
  |
|
| Pirtûk |
|
|
|
|
 |
  |
|
| Kovar |
|
|
|
|
 |

  |
|
| Pirtûk û kovar.. |
|
|
|
|
 |

 |
AKP dixwaze çi bike? Gelo wê çi bibe?
Îsal ji serê biharê ve hukûmeta AKP ji bo çareserkirina pirsa kurd heþkere di nav hewldanên xurt ên balkêþ de ye. Tu kesan texmîn û hêvî nedikir ku wê aniha tiþtekî wilo, proseseke wilo dest pê bike. Loma hêvî û kêfxweþî bi hev re ketine dilê kurdan.
Berî hemû tiþtan ez dixwazim bibêjim a rast ji bo kurdan ew e ku ji dil rê bidin û derfetan li ber AKP vekin da ew bikaribe karê xwe yê di derbarê ”çareserkirina” pirsa kurdan bike. AKP dike ziman, helwest û bingehê dewletê yê di vê derbarê de biguhere. AKP ji bedêla ku bi tank û topan bê ser kurdan, bi gotinê tê ber kurdan û dixwaze bi wan re bipeyive û pirsgireka wan çareser bike. Ev gelekî baþ e.
Kurd qet ne li hêviya tiþtekî wilo bûn. Loma vê yekê tirs û þikek jî bi xwe re aniye. Dipirsin û ditirsin bê ma gelo AKP, wek ku dewleta tirk gelek caran kiriye, wê dîsa bixwaze hîleyekê li kurdan bike, gelo ketiye dû ku hin tiþtan bike da ku tirkî li ber çavên dinyê û ewrûpiyan xweþik xuya bike, ya jî ew ê bi rastî bixwaze pirsa kurdan bi awayekî maqûl çareser bike û aþtiyeke abadîn bîne tirkiyê. Ez bi xwe bawer dikim ku heger AKP niha nexwaze û nikaribe hemû pirsgirêkan çareser bike jî, ew ji ber gelek sedeman û barê rewþa ku êdî nema tê hilgirtin, dixwaze gelek tiþtên baþ bike. Û divê em kurd ji wan tiþtan re nebêjin na da ku rê li ber tiþtên mayî vebe. Em nebêjin na û bi berdewamî doza mafên xwe yên mayî bikin.
Lê rastiyek heye. Hukûmeta AKP li ser navê dewletê û tirkiyê dixebite. Niha li ser navê kurdan jî DTP û derdora wê heye. Lê ew jî li bende ne bê ma wê çi nexþerê ji wan re ji îmraliyê bê. Wilo xuya dike ku fermanên wê ji îmraliyê bên, wê hemû deng û xwestinan bibirin. Îcarê pirs ev e. Gelo wê AKP pirsa kurdan a kompleks û pirhêl li gora ku plan û xwestinên xwe, bi girtiyê dewletê yê li îmraliyê bidin pesendkirin çareser bike, ya jî ew ê bi rastî derkeve ber miletekî ku navê wî kurd e û rûmetê bide maf, daxwaz û xwestinên wî yên sirûþtî, dîrokî û demokratîk tevan û pirsê çareser bike.
Ev aliyek e. Li aliyê din, ma gelo wê DTP bi rastî bixwaze bibe deng û pêþenga kurdan û li çareserkirina pirsa kurdan bixebite, ya jî gelo wê bixwaze ji rewþê feyde bike û rizgarkirina girtiye xwe bike pirsgirêka serek, ango, a ku heger ew nebe, tu tiþtekî din jî nabe.
Ez bi xwe, ev demeke gelekî dirêj e ne di nav siyasetê de me, lê divê ez bibêjim ku ez bi hemû bûyer, kirin û biryarên di derbarê welatê min de, pêwendîdar im. Loma jî min xwest ez çend gotinan binivîsim û bibêjim, hêvî û xwestina min û ez bawer dikim bi hezaran, belkî bi milyonan kurdan ew e ku, divê pirs ji dil bê çareserkirin, divê mafên kurdan ên hemdem bên munaqaþekirin û pesendkirin û di zagona bingehîn de bên garantîkirin. Ev hêviyên her kurdê dilsoz in û niha wek kar li ber destê siyasetvanan in.
Lê ez wek kesekî ziman, çand û hinerhez, wek kesekî edebiyatvan, ez doza derfetên ji nû ve vejandina ziman û çanda kurdan dikim. Dewletê bi salan zimanê me, çanda me û edebiyata me qedexe kir, mirovên me yên ku bi karên wilo mijûl dibûn, digirt û dikir zindanan. Bi vî awayî zimanê me, çanda me û derfetên me yên afirandinê hemû têk bir û li paþ xist. Em kurd wek miletekî xwedî dîrokeke kevnar û xwedî çand û þaristanî, ji ber wê zilma mezin bûn wek miletekî bêziman, bêçand û nezan.
Ji ber wilo, dewleta tirkî deyindarê me ye, divê AKP, hukûmet û dewlet, derfetên ku ziman û edebiyata me xwe ji nû ve vejîne, bi taybetî bide wê. Wek ku demekê ji deman, dewletê, gava cumhuruyeta tirkî nû ava dibû, ji bo ku ziman û edebiyata tirkan bê avakirin û vejandin, derfet jê re ava kir: turk dilkurumu ava kir, derfetên diravî da kes, kar û xwestinên ku ziman wek alav digirt destê xwe û edebiyat diafirand. Niha, gava AKP ketiye nav karê çareserkirina pirsa kurdan, divê di vê çarçovê de, bike ku dewlet alîkariyeke wilo ji bo ziman û edebiyata me jî terxan bike da ku ziman û edebiyata me, bikaribe xwe ava bike û xisara ku ditiye bipêçe, ji bo ku zimanê me bikaribe bibe zimane xwendina perwerdeyê û dan û stendina rojane.
Siyasetvan dikarin di warê siyasî de li hev bikin. Lê ez û ên wek min, em mafdarên van xwestinên esasî ne. Heger ku ev xwestin çareser nebin, heger xwendin û perwerdeya kurdan nebe bi zimane wan, her babet lihevkirin, dibin lihevkirinên leþkerî yên rawestandina þerekî. Bêguman ew jî baþ e, lê pirsgirêkên esasî li cihên xwe dimînin û em jî, em ê wek berê dozdar bin.
Silêman Demir
2009-08-16
silemandemir@bredband.netPrint 9348 car hatiye xwandin Nivîsên din yê Silêman Demir AKP dixwaze çi bike?Bavê helbestvan û doktorê herî pêþîDu DilopEz îsal çûm welêt-2Ez çûm welêt-1Çima zimanKleopatra û êvîndarên wêKurdistan bû polîgonHinek dîrok û IlyadaÇêbûna ZeusMêrdînî, alî Dr. Kamiran Yildirim bikinVegerBajarê min ÖrebroParîs û KurdistanPexþan, roman û vebêjerî-4Pexþan, roman û vebêjerî -3-Wêje: Pexþan, roman û vebêjerî-2Pexþan, roman û vebêjerî -1-Zimanê me, garantiya mana me yeHelbest, lînguîstîk û huner -4-Helbest, lînguîstîk û jiyan -III-Helbest, lînguîstîk û fonem-II-Dîrok, lînguîstîk û poetîkHinek wêje!..Newroz, kurd, þer û OcalanQutiya PandoraÇanda KuþtinêÞabaþîKurd du caran ne azad inRewþa ”kurdên tirkan” û kurdîRewþa kurd û kurdayetiya Nisêbînê!Laleþ Qaso neheqî heq nekirine!Çima ne kitêbên DOZ-ê jî |
|
|
  |
|
| Kovar |
|
|
|
|
 |
  |
|
| Cîhana Weþanan |
|
|
|
|
 |
  |
|
| Têketina bê qedexe |
|
|
|
|
 |

 |