
  |
|
| Pirtûk |
|
|
|
|
 |
  |
|
| Kovar |
|
|
|
|
 |

  |
|
| Pirtûk û kovar.. |
|
|
|
|
 |

 |
Ergenekon, baskê Dewleta Ergenekonê ye-1 Operasyon bi sînorkirî ye
Di 12 yê Hezîrana 2007 an de li Umranîyê ya Stenbolê di malek de mîktarek mezin bombeyên destan û fitîlên bo teqandinê hatibûn dîtinê. Bi vê bûyerê ve Operasyona Ergenekonê destpêkiribû. 13 meh berê operasyonên ku destpêkiribû û di encamê de 49 kes hatibûn tewqîfkirin; îdîanameya ku ji 40 beþî û qasî 2500 rûpelî pêkhatîye, tê ragihandin ku du roj paþê, yanê roja Înê wê tewa bibe. Di nav wan girtîyên li zindanê de Kiddusi Okkir ji ber tendurustîya xwe hatibû berden û paþê di nexweþxaneyê de mir. Lewre di serî de Tuggeneralê teqawidbûyî Welî Kuçuk û Serokê Partîya Karker Dogu Perînçek ku tevayî 48 kesên girtî, yên werin dadgehkirin 85 kes in. Lê Sêþema çûyî(1.7.2008) operasyoneke nû çêbû û îcar di nav wan de du orgeneralên teqawidkirî (Þener Eruygur û Hurþît Tolon), Serokê Odeya (dezgeha-sazgeha) Bazirganî ya Ankarayê Sînan Aygun û heft kesên din, tevayî 10 kes hatin tewqîfkirin û 11 kesên din jî hatin berdan. Her weha jimareya girtîyan gîhaye 58 kesî. Tê ragihandin ku beþeke nû jibo îdîanameyê dê were amadekirin.
Li gorî ragîhandina çapemenîya Tirk, agahdarîyên polêsekî ku berê di doza Ergenekonê da hatibû binçavkirin; tekikçîyê (kujer-murdar) Ergenekonê Osman Gurbuz (binavkirin –Yeþîlê Sexte-Mahmud Yildirim) yek ji wan endamê tîma terorê ya Kevneserokwezîra Tirkîyeyê Tansu Çîller e û 200 kesî kuþtîye. Li gorî wî polêsî, Gurbuz di bûyera Gazîyê de jî tetikçîtîyê kirîye ku di sala 1995 an di encama wê bûyerê de 17 kes hatibûn kuþtin. Tilîya Gurbuz di kuþtina Doçent Necîp Hablemîtoglu û bûyera Umranîyê û êrîþa Dadgeha Bilind (Daniþtay) de jî heye. Balkêþ e ku Gurbuz heta nûha ji kuþtinê heta bazirganîya eroînê ji 14 sucan hatîye girtin û her carê jî bi alîkarîya Ergenekonê hatîye berdan. Dîsa tê ragihandin ku (li gorî arþîva Orgeneral Þ.Eruygur û H. Tolon) di bin berpirsîyarîya Gurbuz de Tîmekî ji 6 kesî (ji îtîrafçîyên PKK yî û çawîþên kevn ên pispor) dê li Taksîma Stenbolê êrîþeke bombe teqandinê pêk were û bi dehan kes werin kuþtin; li hemberî Serokdozerê Komara Yargitayê Abdurrahman Yalçinkaya suîqestek were çêkirin û hwd. Heta tê îdîakirin ku di hedefên suîqestan de navê Serokwezîr R. Tayyîp Erdoxan jî heye. Tê gotin ku jibo pêkanîna vam bûyeran Albay Atîlla Ugur (ew jî di operasyona dawîyê da hat tewqîfkirin û tê zanîn ku Ugur îfadeya Ocalan li Îmralîyê girtibû) çend car bi Gurbuz re rubiru axivîye û van têkilîyan ji alîyê emnîyetê ve hatine qeydkirin.
Balkêþ e plankirina pêkanîna alozî û krîzê jibo amadekirina Derbeya Leþkerî li Tirkîyeyê; diþibe senaryoya ku ji alîyê Enstîtuya Hudsonê ku li Emrîkayê dixebite û di civîna xwe ya 13 yê Hezîrana 2007 an de xistibû rojeva xwe. Li gorî wê senaryoyê jî dê di dawîya Hezîranê de Serokê Dadgeha Destûrê were kuþtin, li Taksîmê ji alîyê PKK yê ve bombe werin teqandinê û di encamê de 50 kes werin kuþtin û di dawîya van bûyeran de Artêþa Tirk bi 50 hezar leþker ve êrîþê Baþûrê Kurdistanê bike û hwd…
Dîsa li gorî ragihandinên ku heta nûha di çapemenîyê de derçûne, sedemê esasî ku ev operasyona dawîyê pêkhatîye ew bû ku di 7 ê Temûzê de di derbareyê suîqest û bombe teqandinan de wê tîmên kujeran têketana nav tevgeran û gav bi gav Tirkîyeyê ber bi krîzeke ve bibiraya û di 2009 an de derbeya leþkerî çêbûbûya. Wer xûya dibe ku paþayên teqawidkirî Eruygur û Tolon ( Hurþît Tolon wek mîmarê Îmralîyê jî tê naskirin û xwesteka min ew e ku eqûbeta wî li serê Ocalanê wî jî be) dest ji karên xwe yên berê yên qirêj nexwestine berdin. Ji ber ku van du paþayan di salên 2003-2004 an de ketine nav hewildanên berbinav wek Sarikiz (Keçakej), Ayiþigi (Rohnîyahîvê) û Eldîven (Lepik); lê negihane mexsedên xwe û bi ser neketine. Ji ber ku Serokerkanê wê demê Hilmî Ozkok li hemberî daxwaza wan a derbeyê derketîye.
Wer xûya dibe ku Rêveberîya Giþtî ya Artêþa Tirk jî êdî ji Eruygur, Tolon û Kuçuk aciz bûn û wan ji çav avêtin. Belam gelek tiþt û hacet li ortê ne ku êdî van çeteyan werin qurbankirin da ku artêþ û dewlet careke din xwe baþtir bikaribe birêxistin (reorganize) bike; qîmeta (prestîj) wan a þikestî li hemberî raya giþtî ji nûve were baþkirin û hwd. Ger weha nebana, poles nikaribûn van du paþayên teqawidkirî ji malên wan bibirana û bavêtana zindanê. Ji berk u Destûreke Taybet bo Artêþa Tirk heye ku tu dadgeheke sivîl nikare wan mehkeme bike. Ev esas jibo yên teqawidkirî jî weha ye. Lewre piþtî hevdîtina Erdogan-Baþbug ev operasyona dawîyê destpêkir.
Sedem û sînorên vê operasyonê çi dibin bila bibin; girtin û cezakirina van çeteyan tiþtekî baþe, divê mirov û hêzên aþtîxwaz-demokrat-pêþverû piþtgirîya vê hewildanê bikin. Lê Ergenekon ne ev tenê ye; ev þaxek ango baskek ji Dewleta Ergenekonê bi xwe ye. Heta ku ev ji kokê ve neyê paqijkirin; Tirkîye nikare ber bi demokrasîyê ve here. Di vî warî de divê hemû hêzên demokrat bikevin nav hewildanan da ku helqeyên van operasyonan fireh bibin û ji berpirsîyarên çi li ser kar in çi teqawidkirî ne hesap were pirsînê û yên sucdar cezayên xwe werbigrin. Lê ev jî ne tiþteke hêsa ye; heta ez dikarim bêjim ku îro li Tirkîyeyê pêkanûna wê mixabin ne mimkun e. Sedemên wê piralî ne, lewre ez dê wek berdewamî di nivîsa were de wê binirxînim.
Siddîq Bozarslan, 09.07.2008/SwêdPrint 5069 car hatiye xwandin Nivîsên din yê Siddîq Bozarslan Canbazîya Tirkan û Trajedîya Kurdan 4.. Ocalan:`Em ji Ankarê derketin rê û dîsa dizivirin wir!`Canbazîya Tirkan û Trajedîya Kurdan 3.. Rêxistinên Kurdan kartonî bûne!Welatê Sosretê yê Aziz Nesin: Tirkîye Rejima Surîyeyê Rêwî ye! Eqûbet li serê Îranê û Turkîyeyê be!Canbazîya Tirkan û Trajedîya Kurdan!- 2Canbazîya Tirkan û Trajedîya Kurdan!21ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Navneteweyî ye! Sala 2012`an û Hedefên Dewleta Tirk Sala 2011 û Qetlîamên Dewleta TirkKurdistan ne Tunûs e û ne jî Misir! 7Pêþnîyarên Fransayê û hewildanên Fehmîyê Bîlal Kurdistan ne Tunûs e û ne jî Misir! 6 Erdogan û Ocalan Derew (vir) Dikin! Kurdistan ne Tunûs e û ne jî Misir! 586 emîn Salvegera Þehîdbûna Þêx Seîd!Guhertinên Destûrê û Cerdewanîya (Natorvanîya) Kemalîzmê-7-Guhertinên Destûrê û Cerdewanîya (Natorvanîya) Kemalîzmê-6Guhertinên Destûrê û Cerdewanîya (Natorvanîya) Kemalîzmê-5Kurdistan ne Tunûs e û ne jî Misir! 4Kurdistan ne Tunûs e û ne jî Misir!-3Kurdistan ne Tunûs e û ne jî Misir! -2 Kurdistan ne Tunûs e û ne jî Misir! Guhertinên Destûrê û Cerdewanîya (Natorvanîya) Kemalîzmê-4Guhertinên Destûrê û Cerdewanîya (Natorvanîya) Kemalîzmê-3Guhertinên Destûrê û Cerdewanîya (Natorvanîya) Kemalîzmê-22011 Bila Bibe Sala Zimanê Kurdî Ji Gefên (tehdîdên) Ocalan û PKK-HPG Bihna Xwînê tên! Guhertinên Destûrê û Cerdewanîya (Natorvanîya) Kemalîzmê!95 Salîya Salvegera Komkujîya Fileyan (Ermenan) û KurdanProjeya Tirkbûnê Dibe Tirkîyebûn: 4Projeya Tirkbûnê - Dibe Tirkîyebûn: 3 Projeya Tirkbûnê - Dibe Tirkîyebûn: 2 Projeya Tirkbûnê - Dibe Tirkîyebûn Projeya Tirkbûnê - Dibe Tirkîyebûn Ergenekon, Baskê Dewleta Ergenekonê ye-11Ergenekon, Baskê Dewleta Ergenekonê ye-10Ergenekon, Baskê Dewleta Ergenekonê ye-9Encamên Hilbijartinê û Wêneya Kurdistanê Ergenekon, baskê dewleta ergenekonê ye-8-Pirsa Mafên Mirovî, Azadî, Demokrasî û Wekhevîyê-2Pirsa Mafên Mirovî, Azadî, Demokrasî û Wekhevîyê Îsmaîl Beþikçî namûsa rewþenbîrîyê yeA. Ocalan Xîyanetê Diparêze Partîya Banî (Çatý), Projeya Ergenekonê yeTRT 6 ya kurdî û zimanê me! Ergenekon, baskê Dewleta Ergenekonê ye-6 Pîrozbahî bo Erdogan û GonulDestûra Pirzewacîyê û Sosreta Kurdan Feylezofîya Cegerxwîn di Heval Pol Robson deA.Ocalan û D. Kalkan Dewleta Kemalîzmê (Ergenekonê) DiparêzinErgenekon, baskê Dewleta Ergenekonê ye-4Ergenekon, baskê Dewleta Ergenekonê ye-3Ergenekon, baskê dewleta Ergenekonê ye-2Ergenekon, baskê Dewleta Ergenekonê ye-119 yê Gulanê 1992: Salvegera Hilbijartinên Kurdistanê (2)Demokrasîya Milîtarîzmê: Tirkîye19 yê Gulanê 1992: Salvegera Hilbijartinên Kurdistanê (1)Pîlanên dewleta Tirk, welatperwerî û xîyanet-5Pîlanên dewleta tirk, welatperwerî û xîyanet-4...Pîlanên dewleta tirk, welatperwerî û xîyanet-3Pîlanên dewleta tirk, welatperwerî û xîyanet-2Pîlanên dewleta tirk, welatperwerî û xîyanet-IJinên kurd çima xwe dikujin?Zimanê Kurdî Di Þaredarîya Sûra Amedê de Hat CezakirinHilbijartina Tirkîyeyê û du rê jibo KurdanAlternatîfeke çawa?Dewleta tirk hov e û her xirabî jê tê!Newroz pîroz be, ne Nevruz! |
|
|
  |
|
| Kovar |
|
|
|
|
 |
  |
|
| Cîhana Weþanan |
|
|
|
|
 |
  |
|
| Têketina bê qedexe |
|
|
|
|
 |

 |