
|
|
 |
  |
|
| Piþtgirî |
|
|
|
|
 |
  |
|
| Têketina bê qedexe |
|
|
|
|
 |

 |