

  |
|
| Çalakî-panel-þahî.. |
|
|
|
|
 |
  |
|
| Dosyaya Taybet |
|
|
|
|
 |
  |
|
| Pirtûk û kovar.. |
|
|
|
|
 |

 |
Goran, nexwest tirkî fêr bibe! Di pirtûka xwe ya bi navê “Vejîn” de Lev Tolstoy dibêje ku; “Kiryarên dewletekê yên li zîndanan, eynika wan ya þêweyê hukumkirina civatê ye!”
Di zîndana Amed de, (sal 1983) rojek ku em di rêzê de û li pêya bûn, ku me bi hev re û bi dengê bilin, bi ezberkirina pirtûka “Prensîp û Þoreþên Ataturk” ve mijûlbûn, gardîyana bi peîn û delkan hêsîrek xist qawîþê. Gardîyan got:
“Ev yê min wawayî dîya wî kirî, him li tirkîye(!) dijî û him jî bi tirkî nizane! Ew kîjan ji we k..ê min yê mamoste ye, were vir!” Mamoste bi bez çû, li pêþ “serdarê” gardîyan, lingên xwe bi þid li erdê da û kabokên xwe lihev xist, kunya xwe xwend û got:
“Ferman bide, serdarê min!” Gardiyan got:
“Ez ferman dikim, 24 saet ji te re mohlet, ger tu vî kurê tola fêrî tirkîya delal neke, ez`ê wawayî te û wî tevî bikim; te fam kir!?” Mamoste jî bi dengê bilind got:
“Ferman bide serdarê min!” Gardîyan bi hêrs û bi þid derî li dûv xwe girt û çû. Mamoste ji hêsîr pirsî:
“Bira tu ji ku ye?”
“Ji Cizîra Bota me!”
“Navê te çi ye?”
“Goran!”
“Navê bavê te?”
“Þahkulî!”
“Navê dîya te?”
“Xoxê!”
“Te çi kar dikir?”
“Þivantî!”
“Ma qey tu qet neçûye dibistanê?”
“Na, hemû temenê min di þivantîyê de buhirîye!”
“Qey te leþkerî jî nekirîye?”
“Na!”
“Naxwe, tu qet bi tirkî nizane?”
“Na, dê û bavê min jî qet bi tirkî nizanin!”
“Baþ e, ku ez tirkî fêrî te bikim, tu dixwaze fêr bibe?”
“Nizanim!”
“Hema çend gotina fêr bibe, ji bo ku herroj li te nedin!”
“Baþ e!”
Goran mêrekî hûrik, mîna kewekî sûsik bû. Mirovekî þidiyayî, lihev, bi kêsim û xweþik bû. Ewqas nerm û xwînþêrîn bû ku gava meriv li rûyê wî dinerî, dilnermî, bêgunehî û þevqetê dilê meriv dadigirt. Rûyê wî hertim li ken bû. Werê ku lêdan û îþkenceyên ku hestiyên wî diderizandin jî nikarîbû biþirandina rûyê wî xera bikira û wî mirûztirþ bikira. Gardîyanê tirk yê leþker, ji dervî îþkence û lêdana giþtî, wê heroj bihata û bigota:
“Bila ew nûtikê Goran û qûnekê mamoste werin, bê fermana min anîne cî yan na!”
Gava mamoste diket temenê û kunya xwe dixwend. Goran jî diçû, li ber gardîyan disekinî û tenê digot: “Goran!” Gardîyan jî, wê bi kulmizka, peîn û daran bikiþîya ser Goran, heta wî nehawî dikir, lê dida. Lê Goran, tevlî wê lêdanê hemî, biþirandina rûyê wî xera nedibû. Gardîyan wê bi hêrs bigota:
“Hela bala xwe bidinê, vî kurê tola tew dikene û yarîyê xwe bi min dike!” Hîn bêtir li Goran dida. Gardîyan, piþtre vedigerîya ser mamoste û jê re digot:
“Xwanêye, nêta te tuneye ku tu tirkî fêrî vî nûtikî bike, destê xwe vegire!” Û heta destên mamoste biperçivanda, wê bi daran li destê mamoste jî bidaya.
Herroj wê gardîyan bihata li mamoste û Goran bida. Lê mamoste bi rojan di ber Goran da, kir û nekir, nikarîbû tîpek, hejmarek û gotinek tirkî fêrî Goran bike; yanî Goran nexwest gotinek ji zimanê tirkî fêr bibe...
Tevlî ewqas tade û îþkence, gotinek bi tirkî ji devê Goran deneket.
Print 1766 car hatiye xwandin Nivîsên din yê Xidir Ûso Berpirsê Halepçe û “Enfal” Elî Kîmyayî hat daliqandinElewîno, Dêrsimîno, Kurdino, Onur Oymen ji we pirsekê dike..'Rêlêvekirina Demokratîk', 'Komên Aþtîyê' Çareserî...Îsmaîl Beþîkçî, Ûjdanê Tirk û Kurd e!Zîndana Amed û Paqiþkirina MejîBazirganîya Sîyasetê û Mafê Gelê KurdEncamê Hilbijartina Kurdistana FederalGirîngîya Hilbijartina Herêma Kurdistana Federal“Li Girtîgehê Zû Dibe Êvar”Îþkence Berpirsîyarê Qetlîama 44 KesanKuþtina Zarokên KurdKonferansa KurdTRT-ÞeþLi zîndanê lêgerîn û dakirina koncala destavêXofa ÎþkencêLi ser Qanûna Pirjinî û rewþa jinêDi berhimandina civata Kurd de rewþa jinê Þertên lihevkirina Erdogan û LeþkeranMamostê min CegerxwînMamostê min CegerxwînGoran, nexwest tirkî fêr bibe!Serhildan Tatoleka Ordîya TirkSerxwebûna Kurdistan!Samîmîyeta 'Kampanya Perwerdeya bi Zimanê Dayikê'Zaroka PenaberHespê TroyaJi bo Kongreya TEVKURD'ê ya Sisêya!Dewleta Fars, li ser kavilê dewleta Kurd avabûye Gardîyanê RastgoDi tevgera neteweyî de qonaxek nû: Serîrakirina NefermaLi Zîndana Amed îþkenceya du rojan“Banga çareserîya aþtîyane”Dezenformasyon û Neyartîya Cihûyan!Pirsgirêka Zar û Zaravayan li Kurdistanê û ÇareserîS. T yan R. T. Erdogan Derewan DikeR.T. Erdogan û helwesta Kurdên li SwêdêKê Tevna Ergenekon'ê li darxistLaîktîya Tirkî û Parçekirina Dînê ÎslamêTemirandina Doza Kurd!TevkurdKurdên li EwropaÛjdanî RedHukumeta Herêmê kare êriþa tirk vala derxeDewleta KûrLi zîndana Amed serlêdanDaxwaza kuþtina Birahîm Guçlu terorîzm e!Qetlîama ermenîyan kê pêk anî?! -2-Qetlîama Ermenîyan kê pêk anî?! -1-Di sala nû de terorîzmBandora psîkolojîya mêtýnkarîyêAtarîÎbretBerpirsîyarîya rewþenbîrLaleþ Qaso û rasteqînîya civatîBîra dîrokî û pirtûkKenan Evren û Zindana AmedKevnegeneralên tirk çi dibên?- 4-Kevnegeneralên tirk çi dibên?- 3-Kevnegeneralên tirk çi dibên? -2-Kevnegeneralên tirk çi dibên?-1-Daxwuyanîya Fazýl Mîranî û berjewendîyên kurdistanÎnkara kurd û kurdistan û helwesta kurdanErdogan 'tehcîr'a ermenîyan qebûl kir, gelo 'tedîp' û 'tenkîl'a Kurdan jî qebûl dike!?Vê lîstika ku tirkî ji ber lingê xwe derxist ji bo çi bû?Helwesta Rûsya li hemberî TirkîProvaya qetlîama Kurdan û helwesta hêzên Kurd |
|
|
  |
|
| Cîhana Weþanan |
|
|
|
|
 |
  |
|
| Piþtgirî |
|
|
|
|
 |
  |
|
| Têketina bê qedexe |
|
|
|
|
 |

 |