
  |
|
| Pirtûk |
|
|
|
|
 |
  |
|
| Kovar |
|
|
|
|
 |

  |
|
| Pirtûk û kovar.. |
|
|
|
|
 |

 |
Pirsa Mafên Mirovî, Azadî, Demokrasî û Wekhevîyê Îro 8 ê adarê roja jinan a navnetewî ye. Her sal di vê rojê de çalakîyên cûda û yên piralî li seranserê cîhanê tên li darxistin û ev wek roja jinan tê pîrozkirin. Wek salên bihurî îsal jî çend roj berîya heþtê adarê rojnameyên Swêdîyan û bi taybetî jî rojnameyên wek Svenskadagbladet û Dagensnyheter hin maqale, lêkolîn û nuçeyên di derbarî pirsa jinan de weþandin û wek salên çûyî ez texmîn dikim wê di hefteya pêþîya me de jî nivîsên cuda di rûpelên rojnameyan de werin weþandin.
Svenskadagbladet a roja 5 ê adarê, di beþa aborîyê rûpela 7 an de di bin sernivîsa ”Jibo Wekhevîyê hê rîyek dirêj heye” de lêkolînek derçû.. Li wir tê nîþandanê ku þefên cuwan (temenê wan ji 35 salî jêrtir in) ên zilam ji yên jin zêdetir alîkarîyê ji þefên xwe yên zilam werdigrin. Ev dibe encama ku van zilaman karîyera xwe bilind bikin û yên jin jî mecbûr bimînin ku karê xwe biguherînin. Di vê lêkolînê de xûya dibe ku ji deh þefên jin çar ji wan muxatabê miameleyên ne baþ hatine jiber jinîtîya (cinsîyet) xwe.
Di rûpela 4 an a Dagensnyheter a 6 ê adarê de nivîseka minaqeþeyê ji alîyê Lîsa Bjurwald ve hatîye nivîsîn. Nivîs, bi awayeke giþtî û bi xetên qelind Wêneya Parlamana Brukselê pêþberî raya giþtî dike.Di destpêka nivîsê de L. Bjurwald behsa gilî û gazinên Margot Wallstrom dike. M. Wallstrom nêzîkî deh sal e li Brukselê di Parlamana Ewrûpayê de Swêdê temsîl dike û nûha jî wek Cîgira Serokê Komisyana Ewrûpayê karê xwe dimeþîne û çend meh paþê wê bizivire mala xwe ya li Swêdê. Li gorî M. Wallstrom heta nûha ji 12 kesan tenê 2 jin Serokatîya Parlamana Ewrûpayê kirine. Bi awayeke din ev jimare dike %16,5 ku temsilkirineke gelek piçûk e jibo Yekîtîya Ewrûpayê.
Margot Wallstrom destnîþan dike ku di Parlamana YE de Wezîra derve ya Avusturyayê (Osterrike) ya kevn Ursula Plassnik, Wezîra derve ya Yewnanîstanê (Grekland) Dora Bakoyannis, Seroka Dewleta Fînlandîyayê Tarja Halonen û Seroka Dewleta Almanyayê (forbundkansler) Angela Merkel hene; lê ew rewþê di derbarê temsîlkirina jinan de nabînin ku wan gelek caran di meclisê de wê minaqeþe kirine. Wallstrom balê dikêþîne ser girîngîya hilbijartinên endamên Parlamana Ewrûpayê ku di 27 welatên endam de dê di 7 ê Hezîrana 2009 an de pêk were.
Lisa Bjurwald heq dide Wallstromê ku li ser navê demokrasîyê di odeyek de dema % 52 yê nifûsê neyê temsîlkirin, ew nabe demokrasîya rasteqîn û lewre divê her endam ku li gorî nifûsa welatê xwe di Meclisa Brukselê de tên temsilkirin; divê li ser vê pirsê bi girîngîyeke piralî raweste û zêdetir nûnerên jin rêke Brukselê.
Ev du numûneyên jorîn ku bûbûn nivîsên rojnameyên Swêdî, bûn sedem ku ez jî di roja pîrozbahîya jinan a navnetewî de dest bi nivîsîna lêkolûn û nirxandina vê babetê bikim. Ev demeke ku ez li ser difikirîm da ku di derbarê pirsên mafê mirovîyê, azadîyê, demokrasîyê û wekhevîyê de binivîsim û wan bi rîya înternetê bigihînim xwendoxan.
Bê guman jibo min sedemên esasî hebûn ku ez bi numûneyên civata Swêdê û civatên Yekîtîya Ewrûpayê (YE) dest pêbikim. Ji ber ku di welatên endamên YE de û bi taybetî jî di Swêdê û di Îskandînavyayê de di derbarê pirsa jinan, mafên mirovîyê, azadîyê, demokrasîyê û wekhevîyê de rîyeke dirêj hatîye sitandin. Di van welatan de pîvanên (normên) mafên mirovî, azadî, demokrasî û wekhevîyê; bûne tiþtên esas ên rojane yên van welatan. Bi tabîreke din di van derbaran de welatên herî pêþketî, ev in û van mafan bûne malê jîyanê ya rojane ya van neteweyan. Lê digel vê rastîyê jî em dibînin ku hê gelek pirs û bi taybetî jî pirsa jinan li van deran jî çareser nebûne.
Wek destpêkek ez naxwazim behsa pirsên jinên Kurd bikim. Lê dema mirov mafên jinan û wekhevîyê di navbeyna YE û Rojhelata Navîn de miqayese dike; bi awayeke hêsa 100-150 sal ferqa wan dibîne. Ez di destpêka vê nivîsê de roja jinan a navnetewî li hemû jinên cîhanê û bi taybetî jî li jinên Kurdistanê pîroz dikim û di xebatên wan de serkeftinê dixwazim û vê nivîsa xwe wek piþtgirîyek pêþkêþî wan dikim.
Didome
Siddîq Bozarslan
08.03.2009- Swêd Print 4523 car hatiye xwandin Nivîsên din yê Siddîq Bozarslan Canbazîya Tirkan û Trajedîya Kurdan 4.. Ocalan:`Em ji Ankarê derketin rê û dîsa dizivirin wir!`Canbazîya Tirkan û Trajedîya Kurdan 3.. Rêxistinên Kurdan kartonî bûne!Welatê Sosretê yê Aziz Nesin: Tirkîye Rejima Surîyeyê Rêwî ye! Eqûbet li serê Îranê û Turkîyeyê be!Canbazîya Tirkan û Trajedîya Kurdan!- 2Canbazîya Tirkan û Trajedîya Kurdan!21ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Navneteweyî ye! Sala 2012`an û Hedefên Dewleta Tirk Sala 2011 û Qetlîamên Dewleta TirkKurdistan ne Tunûs e û ne jî Misir! 7Pêþnîyarên Fransayê û hewildanên Fehmîyê Bîlal Kurdistan ne Tunûs e û ne jî Misir! 6 Erdogan û Ocalan Derew (vir) Dikin! Kurdistan ne Tunûs e û ne jî Misir! 586 emîn Salvegera Þehîdbûna Þêx Seîd!Guhertinên Destûrê û Cerdewanîya (Natorvanîya) Kemalîzmê-7-Guhertinên Destûrê û Cerdewanîya (Natorvanîya) Kemalîzmê-6Guhertinên Destûrê û Cerdewanîya (Natorvanîya) Kemalîzmê-5Kurdistan ne Tunûs e û ne jî Misir! 4Kurdistan ne Tunûs e û ne jî Misir!-3Kurdistan ne Tunûs e û ne jî Misir! -2 Kurdistan ne Tunûs e û ne jî Misir! Guhertinên Destûrê û Cerdewanîya (Natorvanîya) Kemalîzmê-4Guhertinên Destûrê û Cerdewanîya (Natorvanîya) Kemalîzmê-3Guhertinên Destûrê û Cerdewanîya (Natorvanîya) Kemalîzmê-22011 Bila Bibe Sala Zimanê Kurdî Ji Gefên (tehdîdên) Ocalan û PKK-HPG Bihna Xwînê tên! Guhertinên Destûrê û Cerdewanîya (Natorvanîya) Kemalîzmê!95 Salîya Salvegera Komkujîya Fileyan (Ermenan) û KurdanProjeya Tirkbûnê Dibe Tirkîyebûn: 4Projeya Tirkbûnê - Dibe Tirkîyebûn: 3 Projeya Tirkbûnê - Dibe Tirkîyebûn: 2 Projeya Tirkbûnê - Dibe Tirkîyebûn Projeya Tirkbûnê - Dibe Tirkîyebûn Ergenekon, Baskê Dewleta Ergenekonê ye-11Ergenekon, Baskê Dewleta Ergenekonê ye-10Ergenekon, Baskê Dewleta Ergenekonê ye-9Encamên Hilbijartinê û Wêneya Kurdistanê Ergenekon, baskê dewleta ergenekonê ye-8-Pirsa Mafên Mirovî, Azadî, Demokrasî û Wekhevîyê-2Pirsa Mafên Mirovî, Azadî, Demokrasî û Wekhevîyê Îsmaîl Beþikçî namûsa rewþenbîrîyê yeA. Ocalan Xîyanetê Diparêze Partîya Banî (Çatý), Projeya Ergenekonê yeTRT 6 ya kurdî û zimanê me! Ergenekon, baskê Dewleta Ergenekonê ye-6 Pîrozbahî bo Erdogan û GonulDestûra Pirzewacîyê û Sosreta Kurdan Feylezofîya Cegerxwîn di Heval Pol Robson deA.Ocalan û D. Kalkan Dewleta Kemalîzmê (Ergenekonê) DiparêzinErgenekon, baskê Dewleta Ergenekonê ye-4Ergenekon, baskê Dewleta Ergenekonê ye-3Ergenekon, baskê dewleta Ergenekonê ye-2Ergenekon, baskê Dewleta Ergenekonê ye-119 yê Gulanê 1992: Salvegera Hilbijartinên Kurdistanê (2)Demokrasîya Milîtarîzmê: Tirkîye19 yê Gulanê 1992: Salvegera Hilbijartinên Kurdistanê (1)Pîlanên dewleta Tirk, welatperwerî û xîyanet-5Pîlanên dewleta tirk, welatperwerî û xîyanet-4...Pîlanên dewleta tirk, welatperwerî û xîyanet-3Pîlanên dewleta tirk, welatperwerî û xîyanet-2Pîlanên dewleta tirk, welatperwerî û xîyanet-IJinên kurd çima xwe dikujin?Zimanê Kurdî Di Þaredarîya Sûra Amedê de Hat CezakirinHilbijartina Tirkîyeyê û du rê jibo KurdanAlternatîfeke çawa?Dewleta tirk hov e û her xirabî jê tê!Newroz pîroz be, ne Nevruz! |
|
|
  |
|
| Kovar |
|
|
|
|
 |
  |
|
| Cîhana Weþanan |
|
|
|
|
 |
  |
|
| Têketina bê qedexe |
|
|
|
|
 |

 |