
  |
|
| Pirtûk |
|
|
|
|
 |
  |
|
| Kovar |
|
|
|
|
 |

  |
|
| Pirtûk û kovar.. |
|
|
|
|
 |

 |
Pirsa Mafên Mirovî, Azadî, Demokrasî û Wekhevîyê-2 1.Koka Têkoþîna Demokrasîyê û Pêwistîya wê ya li Dijî-Militarîzmê
a.Wek Berhema Çînayetîyê Demokrasî û Dîroka wê ya Kurt
Wek gotin demokrasî; di zimanê Yewnanî (grekî) de demokratîa ye û ev ji gotinên demos û kratos pêk hatîye. Demos tê maneya gel û kratos jî maneya wê îktîdar (kirdayet) e. Bi kurtahî demokrasî, þiklê kirdayetê ye ku ji alîyê gel ve tê hilbijartin. Di zimanê Fransizî de jî gotina Dêmocratie tê wê maneya Demokratîa ya Grekî. Qerektera þiklê vê îdarekirinê, li ser zemîna (bingeha) kirdayetîya piranîyê li ser hindikayîyê tê meþandin û li gorî wê, maf û azadîyan û wekhevîyê di nav hemwelatîyan de temîn dike. Bi awayeke din demokrasî, þiklê hunandina nîzama sîyasî ya civetê ye ku ev ji çêkirinê (uretim) re xizmetê dike û ji alîyê awayê çêkirina wê civatê ve þikil distîne. Ev jî bi xwe re rezên xurt ên girêdana þiklê aborî û civakî ya wê civatê pêþberî me dike. Lê li hemberî vê rastîyê, ilmê burjuwazî û reformîstan vê xisusîyeta demokrasîyê ji naveroka wê dûr dixînin û li gorî xwe wê þirove dikin. Ji ber van sedeman e ku pêþveçûna dîrokî ya demokrasîyê, taybetîya wê ya di têkoþîna çînayetîyê de û girêdana wê ya bi aborî û civatî re divê bi awayeke giþtî were nirxandinê.
Di civatên çînayetîyê de demokrasî, þikleke dîktatorîyê ye ku ji alîyê çîna serdest ve tê domandin û li ser vê bingehê demokrasî; muhra çîn û tebeqeyên serdest nîþan dide û lewre ya rastirîn ew e ku jê re demokrasîya çînayetîyê were gotin. Heger naverok û xisusîyeta demokrasîya ku li welatên burjuwazî (sermayedar) yên herî pêþketî were nirxandin; wê were dîtinê ku ew dibe alîkar ango haleta ku kirdayetîya çînên serdest bi qanûnan (zagon-yasa) hatîye parastin û ew alîkarê domandina kirdayetê (hukmê) ku li ser çînên bindest e. Lewre demokrasîya ku li van welatan mebesta gotinê ye; ne pêwist e ku li van deran þertên hukmê yek partîyê hebe. Li van welatên ku ez destnîþan dikim; ji yekê zêdetir partî hene û dikare partîyek ango çend partî digel hev hukmê koalîsyonek bidomînin û partîyên din jî wek muxalefet bin. Ev bi xwe re berberîyek (çeliþkîyek) nayne û xisusîyeta dîktatorîyê naguherîne. Ev pirs, yanê pirsa demokrasîya çînayetîyê û rengê wê yê dîktatorîyê ku li welatên herî pêþketî mebesta gotinê ne ku van civatan wek demokrat tên bi navkirin; pêwist e ev baþ were nirxandin û di vî derbarî de tevlîhevî çênebe. Bi gotineke din heger mirov xisusîyeta demokrasîyê ya çînayetîyê negre ber çav, mirov nikare rastîya wê derxîne holê. Ez dê li xwarê bi xetên esasî li ser van xisusîyetên demokrasîyê û koka wê ya dîrokîyê piçek rawestim.
Di dîrokê de pirsa demokrasîyê û têkoþîna bo demokrasîyê, bi hezar salan ango bi deshezar salan kevn e û dîroka xwe ji wê kûrahîyê wergirtîye. Wek numûne; di Civata Komunalî ya Paþtamayî (civata komunalîya kevn) de ku teda u zilm û kedxwarî tunebûye, tiþteke xwezayî ye ku li wir pirsa demokrasîyê jî tunebûye. Belam di wê civatê de pêwistîyeke weha pê nebûye ku di dîrokê de civata herî kevn û paþtamayî ye. Li wir bi awayeke herî paþtamayî be jî pêþveçûna civatê li ser xeteke xwezayîyê bûye û lewre pêwistîya demokrasîyê jibo mirovatîyê peyda nebûye. Jibo balkiþandinê ez dixwazim tenê destnîþan bikim ku di wê civatê de teda zilaman li ser jinan tunebûye û bi awayeke xwezayî wekhevîtî di navbeyna cinsan (mêr û jin) de jî hebûye. Di beþa pirsa jinan de ez dê li ser wê babetê rawestim.
Lê dema ku ewelîn car çîna bindest û ya serdest ava bûn ku jê re Civata Koledarîyê dibêjin; ew bi xwe re teda û zilmê û kedxwarîyê jî anîye. Bi vî awayî Civata Komunalî ya Paþtamayî jîyana xwe ya dîrokî temam kir û di bedêla wê de pêvajoyeke nû ya dîrokî dest pêkir. Bi vê pêvajoyê ve di navbeyna çînan de têkoþîneke gelek dijwar a mayîn û nemanê jî dest pêkir. Ev þerê mayîn û nemanê di navbeyna çînan de, bû sedemê peydakirina destpêka bingeha demokrasîyê jî. Lewre mirov dikare bibêje ku kokên dîrokî yên demokrasîyê, bi derketina civata koledarîyê ve dest pêdike û ji ber wê ye ku ew qasî civata koledarîyê kevn e
.
Wek tê zanîn digel Civata Koledarîyê, di dîrokê de ne tenê yekemîn car avabûna çînan derneketîye holê; digel wê jî jibo kirdayetîya çînayetîyê di asta herî bilind de hunandina (rêxistinkirina) dewlêetê jî derketîye holê. Di alîyek de çîna serdest ku xwedanê haletên çêkirinê ne û xwedan kole ne û di alîyê din de jî çîna bindest ku piranîya nifusa civatê pêk tînin û ne xwedanê haletên çêkirinê ne ku ji wan re kole dibêjin, hebûne. Yanê civat bûye xwedîyê du çînan. Jibo ku çîna xwedîyê koleyan bikaribe hukmê xwe yê teda û kedxwarîyê bidomîne; pêwistîya hunandina rêxistineke nûh dît û di encama pê pêwistîyê de rêxistina dewletê hat holê. Kareke herî girîng a dewletê ku di dîrokê de cara yekem derketibû holê; pêwistîya bi karanîna parastina kirdayetîya çînayetîyê ya çînên serdest bûye. Li vir bêsedem nîne ye ku ez behsa dewletê dikim. Ji ber ku yekemîn car dewleta ku derket holê; di pêvajoyên paþîyê de jî, yanê dema feodalîyê û kapîtalîstîyê de jî wê fonksîyona xwe ya esasî anîye þûnê û bi awayek be jî ev fonksîyon di dewleta sosyalîstîyê de jî xwe domandîye.
Dewlet, haleta rêxistineke herî bilind û herî tevlîhev a çîna serdest e ku domandina hukmê teda û kedkarîya wan pêk tîne. Hêza herî esas a dewletê, hêzên çekdarîyê ne, bi gotineke din artêþ (ordî) e ku wê li ser pîyan dihêle. Di alîyê din de jî rêxistinên polês, dadgeh (mehkeme), girtîgeh (zindan) û dezgehên hwd, hemû dibin alîkar da ku dewlet li ser pîyan raweste. Kar û qerektera dewletên hemû welatan wek esas neguhurîne; lê li gorî pêþveçûn û guherînên civakî, aborî, sîyasî, hiquqî û kulturî yên civatan þikên dewletan hatine guhertin. Yanê dewlet, digel guhertinên þiklî ve lê esasê xwe parastîye û heta roja îroyîn hebûna xwe domandîye. Lewre heger nîzamên hukmên heyî yên çînayetîya kirdayetê ya dewletê baþ neyê nirxandin; têgehiþtina têkoþîna demokrasîya wan pêvajoyên cuda û pir dirêj, ne mimkun e.
Civata koledarîyê, di dîrokê de nîzameke herî dijwar ku di teda û zilmê û kedxwarîyê de tu sînor nasnekirîye. Ji ber ku çîna efendîyên xwedî koleyan, dikaribûne her tiþtî bi koleyên xwe bidin kirinê; wek numûne wan bifroþin ango bikujin. Bi awayeke din xwedî koleyan; dikaribûne her tiþtên xerab ku ji mirovayetîyê dûr bûne, bidin kirinê. Lê li hemberî vê teda û zilma di eyara hovîtîyê de, tu mafên koleyan tunebûne ku wan li hemberî wê nîzama hov biparêzin. Lewre li hemberî wê tada û zilma nedîtî, koleyan jî timî têkoþîna xwe ya li dijî wê nîzamê ajotine û wê bêrawestandin domandine. Di dewleta Romayê ya Koledarîyê de serhildana koleyan ku serkêþîya wê Spartakus kiribû, mirov dikare wek numûne destnîþan bike. Têkoþîna koleyan li hemberî koledaran ku car carna di sewîyeya serhildanan de jî bûye; mafên azadî û wekhevîtîyê ji xwe re kirine hedef û lewre van hewildanên koleyan wek têkoþîna demokrasîyê jî mirov dikare binav bike.
21.03.2009- Swed
Jêrenot: Ez sembola têkoþîna bi rêxistinî, hevkarî û yekîtîyê û serfîrazbûna neteweyê Kurd Cejna Newrozê, li hemû Kurdistanîyan pîroz dikim û serkeftinê dixwazim. Bila pîrozkirina Newroza 2009 an bibe bingeha destpêkirina çareserîya mafên gelê Kurd ên neteweyî û demokratîk li her sê perçeyên Kurdistanê.Print 4016 car hatiye xwandin Nivîsên din yê Siddîq Bozarslan Canbazîya Tirkan û Trajedîya Kurdan 4.. Ocalan:`Em ji Ankarê derketin rê û dîsa dizivirin wir!`Canbazîya Tirkan û Trajedîya Kurdan 3.. Rêxistinên Kurdan kartonî bûne!Welatê Sosretê yê Aziz Nesin: Tirkîye Rejima Surîyeyê Rêwî ye! Eqûbet li serê Îranê û Turkîyeyê be!Canbazîya Tirkan û Trajedîya Kurdan!- 2Canbazîya Tirkan û Trajedîya Kurdan!21ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Navneteweyî ye! Sala 2012`an û Hedefên Dewleta Tirk Sala 2011 û Qetlîamên Dewleta TirkKurdistan ne Tunûs e û ne jî Misir! 7Pêþnîyarên Fransayê û hewildanên Fehmîyê Bîlal Kurdistan ne Tunûs e û ne jî Misir! 6 Erdogan û Ocalan Derew (vir) Dikin! Kurdistan ne Tunûs e û ne jî Misir! 586 emîn Salvegera Þehîdbûna Þêx Seîd!Guhertinên Destûrê û Cerdewanîya (Natorvanîya) Kemalîzmê-7-Guhertinên Destûrê û Cerdewanîya (Natorvanîya) Kemalîzmê-6Guhertinên Destûrê û Cerdewanîya (Natorvanîya) Kemalîzmê-5Kurdistan ne Tunûs e û ne jî Misir! 4Kurdistan ne Tunûs e û ne jî Misir!-3Kurdistan ne Tunûs e û ne jî Misir! -2 Kurdistan ne Tunûs e û ne jî Misir! Guhertinên Destûrê û Cerdewanîya (Natorvanîya) Kemalîzmê-4Guhertinên Destûrê û Cerdewanîya (Natorvanîya) Kemalîzmê-3Guhertinên Destûrê û Cerdewanîya (Natorvanîya) Kemalîzmê-22011 Bila Bibe Sala Zimanê Kurdî Ji Gefên (tehdîdên) Ocalan û PKK-HPG Bihna Xwînê tên! Guhertinên Destûrê û Cerdewanîya (Natorvanîya) Kemalîzmê!95 Salîya Salvegera Komkujîya Fileyan (Ermenan) û KurdanProjeya Tirkbûnê Dibe Tirkîyebûn: 4Projeya Tirkbûnê - Dibe Tirkîyebûn: 3 Projeya Tirkbûnê - Dibe Tirkîyebûn: 2 Projeya Tirkbûnê - Dibe Tirkîyebûn Projeya Tirkbûnê - Dibe Tirkîyebûn Ergenekon, Baskê Dewleta Ergenekonê ye-11Ergenekon, Baskê Dewleta Ergenekonê ye-10Ergenekon, Baskê Dewleta Ergenekonê ye-9Encamên Hilbijartinê û Wêneya Kurdistanê Ergenekon, baskê dewleta ergenekonê ye-8-Pirsa Mafên Mirovî, Azadî, Demokrasî û Wekhevîyê-2Pirsa Mafên Mirovî, Azadî, Demokrasî û Wekhevîyê Îsmaîl Beþikçî namûsa rewþenbîrîyê yeA. Ocalan Xîyanetê Diparêze Partîya Banî (Çatý), Projeya Ergenekonê yeTRT 6 ya kurdî û zimanê me! Ergenekon, baskê Dewleta Ergenekonê ye-6 Pîrozbahî bo Erdogan û GonulDestûra Pirzewacîyê û Sosreta Kurdan Feylezofîya Cegerxwîn di Heval Pol Robson deA.Ocalan û D. Kalkan Dewleta Kemalîzmê (Ergenekonê) DiparêzinErgenekon, baskê Dewleta Ergenekonê ye-4Ergenekon, baskê Dewleta Ergenekonê ye-3Ergenekon, baskê dewleta Ergenekonê ye-2Ergenekon, baskê Dewleta Ergenekonê ye-119 yê Gulanê 1992: Salvegera Hilbijartinên Kurdistanê (2)Demokrasîya Milîtarîzmê: Tirkîye19 yê Gulanê 1992: Salvegera Hilbijartinên Kurdistanê (1)Pîlanên dewleta Tirk, welatperwerî û xîyanet-5Pîlanên dewleta tirk, welatperwerî û xîyanet-4...Pîlanên dewleta tirk, welatperwerî û xîyanet-3Pîlanên dewleta tirk, welatperwerî û xîyanet-2Pîlanên dewleta tirk, welatperwerî û xîyanet-IJinên kurd çima xwe dikujin?Zimanê Kurdî Di Þaredarîya Sûra Amedê de Hat CezakirinHilbijartina Tirkîyeyê û du rê jibo KurdanAlternatîfeke çawa?Dewleta tirk hov e û her xirabî jê tê!Newroz pîroz be, ne Nevruz! |
|
|
  |
|
| Kovar |
|
|
|
|
 |
  |
|
| Cîhana Weþanan |
|
|
|
|
 |
  |
|
| Têketina bê qedexe |
|
|
|
|
 |

 |