

  |
|
| Çalakî-panel-þahî.. |
|
|
|
|
 |
  |
|
| Dosyaya Taybet |
|
|
|
|
 |
  |
|
| Pirtûk û kovar.. |
|
|
|
|
 |

 |
Mijarek Girîng : Tundîya (þidet) Li Dijî Jinê-II Di nivîsa bihurî da min, çend sedemên pirsgirêka jinê vegotibû. Taybetî min, bal kiþandibû ser pêvejoya veguherana civaka kurd.
Di vê nivîsê da jî ez dixwazim pêþnîyazên xwe bêjim.
Wekî di nivîsa bihurî da hatibû gotin, pirsgirêka jinê ji pirsgirêkên girîng yên civaka kurd yek e û him jî sereke ye. Divê em jibîr nekin, ku asta geþedanîya civakekê bi rewþa jinê ve tê pîvan. Jin çiqas xwedî maf e, di rêvebiriya welêt da û di kar û barê civakê da xwedî rol e, civak ewqas geþedan e, ewqas þareza ye.
Ji ber ku hemî beþên civakê bi pirsgirêve peywendîdar in, çareserî jî ewqas girîft e. Lewma, bona çarserkirinê ked û erka hemî beþên civakê divê. Belam, erka (wazîfe) rêvebirîyê û vatinîyên dam û dezgehên fermî û siwîl yên sereke ne.
Ji ber ku her çar parçeyên Kurdistanê ne di heman rewþek siyasî da ne, tedbîrên bêne sitendin jî dê hinek ji hev cûda bin. Li baþûrê Kurdistanê, erka Dewleta Federe Kurdistanê ye ku bi mebesta çareserkirina pirsgirêkê tedbîran bistîne, lê li parçeyên din siyaseta dewletên dagirker têye zanîn, ji ber vê ye ku vatinîya giran dikeve stûyê civakê û taybetî hêzên sîyasîyên kurd û helbet jina kurd bi xwe.
Bi bawerîya min, tedbîra herê girîng perwerdeyek lêhatî ye, ya ku bi pêvejoya veguherana civakê ve guncan e. Heta mirov dikane bêje, ku hewce ye di vê mijarê da kampanyekî berfireh bêye ajotin, wekî seferberîyekê. Ne tenê jin û zarok û keç û xort, herweha malbat jî, kesên biumir mezin jî, ji perwerdeyek wisa bêpar nemînin. Naverok û çarçoweya perwerdeyê, nirx, têgeh û hêmanên ku di bernameya perwerdeyê da dê cih bigrin, divê ev ji layê kes û sazîyên li ser mijarê pispor in û yên ku civak û çanda kurd nasdikin ve bêye amede kirin.
Bernameya perwerdeyê gellek girîng e, lewra ji hêlekê ve nirx û rêgezên olî, di hêla din da tore û kevneþopîya civaka kurd û herweha þert û mercên siyasî, hesreta jîyanek modern û veguherana gerdunî hemî jî girîng in û li ser mijarê xwedî bandor in, hewce ye evan, di bernameya perwederyî da li ber çav bêne girtin.
Li ser rûyê erdê ti civak wekî roja ewil nema dimînin, hemî hatine guhertin û îro jî ew xweguhertin didome û heta ku mirovî hebe ewê bê dawî bidome. Civaka kurd nikane li dervayî vê bimîne, hewce ye bi perwedeyek li pêvejo guncan sûde werbigre û pirsgirêkê sivik derbas bike.
Ya din, rêxistinîbûna civakê ye. Taybetî sazî û komleyên ku erk û giranîya jinê li ser rêvebirîya wana hene ye. Rêxistinîbûna jinê tenê bes nake, divê komel û rêxsitinên din jî di ber mijarê da ked bidin, li dijî tundîya li dijî jinê û bona parastin û mafên wê bikevin nav lebatek fireh.
Bêþik, bona çareserîya pirsgirêkekê, pirsgirêk her çi dibe bila be, hêz divê, ew jî bi rêxsitinîbûnê dest dikeve. Dengê rêxistin û komelên jinê ji berê bêtir derdikeve, lê him bes nake û him jî, hinek caran bêtir rengekî siyasî û û îdeolojîk digre. Taybetî li bakurê Kurdistanê ev rewþ balkêþ e.
Li bakurê Kurdistanê balkêþîyek din jî heye. Yekser dewletê, an jî bi alîkarîya dewletê hinek komeleyên jinê hatine damezrandin, bi destî van komeleyan alîkarîyên biçûk têne belav kirin, lê her yek ji van komeleyan propogandeya siyaseta dewletê dike, wekî destê dewletê di nav civak û jina kurd da be, kar dikin.
Tedbîrek din, taybetî li baþûrê Kurdistanê, divê bi armancê parastina jinê û mafên wê, zagonên dijber bêne jibartin û betal kirin û herweha, mafên wê di zagonan da bicih bibin. Di gellek civakan da “cihêkirîyek erênî (îmtiyazek pozitîf)” heye û li ser vê civakê lihev kirîye. Hikûmet dikane rojek pêþda tedbîrek wisa bistîne. Sebaret bi vê, dixwazim balê bikþînim ser zagona mafê dide mêr ku ji yekê pirtir jinê bîne, herçiqas ji zagona berê gavek bipêþtir be jî, ne guhertinek di cih da bû. Carek din guhertina vê zagonê, dê çiqas pêkan û hêsa bibe, ji îro ve mirov nizane. Mixabin ev guhertin li dijî mafê jinê bû gavek, hewce ye rojek pêþ da wekî welatên hemdem û demokratîk bêye sererast kirin.
Pêwîst e hinek zagon bêne guhertin, him zewaca ji salê biçûktir bê qedexe kirin û him jî li dijî zewaca bêdil û berdilê tedbîr bêne stendin.
Divê têgeha “namûsê” ji civakê re rast bêye vegotin. Têgeha namûsê bi berpêçûnek hemdem bêye pênas kirin. “Kuþtinên sedem bi namûsê (qetlên namûsê)” divê bi cezayên giran bêne ceza kirin. Di van kuþtinan da sedemên sivikkirinê nebin, berevacî ceza giran be, pêximker be.
Di vê mijarê da, divê medya û entelîjensîya kurdî erkên xwe bîne cih.
Ji tedbîrên girîng yek jî, rewþa aborî ya civakê û jinê ye. Di civakên demokratîk û yên ku di geþdarîya civakî da gehêþtine astek bilind da, pirsgirêka jinê an hatiye çareser kirin, an jî gellek sivik e. Belam, bona çareserkirina pirsgirêka jinê tenê demokratîkbûn bes nake, helbet gellek girîng e, lê belê ewqas jî divê jin xwedî karekî be û dahata wê hebe. Evan, bona azadiya takekesî girîng in. Ji dahatê mebest ne ev e, ku welatî ti karî neke lê belê her meh here ji hikûmetê pere bistîne. Têkilîyek wisa takekes azad nake, berevacî wî dike bin bandora desthilatiya siyasî û ew jî dibe sebeba tembelî û gengeliyê.
Helbet ewan ne tedbîrên hêsa ne û di demek kurt da pêkan nabin. Her guhertin demê distîne, pêvejoyekî dajo. Belam ya girîng, li ser mijarê jidil bûn e, siyaset û sepandinên di vê bergehê da ye, divê welatî bibîne û jê bawerbe.
mahmutkilinc@t-online.de
2009-01-22/Düsseldorf
Print 2702 car hatiye xwandin Nivîsên din yê Mahmut Kýlýnç Tixûbê Tirkiyê û Sûrîyê: Erdê Mîn Kirî....Mijarek Girîng : Tundîya (þidet) Li Dijî Jinê-IIMijarek Girîng: Tundîya (þidet) Li Dijî JinêBerî Çekberdanê, Mafên Miletê Kurd Divê“Projeya Vegera Welat”Peyva Kurdistan û Newêrekîya DTPîyan"Tevna Dijberî Kurdên Bakurê Kurdistanê û PKKê"Peymana Iraqê û DYAyê û KurdGotinên R.T.Erdoganî Sûc eDîroka Tirkiyê, Li Hemberî Kurda Bi Mînakên Durûtiyê Ve Dagirtî YeHeqareta Li Dijî Ocalan Prowokasyon bû?Dîsa Li Ser Hilbijartina ÞaredarîyêÊriþa BezelêBona Mafê Perwerdeyî Bi Zimanê Kurdî Çend PêþniyazîBi Ti Avayî Dev Ji Mafê Çarenûsî Naye BerdanJi Rewþa PKKê Sûde Wergirtina TirkiyêKek Þerefettîn Kaya: Mînakê Fîdekarîyê Çeteya Ergenekonê “Malê Xwecih” ePiþtê Alozîya Baþûrê QefkasyaBerî Her Tiþtî Li Hev Hezkirin, Xwoþewîstî û DilsozîDema Damezrandina Komara Tirkîyê û KurdBanga “Partîya Banî”Xweserîya Demokratîk û Mafê XwerêvebirîÎhtimala Qedexe Kirina AKPê û Sîyasetek ÞîretkirîSefera R. T. Erdoganî Ya Bakurê KurdistanêBipaþve Vekiþîna Artêþa TirkÊriþa Tirkîyê û Helwesta KurdaNe Doza Partîyekî, An Ya Mirovekî Doza MiletekîPeyam û Helwestên Bi Êþ û ElemTehdît û Çavsorî Ne Layiqê Hêzek Neteweyî yeHê Trajedîya Vîetnamê JibîrnebûNasnameya Tirkîyê: Li Hêlekê Kuþtin û Xirabî, Li Hêla Din Peyamên MisilmantîyêDewletê Bakurê Kurdistanê Kir Qada ÞerDem bi lez û bez diherikeEv teror e, Ti Kes Bi Terorê SernakeveRoja Mafên Mirovan û Rewþa Miletê KurdGuhertina Sîyaseta Yekitîya EwrupaPlanek Berfireh an Kerê QeyserîCarina ji kaosa derfetên nuh rû didinOperasyon û Kurdên PalpiþtDivê mafên neteweyî û demokratîk derkevin pêþMebest ne temezî (turban) desthilatî yeMakezagon: Peymanek civakî yePergala unîter û belengazîya gelê kurdKurd û TTKLi dijî terorîstî û dagirkera yek deng, yek helwest divêEw qezana ne qeder inDeng bide, lê biþopîne jîÇanda teror û îlegalîtêMirin mala te biþewite!Hilbijartin û encamên wêLi welatê ku kujer û serokçete lîder bin..."Herêmên Þer"Tehdîta Tirkîyê nîzik dibeHilbijartin û dîtinek jidilÞovîna (Beraet Kirin) Kujêrên Ugur û Dada (Edalet) TirkîyêÊriþên li ser PCD, karesata Helepçe û NewrozKurd û sîstema unîterAbdullah Demirtaþ û Hilmi AydogduNe Tirkîyê, Turgut Ozal alîkarî kirSîxûrên JîtemêDi Asoya Tirkîyê da Desthilatîyek Aþitxwaz NaxuyeBiryara HakparêHAKPAR û Sertac BucakDi derbarê Tirkîyê da hûrnirînek berfireh divêBanga þer rawestandinê“Kurd û Tirk Mehkûmê Biratîyêne!...”Darizandina Sadam û darûdestên wîHikûmeta Tirk fermana Heskêfê daHevdîtinên Li EnqêrêDivê karê dewletê û ol ji hev cûda beDi civîna GXDNK da bûyerek nexweþRewþa aborîya baþûr-III-Rewþa aborîya Baþûr -II-Rewþa aborîya baþûr û fîrmayên ji Tirkîyê“Þoreþa” Tirkîyê têk çû!Tirkîyê dev ji senaryoyan bernade ku rastîyê bibîneTayyîp Erdogan û Kuþtina Zarokên KurdPaþa û ÇeteTirkîyê+Hamas+Ahmedî..Ol û netewe bûnÞidet zirarê dide wêneya ola ÎslamÇareserî, muxatab û tirkîyêMijarên girîngEv, gulle bere lýngê xwe dan eXeterên peyamên Mahmûdê Ahmedînecad Desketin bi nîspetê daxwazan dibeLixwebawerî û Baþûrê KurdistanêEv barbarî yeMînakek din ji terora dewletêLi herêma me cejna rojîFormûla Ahmet Abî!Senaryoyên li ser paþaroja Iraq’êDemokrasî li heqên hev ra bi rêzgirtinê geþ dibeJiber Nedûrbînîya Hinek Kesa, Alamanya Leopard 2'ya Difroþe TirkîyêNêrînên erênî mirova dilþad dikeJoost Lagendijk bi tenê ne, pirr kes Kurda fam nakin!.Temenê “þoreþa bêdeng!” gelek kurd bûNedilxwþîya TirkaÊriþên HovÇend hevok li ser kuþtina Hîkmet FîdanLi ser rewþa sîyaseta Tirkîyê ya derveyîNêzîkbuyîna Sûrî û TirkîyêGOTÝNA KU FEDERALÎ LÝ ÞERTÊN SERDEMA ÎRO NAYÊ: DEREWEK BÝ BOÇÝK ESENARYOYÊN LI SER PÊVEJOYA ENDAMTÎYA TÝRKÎYÊ YA YE 'YÊXWARZÊYÎ KAMRAN ÎNAN Û ZAROKÊN LÝ KUÇÊ Û KOLANÊN AMEDÊTÝRKÎYÊ DEWLETEK SOSRET EDÝ BÝN “NASNAME YA TÝRKÎYE’YΔ DA PARTÎYEKÎ NUH!GENGEÞÎYÊN LI SER HÊMANA HINDIKAYÎYAREMO Û S. EDÎP BUCAKVEGUHÊRANA PARADÎGMAYÊGELO GENGEÞÎYA LÝ SER ZÎNAYÊ, PÊVEJOYEKÎ ÇÊKÝRÎ (SÛNÎ) YE?TELAFER Û TÝRKVERHUEGEN LÝ SER MÝJARÊN TALÎ DÝSEKÝNEDÝVÊ KURD JÝ JEO-POLÎTÎKA HERÊMÊ SÛD WERBÝGRÝNSAZÎYEK ÇAWA?TENGÎYÊN LÝ PÊÞÎYA TEVGERA BAKURÊ KURDÝSTANÊBÝ SÎYASETEK ZELAL, GAVEK NUH DÝVÊÇÝMA LÝ DÝJÎ QETLÎAMA SÛDAN'Ê DENG DERNAKEVE?Çima li dijî qetlîama Sûdan'ê.. |
|
|
  |
|
| Cîhana Weþanan |
|
|
|
|
 |
  |
|
| Piþtgirî |
|
|
|
|
 |
  |
|
| Têketina bê qedexe |
|
|
|
|
 |

 |