
  |
|
| Pirtûk |
|
|
|
|
 |
  |
|
| Kovar |
|
|
|
|
 |

  |
|
| Pirtûk û kovar.. |
|
|
|
|
 |

 |
Bazirganîya Sîyasetê û Mafê Gelê Kurd Heta niha hin kesên xwe xwedî, rêber, serok û aqildarên gelê Kurd dibînin ku dibên: “Em dewletê naxwazin!” “Em li hember serxwebûn, federasyon û otonomîyê ne!” “Dewleta Kurd xeyal e!” “Bila zimanê Kurdî ne resmî be û ne zimanê perwerdê be!” “Bila di destûra Tirkî de jî behsa Kurd neyêkirin!” nebesbû, îcar bazirganîya doza Kurd derket holê û hesabê; “Veqetandina Kurdan ji Tirkîye kar e yan zerar e?” dikin.
Herkesê nefamkor be û çenekî hayê wî ji rewþa Kurdistanê û dîroka gelê Kurd hebe, wê zanibe ku kirina vê pirsê û bersîva vê pirsê, înkara mafê gelê Kurd yê rewa ye û xizmeta ji mêtinkarên ku Kurdistan kirine çar parçe re ye.
Heqni hene, ne tenê bi `kar û zerarê`, lê tucarî bi tu tiþtekî nayê pîvan: ew yek jî çarenûsa netewe û ya welatekî ye.
Heqê tukesî tuneye ku li ser navê merivên Kurd, di sûcê kuþtin, tecawiz, îþkence, xesp û malwêrankirina dewleta tirk de bibuhire.
Gelo kî kare `kar û zerara` parçekirina Kurdistanê hesap bike?
Kî kare hesabê êþ û azarên malbatên bi giþtî hatin kuþtin, ji welatê xwe hatin koçkirin, bi sînor, qereqol û mayînan hatin perçekirin, mal û milkên xwe wendakirin bike?
Ji xeynî dewleta Tirk, kes zane ku di dema jenosîda Ermenîyan û Suryanîyan de, bê çiqas Kurdên Ezîdî jî bi wan re hatin kuþtin û koçkirin?
Ji xeynî vê dewletê pê ve, kes zane ku bê di serhildanên gelê Kurd, yên di navbêna salên 1920 û 40 î de, çend sed hezar Kurd hatin kuþtin û ji welatê xwe hat koçkirin?
Le `kar û zerara` dema derbeyên leþkerî û ya piþtî 1984 an ku bi sedhezaran mirovên Kurd di îþkenceyên giran re hat derbaskirin û li zîndanan razan; þewitandin û wêrankirina hezaran gund û bi darêzorê koçkirina bi mîlyonan gundîyên Kurd; 17 hezar qisasnedîyar, yên di bîrên asîdê û di agirê qazanan de hatin helandin, wê kî û çawa hesab bike û li sernavê kê di vî hesabî de bibuhire?
Êdî werê ku ji bo hinekan xisara gelê Kurd û mafê wî ewqas ne girîng e; ji bo wan ya herî girîng: Dewlet û miletê tirkan, ji bo Kurdan çi mafî qebûl dike yan nake.
Karê hin derûdorên Kurdan maye, bi sond û lavelavan dewleta tirk bawerkirin bidin ku ew bi unîterîya tirkî razîne, ew “serxwebûn, federasyan û otonomîyê naxwazin.”
Mafê tukesî tuneye ku pêþeroj û mafê gelê Kurd têxe bin îpotekê û dewletbûna gelê Kurd û yekîtîya Kurdistanê redbike, nepêwîst û zerar bibîne. Evêya alîkarîya neçareserîya doza Kurd e.
Ev 90 sal in ku mêtinkarên Tirk, bi sîyaseta qedexe, înkar, asîmîlasyon û jenosîdê, ji bo ku gelê Kurd û doza wî ji holê rake, hertiþt kir. Lê nikarîbû gelê Kurd û tevgera wî ya rizgarîyê ji holê rake.
Dewleta Tirk, îro ji gelê Kurd re, bi xêra xwe, tu mafan nabexþîne. Heger îro Tirkîye di sîyaseta xwe ya li hember gelê Kurd de pêwîstîya guhertinê dibîne, ya li fêda xwe dibîne, yan jî mecbûr e.
Berêberê di warê sîyasî û aborî de konjonktura dunyayê û Rojhilatanavîn hatîye guhertin. Tirkîye mecbûre ku xwe têxe kirasê dunyaya emperyal ya ku pê ve girêdayîye.
Bi destdirêjîya Iraqê ya Amerîka re, avabûna Dewleta Kurd ya Federal, kontrola enerjîyê û guhertina têkilîyên aborî û sîyasî, rolek dikeve ser milê dewleta Tirk û wê mecbûrî guhertina helwestên sîyasî dike.
Dewletên Yekîtîya Ewropa, ji bo îstîkrara xwe ya sîyasî û aborî, ji Tirkî îstîkrar, guhertin û gavên nû dixwaze.
Þerê dewleta Tirk yê bi gelê Kurd re, ji Tirkî re hertim egera bêîstîkrarîya aborî û sîyasî ye.
Egerê bêîstîkrarîya dewleta Tirk ya Kemalîst, ne tenê bi polîtîkayên li hember neteweya Kurd ve girêdayîye: rejima tirk di nava xwe de jî pirsgirêk û nakokîyên girîng dijîn.
Erka Kemalîst, ya ku ji grûbên leþker, brokrat, sîyasetmedar û sermîyandaran pêk tê, gelên Tirkî û Kurdistanê diþêlînin, talandikin û li ser xwîna wan “rantê” dixwin.
Vê olîgarþîya mêtinkar, sultaneta xwe ya heta îro, li ser neyartîya sûnî ya dewletên dora xwe, li ser dijminantîya derewîn ya `antîemperyalîst(!)` (ku di himbêza wan emperyalîstan de ye û ji wan piþtgirîyê distîne) û li ser neyartîya derewîn ya `antîlaîk` (di dawîn de li ser neyartîya birastî ya hûrgelên nemûsluman ku jixwe wan qedandin) û neyartîya li hember gelê Kurd dimeþînin.
Lê îro li Tirkî, di warê sermîyandarî, brokrasî û sîyasî de hêzek nû ku AKP jî piþta xwe didê derketiye holê. Ev hêza bi piþtgirîya Amerîka û Ewropa, ji vê diktatorîya heta nuha re dibên “bes e!” Ji bo vê hêza li Tirkî bibe desthilat, di destê wê de qozê herî xurt ku dixebitîne, di warê sîyasî û aborî de, Amerîka û Ewropa rola ku didê, tevgera Kurd e û pirsgirêkên bi Kurdistana Federal ve girêdayîne.
Ji bo ku hêza nû ya talibê rejîmê serwer bibe, pêwîst e di warê doza Kurd de gavên nu bavêje.
Hukumet, heta mumkun be, wê di çarçova dewleta unîter de ji gelê Kurd re hin mafan nasbikin. Jixwe hinek Kurd ketine pêþbazîyê, dibên; “em ji xeynî mafên demokratîk yên di çarçova dewleta ûnîter zêdetir tiþtekî naxwazin!”
Mafê gelê Kurd, mafê çarenûsî ye: Ew jî yekîtîya çar perçeyên Kurdistanê û serxwebûna gelê Kurd e.
Dibe ku îro û sibê ev maf neyê bidestxistin, lê bi tevger, sîyaset û azînên rast û guncaw, divê bêþik û bêguman di vê rêya de heta dawîn em berxwebidin û bimeþin!..
19.08.09
Xidir Ûso
xali@msn.com
Print 3629 car hatiye xwandin Nivîsên din yê Xidir Ûso Konferansa Kurd û ÇarenûsîKonferansa dijbereya Sûrîye û daxwaza TirkîyeDewletbûna KurdanHelwesta olperest û sosyalîstên KurdAla KurdistanLi Kurdistanê aþitî bi serketKurdino Halepçe ji bîrnekin! Tevlîhevîyên Silêmanî û bêîstîkrarîya herêmê..Roja zimanê dayikê û rewþa Kurdî“Di xewnan de jî ez ê zimanê xwe winda nekim”Têkilîyên Tirkîye û cîhanê û doza KurdZîndana 'Ulucanlar' bû muzexaneya 'Dehþetê', lê ya AmedêKeçikên Dêrsim`ê û asîmîlasyon Evîna MêrxasekîDef yan ErbaneDef yan ErbaneGelo zebanîyên momin hene?“Di Dîroka Kurdistan de Pelek”Peymana Lozan`ê xeniqandina gelê Kurd e!Mêtinkarîya Sûrîye ji Kurdan çi dixwaze?!Sosyalîstîya Kurdan û ÇepelîCHP (Partîya Gel a Komarî)Guhertina Makezagona TirkîyeJenosîda Ermenî, Suryanî û Kurdan“Belqitî”Polîtîkayên AKP û helwesta Kurdan?8 Adarê Roja JinanLi Îranê kuþtina xortên Kurd berdewam e!Berpirsê Halepçe û “Enfal” Elî Kîmyayî hat daliqandinElewîno, Dêrsimîno, Kurdino, Onur Oymen ji we pirsekê dike..'Rêlêvekirina Demokratîk', 'Komên Aþtîyê' Çareserî...Îsmaîl Beþîkçî, Ûjdanê Tirk û Kurd e!Zîndana Amed û Paqiþkirina MejîBazirganîya Sîyasetê û Mafê Gelê KurdEncamê Hilbijartina Kurdistana FederalGirîngîya Hilbijartina Herêma Kurdistana Federal“Li Girtîgehê Zû Dibe Êvar”Îþkence Berpirsîyarê Qetlîama 44 KesanKuþtina Zarokên KurdKonferansa KurdTRT-ÞeþLi zîndanê lêgerîn û dakirina koncala destavêXofa ÎþkencêLi ser Qanûna Pirjinî û rewþa jinêDi berhimandina civata Kurd de rewþa jinê Þertên lihevkirina Erdogan û LeþkeranMamostê min CegerxwînMamostê min CegerxwînGoran, nexwest tirkî fêr bibe!Serhildan Tatoleka Ordîya TirkSerxwebûna Kurdistan!Samîmîyeta 'Kampanya Perwerdeya bi Zimanê Dayikê'Zaroka PenaberHespê TroyaJi bo Kongreya TEVKURD'ê ya Sisêya!Dewleta Fars, li ser kavilê dewleta Kurd avabûye Gardîyanê RastgoDi tevgera neteweyî de qonaxek nû: Serîrakirina NefermaLi Zîndana Amed îþkenceya du rojan“Banga çareserîya aþtîyane”Dezenformasyon û Neyartîya Cihûyan!Pirsgirêka Zar û Zaravayan li Kurdistanê û ÇareserîS. T yan R. T. Erdogan Derewan DikeR.T. Erdogan û helwesta Kurdên li SwêdêKê Tevna Ergenekon'ê li darxistLaîktîya Tirkî û Parçekirina Dînê ÎslamêTemirandina Doza Kurd!TevkurdKurdên li EwropaÛjdanî RedHukumeta Herêmê kare êriþa tirk vala derxeDewleta KûrLi zîndana Amed serlêdanDaxwaza kuþtina Birahîm Guçlu terorîzm e!Qetlîama ermenîyan kê pêk anî?! -2-Qetlîama Ermenîyan kê pêk anî?! -1-Di sala nû de terorîzmBandora psîkolojîya mêtýnkarîyêAtarîÎbretBerpirsîyarîya rewþenbîrLaleþ Qaso û rasteqînîya civatîBîra dîrokî û pirtûkKenan Evren û Zindana AmedKevnegeneralên tirk çi dibên?- 4-Kevnegeneralên tirk çi dibên?- 3-Kevnegeneralên tirk çi dibên? -2-Kevnegeneralên tirk çi dibên?-1-Daxwuyanîya Fazýl Mîranî û berjewendîyên kurdistanÎnkara kurd û kurdistan û helwesta kurdanErdogan 'tehcîr'a ermenîyan qebûl kir, gelo 'tedîp' û 'tenkîl'a Kurdan jî qebûl dike!?Vê lîstika ku tirkî ji ber lingê xwe derxist ji bo çi bû?Helwesta Rûsya li hemberî TirkîProvaya qetlîama Kurdan û helwesta hêzên Kurd |
|
|
  |
|
| Kovar |
|
|
|
|
 |
  |
|
| Cîhana Weþanan |
|
|
|
|
 |
  |
|
| Têketina bê qedexe |
|
|
|
|
 |

 |