Mamostê min Cegerxwîn Di warê geþbûna hestê neteweyî, xwendin û nivîsandina Kurmancî, hezkirina ji helbestê, ez xwe þagirtê Cegerxwîn dibînim!
Pirtûka bi Kurmancî ya pêþî ket destê min û bi rêya wê ez hînî xwendin û nivîsandina Kurmancî bûm, pirtûka Cegerxwîn, ya bi navê “Sewra Azadî” bû.
Hevalekî min hebû, ez bawer im ku hemû helbestên Cegerxwîn ezber kiribû, loma min çîroka “Salar û Mîdya” pêþî ji devê wî gohdarî kir! Piþtre min ew pirtûk bi caran xwend!
Wî dostê min, rojekê ji binxetê hatibû, got ku; “Cegerxwîn, li ser dîroka Kurdistan pirtûkekê dinivîse, Cegerxwîn ji min re got; `ji bo pirtûka min, wêneyên Heskîfê pêwîst in`, gelo tu kare jê re pêde bike? Min jî got; “Ez`ê bixebitim ku wan bi destbixim!”
Heta ku min wan wêneyana bi destxist, dostê min çûbû li Hesekê bi cîh bûbû. Sal 1979 bû. Vê carê, min bi xwe wêne girtin û ez çûm Qamiþlo.
Gava ez çûm mala Mamostê xwe, ez bi heyecana û gelek kêfxweþbûm. Ez pir hindik peyivîm, bêtir ew peyivî, min lê guhdar kir.
Seydayê Cegerxwîn, ji min re behsa gelek mijaran kir. Wê gavê, ez têgehîþtim ku ne tenê di helbestên xwe de, di jiyana xwe ya sîyasî û civatî de jî, mirovekî gotina wî li rû bû.
Seyda ji min re, behsa ol û olperestî, Marksîzm û Lenînîzmê, zaravên Kurdî, partîyên li her çar perçeyên Kurdistanê û bi taybetî yên Bakurê Kurdistanê, hilbijartinên serokên beledîyan yê li Qoser û Nisêbînê û gelek mijarên din kir.
Digot; “Hîna ku hûn axa dikin serokên xwe yên beledîyan, ev jî rê dide ku hûn di warê sîyasî û îdeolojîk de gelekî biþûnde ne!”
Seyda, li ser Kurdan du henek got: “Jina Kurd, nanê xwe nû ji tenûrê radike, yan ji ser sêlê dadixe û hiltîne. Gava zarok bi dorê dikevin û dibên; `Dayê ka nanê germ bide me!`, dayik jî dibê; `Waye nanê kevn hey e, wî xelaskin û dûvre vîya bixun!`, de ka binere, ev çi aqile, ji xwe bîstek din ew jî wê sar bibe!”
“Þivan û gavanê Kurd, pez û dewarên xwe dibin ser avê, ji bo ku bêtir vexun ji wan re difîkîne! Terþ tî bûne, ji xwe çiqas pêwîstîya wan hebe, wê av vexwin, fîkandin ji bo çi ye!” got.
Piþtî vexwarina qehwê, em derketin hewþa wî, ya bi kulîlkan tije. Seyda, tilîya xwe berbe kulîlkên di hewþê de vekir û got: “Ev kulîlkana ji bo min, her yek, zarokekî Kurd sembolîze dike; ew zarokê min in, ez ji wan re helbestan dinivîsim û dixwînim, wan avdidim û bîhn dikim!”
Dûvre, behsa tadeya dewleta Sûrî Baasî kir, ku nikare bi rehetî kar û xebata xwe bike û pirtûkên xwe çap bike û biweþîne. Got; “Min biryar daye ku di nêzîk de biçim dervî welat!”
Hela bala xwe bidinê, civatên azad, hunermend û rewþenbîrên xwe li ser destan digirin û dewletên wan bi her awayî alîkarîya wan dike, lê yên me, ji ber gef, çavsorî, îþkence û xizanîyê, ji welatê xwe direvin welatên biyanî!
Gava meriv behsa Kurd û Kurdistan bike, bêþik Cegerxwîn tê bîra meriv.
Cegerxwîn, tenê ne hozanekî Kurd bû, ew sîyasetmedar, partîzan, þereþger û rêberekî neteweya Kurd bû.
Ew 80 sal, bû þahidê dîroka gelê Kurdistan ya herî dijwar û bixwîn! Wî parçebûna Kurdistan, serhildan û komkujîyên li Bakur, Komara Mahabat, Þoreþa Îlonê dît.
Wî gef û tade, îþkence û zîndankirin, komkujî û koçkirin ya li ser gelê Kurd, hemû di laþ û mejîyê xwe de his kir. Loma ji hêrs û xemgînî, hertim cergên wî arîyan! Lê wî nekir axîn û ofîn, wî bi xebat û têkoþînê, birînên xwe kewand û derman kir!
Wî pirsgirêkên gelê Kurd yên bingehîn, karektera dijminên gelê Kurd û rêya tekoþînê ya li hember wan baþ dizanîbû.
Li gorî Cegerxwîn, pirsgirêkên gelê Kurd, yên ji rêxistinîyek tekûz û rizgarîyê re asteng, sîstema axatî û þêxitîya hevalbendîya dijimin, cehalet û bêtifaqî bû. Berê rizgarîya Kurdistan û dûvre, þoreþa demokratîk ya gel diparast.
Li hember neyar jî, ji gelên neteweyên serdest re, þoreþa demokratîk, ji bo gelê Kurd jî, her þêweyê tekoþînê, serxwebûn û yekîtîya çar perçê Kurdistanê diparast.
Di bawerîya Cegerxwîn de, di nava perçên Kurdistanê de sînor tunebûn; di helbestên wî de jî vêya vekirî xwe rêdide. Ew tucar neket bin bandora sîyaseta dijmin.
Ew tîmsala hesta Kurd û Kurdistan e! Heta ku neteweya Kurd li ser rûyê cîhanê hebe, wê navê CEGERXWÎN bi tîpên zêrînî li banê Kurdistan bête nivîsandin!
07.11.08
Xidir Ûso
xalit@msn.com
Print 11021 car hatiye xwandin Nivîsên din yê Xidir Ûso Konferansa Kurd û ÇarenûsîKonferansa dijbereya Sûrîye û daxwaza TirkîyeDewletbûna KurdanHelwesta olperest û sosyalîstên KurdAla KurdistanLi Kurdistanê aþitî bi serketKurdino Halepçe ji bîrnekin! Tevlîhevîyên Silêmanî û bêîstîkrarîya herêmê..Roja zimanê dayikê û rewþa Kurdî“Di xewnan de jî ez ê zimanê xwe winda nekim”Têkilîyên Tirkîye û cîhanê û doza KurdZîndana 'Ulucanlar' bû muzexaneya 'Dehþetê', lê ya AmedêKeçikên Dêrsim`ê û asîmîlasyon Evîna MêrxasekîDef yan ErbaneDef yan ErbaneGelo zebanîyên momin hene?“Di Dîroka Kurdistan de Pelek”Peymana Lozan`ê xeniqandina gelê Kurd e!Mêtinkarîya Sûrîye ji Kurdan çi dixwaze?!Sosyalîstîya Kurdan û ÇepelîCHP (Partîya Gel a Komarî)Guhertina Makezagona TirkîyeJenosîda Ermenî, Suryanî û Kurdan“Belqitî”Polîtîkayên AKP û helwesta Kurdan?8 Adarê Roja JinanLi Îranê kuþtina xortên Kurd berdewam e!Berpirsê Halepçe û “Enfal” Elî Kîmyayî hat daliqandinElewîno, Dêrsimîno, Kurdino, Onur Oymen ji we pirsekê dike..'Rêlêvekirina Demokratîk', 'Komên Aþtîyê' Çareserî...Îsmaîl Beþîkçî, Ûjdanê Tirk û Kurd e!Zîndana Amed û Paqiþkirina MejîBazirganîya Sîyasetê û Mafê Gelê KurdEncamê Hilbijartina Kurdistana FederalGirîngîya Hilbijartina Herêma Kurdistana Federal“Li Girtîgehê Zû Dibe Êvar”Îþkence Berpirsîyarê Qetlîama 44 KesanKuþtina Zarokên KurdKonferansa KurdTRT-ÞeþLi zîndanê lêgerîn û dakirina koncala destavêXofa ÎþkencêLi ser Qanûna Pirjinî û rewþa jinêDi berhimandina civata Kurd de rewþa jinê Þertên lihevkirina Erdogan û LeþkeranMamostê min CegerxwînMamostê min CegerxwînGoran, nexwest tirkî fêr bibe!Serhildan Tatoleka Ordîya TirkSerxwebûna Kurdistan!Samîmîyeta 'Kampanya Perwerdeya bi Zimanê Dayikê'Zaroka PenaberHespê TroyaJi bo Kongreya TEVKURD'ê ya Sisêya!Dewleta Fars, li ser kavilê dewleta Kurd avabûye Gardîyanê RastgoDi tevgera neteweyî de qonaxek nû: Serîrakirina NefermaLi Zîndana Amed îþkenceya du rojan“Banga çareserîya aþtîyane”Dezenformasyon û Neyartîya Cihûyan!Pirsgirêka Zar û Zaravayan li Kurdistanê û ÇareserîS. T yan R. T. Erdogan Derewan DikeR.T. Erdogan û helwesta Kurdên li SwêdêKê Tevna Ergenekon'ê li darxistLaîktîya Tirkî û Parçekirina Dînê ÎslamêTemirandina Doza Kurd!TevkurdKurdên li EwropaÛjdanî RedHukumeta Herêmê kare êriþa tirk vala derxeDewleta KûrLi zîndana Amed serlêdanDaxwaza kuþtina Birahîm Guçlu terorîzm e!Qetlîama ermenîyan kê pêk anî?! -2-Qetlîama Ermenîyan kê pêk anî?! -1-Di sala nû de terorîzmBandora psîkolojîya mêtýnkarîyêAtarîÎbretBerpirsîyarîya rewþenbîrLaleþ Qaso û rasteqînîya civatîBîra dîrokî û pirtûkKenan Evren û Zindana AmedKevnegeneralên tirk çi dibên?- 4-Kevnegeneralên tirk çi dibên?- 3-Kevnegeneralên tirk çi dibên? -2-Kevnegeneralên tirk çi dibên?-1-Daxwuyanîya Fazýl Mîranî û berjewendîyên kurdistanÎnkara kurd û kurdistan û helwesta kurdanErdogan 'tehcîr'a ermenîyan qebûl kir, gelo 'tedîp' û 'tenkîl'a Kurdan jî qebûl dike!?Vê lîstika ku tirkî ji ber lingê xwe derxist ji bo çi bû?Helwesta Rûsya li hemberî TirkîProvaya qetlîama Kurdan û helwesta hêzên Kurd |
|