

  |
|
| Çalakî-panel-þahî.. |
|
|
|
|
 |
  |
|
| Dosyaya Taybet |
|
|
|
|
 |
  |
|
| Pirtûk û kovar.. |
|
|
|
|
 |

 |
Li zîndanê lêgerîn û dakirina koncala destavê Li zîndana Amed ya Nimro 5, Her pelandin û lêgerînek li qawîþê yan li ser me, li hember kesayetî, xîret û mirovîya me, êrîþ û çavsorîyek pir giran ya hovane bû.
Lêgerîn, berê ji mehê carekê bû, piþtre kirin ji heftê carekê. Her cara lêgerînê jî, leþkeran, bi serkêþîya 3-4 efseran (sûbay), havîn/zivistan, wê me derxistana hewþê, li ber dîwêr em rêz bikirana û ji me re bigotana:
“Xwe þilfîtazî bikin, cilê xwe deynin pêþîya xwe û qûna xwe belot bikin û bi herdu destan vekin!”
Piþtî ku yek bi yek li qûna me dinerîn, dest bi pelandina cilên me dikirin. Çend leþkeran, di wê rewþa tazî de çavdêrîya me dikir, yên din jî diçûn lêgerîna qawîþê. Leþkerên diman jî, bi copên xwe organên me tevdidan û þîrovên bêehlaqî dikirin!!
Rojek ku di wê rewþa þûtîtazî de, li bendî heta lêgerîna qawîþê biqede ku em di temenê de hatibûn sekinandin, hinek kaxet di destê Serpel (yuzbaþî) E. O. Yildiran de, tev garana lêþkerên xwe ket hewþê, kefa destê xwe li kulmiska xwe xist û got:
“Min kir we! Van kaxetana kê ji we nivîsandîye?!” Kesî dengê xwe nekir. Serpel, ji leþkerên gardîyan re got:
“Ji bo ku hiþê vana were serê wan, wan ceza bikin!” Gardîyanan jî got;
“Ferman bide Komutanê min!”
Em tev hizirîn ku vêya komployek ji bo îþkenceyek taybet e! Çimkî defter û qelem li ba me tunebûn, heger hebaya jî, wê demê, wextê kesî tunebû ku ewqas nivîsandin binivîse.
Gardîyanan bi seetan li me xistin. Bi caran em rakirin serpêyan û vexistin; serdev û serpiþt kaþkirin; bi sedan þinav û mekîk dan kiþandin; heta ku leþker baþ westîyan, rêzelêdana destan, lingan û tilmeqûnan li me kirin! Di dawîn de gotin:
“Li dû hev têkevin yek rêzê!
Derdîlka fosseptîkê (koncala ku lûleyên destavên qawîþan dihatin ser) vekirin. Du leþkeran, her yek bi lingekî me digirt û me serserkî, heta navê, bera koncala gû didan! Piþtî ku em tev di koncalê dakirin, derîyê qawîþê vekirin û gotin derbas bibin. Lê du gardîyan li devê derî sekinîn û gotin:
“Yê ku xwe vedizîbe û neketibe koncalê, me kir dê û jinê wî!” Tu navê Silo C. xwe vedizîbû û ew tenê neketibûyê. Piþtî gardîyanan werê gotin û li devê derî sekinîn û sehtî dikirin, Silo dest bi lava kir û gû ji hêsîrên din xwest! Kesî guhnedayê. Silo destpêkir, gûyê hêsîran ji ser û çavên wan direvand û di ser û rûyê xwe dida. Hinekan deng nekir û hinekan jî wî dehf dan û jê re digot:
“Gûyê me nebe, te xwe venedizîya û gû li serê xwe bida kirin, di rûyê te de îja (vêcarê) em`ê lêdanê bixwin!” lê dîsa jî Silo, têra ku gardîyan pênehisin û lênedin, gû di ser û rûyê xwe da!
Em ketin hundir, em çi bibînin, ku hemû ranze ji hev de xistine. Pemboyê hemû doþek û balîfên me bi ser cil, macûnên dirana û yên rîyê, hinek rîçal û xwarina ku me nuh ji qantînê kirîbû de valakirine û bi lingan li ser gêre kirine. Hemû cilên me tîþ-tîþî kirine û çirandine!!.. Gardîyan got:
“Ji we re niv seet mohlet, piþtî ku we hertiþt da hev û qawîþ paqij kir, têkevin rêzetemenê, pirtûka Ataturk bixwînin!”
Dilopek av jî tunebû ku em pê xwe û cilê xwe paqij bikin. Me bi zolik û zîrtolên cilên xwe, xwe ji gû paqij kir.
Me her yek alavên xwe dan hev. Ji xwe her 2-3 hêsîr li ser doþekekê radiket. Me bi hev re, pemboyê doþek û balîfên xwe dagirtin û betanîyên xwe li destavokê dawþandin. Cilên me yên dihatin drûtin, bi ta û derzîyê me dirût.
Gemarî, tîh û birçî, di nava his û ramanên naçar û bêhêvî, bi hêrs, rik, xem û tirsek bêdawî, em li bendî hatina þîvê sekinîn...
26.01.09
Xidir Ûso
Print 1873 car hatiye xwandin Nivîsên din yê Xidir Ûso Peymana Lozan`ê xeniqandina gelê Kurd e!Mêtinkarîya Sûrîye ji Kurdan çi dixwaze?!Sosyalîstîya Kurdan û ÇepelîCHP (Partîya Gel a Komarî)Guhertina Makezagona TirkîyeJenosîda Ermenî, Suryanî û Kurdan“Belqitî”Polîtîkayên AKP û helwesta Kurdan?8 Adarê Roja JinanLi Îranê kuþtina xortên Kurd berdewam e!Berpirsê Halepçe û “Enfal” Elî Kîmyayî hat daliqandinElewîno, Dêrsimîno, Kurdino, Onur Oymen ji we pirsekê dike..'Rêlêvekirina Demokratîk', 'Komên Aþtîyê' Çareserî...Îsmaîl Beþîkçî, Ûjdanê Tirk û Kurd e!Zîndana Amed û Paqiþkirina MejîBazirganîya Sîyasetê û Mafê Gelê KurdEncamê Hilbijartina Kurdistana FederalGirîngîya Hilbijartina Herêma Kurdistana Federal“Li Girtîgehê Zû Dibe Êvar”Îþkence Berpirsîyarê Qetlîama 44 KesanKuþtina Zarokên KurdKonferansa KurdTRT-ÞeþLi zîndanê lêgerîn û dakirina koncala destavêXofa ÎþkencêLi ser Qanûna Pirjinî û rewþa jinêDi berhimandina civata Kurd de rewþa jinê Þertên lihevkirina Erdogan û LeþkeranMamostê min CegerxwînMamostê min CegerxwînGoran, nexwest tirkî fêr bibe!Serhildan Tatoleka Ordîya TirkSerxwebûna Kurdistan!Samîmîyeta 'Kampanya Perwerdeya bi Zimanê Dayikê'Zaroka PenaberHespê TroyaJi bo Kongreya TEVKURD'ê ya Sisêya!Dewleta Fars, li ser kavilê dewleta Kurd avabûye Gardîyanê RastgoDi tevgera neteweyî de qonaxek nû: Serîrakirina NefermaLi Zîndana Amed îþkenceya du rojan“Banga çareserîya aþtîyane”Dezenformasyon û Neyartîya Cihûyan!Pirsgirêka Zar û Zaravayan li Kurdistanê û ÇareserîS. T yan R. T. Erdogan Derewan DikeR.T. Erdogan û helwesta Kurdên li SwêdêKê Tevna Ergenekon'ê li darxistLaîktîya Tirkî û Parçekirina Dînê ÎslamêTemirandina Doza Kurd!TevkurdKurdên li EwropaÛjdanî RedHukumeta Herêmê kare êriþa tirk vala derxeDewleta KûrLi zîndana Amed serlêdanDaxwaza kuþtina Birahîm Guçlu terorîzm e!Qetlîama ermenîyan kê pêk anî?! -2-Qetlîama Ermenîyan kê pêk anî?! -1-Di sala nû de terorîzmBandora psîkolojîya mêtýnkarîyêAtarîÎbretBerpirsîyarîya rewþenbîrLaleþ Qaso û rasteqînîya civatîBîra dîrokî û pirtûkKenan Evren û Zindana AmedKevnegeneralên tirk çi dibên?- 4-Kevnegeneralên tirk çi dibên?- 3-Kevnegeneralên tirk çi dibên? -2-Kevnegeneralên tirk çi dibên?-1-Daxwuyanîya Fazýl Mîranî û berjewendîyên kurdistanÎnkara kurd û kurdistan û helwesta kurdanErdogan 'tehcîr'a ermenîyan qebûl kir, gelo 'tedîp' û 'tenkîl'a Kurdan jî qebûl dike!?Vê lîstika ku tirkî ji ber lingê xwe derxist ji bo çi bû?Helwesta Rûsya li hemberî TirkîProvaya qetlîama Kurdan û helwesta hêzên Kurd |
|
|
  |
|
| Cîhana Weþanan |
|
|
|
|
 |
  |
|
| Piþtgirî |
|
|
|
|
 |
  |
|
| Têketina bê qedexe |
|
|
|
|
 |

 |