
  |
|
| Pirtûk |
|
|
|
|
 |
  |
|
| Kovar |
|
|
|
|
 |

  |
|
| Pirtûk û kovar.. |
|
|
|
|
 |

 |
Samîmîyeta 'Kampanya Perwerdeya bi Zimanê Dayikê' Li ser qedexeya Kurdî li zîndana Amed, bi helwest û berxwedana zîndanîyên PKK yê zîndana Amedê û piþtre li Geverê, bi pêþandanekê, li Bakurê Kurdistanê ji alî girseya li derdora DTP û PKK kampanya perwerdeya bi zimanê dayikê hatiye lidarxistin û li hinek deveran meþîn û pêþandan tên kirin.
Him helwesta girtîyên Kurd yên di zîndana Amedê û him jî ya gel helwestek rewa ya demokratîk û neteweyî ye. Lê helwestek derengmayî ye:
Hîna ji 1980 yan de, li zîndana Amedê Kurdî qedexe bû. Devji name û pirtûkan berdin, gava me gotinek bi tenê ji dayik yan hevjîna xwe re yên bi tirkî nizanîbûn dikir, heta ku em ji hiþê xwe biçûyana gardîyanan li me didan. Lê heta niha, ji vê derdorê, helwestek werê nehat rêdan; ger ji niha û pêde vê helwesta bi cidîyet bête berdewamkirin jî baþ e!
Îro ji alî hemû sazîyên navnetewî, perwerdeya bi zimanê dayikê, mîna mafekî bingehîn yê mirovî, civatî û demokratîk tê pejirandin.
Loma ji alî gelê Kurd daxwazek werê, daxwazek rewa û di cî de ye. Him ji bo vê daxwazê û him ji bo hemû daxwazên civata Kurd yên neteweyî û demokratîk, çalakîyên girseyî û demokratîk yên serîrakirina sivîl mafê gelê Kurd yê rewa ye û divê bête kirin.
Vê çalakîya ku ji alî rêvebirên DTP û PKK ve tê parastin, gelo ne xerîb û balkêþ e!
Heta niha vê hêzê çi dikir û ji bo çi li ziman, çand û rûmetên civata Kurd xwedî derneket û rûmetek nedan van hêjayîyên neteweya Kurd yên jîyanewî?
Heta niha `daxwazên mîna perwerdeyîya bi zimanê dayikê, daxwazên radestkar û reformîst bûn, armanc serxwebûna Kurdistanê, yekîtîya çar perçeyê Kurdistanê û avakirina dewleta Kurd bû.`
Ji bo vêya jî, `li hember dijminê ku hebûna Kurd û Kurdistanê dida mandelê, hemû rûmetên netewa Kurd qedexe dikir û dirûxand, divîyabû þerê çekderî bihata kirin û dijmin ji Kurdistanê bihata qewirandin û zorgayî peymana terkkirina Kurdistanê bikira. Yên çalakî û çareserîyek ji dervî vêya biparastaya xayin û hevkarê dijmin bû.` Ev gotinên serokê we Apo bû!
Gelo çi hat guhertin ku we dest bi van çalakîyan kir?
Baþ e, hûn vêya ji dewleta mêtinkar dixwazin, ev dewlet wê ji we re nebêje, “ev sih sal e ku hûn sîyasetê dikin û xwedî rêxistinin, hûn çima bi tirkî sîyasetê dikin; civînê we bi tirkî, belavokên we bi tirkî, kovar û rojnameyên we bi tirkî, raporên we bi tirkî, perwerdeya we ya gêrîla bi tirkî, xebata we ya Ewropa bi tirkî, heta Kurdên Baþûr, Rojhelat û Rojava ku tevlî we dibin, hûn wan wek bilbil fêrî tirkî dikin, wê gavê hûn ji me çi dixwazin?!”
Gava ku em îstatîstîkekê çêbikin ku tenê Kurdên ku PKK wan fêrî tirkî kirîye, yan bûne sebebê ku devji Kurdî beradane, em`ê li encamek sosret rast bên!
Berî salên 1980 yan, li gelek navçeyên Kurdistanê, ji sedî 90 yan %99 bi Kurdî dipeyivîn, îro ji xwe re li rewþa Kurdistanê binerin!!..
Gelo ev tenê sûcê asîmîlasyona dewleta Kemalîst e, yan parek mezin sûcê polîtîka û tevgera PKK ye!
Her Kurdekî welatperwer û xwedî ûjdan, baþ zane ku zimanê me hebûna me ye. Rengê me, dînê me û mêtinkaran wekhev e; çanda me jî ji xwe re bi rêya xayinên Kurd wergerandine û biþaftine. Cudahîya me tenê maye zimanê me. Wê jî ji holê rakin, wek civat û netewe em tune dibin!
Gelo îro li tirkî û Kurdistanê çend mîlyon Kurd hey e ku ji xwe re divê ez tirk im!?
Ez di zîndana Elbîsta de bûm. Rojekê Gardîyanekî ku bi me re dipeyîvî, got; “Dê û bavê min jî Kurd in, lê ez tirk im!” Me got; “ew çawa çêdibe!” Got; “Ew bi Kurdî dipeyivîn, lê ez jî bi tirkî dipeyivim!” Îja bihizirin ku wê zarokên wî xwe çawa bidin naskirin!
Pirsgirêka gelê Kurd pirsgirêkek neteweyî û sîyasî ye. Heta ku em wek civat, nebin serwerê welatê xwe û dewleta xwe yan dezgehên xwe yên neteweyî avanekin û di her warî de çarenivîsa xwe nexin destê xwe, em rizgar û azad nebin, em nabin xwedîyê zimanê xwe jî.
Lê divê berê em li hemberî xwe durist bin: gava ku em tekoþîna neteweyî didin, divê em ziman, çand, dîrok û hemû rûmetên xwe yên neteweyî jî biparêzin û geþbikin.
Gava rêxistin yan partîyek Kurd, biryar bigire û bêje, wê civîn, belavok, rapor û hemû karê me bi Kurdî be, em`ê di nava xwe de bi Kurdî (Kurmancî, Zazakî, Soranî) bipeyivin, kî kare bêje ne rast e, yan li hember derkeve?!
Em dinerin ku kîjan Kurd li Ewropa dijî, di þeþ meh yan salekê de zimanekî biyanî wek avê ji ber dike, çima Kurd nikarin Kurdî fêr bibin yan bipeyivin!..
Ya hûn doza neteweyî ya Kurd û Kurdistanê dikin, yan hûn nakin; divê berêberê hûn di vê daxwazê de cidî û durist bin: Loma ew endamên partî, sazî û girseya ku kampanya perwerdeyîya bi zimanê dayikê diparêzin, divê berê-berê ew bi xwe bi Kurdî bipeyivin û xwe perwerde bikin!
22.09.08
xalit@msn.com
Xidir Ûso
Print 4693 car hatiye xwandin Nivîsên din yê Xidir Ûso Konferansa Kurd û ÇarenûsîKonferansa dijbereya Sûrîye û daxwaza TirkîyeDewletbûna KurdanHelwesta olperest û sosyalîstên KurdAla KurdistanLi Kurdistanê aþitî bi serketKurdino Halepçe ji bîrnekin! Tevlîhevîyên Silêmanî û bêîstîkrarîya herêmê..Roja zimanê dayikê û rewþa Kurdî“Di xewnan de jî ez ê zimanê xwe winda nekim”Têkilîyên Tirkîye û cîhanê û doza KurdZîndana 'Ulucanlar' bû muzexaneya 'Dehþetê', lê ya AmedêKeçikên Dêrsim`ê û asîmîlasyon Evîna MêrxasekîDef yan ErbaneDef yan ErbaneGelo zebanîyên momin hene?“Di Dîroka Kurdistan de Pelek”Peymana Lozan`ê xeniqandina gelê Kurd e!Mêtinkarîya Sûrîye ji Kurdan çi dixwaze?!Sosyalîstîya Kurdan û ÇepelîCHP (Partîya Gel a Komarî)Guhertina Makezagona TirkîyeJenosîda Ermenî, Suryanî û Kurdan“Belqitî”Polîtîkayên AKP û helwesta Kurdan?8 Adarê Roja JinanLi Îranê kuþtina xortên Kurd berdewam e!Berpirsê Halepçe û “Enfal” Elî Kîmyayî hat daliqandinElewîno, Dêrsimîno, Kurdino, Onur Oymen ji we pirsekê dike..'Rêlêvekirina Demokratîk', 'Komên Aþtîyê' Çareserî...Îsmaîl Beþîkçî, Ûjdanê Tirk û Kurd e!Zîndana Amed û Paqiþkirina MejîBazirganîya Sîyasetê û Mafê Gelê KurdEncamê Hilbijartina Kurdistana FederalGirîngîya Hilbijartina Herêma Kurdistana Federal“Li Girtîgehê Zû Dibe Êvar”Îþkence Berpirsîyarê Qetlîama 44 KesanKuþtina Zarokên KurdKonferansa KurdTRT-ÞeþLi zîndanê lêgerîn û dakirina koncala destavêXofa ÎþkencêLi ser Qanûna Pirjinî û rewþa jinêDi berhimandina civata Kurd de rewþa jinê Þertên lihevkirina Erdogan û LeþkeranMamostê min CegerxwînMamostê min CegerxwînGoran, nexwest tirkî fêr bibe!Serhildan Tatoleka Ordîya TirkSerxwebûna Kurdistan!Samîmîyeta 'Kampanya Perwerdeya bi Zimanê Dayikê'Zaroka PenaberHespê TroyaJi bo Kongreya TEVKURD'ê ya Sisêya!Dewleta Fars, li ser kavilê dewleta Kurd avabûye Gardîyanê RastgoDi tevgera neteweyî de qonaxek nû: Serîrakirina NefermaLi Zîndana Amed îþkenceya du rojan“Banga çareserîya aþtîyane”Dezenformasyon û Neyartîya Cihûyan!Pirsgirêka Zar û Zaravayan li Kurdistanê û ÇareserîS. T yan R. T. Erdogan Derewan DikeR.T. Erdogan û helwesta Kurdên li SwêdêKê Tevna Ergenekon'ê li darxistLaîktîya Tirkî û Parçekirina Dînê ÎslamêTemirandina Doza Kurd!TevkurdKurdên li EwropaÛjdanî RedHukumeta Herêmê kare êriþa tirk vala derxeDewleta KûrLi zîndana Amed serlêdanDaxwaza kuþtina Birahîm Guçlu terorîzm e!Qetlîama ermenîyan kê pêk anî?! -2-Qetlîama Ermenîyan kê pêk anî?! -1-Di sala nû de terorîzmBandora psîkolojîya mêtýnkarîyêAtarîÎbretBerpirsîyarîya rewþenbîrLaleþ Qaso û rasteqînîya civatîBîra dîrokî û pirtûkKenan Evren û Zindana AmedKevnegeneralên tirk çi dibên?- 4-Kevnegeneralên tirk çi dibên?- 3-Kevnegeneralên tirk çi dibên? -2-Kevnegeneralên tirk çi dibên?-1-Daxwuyanîya Fazýl Mîranî û berjewendîyên kurdistanÎnkara kurd û kurdistan û helwesta kurdanErdogan 'tehcîr'a ermenîyan qebûl kir, gelo 'tedîp' û 'tenkîl'a Kurdan jî qebûl dike!?Vê lîstika ku tirkî ji ber lingê xwe derxist ji bo çi bû?Helwesta Rûsya li hemberî TirkîProvaya qetlîama Kurdan û helwesta hêzên Kurd |
|
|
  |
|
| Kovar |
|
|
|
|
 |
  |
|
| Cîhana Weþanan |
|
|
|
|
 |
  |
|
| Têketina bê qedexe |
|
|
|
|
 |

 |