
  |
|
| Pirtûk |
|
|
|
|
 |
  |
|
| Kovar |
|
|
|
|
 |

  |
|
| Pirtûk û kovar.. |
|
|
|
|
 |

 |
Ergenekon, baskê dewleta ergenekonê ye-8- Kolandina Bîrên Kuþtîyan û Dadgeha Ergenekonê
Di derbarê Operasyonên Ergenekonê û dadgehkirina tawanbaran de ev nivîsa min a 8 an e. Bi rastî min çarçeweyek danîbû pêþîya xwe da ku di du nivîsên din de vê babetê bigrim û lewre ev demek bû ku min li ser wê nedinivisand, lê tenê operasyonên nûh û hewildanên ku li ser vê bûyerê li Tirkîyeyê rûdidan; min ji nêzîk ve diþopand û wesîqeyên nûh ku li nik tawanbaran ketine dest û ew ketine arþîva Doza Ergenekonê û di çapemenîyê de jî derçûbûn, dicivand da jibo nivîsên pêþ wêneya wê baþtir derxînim holê. Lê wer xûya dibe ku ev babet di du nivîsan de wê tewa nebe û pêwistîya çend nivîsên din jî wê hebe. Ji ber ku hê jî ne dîyar e ku operasyonên nûh çêbin an na û ev doz wê heta kê derê fireh bibe û bidome.
Ev çend meh in ku dadgehkirina tawanbarên Doza Ergenekonê di çarçeweya Îdîanameya Yekê de didome. Di vî navbeynê de çend operasyonên din çêbûn. Di encama van operasyonan de girtin û tewqîfkirinên nûh çêbûn. Di nav wan de kevnegeneral Tuncer Kiliç û Kemal Yavuz jî ketin bin çav lê nehatin tewqîfkirin. Berpirsîyarê Rojnameya Cumhurîyetê yê Ankarayê Mustafa Balbay ku carek ketibû bin çav, lê serbst hatibû berdan, ji nûh ve hat girtin û tewqîf bû. Berîya ku Îdîanameya Diduyê amade bibe, kevnegeneral Tolon û Eruygur jî xwedêgiravî ji ber ”tendurustîya xwe” (!) hatin berdanê. Lê Dadgeha Cezayê ya Giran a 12 emîn a Stenbûlê ku nobedar bûye: bi biryareke gelek balkêþ Tolon ji zindanê berda. Di biryarê de tê gotin ku wesîqe (delîl-elamet) nînin ku Tolon endam ango rêveberê wê rêxistnê ye. Bi awayeke din ev biryar tê maneya ku Tolon Paþa ji alîyê dadgehê ve hatîye rûspîkirin. Lê Îdîanameya Diduyê berewajê biryara dadgehê pêþberî raya giþtî dike. Bê guman ev di nav xwe de xwedîyê berberîyek e û ev bê sedem nîne ye.
Îdîanameya Diduyê ya Doza Ergenekonê ku ji 1909 rûpelî pêkhatîye, di 25.03.2009 an de ji alîyê dadgehê ve qebûl bû. Di dadgehkirina vê dozê de bi tevayî 56 kes tên tawanbarkirin. Di nav wan de general, sîyasetmedar, rojnamevan, sendîkavan û hwd. hene. Bi kurtahî dema mirov li her du îdîanameyan û tawanbarên ku heta nûha hatine girtinê û tên dadgehkirinê binêre; mirov dibîne ku ev rêxistin gelek fireh e û ji her tebeqe û qadên civatê kesan têkelê wê bûne. Bi awayeke din ev rêxistin dest avêtîye hemû qadên civatê û rêxistina xwe bi piralî hunandîye.
Bi ya min tiþtên herî balkêþ a Îdîanameya Diduyê ew e ku tawanbarkirina ”Derbeya Leþkerî” pêþberî dadgehê û raya giþtî bûye. Li gorî vê felsefeyê hewcedarî bi hin operasyonên nûh heye ku di nav wan de Tolon û Eruygur jî tê de divê hin general, sîyasetmedar, sermayedar, kesên emnîyetê (polês), ên dadgehan û çapemenîyê jî werin girtin û dadgehkirin da ku wan îdîayan di valahîyê de nemînin. Ji ber ku tawanbarkirina derbeyeke eskerî xaleke gelek girîng e. Her kes pê dizane û ji tecrûbeyên Tirkîyeyê bi xwe derdikevin holê ku yên derbe dikin, esker in û ev di temsîlkirina sewîyeya herî bilind de, yanî di temsîla Serokerkanê Artêþa Tirk de mimkun e. Lê ev jî bi tena serê xwe têrê derbeyek nake. Pêwist e sîyasetmedar, sermayedar, çapemenî û hwd. jî piþtgirîyek xurt bikin da ku ew kar bi serkeve. Ji destpêkê heta nûha wesîqe û belgenameyên ku bi destketine û bi awayek ne tevayî be jî di îdîanameyan de cîh girtine; heger ew perçe perçe werin ba hev du, wêneya giþtî derdikeve holê ku ev bes e jibo îdîaya amadekirina derbeyeke leþkerîyê. Lê pirsgirêka Tirkîyeyê ya sîyasî, eskerî, aborî, civatî yên hundurîn û navnetewî çiqas bi kêrê wan dadgehan û dadgehkirina Doza Ergenekonê tê; pirsa esasî ev e. Lewre bi vê pirsê re girêdayî têkoþîneke piralî û bêrawestandin jî di nav hêzên Ergenekonê û yên li dijî wê ne de heye û ev pêvajo berdewam dike.
Dema mirov tabloya îroyîn ya girtîyên Doza Ergenekonê dinêre, heta nûha tenê di ritbeya tuggeneralî de tenê du kes di zindanê de mane. Ew jî Velî Kuçuk û Levent Ersoz in. Hin iþaret hene ku tenê ev her du general werin cezakirin û bibin qurbanên Doza Ergenekonê. Wer xûya ye van her du kesan jî wê tehlukeyê dîtine û lewre ev bû çend car di derheqê generalan de (wek Tolon û Eruygur) wesîqe û belgenameyên taze bi rîya înternetê pêþkêþî raya giþtî dikin. Ji ber ku di destên V. Kuçuk û L. Ersoz de gelek wesîqe hene û kesên wan ên di nav rêxistinê de jî li derve hene ku van belgenameyan diweþînin. Numûneyeke din girtin û serbestberdana Mehmet Emîn Karamehmet e. Karamehmet di çapemenîya Tirkîyeyê de yek ji wan dewlemendane ku xewdanê holdîngan e. Li gorî agahdarîyên Levent Ersoz ku di doza Ergenekonê de tê tawanbarkirin û di zindanê de ye; têkilîyên Ergenekonê û Karamehmet ji nêzîk ve hebûne ku Karamehmet xwedîyê Çukurova Holdîng, Rojnameyên Akþam û Guneþê, Show TV, Skyturk TV û damezrox û þirîkê Þirketa Telefonê Turkcellê ye jî. Bi ya min jibo pêþeroja Doza Ergenekonê van hewildanên Kuçuk û Ersoz elametên baþ in da ku helqeya dadgehkirinê fireh bibe û tawanbarên sucdaran ên di sewîyeya bilind de jî werin girtinê.
Di alîyê din de jî di van çend mehên dawîyê de di derbarê kirinên JÎTEMÊ û ”falî-î meçhul” ku piranîya wan li Bakûrê Kurdistanê çêbûne û li gorî raporên dewletê jimareya yên wendabûyî 17.500-18.000 kes in; hin gav hatine avêtin ku ew piçek hêvî dide mirov ku ev doz ber bi firehbûnê ve here û helqeya Jîtemê jî bigre nav xwe. Ji ber ku deh sal zêdetir bû ku hewildanên abuqadên Kurdistanê tu encamek bi dest nexistibûn. Gelek wesîqe hebûn ku laþên kuþtîyan avêtine bîrên Botaþê ên esîtê da ku ceset neyên dîtin û naskirin. Dewlet nûha destûra kolandina hin bîran daye ku di van çend hefteyên dawîyê de li herêmên Cizîr û Silopîyê hin ji wan hatin kolandin û gelek hestîyên însanan hatine dîtinê.
Di vî derbarî de belgenameyên vekirî gelek in û ev dibe firsend jibo potansîyela malbatên þehîdan, hemû abuqadên Kurdistanê û Tirkîyeyê, dezgehên sivîl ku mafên mirovî û demokrasîyê diparêzin û partîyên sîyasî ku li hemberî Rêxistina Ergenekonê ne; divê bi hemû potansîyela xwe ve bikevin nav hewildanan û raya giþtî çêkin ku ev doz heta dawîyê here û sucdaran derxîne holê da ku cezayê xwe bikêþînin. Ev potansîyel dema bi awayek girseyî û xurt herin ser vê meseleyê, dê di raya navnetewî de jî û bi taybetî jî di çarçeweya YE Û Emrîkayê de jî piþtgirîyeke xurt werbigre da ku ev dawa heta dawîtyê bidome û sucdarên wê werin cezakirin. Di haletekê weha de Tirkîye wê bikaribe ber bi demokrasîyê ve gaveke baþ bavêje. Heta nûha hewildanên ku di derbarê Ergenekonê de çêbûne jî nîþanê me didin ku heger piþtgirîya Emrîka û Yekîtîya Ewrûpayê tunebana, wê hewqas tiþt jî nebûbûna.
Didome
31.03.2009- Swed
Siddîq Bozarslan
Print 4177 car hatiye xwandin Nivîsên din yê Siddîq Bozarslan Canbazîya Tirkan û Trajedîya Kurdan 4.. Ocalan:`Em ji Ankarê derketin rê û dîsa dizivirin wir!`Canbazîya Tirkan û Trajedîya Kurdan 3.. Rêxistinên Kurdan kartonî bûne!Welatê Sosretê yê Aziz Nesin: Tirkîye Rejima Surîyeyê Rêwî ye! Eqûbet li serê Îranê û Turkîyeyê be!Canbazîya Tirkan û Trajedîya Kurdan!- 2Canbazîya Tirkan û Trajedîya Kurdan!21ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Navneteweyî ye! Sala 2012`an û Hedefên Dewleta Tirk Sala 2011 û Qetlîamên Dewleta TirkKurdistan ne Tunûs e û ne jî Misir! 7Pêþnîyarên Fransayê û hewildanên Fehmîyê Bîlal Kurdistan ne Tunûs e û ne jî Misir! 6 Erdogan û Ocalan Derew (vir) Dikin! Kurdistan ne Tunûs e û ne jî Misir! 586 emîn Salvegera Þehîdbûna Þêx Seîd!Guhertinên Destûrê û Cerdewanîya (Natorvanîya) Kemalîzmê-7-Guhertinên Destûrê û Cerdewanîya (Natorvanîya) Kemalîzmê-6Guhertinên Destûrê û Cerdewanîya (Natorvanîya) Kemalîzmê-5Kurdistan ne Tunûs e û ne jî Misir! 4Kurdistan ne Tunûs e û ne jî Misir!-3Kurdistan ne Tunûs e û ne jî Misir! -2 Kurdistan ne Tunûs e û ne jî Misir! Guhertinên Destûrê û Cerdewanîya (Natorvanîya) Kemalîzmê-4Guhertinên Destûrê û Cerdewanîya (Natorvanîya) Kemalîzmê-3Guhertinên Destûrê û Cerdewanîya (Natorvanîya) Kemalîzmê-22011 Bila Bibe Sala Zimanê Kurdî Ji Gefên (tehdîdên) Ocalan û PKK-HPG Bihna Xwînê tên! Guhertinên Destûrê û Cerdewanîya (Natorvanîya) Kemalîzmê!95 Salîya Salvegera Komkujîya Fileyan (Ermenan) û KurdanProjeya Tirkbûnê Dibe Tirkîyebûn: 4Projeya Tirkbûnê - Dibe Tirkîyebûn: 3 Projeya Tirkbûnê - Dibe Tirkîyebûn: 2 Projeya Tirkbûnê - Dibe Tirkîyebûn Projeya Tirkbûnê - Dibe Tirkîyebûn Ergenekon, Baskê Dewleta Ergenekonê ye-11Ergenekon, Baskê Dewleta Ergenekonê ye-10Ergenekon, Baskê Dewleta Ergenekonê ye-9Encamên Hilbijartinê û Wêneya Kurdistanê Ergenekon, baskê dewleta ergenekonê ye-8-Pirsa Mafên Mirovî, Azadî, Demokrasî û Wekhevîyê-2Pirsa Mafên Mirovî, Azadî, Demokrasî û Wekhevîyê Îsmaîl Beþikçî namûsa rewþenbîrîyê yeA. Ocalan Xîyanetê Diparêze Partîya Banî (Çatý), Projeya Ergenekonê yeTRT 6 ya kurdî û zimanê me! Ergenekon, baskê Dewleta Ergenekonê ye-6 Pîrozbahî bo Erdogan û GonulDestûra Pirzewacîyê û Sosreta Kurdan Feylezofîya Cegerxwîn di Heval Pol Robson deA.Ocalan û D. Kalkan Dewleta Kemalîzmê (Ergenekonê) DiparêzinErgenekon, baskê Dewleta Ergenekonê ye-4Ergenekon, baskê Dewleta Ergenekonê ye-3Ergenekon, baskê dewleta Ergenekonê ye-2Ergenekon, baskê Dewleta Ergenekonê ye-119 yê Gulanê 1992: Salvegera Hilbijartinên Kurdistanê (2)Demokrasîya Milîtarîzmê: Tirkîye19 yê Gulanê 1992: Salvegera Hilbijartinên Kurdistanê (1)Pîlanên dewleta Tirk, welatperwerî û xîyanet-5Pîlanên dewleta tirk, welatperwerî û xîyanet-4...Pîlanên dewleta tirk, welatperwerî û xîyanet-3Pîlanên dewleta tirk, welatperwerî û xîyanet-2Pîlanên dewleta tirk, welatperwerî û xîyanet-IJinên kurd çima xwe dikujin?Zimanê Kurdî Di Þaredarîya Sûra Amedê de Hat CezakirinHilbijartina Tirkîyeyê û du rê jibo KurdanAlternatîfeke çawa?Dewleta tirk hov e û her xirabî jê tê!Newroz pîroz be, ne Nevruz! |
|
|
  |
|
| Kovar |
|
|
|
|
 |
  |
|
| Cîhana Weþanan |
|
|
|
|
 |
  |
|
| Têketina bê qedexe |
|
|
|
|
 |

 |