

  |
|
| Çalakî-panel-şahî.. |
|
|
|
|
 |
  |
|
| Dosyaya Taybet |
|
|
|
|
 |
  |
|
| Pirtûk û kovar.. |
|
|
|
|
 |

 |
Hevpeyvîn bi Sabahattin Korkmaz re Yaşar Karadoğan: Cenabê we qedroyeki kewn e û hun serokê DDKDê şaxa Farqinê bun. Gava ku PKK hîn bi hez nebu, gelo ev rêxistinên din vatinîyên xwe bicîh anîn? Ev piçuk dîtina PKK ê û Ocalanî çi encam da?
Sabahattin Korkmaz: Belê wê demê ez li Farqînê bûm. Cara pêşî (ku ez ne şaşbim) li Kurdistanê DDKD li Farqînê hate ava kirin û ez serokê wê yê damezrêner bûm. Wê çaxê DDKD merkezî nebûbûn. Em komelayekî bi serê xwe bûn. Paşê weke ku tê zanîn li Diyarbekir navenda DDKD-ê hate avakirin û em jî bûne şaxa wê ya Farqînê.
Ez bahsa 75-76-an dikim. Wê çaxê PKK tunebû. Ji dûr ve bahsa Apociyan ew jî bi awakî “îronî” dihat kirin. Li derûdora me bi tenê li Batmanê çend xort-kadroyên ku xwe bi wî navî îfade dikirin hebûn. Em û ew û wekî din Kurdperwer tev bi hev re di Komela Gel û Kulturê ya Batmanê de bûn. Bi qassî ku tê bîra min, di kongra vê komelê ya dawî de hevalên me û wan du lîsteyên cuda derxistin û wana wenda kirin. Paşê ji komelê veqetiyan. Weke sazî bi tenê Lis-Der (komela ciwanê lîseyê) di destê wan de bû. Vê paşiyê jî Tob-Der kete destê wan..
Belê tu rast dibêjî, rêxistinên me yên sereke rola xwe ya pêdivî nehanîn cîh. Yan jî, valahî têde hiştin. Ne di xwezayê de û ne jî di civatên beşerî de, pêvajo valehiyan qebûl nake. Wexta ku li derekî valehî çê bibe, dê hinek ji wê valahiyê îstîfade bikin. Di wê manê de, di mana sebeb û netîcê de berpirsiyarî heye. Belê, weke mesela “diz û xwediyê malê”, ne rast e ku mirov hemî sûc-qebahetî têke situyê xwediyê malê.
Bi qenaeta min di navbera gotin/teorî, program û pratîka me de paradoks hebû. Ku, PKK-ê ji vê paradoksê îstîfade kir. Carekî program û kultura me ya siyasî li ser esasê şerê çekdarî(ku me jêre digot,Şerê Rizgariya Netewî/Ulusal Kurtuluş Savaşı) bû. Temamê propoganda û ajîtasyonên me li ser vê paradîgmayê bûn. Em hemî bi romantîzma şerê çekdarî/gêrîlayetî/pêşmergetiyê perwerde bûn. Dînamîzm û girsayetiya me ji vir dihat. Şerê Filistînê, Wîetnamê, Emrîka Latîtî û wekî din jî tesîrekî mezin li me dikir. Kultira me ya populer ev bû. Wexta di mitînga de me digot “.. Destê me şûr û tiving, Şopa me xweyn û mirin..!” erd ji ber lingê me dihejiya. Ne mimkûn bû ku heta dawiyê ev kîtle li şûna xwe rawestandî bi maya.
PKK di van şertan de û li ciyên ku ev nakokî(çelişkî) herî zêdebûn derket holê. Ji alî sosyolojîk û psîkolojîk de îzaha vê yekê heye. Belê ku wekî din jî faktor hebin, ew jî mimkûn e. Ji xwe PKK û bingeha wê ya sosyolojîk jê re musaît e.
Cenabê we yek ji damezrenare Hak-Par'ê ye. Rewşa Hak-Par di çi qonaxê de ye? Bere Ibrahim Guçlu têkîlîya xwe ji Hak-Par ê birî bu. Demeke bere jî kevneserokê Hak-Par'ê Sertac Bucak jî xwe ji partîyê vekişand. Tê îdîa kirin ku cenabe we ji ji Hak-Parê ne razi bû û heta we di hilbijartina dawîn de raya xwe bo DTP daye. Gelo ev yeka rast e?

">>Dûmahîka Hevpeyvînê>>"
Print 1454 car hatiye xwandin Nivîsên din yê Yaşar Karadoğan Referandum: Kürdler ve TürklerDiyarbekir’den (resimli) notlarŞerzan Kurt'un ailesinin mektubu ve Sedat Özevin ile arkadaşlarının katliBeşikçi’ye dava, Kürdün ölüsüne işkenceye fetva!KCK İddianamesiKürdistan Ticaret Konferansı’nın ardındanAlınak: Devleti yönetenlerin çocukları ölmüyorŞerzan Kurt...Kürd sorunu Türkiye’nin iç sorunu mudur, Demirtaş ?Burkay’ın anıları ve çifte standart‘Büyük Abi’ ile ‘Küçük Kardeş’in vazgeçemediği yalan: ‘Birlik’Ahmet Türk’ün kırılan burnu, rotasız Kürd siyasetiŞexmus Diken ile SöyleşiMahmut Alınak ile SöyleşiIrak seçime giderkenOrhan Miroğlu ile SöyleşiHedefteki Osman BaydemirA.Öcalan’ın Türkiye’ye getirilişi ve Kürdlerdeki de ja vu hali!Aziz Alış’la söyleşiYargılanan komutanlar ve genetiği değiştirilmiş Kürdler…Hevpeyvîn bi Sabahattin Korkmaz reDTP sonrası, BDP öncesiOrdu Toplumu ...Dersim’i hatırlarken, Piran’ı da unutmamak lazımBir Dostun Trajik ÖlümüCanlı Kürd Tarihi: Abdülmelik FıratZenginin orospusu, fakirin hastası...Güney Kürdistan seçimlerinin düşündürdükleriHalis Toprak’ın iflası: Derin devlet komplosu mu?Bir Filistinli dava adamından Kürd siyasi işportacılara mesajlar...İran'da neler oluyor?İngiliz Genelkurmay Başkanı’nı dinlerken Türk Genelkurmay Başkanlarını düşünmek….Kertê KatliamıDiyar-ı-Bekir'i 'Herne Pêş' eşliğinde izlemek...Barzani’nin Londra mesajları...Ahmet Türk-Selahattin DemirtaşGazze, Davos, İsrail seçimleri ve İranKani Yılmaz-Sabri ToriDe bajo TRT-ŞeşTarih Tekerrür mü Ediyor?Irak ve Kürdler için kritik bir yıla girerken...Hedefteki Doğan Özgüden 'Kan uykusundan uyanmak!’İsrail anayasasını tartışırken alınacak derslerABD Seçimlerine İngiliz BakışıDiyarbakır’dan ‘Protesto’ Notları..Abdel Bari Atwan’ın hatıraları'Korkak!' McDair'den Bülent Ersoy'a... Cromwell'den Mustafa Kemal'e....Hemreş REŞO’nun Ziya Şerefhanoğlu ve Dr.Nuri Dersimi ile mektuplaşmalarıMusa Anter’in Hatırlattıkları…Abant yasağı: Aynı Film..Derik’teki son Ermeni, Kevo da öldü!...Tevkurd’un hal(sizliğ)i!Ümit Fırat Orhan Kotan ile Mehmed Uzun polemiğiİsrail Perspektifi..Statükoya ve icazete karşı bir ses: Mahmut AlınakŞirin Ebadi’nin gözüyle ABD ve İran998 İmza!-2-998 İmzacı!6 Haziran 2008 ve KerkükKürdlerin birliği mi dediniz ?Kürdlerdeki göbek havası ve Öcalan’ın son incileri‘3 Trilyon Dolarlık Savaş’!Bir toplantının ardından..Kürd dava adamları niye hedef?Arap Gözüyle Ortadoğu Perspektifi ve Kürdler!...Chatham House'daki 'Kürd Konferansı' 'Son Bölüm'Chatham House’daki ‘Kürd Konferansı'-2-Kürd Yöneticiler Londra’da..Türkiye’ye bağımlı ‘bağımsızlık!’Fırat ve Dicle’nin iki şairi.. |
|
|
  |
|
| Cîhana Weşanan |
|
|
|
|
 |
  |
|
| Piştgirî |
|
|
|
|
 |
  |
|
| Têketina bê qedexe |
|
|
|
|
 |

 |