
  |
|
| Pirtûk |
|
|
|
|
 |
  |
|
| Kovar |
|
|
|
|
 |

  |
|
| Pirtûk û kovar.. |
|
|
|
|
 |

 |
Di tevgera neteweyî de qonaxek nû: Serîrakirina Neferma Di tevgera Bakurê Kurdistanê ya neteweyî de, li ser zemîna demokrasî û huqûqê navneteweyî, þêweyê tekoþîna serî li ber dewleta mêtinkar rakirina neferma (bêîteatîya sivîl) û xebata aþkere destpêkirîye.
Di serî de rêvebir û endamên TEVKURD`ê, hinek grûbên sîyasî, berpirsên hinek komel û kovaran, rewþenbîr, sîyasetvan û huqûqnasên Kurd, li bakurê Kurdistanê serê vê tevgerê dikiþînin.
Çalakvanên vê tevgerê, wek gelek caran ew jî bi lêv dikin, hêz û meþrûîyeta vê helwesta xwe, ne ji qanûnîyet û resmîyeta mêtinkaran, lê ji rastî û mafedarîya gelê Kurd, ji normên huqûqa gerdûnî werdigirin.
Werê xwanêye ku vî þêweyê tekoþîna rizgarîya neteweyîya gelê Kurd, bi çalakîyên cudareng, yên mîna parastina sîyasî, riswakirina mahkemeyên tirkan û mahkumkirina dewleta tirk ya mêtinkar, bi panel û konferansên salon û kuçan, bi bîranîna çand, dîrok, serhildan û þehîdên doza rizgarîya gelê Kurd, bi meþîn û pêþandanan þermezarkirina êrîþ û polîtîkayên dewleta Kemalîstên faþîst yên nehuqûqî, nedemokratîk, asîmîlasyonîst (biþaftker) û nîjadperest, bi parastina yekîtîya tevgera Kurd û bi rêxistinkirina gelê Kurd, di nava demê de wê berfereh bibe û pêþde bikeve; loma wê polîtîka û helwesta mêtinkaran ya ku li ser gef, þîdet û kuþtinê ava bûye, hem li welat û hem jî li cîhanê têxe nava zor û xetimandinekê.
Helbetê, li hember vê dewleta mêtinkar, êrîþkar û terorîst her þêwe rêxistinbûn û her þêweyê tekoþînê meþrû ye û mafê gelê Kurd e; lê bi þertê ku li gor berjewendîyê neteweya Kurd be û fêdê li mêtinkaran neke.
Helbet, divê tekoþîna vî hêzî di salon û bajarekî û duda de hefs nebe: divê xwe bigehînin her bajar, qeza, gund û her mala kurd û her Kurdekî. Heta ji bo kesên nexwende, divê mîna Meksîka rojname û mesajên dîwaran û yên bi wêneyan bên xêzkirin, mîna tevgera Gandhî, divê di warê hêzên parastinê, rêveçûna sîyasî, huqûqî û aborî dewlet bête riswakirin, xetimandin û bêkêrkirin. Divê di her qada jîyanê de sazî û dezgehên gel bêne avakirin.
Neft, komir û elektirîk û gelek pêdivîyên jîyanewî li Kurdistanê dertên û pê Enedol xwedî dibe, lê ji bo gelê Kurd gelek buha ye û civata Kurd bi giranî jê mahrûm û bêpar e. Kurdistan embara zad, nok, nîsk û mêwe ye: lê gelê Kurd birçî ye. Tevgera Kurd, divê rêyên ku dewlet nikaribe aborîya Kurdistanê bi hêsanî talan bike, bibîne.
Divê dibistan/unîversîte, nexweþxane, mahkeme û hêzên sivîl yên parastina civata Kurd, yên dervî sazîyên mêtinkaran, bên avakirin.
Mêtinkarîya tirk, tu carî nexwestîye û destûr nedaye ku tevgera gelê Kurd ya neteweyî, li ser zemînek sîyasî, huqûqî, demokratîk û aþtîyane xwe bi rêxistin bike, doza mafê xwe bike û tekoþîna xwe bimeþîne.
Lewma di dema avabûna Komara tirk de, li hemberî doz û tekoþîna gelê Kurd ya mafedar ku di çerçoveyek sîyasî û aþtîyane de dimeþîya, dewleta kemalîst ya mêtinkar û nîjadperest, bi peymanên navdewletî, tevgera Kurd berê ji cîhanê îzole kir û piþtre bi komplo, xapandin û êrîþan provoke kir, çi rêvebir û rewþenbîr û potansîyela berxwedanê ya gelê Kurd hebû, tev ya kirin zîndanan û nefîkirin û yan jî bi dardakirin.
Van êrîþ û komkujîyên hovane û bêperwa, weke ku wê demê tevgera Kurd bêrêvebir û rewþenbîr hîþt, hêvîya civata Kurd ya bi rêyên sîyasî, demokratîk û aþtîyane doza xwe bimeþîne jî tune kir.
Loma tevgera Kurd, ji bo gehîþtina armancên xwe, rêxistinîya îlegal û tekoþîna çekdarî bingeh girt. Lê di vê qadê de jî, kengî tevgera Kurd hinekî bi hêz bû, metinkarên Kemalîst, bi rêya derbeyên leþkerî, ajan û rêxistin/partîyên ajan, tevgera Kurd terorîze kirin, eciqandin û ji hev belavkirin.
Mêtinkarîya kemalîst, ji bo ku tevgera Kurd, wek tevgerek eþqîya, terorîst û maþika hinekan rêbide, her rêya xerab ya komplo, teror û hovane ji xwe re rewa dîtîye.
Di vê cîhana ku înternet û pergalên medîa ketîye her malê, divê çeka dewleta terorîst ya “îlegalbûnê” û “terorîstîyê” jî ji dest bête girtin. Divê em wê mecbûrî tevgera demokratîk û legalîteya navneteweyî bikin. Ya na divê em wê zorga bikin ku rûyê xwe yê antîdemokratîk, bêhuqûq û terorîst rê cîhanê tevî bide.
Îro bi qasî ku nikarin biqedînin, di civata Kurd de pispor, huqûqnas û rewþenbîr hene. Vana tev bi berpirsîyarî li mafê xwe û gelê xwe xwedî derkevin, êdî mîna berê, nikarin li pêþ çavê raya cîhanê, hemû Kurdan bi eþkîyatî û terorîstî sûcdar bikin û bikujin.
Ji bo ku em vê tevgerê xurt bikin û berbi rizgarîya neteweya Kurd gav bavêjin, ew kes û rêxistinên ku dixwazin bi vî þêweyî bitêkoþin, divê di nava hevkarî û yekîtîyê de tev bigerin. 02.07.08
Xidir ÛSO
02.07.2008
Print 5126 car hatiye xwandin Nivîsên din yê Xidir Ûso Konferansa Kurd û ÇarenûsîKonferansa dijbereya Sûrîye û daxwaza TirkîyeDewletbûna KurdanHelwesta olperest û sosyalîstên KurdAla KurdistanLi Kurdistanê aþitî bi serketKurdino Halepçe ji bîrnekin! Tevlîhevîyên Silêmanî û bêîstîkrarîya herêmê..Roja zimanê dayikê û rewþa Kurdî“Di xewnan de jî ez ê zimanê xwe winda nekim”Têkilîyên Tirkîye û cîhanê û doza KurdZîndana 'Ulucanlar' bû muzexaneya 'Dehþetê', lê ya AmedêKeçikên Dêrsim`ê û asîmîlasyon Evîna MêrxasekîDef yan ErbaneDef yan ErbaneGelo zebanîyên momin hene?“Di Dîroka Kurdistan de Pelek”Peymana Lozan`ê xeniqandina gelê Kurd e!Mêtinkarîya Sûrîye ji Kurdan çi dixwaze?!Sosyalîstîya Kurdan û ÇepelîCHP (Partîya Gel a Komarî)Guhertina Makezagona TirkîyeJenosîda Ermenî, Suryanî û Kurdan“Belqitî”Polîtîkayên AKP û helwesta Kurdan?8 Adarê Roja JinanLi Îranê kuþtina xortên Kurd berdewam e!Berpirsê Halepçe û “Enfal” Elî Kîmyayî hat daliqandinElewîno, Dêrsimîno, Kurdino, Onur Oymen ji we pirsekê dike..'Rêlêvekirina Demokratîk', 'Komên Aþtîyê' Çareserî...Îsmaîl Beþîkçî, Ûjdanê Tirk û Kurd e!Zîndana Amed û Paqiþkirina MejîBazirganîya Sîyasetê û Mafê Gelê KurdEncamê Hilbijartina Kurdistana FederalGirîngîya Hilbijartina Herêma Kurdistana Federal“Li Girtîgehê Zû Dibe Êvar”Îþkence Berpirsîyarê Qetlîama 44 KesanKuþtina Zarokên KurdKonferansa KurdTRT-ÞeþLi zîndanê lêgerîn û dakirina koncala destavêXofa ÎþkencêLi ser Qanûna Pirjinî û rewþa jinêDi berhimandina civata Kurd de rewþa jinê Þertên lihevkirina Erdogan û LeþkeranMamostê min CegerxwînMamostê min CegerxwînGoran, nexwest tirkî fêr bibe!Serhildan Tatoleka Ordîya TirkSerxwebûna Kurdistan!Samîmîyeta 'Kampanya Perwerdeya bi Zimanê Dayikê'Zaroka PenaberHespê TroyaJi bo Kongreya TEVKURD'ê ya Sisêya!Dewleta Fars, li ser kavilê dewleta Kurd avabûye Gardîyanê RastgoDi tevgera neteweyî de qonaxek nû: Serîrakirina NefermaLi Zîndana Amed îþkenceya du rojan“Banga çareserîya aþtîyane”Dezenformasyon û Neyartîya Cihûyan!Pirsgirêka Zar û Zaravayan li Kurdistanê û ÇareserîS. T yan R. T. Erdogan Derewan DikeR.T. Erdogan û helwesta Kurdên li SwêdêKê Tevna Ergenekon'ê li darxistLaîktîya Tirkî û Parçekirina Dînê ÎslamêTemirandina Doza Kurd!TevkurdKurdên li EwropaÛjdanî RedHukumeta Herêmê kare êriþa tirk vala derxeDewleta KûrLi zîndana Amed serlêdanDaxwaza kuþtina Birahîm Guçlu terorîzm e!Qetlîama ermenîyan kê pêk anî?! -2-Qetlîama Ermenîyan kê pêk anî?! -1-Di sala nû de terorîzmBandora psîkolojîya mêtýnkarîyêAtarîÎbretBerpirsîyarîya rewþenbîrLaleþ Qaso û rasteqînîya civatîBîra dîrokî û pirtûkKenan Evren û Zindana AmedKevnegeneralên tirk çi dibên?- 4-Kevnegeneralên tirk çi dibên?- 3-Kevnegeneralên tirk çi dibên? -2-Kevnegeneralên tirk çi dibên?-1-Daxwuyanîya Fazýl Mîranî û berjewendîyên kurdistanÎnkara kurd û kurdistan û helwesta kurdanErdogan 'tehcîr'a ermenîyan qebûl kir, gelo 'tedîp' û 'tenkîl'a Kurdan jî qebûl dike!?Vê lîstika ku tirkî ji ber lingê xwe derxist ji bo çi bû?Helwesta Rûsya li hemberî TirkîProvaya qetlîama Kurdan û helwesta hêzên Kurd |
|
|
  |
|
| Kovar |
|
|
|
|
 |
  |
|
| Cîhana Weþanan |
|
|
|
|
 |
  |
|
| Têketina bê qedexe |
|
|
|
|
 |

 |