
  |
|
| Pirtûk |
|
|
|
|
 |
  |
|
| Kovar |
|
|
|
|
 |

  |
|
| Pirtûk û kovar.. |
|
|
|
|
 |

 |
Projeya Tirkbûnê Dibe Tirkîyebûn: 4 Divê Kurd Xwedîyê Pêþneyarek bin!
Di sê nivîsên min ên li ser vê pêvajoyê de min di hin waran de pirsê nirxandibû. Di çerçeweya meqaleya vê nivîsê de jî ez dê bi kurtahi li ser pirsa rojeva Hukûmeta AKPyê û pêdivîya hewildanên Kurdan rawestim.
Li gorî agahdarîyên Hukûmeta Erdogan, ew di nav hewildanek de ne ku hin guhertin di Qanûnaesasî (Destûr) de çêkin û wê têxin dengdana gel; yanê bi riya refererandûmê wan guhertinan çêkin. Pirsa çêkirina referandûmê, piçek jî girêdayê jimareyên parlamanên AKP û yên din e. Eger AKP bikaribe bi 367 dengan guhertin çêke; wê ev tiþt di meclisê de safî bibe. Eger ev mimkun nebe, wê demê AKP dê bikaribe bi dengên jimareya endamên xwe vê pirsê bibe referandûmê. Dema hukûmet behsa guhertinan dike; binê xalek çixêz dike û bala raya giþtî dikêþîne ser wê xalê ku madeyên destûrê yên wek 1,2,3 û 4 nayên minaqeþekirin û nakevin nav çerçeweya guhertinan. Li gorî madeya 4 an a destûrê, minaqeþekirin û guhertinên madeyên 1,2 û 3 nayên kirin ku van madeyan li ser esasê yek miletî, yek zimanê û hwd pirensîbên nejadperestî û faþîstîyê amade bûne. Bi gotineke dî eger ji bilî van madeyan guhertin çêbin jî; dê zimanê Kurdî û perwerdeya bi Kurdî dîsa qedexe bimîne. Bo vê yekê ye ku van madeyan ji nêzîk ve eleqederê pirsa Kurdî, zimanê Kurdî û hwd. heye ku di vî derbarî de divê sîyasetmedarên Kurd jî bi awayeke lez têkevin nav hewildanan û pêþneyarên gelê Kurd amade bikin. Ji ber ku ev pirs xesas e û eger ji nûha ve Kurd nikaribin pêþneyarên destûrî ku zimanê Kurdî jî bibe fermî û zimanê perwerdeyê û di wê çerçeweyê de tiþtek bi dest nexin; xeter heye ku bi serkeftina hewildana hukûmetê, wê Lozana Duyemîn dubare bibe.
Pêwistî heye ku em bînin bîra xwe, dema guftûgoh li ser pirsa Kurdî di Lozanê de berdewam dikir; M. Kemal Ataturk, protokolek bi 73 þexsîyetên Kurd (þexsîyetên xwedî nifûz wek serokeþîr, axa, beg, þêx û hwd) dabû îmzakirin ku Meclis û Hukûmeta Tirk a Kurdan e jî û nûnerên Tirkîyeyê Kurdan jî temsîl dikin. Bi vî awayî rejima Kemalîst bi ser ket û piþtgirîya raya Ewrûpayê û ya cîhanê sitand û bû dewlet. Pêvajoya piþtî Peymana Lozanê tê zanîn ku Kemalîstan li Kurdan ba dan; polîtîka înkar û qedexekirina miletê Kurd, zimanê Kurdî û her heyîyên Kurdistanî dest pêkir û hin ji wan þexsîyetên ku protokolê îmze kiribûn jî þandin ber darên sêpikê. Ev polîtîka hovane heta roja îroyîn hatîye domandinê û Kurd û Kurdistan bê nasnameya sîyasî hatîye hiþtin.
Îro di qada sîyaseta Tirkîyeyê û Bakûrê Kurdistanê de sê partîyên Kurd (nasnameyên wan ne yên Kurdî bin jî) PAD, HAK-PAR û KADEP hene ku dikarin li ser xalên miþterek ên herî mutewazî yên netewî de werin cem hev; teslexeke ortaxî ya destûrê amade bikin û ew wek pêþneyar bidin hukûmetê û Meclisa Ankarayê. Eger heta nûha xebateke weha nehatibe kirin, bêguman ev kêmasîyek e. Li gorî program û daxwazên sîyasî yên van partîyan, mimkun e ku ew nikaribin li ser teslaxek li hev bikin. Mirov vê tiþtî heta derekî fêhm dike. Ne jibo çareserîyê, lê jibo rêlibervekirina pirsa Kurdî ew dikarin di çerçeweya nasnameya zimanê Kurdî de teslexek amade bikin ku zimanê Kurdî di destûrê de bibe zimanê resmî. Ev xal, bi ya min jibo her sê partîyan jî xaleke miþterek e ku tu partî nikare jê re bibêja na. Van partîyên me li ser vê esasî dikarin teslexek amade bikin û girêdayê wê bingehê tenê xalên ku dikarin jibo her sêyan bibe miþterek di wê de cîh bigrin û wê ji raya giþtî ya Kurd, Tirk û cîhanê re eþkere bikin û teslîmê meclisê û hukûmetî jî bikin û bêjin hodrî meydan!.. Bê þik wê ev teslax piþtgirîya raya cîhanê jî werbigre. Bi girêdayê vê çerçeweyê ez dixwazim bal bikêþînim ser xaleke dî.
Kongreya Partîya Aþtî û Demokrasîyê (PAD) di 01.02.2010 an de çêbû. Selahattîn Demirtaþ wek serok hat hilbijartin. Di axaftina xwe ya di kongreyê da Berrêz Demirtaþ bang li dayîk û bab, zarok, mamosta û hunermendên Kurd kir ku girîngîyê bidin zimanê Kurdî û her kes zimanê xwe bikar bîne. Bê guman ev bangek di ciyê xwe de ye û xwedîyê cîyeke heqîyê ye. Jibo ku ev bang bikeve jîyanê, fireh bibe û bibe malê giþtî; ez dixwazim hin tiþtan lê zêde bikim û wek pêþneyarek di þexsîyeta Selahattîn Demirtaþ (Serokê PAD), Bayram Bozyel (Serokê HAK-PAR) û Þerafettîn Elçî (Serokê KADEP) de ji her sê partîyan re û ji raya giþtî ya Kurdperwer re pêþkêþ bikim. Min mecal dît ku ez vê pêþneyara xwe bi kurtahî, lê bi devkî jî pêr (07.02.2010) ji berrêz hevalên Þerafettîn Elçî, Hesîp Kaplan û Bayram Bozyel re kir ku mêvanên Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê (FKKS) bûn û di Konferansa FKKS de axaftinên xwe pêþkêþ kirin û di derbarê çareserîya pirsa Kurdî de dîtinên xwe anîn ser zimên. Pêþneyara min bi kurtahî weha ye:
Bila her sê partî Komîteyeke navendî daynin. Li gorî pêwistî û realîteya herêma xwe ew dikarin nûnerên komeleyên wek ên abuqad, mafê mirovî, mamosta û hwd jî têxin nav vê komîteyê û dest bi karê Kampanya ”Bila Kurdî Bibe Zimnê Perwerdekirinê” bikin. Li gorî þertên taybet vê peþneyarê ji teþkîlatên AKP yê re jî bibin. Formên bo dagirtinê (ku tê de nav, paþnav, navnîþan, temen û hwd were nivîsîn) amade bikin û li seranserê Kurdistanê, li metrepolên Tirkîyeyê Komîteyên herêmî ava bikin û îmzayan bicivînin. Çerçeweya navên xwedî îmza dikare ji yên emrê wan yek salî bin dest pêke û heta kal û pîran bidome. Divê ev kampanya demeke realîst (3,6,9 an 12 meh) bide pêþîya xwe û di wextê nîþankirî de tewa bibe û wek hedef jî dikare civandina 10 milyon nav ji xwe re bike amac. (Eger mirov jimareya rayên ku sê sal berê ji partîyên Kurd re hatine xebitandin bîne ber çev; bi hindikayî civandina 10 milyon nav jimareyek realîst e û ev dikare zêdetir jî bibe.) Kampanyayeke weha fireh li herêmên Kurdistanê dikare hemwelatîyên ku rayên xwe dane AKP yê, wan jî bigire nav vê bandorê. Ev piçek jî girêdayê xebateke zîrekî û îknakirinê ye. Bi girêdayê vê kampanyayê ve li dervayê welat jî pêwistî heye ku ev kar were domandinê û ez wek þexis amade me ku di karekî weha de li Ewrûpayê aktîf kar bigrim ser xwe û ji nûha ve sozê wê didim.
Piþtî ku kampanya tewa bû, bi awayeke resmî divê ew îmza teslîmî Meclis û Hukûmet û Serokdewleta Tirk bibe. Ji bilî meqamên Hukûmet û Dewleta Tirk, divê encama vê kampanyayê teslîmî Koma Miletan û Organên Yekîtîya Ewrûpayê (YE) jî were kirin ku ew jî çavdêrîyê li ser vê kampanyayê bikin. Hewce nîne ye ku ez destnîþan bikim; kampanyayeke weha dê piþtgirîya raya cîhanê û ya Ewrûpayê jî werbigre. Ji ber ku daxwazeke weha, daxwazeke herî însanî ye ku tu dewlet an sazgeh nikare li hemberî daxwazeke weha humanîst û mafekê xwezayî raweste ku ev maf di belgeyên Koma Miletan û YE de jî wek xalên esasî cîh girtine. Divê binê wê were çixêzkirin ku kampanyayek weha dê bibe nîþaneke baþ ku Kurd jî miletek in û xwedanê ziman û heyîyên xwe yên neteweyî û demokratîk in û wek her miletî ew jî xwedîyê mafên xwe yên rewa ne ku têxin jîyanê. Divê dîsa binê wê were çixêzkirin ku serkeftina kampanyayek weha, wê jibo miletê Kurd qencî, baþî û xizmeteke gelek giranbuha be û jibo çareserîya pirsgirêka wê ya sîyasî ya pêþerojê, bibe çîmentoyek!
Siddîq Bozarslan
09.02.2010- Swêd
Print 3732 car hatiye xwandin Nivîsên din yê Siddîq Bozarslan Canbazîya Tirkan û Trajedîya Kurdan 4.. Ocalan:`Em ji Ankarê derketin rê û dîsa dizivirin wir!`Canbazîya Tirkan û Trajedîya Kurdan 3.. Rêxistinên Kurdan kartonî bûne!Welatê Sosretê yê Aziz Nesin: Tirkîye Rejima Surîyeyê Rêwî ye! Eqûbet li serê Îranê û Turkîyeyê be!Canbazîya Tirkan û Trajedîya Kurdan!- 2Canbazîya Tirkan û Trajedîya Kurdan!21ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Navneteweyî ye! Sala 2012`an û Hedefên Dewleta Tirk Sala 2011 û Qetlîamên Dewleta TirkKurdistan ne Tunûs e û ne jî Misir! 7Pêþnîyarên Fransayê û hewildanên Fehmîyê Bîlal Kurdistan ne Tunûs e û ne jî Misir! 6 Erdogan û Ocalan Derew (vir) Dikin! Kurdistan ne Tunûs e û ne jî Misir! 586 emîn Salvegera Þehîdbûna Þêx Seîd!Guhertinên Destûrê û Cerdewanîya (Natorvanîya) Kemalîzmê-7-Guhertinên Destûrê û Cerdewanîya (Natorvanîya) Kemalîzmê-6Guhertinên Destûrê û Cerdewanîya (Natorvanîya) Kemalîzmê-5Kurdistan ne Tunûs e û ne jî Misir! 4Kurdistan ne Tunûs e û ne jî Misir!-3Kurdistan ne Tunûs e û ne jî Misir! -2 Kurdistan ne Tunûs e û ne jî Misir! Guhertinên Destûrê û Cerdewanîya (Natorvanîya) Kemalîzmê-4Guhertinên Destûrê û Cerdewanîya (Natorvanîya) Kemalîzmê-3Guhertinên Destûrê û Cerdewanîya (Natorvanîya) Kemalîzmê-22011 Bila Bibe Sala Zimanê Kurdî Ji Gefên (tehdîdên) Ocalan û PKK-HPG Bihna Xwînê tên! Guhertinên Destûrê û Cerdewanîya (Natorvanîya) Kemalîzmê!95 Salîya Salvegera Komkujîya Fileyan (Ermenan) û KurdanProjeya Tirkbûnê Dibe Tirkîyebûn: 4Projeya Tirkbûnê - Dibe Tirkîyebûn: 3 Projeya Tirkbûnê - Dibe Tirkîyebûn: 2 Projeya Tirkbûnê - Dibe Tirkîyebûn Projeya Tirkbûnê - Dibe Tirkîyebûn Ergenekon, Baskê Dewleta Ergenekonê ye-11Ergenekon, Baskê Dewleta Ergenekonê ye-10Ergenekon, Baskê Dewleta Ergenekonê ye-9Encamên Hilbijartinê û Wêneya Kurdistanê Ergenekon, baskê dewleta ergenekonê ye-8-Pirsa Mafên Mirovî, Azadî, Demokrasî û Wekhevîyê-2Pirsa Mafên Mirovî, Azadî, Demokrasî û Wekhevîyê Îsmaîl Beþikçî namûsa rewþenbîrîyê yeA. Ocalan Xîyanetê Diparêze Partîya Banî (Çatý), Projeya Ergenekonê yeTRT 6 ya kurdî û zimanê me! Ergenekon, baskê Dewleta Ergenekonê ye-6 Pîrozbahî bo Erdogan û GonulDestûra Pirzewacîyê û Sosreta Kurdan Feylezofîya Cegerxwîn di Heval Pol Robson deA.Ocalan û D. Kalkan Dewleta Kemalîzmê (Ergenekonê) DiparêzinErgenekon, baskê Dewleta Ergenekonê ye-4Ergenekon, baskê Dewleta Ergenekonê ye-3Ergenekon, baskê dewleta Ergenekonê ye-2Ergenekon, baskê Dewleta Ergenekonê ye-119 yê Gulanê 1992: Salvegera Hilbijartinên Kurdistanê (2)Demokrasîya Milîtarîzmê: Tirkîye19 yê Gulanê 1992: Salvegera Hilbijartinên Kurdistanê (1)Pîlanên dewleta Tirk, welatperwerî û xîyanet-5Pîlanên dewleta tirk, welatperwerî û xîyanet-4...Pîlanên dewleta tirk, welatperwerî û xîyanet-3Pîlanên dewleta tirk, welatperwerî û xîyanet-2Pîlanên dewleta tirk, welatperwerî û xîyanet-IJinên kurd çima xwe dikujin?Zimanê Kurdî Di Þaredarîya Sûra Amedê de Hat CezakirinHilbijartina Tirkîyeyê û du rê jibo KurdanAlternatîfeke çawa?Dewleta tirk hov e û her xirabî jê tê!Newroz pîroz be, ne Nevruz! |
|
|
  |
|
| Kovar |
|
|
|
|
 |
  |
|
| Cîhana Weþanan |
|
|
|
|
 |
  |
|
| Têketina bê qedexe |
|
|
|
|
 |

 |