
  |
|
| Pirtûk |
|
|
|
|
 |
  |
|
| Kovar |
|
|
|
|
 |

  |
|
| Pirtûk û kovar.. |
|
|
|
|
 |

 |
Projeya Tirkbûnê - Dibe Tirkîyebûn: 3 Pan Îslamîzm Pirsê Çareser Nake
Min di nivîsa xwe ya ewil da hevoka (cimleya) Serokcumhurê dewletê Ebdillah Gul destnîþan kiribû ku wî, "Heger em wek dewlet guhertinên demokratîk çênekin, wê hêzên navnetewî bi me bidin çêkirin..." gotibû. Li vir jî ez dixwazim du cimleyên dî yên Gul ku di wê axaftina xwe da anîbûn zimên, bînim bîra xwendevanên berrêz. A. Gul di axaftina xwe da, "Jibo çareserîya pirsgirêkê me fersendeke dîrokî bi dest xistîye ku heta nûha qet bi dest neketibû. Pêwist e em vê fersendê bi kar bînin..." dibêje. Hin tiþt hene ku mirov dikare texmîn bike da ew fersend çi ne. Ji nûha ve di hin warên cûda da hin nivîskar û rojnamevanên Tirk jî wan tînin zimên û di vî warî da ji dewleta xwe re eqilmendîyê dikin. Li gorî hesabên dewleta Tirk, di dawîya 2011 an da dema Emrîka tevayîya hêzên xwe ji Îraqê vekêþîne; Tirkîye dikare li wê herêmê bibe xwedîyê selahîyetek û îhtîmala valahîya Emrîkayê dagire. Lê jibo pêkanîna wê amancê, pêwistîya Tirkîyeyê bi îstîqrarek û aramîyek heye ku ev jî bi bêçekkirin ango bi tabîreke dî rawestandina þerê artêþê û PKK yê heye ku di encamê da teswîyekirina PKK yê bi xwe re bîne. Jibo wê jî pêdivî heye ku Tirkîye di hin warên kultûrî û demokratîk da guhertinan çêke da ku li Tirkîyeyê aramî û aþtîyek çêbe. Heger mirov daxwazên PKK yê binêre, bi awayeke vekirî dibîne ku ew daxwaz di sewîyeya herî nizim da qebûlkirina nasnameya Kurdî û di çerçeweke weha da qebûlkirina mafên kultûrî ye ku ev li gorî daxwazên Emrîka û YE ne jî. Di eslê xwe da xeta ku PKK nûha têda ye û daxwazên wan jibo Tirkîyeyê jî fersendêk e. Lewre Tirkîye di hewildanan da ye ku bi awayeke herî erzan xwe ji nav pirsgirêkê derxîne. Ji alîyek ve li hundûr hin gavên ber bi demokrasîyê ve davêje û piþtgirîya Washîngton û Brûkselê distîne; ji alîyê din ve jî giranîyê dide trafîka dîplomasîyê ya di nav alema îslamê da ku têkilîyên xwe ji nû ve germtir û xurttir bike. Di nav van têkilîyan da Surîye, Îraq, Îran, Ermenîstan, Lîbya her yek ji wan çend welatan in. Û divê binê wê were çixêzkirin ku yekemîn car bû digel Wezîrê derve Ahmet Davutoglu heyeta Hukûmata Tirk bi awayeke resmî Hewlêra Paytextê Baþûrê Kurdistanê zîyaret kirin. Ji alîyê hukûmatê ve hat eþkerakirin ku wê di nêzîk da li Hewlêrê Balyozxaneya Tirkîyeyê vebe.
Eþkera ye ku polîtîka Hukûmata Erdogan ji alîyê Ahmet Davutoglu ve tê meþandin. Berîya ku ew bibe wezîrê derve jî wê polîtîkayê wek eqilmend û îdeologê hukûmatê dimeþand. Lê piþtî ku Davutoglu bû wezîrê derve, êdî ew hem di teorîyê da hem jî di pratîkê da wê polîtîkayê dimeþîne. Mirov dikare bi kurtahî wê polîtîkayê wek revîzekirina (ji nû ve çêkirina) Polîtîka Pan Îslamîzmê (komkirina tevayîya îslamê ango her tiþ jibo îslamîyetê) bi nav bike. Her çiqas li hemberî pirsên rojnamevanan li Lîbyayê ew wê qebûl nekiribe jî, ev rastîyek li ortê ye. Bi vê polîtîkayê Tirkîye dixwaze rêberîya Alema Îslamê bike. Ji ber wê yekê ye ku ji Balkanan heta Îraq û Surîye û Îranê û zîyareta wan a çend roj berê ya Lîbyayê jibo destpêkirina pêvajoya wê polîtîkayê ye. Wer xûya dibe ku Tirkîye ketîye ser xeyalên Împeretorîya Osmanî ku careke dî avakirina nîzameke weha ne mimkun e û ne jî Tirkîye dikare di bin bareke weha giran da piþta xwe rast bike. Wekî dî, di þertên îroyîn da nîzameke ku sed sal berê temenê xwe tije kiribe, carekî dî nikare bê avakirin. Erdogan û hukûmata xwe ji alîyek ve giranîyê didin têkilîyên dewletên cînar û alema îslamê; ji alîyê din ve dilê YE û Emrîkayê xweþ dike. Lê Erdogan ji bîr dike ku ew li ser têkilîyên xwe û Îranê dema dibêje "programa nukleerê ya Îranê jibo aþtîyê ye" û piþtgirîya wê dike; ew divê bizanibe ku wê Ewrûpî û alema rojavayê hesabê wê jê bistînin. Erdogan bi xwe dît ku agahdarîyeke wî çawa bû sedemê hêrsbûna dewleta Îsraîlê û ew bû sedemê sarbûnîya nav du welatan. Dîsa li gorî çavkanîyên dîplomasîya Ewrûpîyan; jibo hewildana Fransayê di navbeyna Îsraîl û Surîyeyê da jî Davutoglu piþtgirîyeke germ nîþan nedaye. Ji ber ku Davutoglu bixwe dixwaze di navcînîyeke weha da xwedîyê roleke mezin be. Dema mirov encama van hewildan û vê polîtîka Erdogan a van çend salî bîne ber çavan; di warê aborîyê da jî mirov wê encamê dibîne. Bazirganîya hukûmatê bi Rojhelatanavîn re di 2004 an da %12,5 bû. Ev reqem di 2009 an da gîhaye ji %20 î zêdetir.
Bi kurtahî ev polîtîka Hukûmata Erdogan ku min li jor destnîþan kir; di pêþerojê da dikare bibe sedemên krîzên nû yên di navbeyna Ankara û Brukselê da. Di alîyê demokratîzekirina Tirkîyeyê û pirsa Kurdî da jî Erdogan ne samîmî ye. Heger tabîr di cîyê xwe da be, Erdogan di desteke xwe da gêzeran civandîye û li derdudorên xwe belav dike; lê di alîyeke dî da jî ew gopalê xistîye destê xwe yê dî û dema tiþtên ku ne li gorî dil û hesabê wî be, ew gopalê nîþanê daxwazên Kurdan dide. Ji destpêka Projeya Vebûnê û virve ku dike pênc meh, Erdogan û Atalay û berpirsên dî yên hukûmatê timî behsa xetên sor ên hukûmat û dewleta xwe kirine. Li gorî wan pirsa yek dewletî, yek miletî, yek zimanî û hwd. nayê minaqeþekirin ku ew xetên sor ên dewletê ne. Li gorî wê polîtîkayê divê kes behsa guhertina Madeyên Destûrê yên 1,2, 3 neke ku ew jî xetên sor in. Yanê hukûmat heta nûha xetên sor nîþanê gelê me dike da ku wan xetan neyên minaqeþekirin. Lê berewajê wê ne Erdogan û ne jî Atalay, wê di vî derbarî da gavên çawan bavêjin û pirsê çawa çareser bikin, ev ne dîyar e. Di alîyeke dî da jî Hukûmata Erdogan bi Bexda û Hewlêrê re têkilî danîne û di nav van têkilîyan da jî midaxeleyê karê Parlaman û Hukûmata Bexdayê kirine. Derket holê ku Balyozê Tirkîyeyê yê Bexdayê beþdarî civînên Komisyona Destûrê û ya Parlamanê bûye da ku di derbarê hilbijartinên giþtî û Kerkûkê da daxwazên xwe bidin qebûlkirinê. Ev bi tena serê xwe li gorî prensîbên navdewletî, midaxelekirineke rasteqîn e. Lê jibo dewlet û hukûmata Tirk, wer xûyaye ku her tiþt normal e. Ev hukûmat û dewlet bûn ku bi piralî xebitîn da ku li Îraqê dewleteke federal çênebe û bi taybetî jî Kurd li ser xaka xwe nebin xwedîyê selahîyetê û xwe bixwe îdare nekin. Dema ev xetên wan ên sor tek u tek hatin çirandin; îcar ji neçarîyê wan xetên xwe yên sor rakirin lê di pirsa Kerkûkê da divê em qebûl bikin ku heta nûha ew bi serketî ne. Heger pirsa Kerkûkê heta nûha hel nebûye, sedemeke mezin astengîya ku Tirkîyeyê derxistîye bi xwe ye. Divê em vê rastîyê qebûl bikin ku xweþa me neçe jî, ev weha ye.
Lê ne dûrê eqil e ku li piþt perdeyên reþ hin bazarîyên dî jî hatibin kirin. Wek mîsal, programeke Emrîkîyan a kevn heye. Tê zanîn ku wextek pêþneyara Emrîkayê bo Tirkîyeyê hebûye da ku Baþûrê Kurdistanê (Musul û Kerkûk di nav da) bi Tirkîyeyê ve bidin girêdan. Lê bi þertê ku Tirkîye bi awayek otonomîya Kurdistanê qebûl bike. Demîrel û Dewleta Tirk wê pêþneyarê qebûl nekirine. Pêþneyareke weha jî di dema minaqeþeyên li ser Lozanê da ji alîyê Brîtanya Mezin ve hatîye kirin. Wê demê jî Nîzama Kemalîstan pêþneyarê qebûl nekirine. Gotina Turgut Ozal ku çend car dubare kiribû û "Em yek deynin (bidin), sê bistînin" gotibû, di vê çerçeweyê da girîng û manîdar e. Ji wê cimleya Ozal û cimleya wî ya "em dikarin federasyonê jî minaqeþe bikin" fêhm dibe ku peþneyarek weha hatîye gohên wî an jî wî bixwe pêþneyarek weha amade kirîye, lê dewleta Ergenekonê wê daxwazê qebûl nekir û bi ser da jî Ozal bi jehrkirinê kuþtin. Lê îro felsefeya Davutoglu û Erdogan (Abdullah Gul û Bulent Arinç jî di nav da) ji pêþneyareke weha re dikarin bêjin erê. Di merhaleya dawîyê da heger Kurd û Ereb li hev nekin û Sîstema Federalî ya îroyîn bi ser nekeve û ev bi xwe re veqetandinek werîne; tabloyeke weha ku min bi kurtahî behs kir, dikare di rojeva Emrîka, Desthilatdarîya Baþûrê Kurdistanê û Tirkîyeyê da be. Mirov nikare ji nûha ve tiþtên qethî bibêje û lewre tenê dikare texmînek bîne ser zimên. Di pêþerojê da hin tiþtên texmînî dikarin zelal bibin û "fersendên dîrokî" ku Gul anîbû zimên eþkera bibin.
Gelek vekirî ye ku di þertên îroyîn da û bi felsefeya Pan Îslamîzmê pirsgirêka Kurdî û Kurdistanê bi awyeke adil çareser nabe. Di bedêla vê felsefeyê da heger felsefeya Pan Hûmanîzmayê (di merkeza her tiþtî da heyî, qîmet û hêjayîya însên were qeûlkirin) hukûmat û dewlet ji xwe re bikin rêber û amanc; dê bikaribin vê pirsê çareser bikin. Ji ber ku di felsefeya Pan Hûmanîzmayê da dê her tiþt jibo baþî û menfeetên însên were hesibandin; wê fêhm bibe ku Kurd jî mileteke qedîm in li herêmê û wek hemû miletan mafê wan ê rewa ye ku qedera (pêþeroja) xwe bixwe tayîn bikin. Ew dikare dewleteke serbixwe be ango federasyon be. Lê divê gelê Kurd bixwe bikaribe wê biryarê bi awayeke azad bide. Lê mixabin Erdogan û hevalên xwe ji felsefeyeke weha hê dûr in û lewre wê nikaribin li ser bingeha wekhevîtîyê pirsê çareser bikin. Hin sedemên wê hene ku divê ev di hin waran da piçek be jî were vekirin.
30.11.2009 - Swêd
Siddîq Bozarslan
Dumahîk heyePrint 3790 car hatiye xwandin Nivîsên din yê Siddîq Bozarslan Canbazîya Tirkan û Trajedîya Kurdan 4.. Ocalan:`Em ji Ankarê derketin rê û dîsa dizivirin wir!`Canbazîya Tirkan û Trajedîya Kurdan 3.. Rêxistinên Kurdan kartonî bûne!Welatê Sosretê yê Aziz Nesin: Tirkîye Rejima Surîyeyê Rêwî ye! Eqûbet li serê Îranê û Turkîyeyê be!Canbazîya Tirkan û Trajedîya Kurdan!- 2Canbazîya Tirkan û Trajedîya Kurdan!21ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Navneteweyî ye! Sala 2012`an û Hedefên Dewleta Tirk Sala 2011 û Qetlîamên Dewleta TirkKurdistan ne Tunûs e û ne jî Misir! 7Pêþnîyarên Fransayê û hewildanên Fehmîyê Bîlal Kurdistan ne Tunûs e û ne jî Misir! 6 Erdogan û Ocalan Derew (vir) Dikin! Kurdistan ne Tunûs e û ne jî Misir! 586 emîn Salvegera Þehîdbûna Þêx Seîd!Guhertinên Destûrê û Cerdewanîya (Natorvanîya) Kemalîzmê-7-Guhertinên Destûrê û Cerdewanîya (Natorvanîya) Kemalîzmê-6Guhertinên Destûrê û Cerdewanîya (Natorvanîya) Kemalîzmê-5Kurdistan ne Tunûs e û ne jî Misir! 4Kurdistan ne Tunûs e û ne jî Misir!-3Kurdistan ne Tunûs e û ne jî Misir! -2 Kurdistan ne Tunûs e û ne jî Misir! Guhertinên Destûrê û Cerdewanîya (Natorvanîya) Kemalîzmê-4Guhertinên Destûrê û Cerdewanîya (Natorvanîya) Kemalîzmê-3Guhertinên Destûrê û Cerdewanîya (Natorvanîya) Kemalîzmê-22011 Bila Bibe Sala Zimanê Kurdî Ji Gefên (tehdîdên) Ocalan û PKK-HPG Bihna Xwînê tên! Guhertinên Destûrê û Cerdewanîya (Natorvanîya) Kemalîzmê!95 Salîya Salvegera Komkujîya Fileyan (Ermenan) û KurdanProjeya Tirkbûnê Dibe Tirkîyebûn: 4Projeya Tirkbûnê - Dibe Tirkîyebûn: 3 Projeya Tirkbûnê - Dibe Tirkîyebûn: 2 Projeya Tirkbûnê - Dibe Tirkîyebûn Projeya Tirkbûnê - Dibe Tirkîyebûn Ergenekon, Baskê Dewleta Ergenekonê ye-11Ergenekon, Baskê Dewleta Ergenekonê ye-10Ergenekon, Baskê Dewleta Ergenekonê ye-9Encamên Hilbijartinê û Wêneya Kurdistanê Ergenekon, baskê dewleta ergenekonê ye-8-Pirsa Mafên Mirovî, Azadî, Demokrasî û Wekhevîyê-2Pirsa Mafên Mirovî, Azadî, Demokrasî û Wekhevîyê Îsmaîl Beþikçî namûsa rewþenbîrîyê yeA. Ocalan Xîyanetê Diparêze Partîya Banî (Çatý), Projeya Ergenekonê yeTRT 6 ya kurdî û zimanê me! Ergenekon, baskê Dewleta Ergenekonê ye-6 Pîrozbahî bo Erdogan û GonulDestûra Pirzewacîyê û Sosreta Kurdan Feylezofîya Cegerxwîn di Heval Pol Robson deA.Ocalan û D. Kalkan Dewleta Kemalîzmê (Ergenekonê) DiparêzinErgenekon, baskê Dewleta Ergenekonê ye-4Ergenekon, baskê Dewleta Ergenekonê ye-3Ergenekon, baskê dewleta Ergenekonê ye-2Ergenekon, baskê Dewleta Ergenekonê ye-119 yê Gulanê 1992: Salvegera Hilbijartinên Kurdistanê (2)Demokrasîya Milîtarîzmê: Tirkîye19 yê Gulanê 1992: Salvegera Hilbijartinên Kurdistanê (1)Pîlanên dewleta Tirk, welatperwerî û xîyanet-5Pîlanên dewleta tirk, welatperwerî û xîyanet-4...Pîlanên dewleta tirk, welatperwerî û xîyanet-3Pîlanên dewleta tirk, welatperwerî û xîyanet-2Pîlanên dewleta tirk, welatperwerî û xîyanet-IJinên kurd çima xwe dikujin?Zimanê Kurdî Di Þaredarîya Sûra Amedê de Hat CezakirinHilbijartina Tirkîyeyê û du rê jibo KurdanAlternatîfeke çawa?Dewleta tirk hov e û her xirabî jê tê!Newroz pîroz be, ne Nevruz! |
|
|
  |
|
| Kovar |
|
|
|
|
 |
  |
|
| Cîhana Weþanan |
|
|
|
|
 |
  |
|
| Têketina bê qedexe |
|
|
|
|
 |

 |