
  |
|
| Pirtûk |
|
|
|
|
 |
  |
|
| Kovar |
|
|
|
|
 |

  |
|
| Pirtûk û kovar.. |
|
|
|
|
 |

 |
Elewîno, Dêrsimîno, Kurdino, Onur Oymen ji we pirsekê dike.. Her çiqas medya tirk ya bê apolet, dixwaze CHP ji perçekirin û qelskirinê xelasbike û ji Onur Oymen dipirse û dibê; “Tê bêje min þaþî kir; tê ji gelê Elewî yê Dêrsimê borandina xwe bixwaze, qesta te ne þikandina wan bû newerê?!
Onur Oymen jî dibê: “Na, min þaþî nekirîye; naxwazin min fêmbikin, hinek ji qazî gotinê min berevacî dikin! Ma em ne partîya Ataturk in? Ataturk çi kirîye, min wêya gotiye! Ma Ataturk bi Þêx Seîd re, bi teroristên Dêrsimê re muzakere kir, yan wan paqiþkir!? Heger hûn dibên em li hember biryar û kiryarên Ataturk in vekirî bêjin, wê gavê da em vekirî bi hev re munaqeþe û mucadele bikin?!”
Onur Oymen, ji vir heta cem Xwedê mafdar e(!) Heger em naxwazin wî fêmbikin, pirsgirêk di mejî û zanîna me de hey e! Camêr(!) dibê: “Partîya me partîya Ataturk e; Ataturk û partîya wî CHP di serhildanên li hemberî Komarî(!), ji serhildana Þêx Seîd bigire heta ya Dêrsimê, bi çi þêweyê halkir, divê niha jî em doza Kurd werê halbikin!”
Elewîno, Dêrsimîno, Kurdno, madem ku hûn li hemberî lênerîn û gotinên O. Oymen in, karê we di nava CHP de çiye; hûn çawa karin bibin pêgir(tîy)ê Ataturk!?
Em ferzbikin xwendin û nivîsandina we tuneye, hûn bi Ecevît û Baykal xapiyan û we pênizanîbû ku Ataturk û Îsmet hemû mafê we yê mirovî, kesane, dînî, çandî û neteweyî binpêkirîye, bav û kalên we yên doza mafê xwe kirin jî bi sedhezaran tevlî jin û zarok, dê û bavên wan dane kuþtin, vay Cîgirê Serokê Giþtî yê CHP O. Oymen ji we re bi zimanekî vekirî û zelal dibêje ku mafê we çawa hatîye binpêkirin, bav û kalên we çawa hatîye qirkirin! Ev jî nebes e, ji hukumeta AK Partîyê re dibê, “Ataturk vê mersela di salên navbêna 25 û 40 de çawa halkirîye, divê hûn bi tu þêweyî Kurdan muhatap nestînin, hûn jî vê pirsgirêkê wek Ataturk halbikin!”
Helbet, her ku Oymen çareserîya Ataturk diparêze, Kurdên piranî di bin navê Dêrsimî û Elewîtîyê de komel vekirine û heta niha gelek ji wan ya endamê CHP ne û yan rayên xwe dane CHP, bêtir hêrsdibin û dibên: “Hela biner biner li vîya, her ku jê dipirsin, bêtir li jenosîd û tevkujîya me xwedî dertê, `uzrê wî ji qebeheta wî mestir e`!”
Onur Oymen jî dibê: “Ka niha min çi got vana ewqas xwe tirþotalî û hêrsdikin?! Ma heta niha tu kesî bihîstîye ku min behsa Elewîyan kirîye, yan min avêtîye bawerîya wan?! Min navêtîye birayên xwe yên Tuncelî jî; tenê rastîya ku li holê ye, ez dubare dikim! Ez dibêm Ataturk, yên serî hildane tucarî muhatap negirtine, bi wan re muzakere nekirîye û wan tune kirîye!”
Ya Oymen ji bîrkirîye, ya xwe li ehmaqî datîne, yan jî yên hember xwe ehmaq, bêhiþ û gêj dibîne, dibê ku: “Min ne tenê behsa Þêx Seîd û Dêrsimê kir, min got; `bi sedhezaran dayik di Þerê Rizgarîyê, di Þerê Qibrêsê de jî girîyane, gelo kesek bi tenê derket got bila dayik negirîn?!” Lê Oymen ji bîrdike ku bi tevan re rûniþtine muzakere kirine û bi Rûmên Qibrêsê re hîn muzakereyên wan berdewamin. Tenê bi Kurdan re muzakere nekirine. Qesta Oymen jî tam Kurd in, ne kesî din e.
Sebeba ku yek tunebûye bibê “bila dayik negrîn” jî, ji bo ku Tirkîye`ya ku Ataturk lê dîktator bû, hemû mixalifên xwe bi komplo, sûîqast û Mahkemeyên Îstîqlalê ku bê delîl û daraz, li ser daxwaza Þefê Millî dikuþt û dardadikirin.
Dîsa jî þaþî ya Kurdan e, ne ya Oymen e: Heger Kurd naxwazin Oymen li hember wan vê rastîyê biparêze, divê hevaltîya Oymen nekin û nebin endamê partîyek bûye qesapxana bav û kalên wan.
Kurdên ku tepkîyê rê O. Oymen didin û wî diþibihînin Hîtler, bila yê bavitîya ramana Hîtler kirîye û bav û kalên wan qetilkirîye, faþîstbûn û nîjadperestîya Atatûrk derxe pêþ da ku daxwaz û ramana Oymen di qirika wî de bimîne.
17.11.09
Print 3851 car hatiye xwandin Nivîsên din yê Xidir Ûso Konferansa Kurd û ÇarenûsîKonferansa dijbereya Sûrîye û daxwaza TirkîyeDewletbûna KurdanHelwesta olperest û sosyalîstên KurdAla KurdistanLi Kurdistanê aþitî bi serketKurdino Halepçe ji bîrnekin! Tevlîhevîyên Silêmanî û bêîstîkrarîya herêmê..Roja zimanê dayikê û rewþa Kurdî“Di xewnan de jî ez ê zimanê xwe winda nekim”Têkilîyên Tirkîye û cîhanê û doza KurdZîndana 'Ulucanlar' bû muzexaneya 'Dehþetê', lê ya AmedêKeçikên Dêrsim`ê û asîmîlasyon Evîna MêrxasekîDef yan ErbaneDef yan ErbaneGelo zebanîyên momin hene?“Di Dîroka Kurdistan de Pelek”Peymana Lozan`ê xeniqandina gelê Kurd e!Mêtinkarîya Sûrîye ji Kurdan çi dixwaze?!Sosyalîstîya Kurdan û ÇepelîCHP (Partîya Gel a Komarî)Guhertina Makezagona TirkîyeJenosîda Ermenî, Suryanî û Kurdan“Belqitî”Polîtîkayên AKP û helwesta Kurdan?8 Adarê Roja JinanLi Îranê kuþtina xortên Kurd berdewam e!Berpirsê Halepçe û “Enfal” Elî Kîmyayî hat daliqandinElewîno, Dêrsimîno, Kurdino, Onur Oymen ji we pirsekê dike..'Rêlêvekirina Demokratîk', 'Komên Aþtîyê' Çareserî...Îsmaîl Beþîkçî, Ûjdanê Tirk û Kurd e!Zîndana Amed û Paqiþkirina MejîBazirganîya Sîyasetê û Mafê Gelê KurdEncamê Hilbijartina Kurdistana FederalGirîngîya Hilbijartina Herêma Kurdistana Federal“Li Girtîgehê Zû Dibe Êvar”Îþkence Berpirsîyarê Qetlîama 44 KesanKuþtina Zarokên KurdKonferansa KurdTRT-ÞeþLi zîndanê lêgerîn û dakirina koncala destavêXofa ÎþkencêLi ser Qanûna Pirjinî û rewþa jinêDi berhimandina civata Kurd de rewþa jinê Þertên lihevkirina Erdogan û LeþkeranMamostê min CegerxwînMamostê min CegerxwînGoran, nexwest tirkî fêr bibe!Serhildan Tatoleka Ordîya TirkSerxwebûna Kurdistan!Samîmîyeta 'Kampanya Perwerdeya bi Zimanê Dayikê'Zaroka PenaberHespê TroyaJi bo Kongreya TEVKURD'ê ya Sisêya!Dewleta Fars, li ser kavilê dewleta Kurd avabûye Gardîyanê RastgoDi tevgera neteweyî de qonaxek nû: Serîrakirina NefermaLi Zîndana Amed îþkenceya du rojan“Banga çareserîya aþtîyane”Dezenformasyon û Neyartîya Cihûyan!Pirsgirêka Zar û Zaravayan li Kurdistanê û ÇareserîS. T yan R. T. Erdogan Derewan DikeR.T. Erdogan û helwesta Kurdên li SwêdêKê Tevna Ergenekon'ê li darxistLaîktîya Tirkî û Parçekirina Dînê ÎslamêTemirandina Doza Kurd!TevkurdKurdên li EwropaÛjdanî RedHukumeta Herêmê kare êriþa tirk vala derxeDewleta KûrLi zîndana Amed serlêdanDaxwaza kuþtina Birahîm Guçlu terorîzm e!Qetlîama ermenîyan kê pêk anî?! -2-Qetlîama Ermenîyan kê pêk anî?! -1-Di sala nû de terorîzmBandora psîkolojîya mêtýnkarîyêAtarîÎbretBerpirsîyarîya rewþenbîrLaleþ Qaso û rasteqînîya civatîBîra dîrokî û pirtûkKenan Evren û Zindana AmedKevnegeneralên tirk çi dibên?- 4-Kevnegeneralên tirk çi dibên?- 3-Kevnegeneralên tirk çi dibên? -2-Kevnegeneralên tirk çi dibên?-1-Daxwuyanîya Fazýl Mîranî û berjewendîyên kurdistanÎnkara kurd û kurdistan û helwesta kurdanErdogan 'tehcîr'a ermenîyan qebûl kir, gelo 'tedîp' û 'tenkîl'a Kurdan jî qebûl dike!?Vê lîstika ku tirkî ji ber lingê xwe derxist ji bo çi bû?Helwesta Rûsya li hemberî TirkîProvaya qetlîama Kurdan û helwesta hêzên Kurd |
|
|
  |
|
| Kovar |
|
|
|
|
 |
  |
|
| Cîhana Weþanan |
|
|
|
|
 |
  |
|
| Têketina bê qedexe |
|
|
|
|
 |

 |