

  |
|
| Çalakî-panel-þahî.. |
|
|
|
|
 |
  |
|
| Dosyaya Taybet |
|
|
|
|
 |
  |
|
| Pirtûk û kovar.. |
|
|
|
|
 |

 |
Heqareta Li Dijî Ocalan Prowokasyon bû? Ez, her tim li þîroveyên komplowarî biþik lê dinirim. Naye bîra min ku min, li dîtinek komplowarî bawer kiriye, ew pejirandiye. Jixwe navê xwe li ser e, “þîrove an jî dîtinên komplowarî”....., ango li rastiyê dûr.
Lê dîtinê ku ezê nuha binivîsim, bila ne wekî afirandinek komplowarî, lê wekî dîtinekê, wekî þîroveyekê bê fam kirin.
Wekî gellek kesan, dema heqareta li dijî Ocalan pêk hat bala min jî dikþîne. Nebe hun bifikirin, ku wekî hinek kesên din ez jî vê, bi destpêkirina darizandina doza Ergenekonê ve girê didim!.
Ewil hewce ye, em li rojeva dema ew bêmirovê hate kirin, binirin.
Cend rojan berê li dijî qereqola Bêzelê êriþek hatibû kirin û di encamê da hevde esker hatibûn kuþtin. Herweha li ser vê êriþê di medyaya Tirkiyê da, dîtin û þîroveyên ku heta îro nehatibûn bihîstin, hatin weþandin.
Dîsa di wan rojan da, amedekarîya destpêkirina darizandina doza Ergenekonê dihate kirin û wekî tê zanîn, jixwe darizandinê cend rojan paþê dest pê kir.
Berî bêmirovîya li dijî Ocalan li seranserê herêma bakurê Kurdistanê û li hinek bajarên rojavayê Tirkiyê girseya Kurd, bona mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî li kolanan bû û bi dîtinek hevpar, bi mebesta daxwazek rewa bizavek xurt û girseyî dest pê kiribû. Dîsa, taybetî ji derdorên Kurd derdiçû, ku ew bizav ne bona kurte demekê, herweha bila bibe çalakîyek domdarî, daku bila hemî dinya bi siyaseta dewleta Tirk ya biþavtinê, li jenosîta bêxwîn bihese.
Helbet hê pêkerên dinê jî hene, lê yên ku dê li ser mijarê karîger bin bi dîtina min ev her sê bûn.
Îhtimal e, ku êriþa li dijî qereqola Bêzelê li ser hestên gardîyanan karîger bû be. Lê, em nizanin gelo gardîyanan bi serê xwe ev bêmirovî kirin, an jî ji meqamên din, ji hinek rayedarên paye bilind ferman stendin? Eger bi serê xwe kiribin, dibetî heye ku wana li ser êriþa qereqola Bêzelê þopa kîndarîyekê ajotibin, na eger ji meqamekî din ferman stendibin, wê demê divê mirov baþ li ser meselê bisekine.
Bi ya min, eger ji meqamekî paye bilind ferman stendibin, daku bi ya derdorên PKK û DTPîyan haya rayedarên Tirk jê heye, wê demê dibetîya fêla guhertina rojevê xurt dibe. Bi ya vê dîtinê, kesên ku rê li ber heqareta Ocalan vekirin, dê zanibin, ku di demek gellek kurd da girse helwesta xwe eþkere bike û taybetî herêma bakurê Kurdistanê dê bikeve nav hêrsdarî û alozîyê.
Wisa jî bû, girseya ku bi mebesta daxwaza mafê perwerdeyî bi zimanê Kurdî derketibû kolanan û hatibû eþekere kirin ew çalakî, xwepêþandan dê bênavber bidomin, cihê xwe li çalakiyên li dijî pêk hatina heqareta li dijî Oclana ra berda. Nuha êdî kes qala çalakiyên, xwepêþandanên daxwaza mafê perwerdeyî bi zimanê Kurdî nake.
Heçku, daxwaza perwerdeya bi zimanê Kurdî bona Kurdekî mafê herê rewa ye û qet kesek jî tine ye ku ji daxwazek wisa ra bêje “ne heq e.” Di tekoþîna gelê bakurê Kurdistanê da mijara herê girîng, daxwaza ku him bi siyasî û him jî bi hiqûqî, bêþik maf dide gelê Kurd ev e. Di siyaseta dewletê da bona wê hêla herê jar, bin pê kirina mafê perwedeyî bi zimanê Kurdî ye. Li hemberî siyaset û hiqûqa navneteweyî ti sedem tine ne ku dewleta Tirk pê bigre û bixwaze xwe heq derxe. Di vê mijarê da hemî rê jê ra girtî ne.
Herweha ne pêkan e, ku yek kesek jî çalakî û pêþandeyên wisa bi “teror” nav bike, þermezar bike. Eger bike jî ti kes jê bawer nake.
Bi ya min, eger gardiyana ji rayedaran ferman sitendibin û ev bêmirovî kirbin, sedem guhertina rojevê bû. Bi vî prowokasyonî rojev hate guhertin û wisa dixuye ku fêla dewletê bi ser ket.
Ma ewê her wisa be, helbet na, lê tiþtek hate dîtin, ku dema girse bona mafekî herê rewa derkeve kolanan û bikeve nav çalakiyê û di qada navneteweyî da jî berpêçûnek germ û erênî rû bide, bi bêmirovîyek wisa, li bakurê Kurdistanê rojev dikane di heman demê da bê guhertin.
mahmutkilinc@t-onlide.de
2008-10-23/Düsseldorf
Print 2473 car hatiye xwandin Nivîsên din yê Mahmut Kýlýnç Tixûbê Tirkiyê û Sûrîyê: Erdê Mîn Kirî....Mijarek Girîng : Tundîya (þidet) Li Dijî Jinê-IIMijarek Girîng: Tundîya (þidet) Li Dijî JinêBerî Çekberdanê, Mafên Miletê Kurd Divê“Projeya Vegera Welat”Peyva Kurdistan û Newêrekîya DTPîyan"Tevna Dijberî Kurdên Bakurê Kurdistanê û PKKê"Peymana Iraqê û DYAyê û KurdGotinên R.T.Erdoganî Sûc eDîroka Tirkiyê, Li Hemberî Kurda Bi Mînakên Durûtiyê Ve Dagirtî YeHeqareta Li Dijî Ocalan Prowokasyon bû?Dîsa Li Ser Hilbijartina ÞaredarîyêÊriþa BezelêBona Mafê Perwerdeyî Bi Zimanê Kurdî Çend PêþniyazîBi Ti Avayî Dev Ji Mafê Çarenûsî Naye BerdanJi Rewþa PKKê Sûde Wergirtina TirkiyêKek Þerefettîn Kaya: Mînakê Fîdekarîyê Çeteya Ergenekonê “Malê Xwecih” ePiþtê Alozîya Baþûrê QefkasyaBerî Her Tiþtî Li Hev Hezkirin, Xwoþewîstî û DilsozîDema Damezrandina Komara Tirkîyê û KurdBanga “Partîya Banî”Xweserîya Demokratîk û Mafê XwerêvebirîÎhtimala Qedexe Kirina AKPê û Sîyasetek ÞîretkirîSefera R. T. Erdoganî Ya Bakurê KurdistanêBipaþve Vekiþîna Artêþa TirkÊriþa Tirkîyê û Helwesta KurdaNe Doza Partîyekî, An Ya Mirovekî Doza MiletekîPeyam û Helwestên Bi Êþ û ElemTehdît û Çavsorî Ne Layiqê Hêzek Neteweyî yeHê Trajedîya Vîetnamê JibîrnebûNasnameya Tirkîyê: Li Hêlekê Kuþtin û Xirabî, Li Hêla Din Peyamên MisilmantîyêDewletê Bakurê Kurdistanê Kir Qada ÞerDem bi lez û bez diherikeEv teror e, Ti Kes Bi Terorê SernakeveRoja Mafên Mirovan û Rewþa Miletê KurdGuhertina Sîyaseta Yekitîya EwrupaPlanek Berfireh an Kerê QeyserîCarina ji kaosa derfetên nuh rû didinOperasyon û Kurdên PalpiþtDivê mafên neteweyî û demokratîk derkevin pêþMebest ne temezî (turban) desthilatî yeMakezagon: Peymanek civakî yePergala unîter û belengazîya gelê kurdKurd û TTKLi dijî terorîstî û dagirkera yek deng, yek helwest divêEw qezana ne qeder inDeng bide, lê biþopîne jîÇanda teror û îlegalîtêMirin mala te biþewite!Hilbijartin û encamên wêLi welatê ku kujer û serokçete lîder bin..."Herêmên Þer"Tehdîta Tirkîyê nîzik dibeHilbijartin û dîtinek jidilÞovîna (Beraet Kirin) Kujêrên Ugur û Dada (Edalet) TirkîyêÊriþên li ser PCD, karesata Helepçe û NewrozKurd û sîstema unîterAbdullah Demirtaþ û Hilmi AydogduNe Tirkîyê, Turgut Ozal alîkarî kirSîxûrên JîtemêDi Asoya Tirkîyê da Desthilatîyek Aþitxwaz NaxuyeBiryara HakparêHAKPAR û Sertac BucakDi derbarê Tirkîyê da hûrnirînek berfireh divêBanga þer rawestandinê“Kurd û Tirk Mehkûmê Biratîyêne!...”Darizandina Sadam û darûdestên wîHikûmeta Tirk fermana Heskêfê daHevdîtinên Li EnqêrêDivê karê dewletê û ol ji hev cûda beDi civîna GXDNK da bûyerek nexweþRewþa aborîya baþûr-III-Rewþa aborîya Baþûr -II-Rewþa aborîya baþûr û fîrmayên ji Tirkîyê“Þoreþa” Tirkîyê têk çû!Tirkîyê dev ji senaryoyan bernade ku rastîyê bibîneTayyîp Erdogan û Kuþtina Zarokên KurdPaþa û ÇeteTirkîyê+Hamas+Ahmedî..Ol û netewe bûnÞidet zirarê dide wêneya ola ÎslamÇareserî, muxatab û tirkîyêMijarên girîngEv, gulle bere lýngê xwe dan eXeterên peyamên Mahmûdê Ahmedînecad Desketin bi nîspetê daxwazan dibeLixwebawerî û Baþûrê KurdistanêEv barbarî yeMînakek din ji terora dewletêLi herêma me cejna rojîFormûla Ahmet Abî!Senaryoyên li ser paþaroja Iraq’êDemokrasî li heqên hev ra bi rêzgirtinê geþ dibeJiber Nedûrbînîya Hinek Kesa, Alamanya Leopard 2'ya Difroþe TirkîyêNêrînên erênî mirova dilþad dikeJoost Lagendijk bi tenê ne, pirr kes Kurda fam nakin!.Temenê “þoreþa bêdeng!” gelek kurd bûNedilxwþîya TirkaÊriþên HovÇend hevok li ser kuþtina Hîkmet FîdanLi ser rewþa sîyaseta Tirkîyê ya derveyîNêzîkbuyîna Sûrî û TirkîyêGOTÝNA KU FEDERALÎ LÝ ÞERTÊN SERDEMA ÎRO NAYÊ: DEREWEK BÝ BOÇÝK ESENARYOYÊN LI SER PÊVEJOYA ENDAMTÎYA TÝRKÎYÊ YA YE 'YÊXWARZÊYÎ KAMRAN ÎNAN Û ZAROKÊN LÝ KUÇÊ Û KOLANÊN AMEDÊTÝRKÎYÊ DEWLETEK SOSRET EDÝ BÝN “NASNAME YA TÝRKÎYE’YΔ DA PARTÎYEKÎ NUH!GENGEÞÎYÊN LI SER HÊMANA HINDIKAYÎYAREMO Û S. EDÎP BUCAKVEGUHÊRANA PARADÎGMAYÊGELO GENGEÞÎYA LÝ SER ZÎNAYÊ, PÊVEJOYEKÎ ÇÊKÝRÎ (SÛNÎ) YE?TELAFER Û TÝRKVERHUEGEN LÝ SER MÝJARÊN TALÎ DÝSEKÝNEDÝVÊ KURD JÝ JEO-POLÎTÎKA HERÊMÊ SÛD WERBÝGRÝNSAZÎYEK ÇAWA?TENGÎYÊN LÝ PÊÞÎYA TEVGERA BAKURÊ KURDÝSTANÊBÝ SÎYASETEK ZELAL, GAVEK NUH DÝVÊÇÝMA LÝ DÝJÎ QETLÎAMA SÛDAN'Ê DENG DERNAKEVE?Çima li dijî qetlîama Sûdan'ê.. |
|
|
  |
|
| Cîhana Weþanan |
|
|
|
|
 |
  |
|
| Piþtgirî |
|
|
|
|
 |
  |
|
| Têketina bê qedexe |
|
|
|
|
 |

 |