

  |
|
| Çalakî-panel-þahî.. |
|
|
|
|
 |
  |
|
| Dosyaya Taybet |
|
|
|
|
 |
  |
|
| Pirtûk û kovar.. |
|
|
|
|
 |

 |
Roja bibîranîna rewþa jinê Roja jinên kedkar 8 adarê li her derê cîhanê bi çalakiyên cûrbicûr tê kirin. Ev roj li her welatî bi hawakî tê pîroz kirin. Lê armanca pîrozbahiya rojê hema bêje yek e. Ango bibîranîna rewþa jinê û bîranîna wekheviya jinê di civakê de. Li hin welatan ev roj bi panel, semîner û siloganan tê pîrozkirin û li hin welatan jî tenê weke cejnekê tê pîrozkirin.
Vê heftiyê roja navnetewî ya jinên kedkar 100 saliya xwe pîroz dike. di medya de, bi her hawî behsa ”Roja Jinan” dibe. Lê li aliyên din jî em nûçe û dosyayên li ser kambaxiya li ser jinan tên kirin dixwînin. Jin tên þewitandin, kuþtin, tecawizkirin, sinetkirin, firotin û þîdeta bi her hawî li himber jinê berdewam e…
# Organizasyona netewên yekbûyî (NY) di rapora xwe ya vê heftiyê de weha nivîsiye: Di salekê de li dor 5000 jin ji bo ” mesela namûsê” hatine kuþtin . NY destnîþan dike ku jinên ku di warê namûsê de tên kuþtin qurbanên kevneperestî û adetên paþverû ne.
# Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) di rapora xwe ya dawî de dibêje ku li cîhanê di navbera 100 û 140 mîlyonî de jin têne sinetkirin. Di raporê de tê gotin ku ji ber sinetkirinê psîkolojiya gelek jinan xirab dibe û rewþa wan ya fîzîkî jî kambax e. Ew ne bes e li welatên Ewropa jî malbatên penaber vê kevneþopiya paþverû didomînin.
Her sal tenê li hin welatên Afrîka 3 mîlyon jinên ciwan têne sinetkirin.
Li her çar aliyê Kurdistanê û herçar welatên serdestên kurdan jî, rewþa jinan ji ya jinên Efrîka ne baþtir e: Li gor ku medya dibêje tenê di meha sebatê de bi dehan jin li bajar û gundên cuda ji ber sedemên namûsê hatine kuþtin
Di malperên kurdî, di beþa Jin û Jiyan ê de, nêviyê pir em nûçeyên li ser, jin û keçên ku tên kuþtin û yên ku wan “xwe” kuþtiye dixwînin”. Hema bêje di hemî malper û rojnameyan de beþê jinan bêhtir li ser kuþtin û xwekuþtina wan e! Ev yek diyar dike ku ne civat û ne jî dewlet nikarin zordestiya ku li ser jinê dibe inkar bike.
Ev þideta ku li himber jinê dibe ne tesadufek e, ev ji ber sîstema polîtîka dewletê ye.
Sîstema dewletê dike ku þideta li himber jinê her dihere xerabtir dibe.
Di meha sebatê de me nûçeyek li ser kuþtina keçekê ku nîþana nemirovatîyê ye xwend. Keça 16 salî Medîne bi destê ferdên malbata xwe hatibû kuþtin. Lê kuþtinek çawa? Qatilên keçikê ji ber sedema ”namûsê ” lêxistine û ew bi saxî xistine bin erdê, kî zane bê keçik di bin erdê de çend rojan jan kiþandiye heta ku miriye!. Ez meraq dikim, gelo vê keçê gunehekî ji yê Joseph Fritz mezintir kiribû? Fritz li Austurya 24 salan sûcekî li dij etik ê û mirovatiyê kiribû, dîsa jî nehate kuþtin, daliqandin, þewitandin, an jî bi saxî binerdkirin. Tevî ku li gor nêviyê dinyê, bê tolerans wî ev yek heq dikir jî. Lê vê keçê û bi hezaran jinên ku þîddetê dibînin çi guneh li dij mirovatiyê kirine ku bi vî hawî têne kuþtin? Tu kes nikare jiyana yekî din bi dawî bike. Tu jinên ku tên kuþtin sûcên li dij mirovatiyê ne kirine, berovajî wê xwestine normal bijîn tevbigerin wek herkesî , wek her mirovî ku ji mafê wan e.
Guhertina rewþa jinê bi gazinan û bi nivîsan çareser nabe. Nivîs tenê problemê destnîþan dike, lê belê divê dewlet guhertinan di sîstemê de çê bike. Ev problema rewþa jinê paþdemayîna civakê tîne holê.
Ez dixwazim bêjim ku em sala 2011 nebêjin; Sal bi sal xwezî bi par. Daxwaz ew e ku pêþketin hebe ne paþketin. Ji sala 1910 heta neha rewþa jinan çiqesî pêþ ketiye? Li kîjan welatan rewþa jinê baþ e û li kîjan welatan xerab e, diyar e. Pêþketina jinên Ewropî dilopek ji behrê ye… Lê bi milyonan jin li cîhanê hîn di bin zilm û zordariyê de ne.
Kurd dibêjin: Þêr þêr e çi jin çi mêr e, Baþ e, çima em nabêjin; Mirov mirov e, çi jin çi mêr e? Û wekheviyê naparêzin?
Ûjdanê min qebûl nake ku ez li vir ji jinên bindest re bi hawakî zuha wek pîþo bêjim; Roja we pîroz be! Ji ber ku dizanim ku ev roj tu tiþtekî ji bo wan îfade nake. Heger ku em bixwazin bi rastî jî tiþtekî ji bo wan bikin, divê em hemî, çi jin çi mêr bi hevdû re li himber rewþa wan dengê xwe bilind bikin. Çavên xwe negrin û empatiyê niþan bidin. Çawa be em bi hevdû re di vê civatê de kollektiv dijîn û pêwîstiya me bi her hawî bi hev heye. Wê ev helwesta me ji bo jinên bindest bibe pîrozbahiyek.
Qevdek gul û beybûn ji bo jinên kedkar…
Roza Kurd 2010-03-08 Stockholm
rozakurd@hotmail.comPrint 2436 car hatiye xwandin Nivîsên din yê Roza Kurd Roja bibîranîna rewþa jinêPenaberê Parîs êMalî Ava Aramê Tigran!Li ser dosya sunetkirina Jinan7 juni li Swêdê hilbijartine !Teror a dewletêTV Kurd 1 Dengdanê deng daAgirê Newrozê li Kurdistanê bilind dibe!Kurdî li kurdan tenê qedexe yeBavê wenda ...Ne xayin û ne jî mêrxasTV ya bi kurdîya qedexe!Pirjinî: Civakek medenî an paþverû?Obama: Belê, em dikarin!Bitch…Ingmar Karlson mertalê tirkan e!Deng ji tirkan biliyaAll my mothers(Hemû dayikên min)“Ez keçikek gundî me”Bila em turistên welatê xwe bin!Asimlasyon li Tirkî çawa ye Erdogan?Ne bi vê xezebê !Roja evîndaranKurd û cîhana internetêYeksaliya kovara Ajda pîroz be!Kî terorist in?Dema xelê derbas bû!Hevpeyvîna bi Rohat Alakom reLi hemberî êriþan dema yekitiyê ye!Mirina ciwanekî rind!Jînê û Jiyana bi kurdîSinetkirina zarokên keçDostên xwaro maroNîjadperestiya serdestan an olperestiya bindestan?'Mirina zimanekî rind'Kevoka spî …Filmê Swêdî/Kurdî Hoppet/HêvîDurûtiya dewleta tirk..Zarokên Kurdistan ê, bes ji mirinê bitirsin…Cejn..Di rojek reþ de bûyerek reþÎro 12ê Îlon ê ye..!!Xwekuþtina jinan, yan kuþtina wan!!Ma kurmancî ne kurdîye? Kakacan?Comedia infantil (Komediya zarokan)Gurê mancêl ê û êrîþên nîjadperestan ...Dayê!Berxwedan û serhildana gel ê bêxwedî!!Ka Ala rengîn??Çima Helepçe dîsa diþewite?Salê carekê 8 Adarê…Hêvî, zarok û dibistan..…Xemgînî û mizginiyek….Pêwîstiya me ji qursên zimanê tirkî an kurdî heye?Tv hat, çîrok û adet hilat!Bi Kurdi nexwînin û neaxivin!”Kusî jî dikarin bifirin” |
|
|
  |
|
| Cîhana Weþanan |
|
|
|
|
 |
  |
|
| Piþtgirî |
|
|
|
|
 |
  |
|
| Têketina bê qedexe |
|
|
|
|
 |

 |