
  |
|
| Pirtûk |
|
|
|
|
 |
  |
|
| Kovar |
|
|
|
|
 |

  |
|
| Pirtûk û kovar.. |
|
|
|
|
 |

 |
Îsmaîl Beþîkçî, Ûjdanê Tirk û Kurd e! Î. Beþîkçî, ne tenê ûjdanê van herdû gelan e, bîrûbal û hiþê wan yê rastî û rastîyê ye jî.
Ez ji dil bawer dikim ku bîrûbawerîyên ku Beþîkçî heta niha parastîye, bi qasî ku li fêda Kurdan e, ewqas jî li fêda Tirkan û hemû mirovên Tirkî û Kurdistanê ne.
Heta niha, ji bo lênerînên wî yên rast, tenê Tirkên Kemalîst yên nîjadperest Beþikçî rexne dikirin.
Lê em dinerin ku Kurdên ku heta doh îdeolojîya Kemalîst nediparastin bi helwesta Beþikçî re bûn û pesnê wî didan, lê îro ji bo ku Kemalîzmê diparêzin û mafê çerenûsa neteweya Kurd înkardikin, neyartîya bîr û bawerîyên Beþîkçî dikin.
Di programek tv de, ji bo ku Beþîkçî, çima yekîtîya her çar perçeyên Kurdistanê diparêze, Kurdekî dîndar, bi awayekî lênerînên Beþîkçî berevacî bike, gotina Beþîkçî ku dibê; ”Pêwîst e Kurd bi Kurdan re bijîn!”, bi awayê ku divê; `bira Kurd û Tirk li tirkî jî ji nava hev derkevin(!)` þîrove kir.
Ji xeynî nîjadperest û mêtinkaran pêve tu kes û hêz, naxwazin ku kesekî li derekê cîûwarbûyî bi darê zorê wira terk bike.
Gava tê gotin ku sînorên bi darê zorê li nava gelê Kurd ketîye bila rabin û herçar perçeyên Kurdistanê bibin yek, nayê wateya ku azadîya mirovên Tirk, Kurd yan hûrgelekî bête îhlalkirin û wan bizorê biþîne derek din, yan bi hev biguherin (mubadele bikin).
Em berbe cîhanek ku hemû gel bi hevdikelin (entegrasyon) ve diçin. Ji nava welatan, hêdî hêdî sînorên sîyasî û neteweyî radibin. Wê yê Kurdan û cîranên wan jî rojekê rabin; lê divê ev ne bi darê zorê û li ser tunekirina neteweya Kurd pêkwere!
Helbet dixwazin bila Tirk yan Kurd êrîþî dîtin û bawerîyên Beþikçî bikin, ji bo gelê Kurd çi maf be û çi rast be, Sosyolog Beþîkçî wêya diparêze; tiþtê ku diparêze jî li fêda hemû gelên (tirk, ereb, faris) ku Kurd bi wan re dijîn e.
Beþîkçî gava tesbîta statuya gelê Kurd dike, divê; ”Kurdistan ne mêtingeh e jî, di binya mêtingehbûnê de ye!”
Divê; ”Kurdistan bi parvekirina çar parçeyan ve, mêtingehek navneteweyî ye!”
Divê; ”Welatê Kurdan hatiye dagîrkirin, hebûna Kurt hatiye înkarkirin, hemû rûmet û hêjayîyên civata Kurd hatiye talankirin. Dîrok, çand û zimanê wî hatîye qedexekirin!”
Beþîkçî, hertim li hemberî zordarîya dewleta Kemalîst sekinîye, rûreþ û þermezar kirîye, gef û çavsorîyên dewleta Tirk û dewletên herêmê yek bi yek eþkere kirîye û ji Kurdan re gotîye:
”Kurdino, hûn miltekî bi mîlyonan ku li welatê xwe hatne hêsîrkirin; loma mafê we heye ku hûn bi her þêwe û rêyê, li hemberî zordarên mêtinkar tekoþîna xwe bidin!
”Mafê we heye ku hûn doza dewletek serbixwe, herî kêm ya federasyonê bikin!
”Li we çavsorîyek dîrokî hatîye kirin ku we kirine çar parçeyan; loma mafê we hey e û divê welatê we bibe yek parçe!
”Kurdino, her parçe di nava xwe de û Kurdên herçar parçeyan, yekîtîya xwe ya neteweyî pêkbînin!
”Kurdino, zimanê we çand, dîrok, aqil û hebûna we ye, li zimanê xwe xwedî derên; bi zimanê xwe bipeyivin, binivîsin û bixwînin!
”Kurdino, li baþûr nîvdewletek we ya nîvazad çêbûye, tev destê xwe bidin hev lê xwedî derên ku bira ji azadîya parçeyên din re jî re bibe pêling!
”Kurdino, ger mafê Tirk, Ereb, Ecem, Filîstînî û her gelegî li ser rûyê dunyayê hebe bibe xwedî dewlet, mafê we 40 mîlyon Kurdan jî heye li ser axa bav û kalên xwe bibin xwedî dewlet!
Ji Tirkan re jî dibêje; ”Zincîra li hustîyê Kurdan ketîye, li lingên we jî ketîye!
”Keda we, ji dewlemendên sermîyandar û ji generalan re dihere, ew dewlemendtir û hûn xizantir dibin!
”Zaroyên we, ne ji bo pararastina welatê xwe, yan mafekî we dimirin, di ber dagîrkerî, fêde, çavsorî û zordfarîya serwerên rejimê de dimirin û mazlûman dikujin!
”Heta welatê Kurdan rizgar nebe û Kurd jî azad nebe, hûn jî tu demê bi azadî û demokrasîyê þanabin!
Kurdino! Tirkino! Heta mirovên wek Îsmaîl Beþîkçî li ser rûyê vê dunyayê hebin, divê em hêvîya xwe ji mirovahîyê nebirin û ji bo mirovan tiþtên herî baþ bifikirin û hêvîbikin!
21.09.09
Xidir Ûso
xalit@msn.com
Print 4630 car hatiye xwandin Nivîsên din yê Xidir Ûso Konferansa Kurd û ÇarenûsîKonferansa dijbereya Sûrîye û daxwaza TirkîyeDewletbûna KurdanHelwesta olperest û sosyalîstên KurdAla KurdistanLi Kurdistanê aþitî bi serketKurdino Halepçe ji bîrnekin! Tevlîhevîyên Silêmanî û bêîstîkrarîya herêmê..Roja zimanê dayikê û rewþa Kurdî“Di xewnan de jî ez ê zimanê xwe winda nekim”Têkilîyên Tirkîye û cîhanê û doza KurdZîndana 'Ulucanlar' bû muzexaneya 'Dehþetê', lê ya AmedêKeçikên Dêrsim`ê û asîmîlasyon Evîna MêrxasekîDef yan ErbaneDef yan ErbaneGelo zebanîyên momin hene?“Di Dîroka Kurdistan de Pelek”Peymana Lozan`ê xeniqandina gelê Kurd e!Mêtinkarîya Sûrîye ji Kurdan çi dixwaze?!Sosyalîstîya Kurdan û ÇepelîCHP (Partîya Gel a Komarî)Guhertina Makezagona TirkîyeJenosîda Ermenî, Suryanî û Kurdan“Belqitî”Polîtîkayên AKP û helwesta Kurdan?8 Adarê Roja JinanLi Îranê kuþtina xortên Kurd berdewam e!Berpirsê Halepçe û “Enfal” Elî Kîmyayî hat daliqandinElewîno, Dêrsimîno, Kurdino, Onur Oymen ji we pirsekê dike..'Rêlêvekirina Demokratîk', 'Komên Aþtîyê' Çareserî...Îsmaîl Beþîkçî, Ûjdanê Tirk û Kurd e!Zîndana Amed û Paqiþkirina MejîBazirganîya Sîyasetê û Mafê Gelê KurdEncamê Hilbijartina Kurdistana FederalGirîngîya Hilbijartina Herêma Kurdistana Federal“Li Girtîgehê Zû Dibe Êvar”Îþkence Berpirsîyarê Qetlîama 44 KesanKuþtina Zarokên KurdKonferansa KurdTRT-ÞeþLi zîndanê lêgerîn û dakirina koncala destavêXofa ÎþkencêLi ser Qanûna Pirjinî û rewþa jinêDi berhimandina civata Kurd de rewþa jinê Þertên lihevkirina Erdogan û LeþkeranMamostê min CegerxwînMamostê min CegerxwînGoran, nexwest tirkî fêr bibe!Serhildan Tatoleka Ordîya TirkSerxwebûna Kurdistan!Samîmîyeta 'Kampanya Perwerdeya bi Zimanê Dayikê'Zaroka PenaberHespê TroyaJi bo Kongreya TEVKURD'ê ya Sisêya!Dewleta Fars, li ser kavilê dewleta Kurd avabûye Gardîyanê RastgoDi tevgera neteweyî de qonaxek nû: Serîrakirina NefermaLi Zîndana Amed îþkenceya du rojan“Banga çareserîya aþtîyane”Dezenformasyon û Neyartîya Cihûyan!Pirsgirêka Zar û Zaravayan li Kurdistanê û ÇareserîS. T yan R. T. Erdogan Derewan DikeR.T. Erdogan û helwesta Kurdên li SwêdêKê Tevna Ergenekon'ê li darxistLaîktîya Tirkî û Parçekirina Dînê ÎslamêTemirandina Doza Kurd!TevkurdKurdên li EwropaÛjdanî RedHukumeta Herêmê kare êriþa tirk vala derxeDewleta KûrLi zîndana Amed serlêdanDaxwaza kuþtina Birahîm Guçlu terorîzm e!Qetlîama ermenîyan kê pêk anî?! -2-Qetlîama Ermenîyan kê pêk anî?! -1-Di sala nû de terorîzmBandora psîkolojîya mêtýnkarîyêAtarîÎbretBerpirsîyarîya rewþenbîrLaleþ Qaso û rasteqînîya civatîBîra dîrokî û pirtûkKenan Evren û Zindana AmedKevnegeneralên tirk çi dibên?- 4-Kevnegeneralên tirk çi dibên?- 3-Kevnegeneralên tirk çi dibên? -2-Kevnegeneralên tirk çi dibên?-1-Daxwuyanîya Fazýl Mîranî û berjewendîyên kurdistanÎnkara kurd û kurdistan û helwesta kurdanErdogan 'tehcîr'a ermenîyan qebûl kir, gelo 'tedîp' û 'tenkîl'a Kurdan jî qebûl dike!?Vê lîstika ku tirkî ji ber lingê xwe derxist ji bo çi bû?Helwesta Rûsya li hemberî TirkîProvaya qetlîama Kurdan û helwesta hêzên Kurd |
|
|
  |
|
| Kovar |
|
|
|
|
 |
  |
|
| Cîhana Weþanan |
|
|
|
|
 |
  |
|
| Têketina bê qedexe |
|
|
|
|
 |

 |