
  |
|
| Pirtûk |
|
|
|
|
 |
  |
|
| Kovar |
|
|
|
|
 |

  |
|
| Pirtûk û kovar.. |
|
|
|
|
 |

 |
Gardîyanê Rastgo Di zîndana Amed`ê de, ji salên 1980 heta 1984`ê Divîyabû her roj mina leþkeran, me hêsîran rîha xwe kurbikira. Çimkî leþkeran her sibe, ji jêlî ve piþta destê xwe li rûyê me didan; gava ku serê rîha me bi ber destê wan keta, ji bo me egerê lêdanek xerab bû. Lê bi gelemperî, ji bo ku ava vexwarinê nedidan me, divîya bû me gwîzan zuha bi rûyê xwe xistaya, yan jî roja ku “çayê” ji me re tanîn, me bi “çayê” rûyê xwe þil dikir û rîha xwe kur dikir.
Sibehek havîna tebaxê bû, hîna ji heftan re çaryekek hebû, berpirsê xewxanê em xistin rista hejmartinê.
Pir neçû, li navkoyê dengê fîkandina gardîyan hat, hema vêre em ketin temenê û me tevan bi hevre û bi dengê herî bilind, got:
“Ferman bide serdarê min!” gava gardîyanê leþker derî vekir, bi hêrs got:
“Ma min ji we re gotibû werê deng derxin, kurên tolan! Gava hûn fermanên min pêkneynin, ez`ê wawayî serkanê we bikim! Rûnin! Rabin! Vekevin! Di bin “renze”yan (textê razanê) de wenda bibin!.. Derên û têkevin rista hejmartinê!..
“Kerno, we fêm kir; hûnê fermanên min têxin serên xwe yên hiþk!” Me jî tevan bi hev re û bi yek dengê bilindtirîn got:
“Ferman bide serdarê min!” Piþtre gardîyan ferman da:
“Bira du mirov derên, nan û taþtê bigirin!” Du hêsîrên fedakar û dil di dev de bi bez pekiyan. Ez dibêm fedekar, çimkî yê ji bo suxreyekê biçûya derve, bi piranî lêdan dixwarin.
Di wê kêlîkê de, sê-çar hêsîrên din, ji bêavî lêvên wan zuha bûbû û piþika wan weke þîþê sorkirî têdebin ji tîhna diþewitîn, dev li dilê xwe kirin derketin, tekmîl dan û gotin:
“Tikayek me ji te hey e serdarê min: ev çar meh in ku av bi canê me nebûye; lê em gazina vêya nakin; ev þeþ meh in ku me hundirê xewxana xwe ku em lê xwarinê jî dixwin, me neþuþtîye û tu dibîne ku bîhna genî ji hundir tê; sipîyan çavê me derxistin, lê em ji bo vêya jî gazinê xwe nakin; ji xwe me þuþtina cilan û ya rûyê nivînên xwe jî ji bîrkirîye, em gazina vêya jî nakin; em ji tîhna zuha bûne û mîna bizotên agir di nava sînga me de be, hinavên me ji bêavî diþewitin; ma tu nikare tenê ji bo vexwarinê hinek av bide me!?..”
Li gorî me vê helwest û daxwaza hevalên me qelsî û bêþerefîbû, çimkî me egerê nedana avê jixwe dizanîbû!..
Me got qey wê gardîyan ji wan merivan re bide çêr û dijûnan û li wan bide. Lê me nizanîbû ku bê çi his û raman hatin gardîyan, ji dêvla kû bixeyide, li dora xwe û piþt xwe nerî û dest bi gotarekê kir:
“Ma qey ez nizanim ku hûn tîh û birçî ne! Hemû karbidestên vê hefsê jî vêya zanin! Ma qey ava `dewletê` tune ye ku ez bidim we! Ev hefs tije av e! Li xwarinxana me, kanî tev vekirîne, bi þev û roj þure-þura avê ye, vala diherikin! Ma hûn nabînin ku em her roj barê kamyonan penîr, zeytûn, hêk, rûn, þêranî, þîr, mast, sebze, fêkî û gelek cûre xwarinên din bi we didin avêtin! Ma ez nabînim ku hûn ji tîhna û birçîna dihelin! Ma qey çenek mirovahî di dilê min de nemaye?! Serdarê me Esat Oktay Yildiran, çi fermanê dide me, em jî wê pêk tînin. Sibehê, nîvro û êvarî, me dicivîne û talîmatê dide me, dibêje:
`Hûn`ê bi vî þêweyî talîm bidin kirin, kîtab û merþ bidin jiberkirin yan li wan bidin!` em jî wan fermanan pêktînin! Dibêjin:
`Ewqas nan û av bidin wan!` em jî di wê pîvanê de nan û av didin we yan nadin we! Ji we re dibên:
`Ev der ne hefs e, dibistana leþkerî ye!` Ma hûn ji vêya bawer dikin? Ev derewek bi terî ye! Henekên xwe bi we dikin! Li ser we, ji me jî re dibêjin:
`Vana terorîst û cudaxwaz in, xayin û mêrkuj in, kujerên polîs û leþkeran e, dixwazin welatê me parçe bikin û pêþkêþî neyarên me bikin, maþika neyarên me yên derve ne!` Hiþê xwe bidin serê xwe; tu çara we nîn e; ya hûnê ji her fermanê re serî bitewînin, bi rewþa xwe razî bibin, yan hesabê xwe û mirinê bikin! Ku bê hesabê we yan neyê hesabê we, lê rastî ev e!”
Carna ez ji xwe re dihizirîm ku “mirov çawa dikare ewçend tîh, birçî, neþuþtî, di nav ewçend qirêj û gemar û sipîh de, ewçend lêdan serma, germa û bêhewatî de bijî!?” Ji mir werê dihat ku mirov ji miþkên ku di lexem û cihokên pîsîde dijîn jî xurttirin. Çimkî rewþa ku em têde dijîyan ewçend dijwar û xerab bû, çawa hîna em karîbûn li jîyanê bimana, hîna jî hiþê min hilnetanî!!?..
23.07.2008
Print 4752 car hatiye xwandin Nivîsên din yê Xidir Ûso Konferansa Kurd û ÇarenûsîKonferansa dijbereya Sûrîye û daxwaza TirkîyeDewletbûna KurdanHelwesta olperest û sosyalîstên KurdAla KurdistanLi Kurdistanê aþitî bi serketKurdino Halepçe ji bîrnekin! Tevlîhevîyên Silêmanî û bêîstîkrarîya herêmê..Roja zimanê dayikê û rewþa Kurdî“Di xewnan de jî ez ê zimanê xwe winda nekim”Têkilîyên Tirkîye û cîhanê û doza KurdZîndana 'Ulucanlar' bû muzexaneya 'Dehþetê', lê ya AmedêKeçikên Dêrsim`ê û asîmîlasyon Evîna MêrxasekîDef yan ErbaneDef yan ErbaneGelo zebanîyên momin hene?“Di Dîroka Kurdistan de Pelek”Peymana Lozan`ê xeniqandina gelê Kurd e!Mêtinkarîya Sûrîye ji Kurdan çi dixwaze?!Sosyalîstîya Kurdan û ÇepelîCHP (Partîya Gel a Komarî)Guhertina Makezagona TirkîyeJenosîda Ermenî, Suryanî û Kurdan“Belqitî”Polîtîkayên AKP û helwesta Kurdan?8 Adarê Roja JinanLi Îranê kuþtina xortên Kurd berdewam e!Berpirsê Halepçe û “Enfal” Elî Kîmyayî hat daliqandinElewîno, Dêrsimîno, Kurdino, Onur Oymen ji we pirsekê dike..'Rêlêvekirina Demokratîk', 'Komên Aþtîyê' Çareserî...Îsmaîl Beþîkçî, Ûjdanê Tirk û Kurd e!Zîndana Amed û Paqiþkirina MejîBazirganîya Sîyasetê û Mafê Gelê KurdEncamê Hilbijartina Kurdistana FederalGirîngîya Hilbijartina Herêma Kurdistana Federal“Li Girtîgehê Zû Dibe Êvar”Îþkence Berpirsîyarê Qetlîama 44 KesanKuþtina Zarokên KurdKonferansa KurdTRT-ÞeþLi zîndanê lêgerîn û dakirina koncala destavêXofa ÎþkencêLi ser Qanûna Pirjinî û rewþa jinêDi berhimandina civata Kurd de rewþa jinê Þertên lihevkirina Erdogan û LeþkeranMamostê min CegerxwînMamostê min CegerxwînGoran, nexwest tirkî fêr bibe!Serhildan Tatoleka Ordîya TirkSerxwebûna Kurdistan!Samîmîyeta 'Kampanya Perwerdeya bi Zimanê Dayikê'Zaroka PenaberHespê TroyaJi bo Kongreya TEVKURD'ê ya Sisêya!Dewleta Fars, li ser kavilê dewleta Kurd avabûye Gardîyanê RastgoDi tevgera neteweyî de qonaxek nû: Serîrakirina NefermaLi Zîndana Amed îþkenceya du rojan“Banga çareserîya aþtîyane”Dezenformasyon û Neyartîya Cihûyan!Pirsgirêka Zar û Zaravayan li Kurdistanê û ÇareserîS. T yan R. T. Erdogan Derewan DikeR.T. Erdogan û helwesta Kurdên li SwêdêKê Tevna Ergenekon'ê li darxistLaîktîya Tirkî û Parçekirina Dînê ÎslamêTemirandina Doza Kurd!TevkurdKurdên li EwropaÛjdanî RedHukumeta Herêmê kare êriþa tirk vala derxeDewleta KûrLi zîndana Amed serlêdanDaxwaza kuþtina Birahîm Guçlu terorîzm e!Qetlîama ermenîyan kê pêk anî?! -2-Qetlîama Ermenîyan kê pêk anî?! -1-Di sala nû de terorîzmBandora psîkolojîya mêtýnkarîyêAtarîÎbretBerpirsîyarîya rewþenbîrLaleþ Qaso û rasteqînîya civatîBîra dîrokî û pirtûkKenan Evren û Zindana AmedKevnegeneralên tirk çi dibên?- 4-Kevnegeneralên tirk çi dibên?- 3-Kevnegeneralên tirk çi dibên? -2-Kevnegeneralên tirk çi dibên?-1-Daxwuyanîya Fazýl Mîranî û berjewendîyên kurdistanÎnkara kurd û kurdistan û helwesta kurdanErdogan 'tehcîr'a ermenîyan qebûl kir, gelo 'tedîp' û 'tenkîl'a Kurdan jî qebûl dike!?Vê lîstika ku tirkî ji ber lingê xwe derxist ji bo çi bû?Helwesta Rûsya li hemberî TirkîProvaya qetlîama Kurdan û helwesta hêzên Kurd |
|
|
  |
|
| Kovar |
|
|
|
|
 |
  |
|
| Cîhana Weþanan |
|
|
|
|
 |
  |
|
| Têketina bê qedexe |
|
|
|
|
 |

 |