
  |
|
| Pirtûk |
|
|
|
|
 |
  |
|
| Kovar |
|
|
|
|
 |

  |
|
| Pirtûk û kovar.. |
|
|
|
|
 |

 |
Pîlanên dewleta tirk, welatperwerî û xîyanet-4... Hovîtîya Dewleta Tirk û Pîrozbahîyên Newrozê
Wek her sal îsal jî li seranserê welat û li dervî welat Cejna Neteweyî Newroz, ji alîyê gelê Kurdistanê ve bi rengên cûda û bi awayên girseyî hat pîrozkirin. Lê ji dervî Kurdistana Azad, di perçeyên din ên Kurdistanê de careke din dagirkerên Kurdistanê qerekterên xwe yên hovîtîyê nîþan dan û xwîn rijandin. Li Qamîþloyê çar Kurd hatin kuþtin û gelek birîndar jî çêbûn. Rojtira din, bi dehhezaran kes di bin Ala Kurdistanê de þehîdên xwe defin kirin û protestoyên xwe li hemberî zilma Hukmê Baasîyan nîþan dan. Li Wanê, Gewerê, Colemêrgê û Sêrtê jî Dewleta Tirk a hov, tede û zilma xwe ya dijwar nîþan da; gelê me yê ku li kolanan Newrozê pîroz dikir, ji alîyê hêzên dagirker ve hat gulebarankirin. Di van encaman de jî bi dehan kes birîndar bûn, sê kes jî þehîd bûn; bi sedan kes hatine binçavkirin û hin ji wan tewqîf bûne.
Rengê pîrozkirina Newroza li Bakûrê Kurdistanê, ji salên buhurî hinek guhertîtir bû. Parlamenter û rêvebirên DTP yê îsal, di meydanên pîrozkirina Newrozê de bi Kurdî peyîvîn, cilên Kurdî li xwe kirin û bi hin kêmasîyan be jî Kurdewarî Cejna xwe ya Neteweyî Newrozê pîroz kirin. Bê guman ji alîyê DTP yê ve ev tiþtek baþ bû; lê ne bi tevayî ku bikaribe li ser xeteke Kurdperwerîyê bimeþe. Beþdarbûna girseya gel jî ji salên çûyî zêdetir bû ku gelek sedemên cuda li ser wê tesîr kiribû. Berî her tiþtî, di operasyona Baþûrê Kurdistanê de yên hewayî û bejayî, Dewleta Tirk negihabû daxwazên xwe yên gemarî. Di vê encamê de bi awayekî giþtî, raya Kurd a neteweyî moral sitandibû ku ev di nav Kurdan de careke din bûbû sedemê geþbûna pêlên neteweyî. Van encaman û encamên navnetewî bi giþtî bûbûn sedem ku gelê me ji salên berê zêdetir li Newroza xwe xwedî derkeve û mesajên xwe yên netewî û demokratîk pêþberê dewleta kolonyalîst bike.
Lê her wek di Newrozên berê de jî û bi awayeke giþtî di têkoþîna gelê Kurd de gelek caran hatîye dîtinê; gelê Kurd û wek partîyên DT û yên din þîarên esasî wek ”Bijî Kurdistan!”, ”Bimre Koletî!” û þîarên din ên netewî ji xwe re nekirine hedef; berewajê wê wan Partîyeke Tirkîyeyê ku hedefên Tirkîyeyê didin pêþîya xwe, kirine esas ku ev þaþîyeke mezin e. Bi taybetî DTP divê êdî rastîyek bibîne ku ew her behsa Tirkîyeyê, ”Mîsak-î Milî”, ”Biratîya gelên Tirk û Kurd”, ”Kurd û Tirk hezar sal e ku bi hev re wek bira dijîn(!)” û þîarên din dikin; kîtleya wan bi xwe, ji wan dûr dikevin. Ji ber ku van daxwazan û þîarên Tirkayetîyê ku di encamê de diçin ser xeta Kemalîzmê, ji gelê me re ji bilî koletîyê, qirkirinan û hovîtîyê tiþtek nayne û heta nuha jî neanîye. Waye pirazeya (pratîka) Dewleta Tirk a Kolonyalîst a 88 salî li ortê ye û pêwist nîneye ku mirov behsa wê bike.
Li vir ez dê tenê numûneyek ji hewildanên þaredarîyên Kurdistanê bînim ber çav û kêmasî û þaþîyên þaredarên me bînim bîra wan. Dema Þaredarê Sûra Amedê Birêz Kek Ebdilah Demirbaþ ket nav hewildaneke welatperwerîyê; pirr mixabin þaredarên me yên din wî hembêz nekirin. Lewre sîstema Kemalîst wî û meclisa wî ji kar avêtin. Heger hemû þaredarên Kurd (ku jimareya wan ez ne þaþ bim 52 ne) bi yek dengî hewildana Kek Demirbaþ dubare bikirana; Sîstema Kemalîstên Dagirker dê newiribaya wî û meclisa wî ceza bikira û ji kar bigirtana. Lê piraze li ortê ye. Di demên cuda de yek û yek hin þaredarên me çend gotin Kurdî dipeyîvin ango mesajek dinivsînin; dibin babetên dadgehkirin û cezakirinê. Ji ber ku ewana digel hev û bi yek dengî neketin nav hewildaneke weha demokratîk, neteweyî û miþterek; him hevalên xwe ji ber tîr û kevanên Kemalîstên hov neparastin, him jî nikaribûn qanûnên cezakirina zimanê Kurdî biçirînin û þanê sîstema Kemalîst û dinyayê bidin, da ku ev polîtîka înkar û kedexekirinê êdî nikare di nav Kurdan de bimeþe û Gelê Kurd jî wê nas nake. Lê sed mixabin ev pêk nehat.
,Sîstema Kemalîzmê ye ku ev li Elmanyayê jî rê nîþanê Hîtler daye- heta roja îro xwe domandîye. Ev sîstem ku di Newroza îsal de li Gewerê milê Cuneytê 14 salî diþikîne û dide ber cop û qirbaçan; li Wanê vê hovîtîyê li ser laþên dayîkên me bi kar tîne ku hemû li erdê di bin pîyan de bûn. Ev sîstema har û xwînmij a herî xirab li rûyê cîhanê ya vê sedsalê ye ku di Dadgeha Îstîqlala Dîyarbekrê (Dadgeha ku Þêx Seîd û hevalên wî êdam kirine) de xortekî 20 salî diþînin ber dara sêpikê ji ber ku ew Tirkî nizanibûye û bûye sedemê sûceke giran: ”Kesê ku zimanê me fêhm neke, xêra wî ji me re tuneye û lewre dadgehê cezayê êdamê di cîh de dîtîye!..” Kirinên hovane yên vê sîstemê ku li Licê, Dersimê, Gêlîyê Zîlanê û gelek derên din xwe þanê gelê me dane bi hezar caran tekrar bûne ku qoçaneke gelek giran ji gelê Kurd re hatîye derxistin.
Bêguman di van qewimandinan de metodên hovîtîyê ku ji alîyê dagirkerîya Tirk ve hatine bikaranîn; metodên fizîkî yên þidetê ne li hemberî gelê me. Wek lêdan, kuþtin, þikence, þewitandin û hwd.. Lê bingeha qetlîama spî li hemberî gelê me û gelên din ên dervayî Tirkan, di Meclisa Tirkîyeyê (TBMM) de hatîye avêtin. Ev felsefeya yek ziman, yek milet, yek dewlet, yek al, yek din û yek mezhebî ye. Li gorî vê felsefeyê yên ji bilî Tirk hatine înkarkirin, qedexekirin û helandin (asimîlekirin). Þertê qebûlkirina Mebûsîyê (Parlamanîyê) di Meclisa Tirk de, sondxwarina Madeya Destûrê (made 81) ya faþîstî û hovîtîyê ye ku her kesên ku rayên gel sitandine û hatine hilbijartinê; di vekirina meclisê de eslê xwe înkar dikin û bi namûs û þerefa xwe sond dixwin ku ew Tirk in û girêdayê prensîbên Ataturk in û dê yekîtîya milet, dewlet û sînorên Mîsakî-Milî ya Tirk biparêzin. Bi ya min li seranserê cîhanê ji polîtîkayeke weha xirabtir qet tune ye ku þexsîyet, namûs û hebûna mirov a neteweyî ji dest bistîne û yên din bike wek xwe. Vê polîtîkaya bêþexsîyetîyê, hin ji biçûkîyê de bi me dane hînkirinê. Yên di mektebên (dibistan) Tirk de xwendine, pê dizanin. Her roj serê sibehan dema þagirt dikevin sinifan, hemû bi carek li ser pîyan û di hezirolê de (pate disekinin wek leþgeran) û bi yek dengî Merþa (sirûda) Sondxwarina Tirkbûyînê dibêjin. Mamosteyên dibistanan zorê didin þagirtan da ku hemû wê jiber bikin (Min ji ber wê sondê û Kurdî axaftinê gelek caran lêdan xwarîye) Ev merþa ku her roj bi þagirtan didin gotinê, bi; ”Ez Tirk im, di rîya rast de me, zîrek im,…” destpêdike û bi siloganên ”Hebûna min, bila ji hebûna Tirk re bibe dîyarî (qurban-gorî)”, ”Çi bextewarî ji wan re ku ji xwe re dibêjin em Tirk in” tewa dibe. Wek di vê sondê de jî tê dîtinê, hin siloganên wan ên din wek; ”Tirkek bedêla cîhanê ye!”, ”Tirk miletek leþger e… ”Ev welat/milet nayê parvekirin..” û hwd.
Bi vê sîstema faþîstî û hovîtîyê ya perwerdekirinê ve pêþî mejî û hestên me, hiþ û aqilên me hatine hepiskirin. Ji bo me Kurdan encama herî xirab jî ev bi xwe ye. Ger em destên xwe bidin ser ucdanên xwe û bixwazin rastîyê bibînin; divê em qebûl bikin ku Tirkên hov (berî wan jî Osmanî) di vê polîtîka kedîkirin û hovîtîyê de heta redeyek bi ser jî ketine û têra xwe Kurdên Kemalîst jî çêbûne. Lewre ji destpêka 1900 î vir ve gelek partî, rêxistin û komeleyên Kurdan navendên xwe li Stenbolê ango Ankarayê danîne. Nîvê laþên piranîya sîyasetmedarên me li Kurdistanê û nîvê din jî di nav sînorên dagirkerên Osmanî û Tirk de bûne û tu carî nikaribûne (nîyeta wan yek û yek çi dibe bila bibe) dîwarên hesinî ku li ser bedenên wan ji alîyê dagirkerên Kurdistanê ve hatîye çîkirinê, biþêkinin û ewil wek hest û fikir xwe rizgar bikin da ku bikaribin sînorên hesînî di navbeyna xwe û dijmin de deynin.
Ez dema encamên vê polîtîka hovîtîyê û kedîkirinê ku di nav gelê Kurd de xwe þanê me dide, tînim ber çavên xwe; ez pir xemgîn dibim, dikevim nav fikaran, dikevim nav derd û keseran û li halê me Kurdan digirîm. Bi rastî mirov hewqas dikare ji dijminê xwe hesbike, hewqas dikare bêþexsîyet bibe û hewqas dikare ji rastîyan dûr bikeve û him li hemberî gelê xwe û him jî li hemberî dagîrkeran û raya cîhanê durû bibe!..
Dîsa gelek balkêþ e, Serokerkan Y. Buyukanit Muxtiraya ku bi rîya e-mailê, di 27 ê Nîsana 2007 an de dabû, binê van gotinên xwe çixêz kiribû: ”Bi kurtahî yên ku li hemberî dîtina ”çi bextewarî ji wan re ku ji xwe re dibêjin em Tirk in!” ya Serokê Payebilind Ataturk ku avakirê komara me ye, derkevin; ew hemû dijminên komara me ne û dê weha bimînin.!”
Ji ferman û gotinên Paþayê Buyukanit zêde balkêþtir jî mesaja Ocalan bû ku ji Îmralîyê bo hevalên xwe þandibû. Wer xûya dibû ku Ocalan hewcedarîyê dubarekirina dirustbûna xwe nîþanê Paþayê Xwe Buyukanit bide; ew jî ji Îmralîyê, ”Bila heval slogana Ataturk ya ku dibêje ”Çi bextewarî ji wan re ku ji xwe re dibêjin em Tirk in!” biparêzin…” û wek her carî dîsa ji hezar kanîyan avê tîne, da ku ev slogan çima rast e û Kurd jî divê wê biparêzin. Lê mixabin, mirûdên ku bi serê wî sond dixwarin û digotin bijî û paþê dest bi karên xwe dikirin, tu hes derneket; te digot qey hemû bi carek ker, kor û lal bûne..
Bi çend pirsan ez dixwazin vê mijarê tewa bikim.
Çend pirs jibo Serokê Grûba DTP ya meclisê Ahmed Turk
Birêz Kek Ahmed Tirk, wek em pê dizanin cenabê we Serokê Grûba DT P li meclisê ye. Hûn wek grûb dikarin hin tiþtan li meclisê bikin û wan pêþberî raya giþtî ya Kurd û Tirk bikin. Di vî warî de çend pirsên min hene û divê bê zanîn ku di þexsîyeta cenabê we de van pirsan ji bo hemû endamên grûba we, ji bo þaredarên Kurd û rêvebirên partîya we ne jî. Bi kurtahî pirsên min li jêr in:
Pirs Yek: Li gorî nûçeyeka Malpera Starê (25.03.2008) ku wan jî ji Rojnameya Sabahê girtine, pirseke sawcî ji bo Dogu Perînçek, zêdetir me Kurdan eleqeder dike û gelek balkêþ e. Li gorî pirsê; ”Di derbarê 24 hezar çekên Hêzên Artêþa Tirk (TSK) ku ji bo PKK hatîye þandin têkilîya D. Perînçek çîye?” Perînçek di bersîva xwe de wê îdîayê red dike û dibêje ku ew li hemberî terorê û welat perçekiroxan têkoþîn daye. Bersiva Perînçek heta vê derê tiþtek normal e. Lê tiþteke balkêþ e ku Perînçek bi bersîveke din vê rewþê zelal dike. Li gorî Perînçek van çekan dikin 240 ton û dikarin encax bi 12 qemyonan rêkirina wan (transport) mimkun bibe.
Kek Ahmed, di bersiva Perînçek de li xwe mikurîyek heye ku vê pirsa sawcî sererast dike. Ji ber ku kesê pê nizanibe nikare tonaja van çekan bide; belam di pirsê de cinsê wan çekan çi nin û çend heb in, nayê xûyakirin. Ev ji bo hemû Kurdan xaleke girîng e ku divê were zelalkirin. Divê hûn jî teqdîr bikin ku mafê Kurdan heye ku ji we bipirsin da hûn jî îmkanên xwe yê meclisê bi kar bînin û vê pirsê bidin zelalkirinê.
Pirs Du: Di pêvajoya 28 ê Sibata 1997 an de Bulent Orakoglu ku Kevnesrokê Daîreya Îstîxbaratê ya Midurîyeta Emnîyetê bû; wî gotibû ku ”PKK û çeteya Ergenekonê ji merkezekê tên îdarekirin.” Hanefî Avcî jî ku cîgirê Orakoglu bû, tiþtên di derdora vê çerçeweyê de avêtibû ortê. Li gorî wan du berpirsên emnîyetê ”PKK û Ergenekonê li Brûkselê civîn çêkirine” û gelek belgeyên van têkilîyan di arþîva dewletê de hene.
Kek Ahmed, van du kesan tenê îdîayên pir girîng di TV an de pêþkêþî raya giþtî nekirin; her weha wan îxbara xwe jî ji dadgehan re kirin da ku çima lêkolîn li ser vê pirsê nayê kirin. Gelo cenabê we û grûba we ya li meclisê, dê bikaribe qasî wan du berpirsên dewletê mêrxasîyek nîþan bide û di meclisê de vê pirsê bikole û tiþtên veþartî derxe ronahîyê?
Kek Ahmed, ev du pirsên jorîn wek cenabê we jî dibîne, bi hev du ve girêdayî ne û ji nêzîk ve pêwendîya wan bi Operasyona Ergenekonê ve hene ku niha di rojeva Tirkîyeyê de ye. Lewre hûn îro li hemberî vatinî û berpirsîyarîyekî dîrokî ne. Divê cenabê we û hevalên we yên grûbê ji bîr nekin ku li welatek heta mirovên bixîret (binamûs) qasî mirovên bêxîret (bênamûs) bi cesaret nebin û neçin ser bûyeran û bêxîretan; tarîtî dernakeve ronahîyê. Qet nebe gerek hûn bikaribin cesareta B. Orakoglu, H. Avci, Ferhat Sarikaya (Sawcîyê Wanê ku îdîanama Þemdînanê amade kir û ji kar hat avêtinê, bi awayeke din bû qurbana Ergenekonê/an Jîtemê) û Sabrî Uzun nîþan bidin ku ew jî Kevneserokê Daîreya Îstîxbaratê ya Midurîyeta Giþtî ya Emnîyetê bû û di Komîsyona Meclisê ya Lêkolînê (TBMM) de (2 Sibat 2006) ku derbareyên teqandinên Þemdînan, Gewer û Colemêrgê de dîtinên xwe gotibû û îdîa kiribû ku di hin teqandinan de tilîya hêzekê heye ku di nav dewletê de ye û li ser pirsa ”ger berî agahdarî bihata sitandinê, dê nikaribûya pêþî lê bihata girtinê?” bersîveke pir kurt û balkêþ dabû: ”Ger diz di nav malê de be, kilît (mift) kêrî tiþtek nayê…”
Ji bo carek din were bîra me, divê ez nuxteyek dî jî di derheqê S. Uzun de bidim xûyakirinê. Di 3 Sibata 2004 an de Berpirsîyarekî Bilind yê CIA yê li Ankarê bala emnîyetê dikêþîne ser suîqestek li hemberî Serokerkanê Tirk Hilmî Ozkok. Li ser vê îstîxbaratê Sabrî Uzun bi Qumandarê Garnîzona Merkezê ya Ankarayê Tumgeneral Fehmî Buyukbayram re datîne. Buyukbayram jî îstîqameta rîya Hilmî Ozkok diguherîne û ewlehîyeke mezin distîne û bi vî awayî Ozkok ji kuþtinê xilas dibe. Ji ber van kirinên xwe Sabrî Uzun jî bû hedefa Dewleta Kûr ango Ergenekonê û ji kar hat avêtinê.
Pirs Sê: Kek Ahmed, Qasî ku em li derve xebatên partîya we diþopînin, çendek berê di meclisê de Aysel Tugluk (Xwedêgiravî mebûsa Amedê(!) ye, an nûnera Ergenekonê ya di partîya we de ye, divê hûn li ser rawestin)) di axaftineka xwe de balkêþîya Meclisa Tirk (TBMM) dikêþand ser pêþveçûnên Kurdistna Federe ya Îraqê û wê xeterek jibo Tirkîye dîtibû. Bi tabîreke din Kurdên Baþûrê Kurdistanê îxbar dikir. Em Aysel Xanimê ji hin nivîsên wê ku di Radîkalê de derçûn jî dinasin ku dixwaze xizmeta xwe ji dewleta Kemalîst re bike. Lê mixabin, ev pirs ne tenê ya wê ye. Li Amedê û li hin derên din jî hewildanên wek meþ, xwepêþandan û protestoyên cuda ji alîyê partîya we ve di wextên cuda de hat li darxistin. Di wan hewildanan de jî me temaþe kir ku di bin rêberîya partîya we de (li Amedê) sûretên Mam Celal Talabanî (Serokdewleta Ûraqê), Geroge Bushs (Serokdewleta Emrîka) hate þewitandinê. Li vir cîyê pirsê ye. Gelo dost û dijminên we kî ne? Partîye we Îraqê, Baþûrê Kurdistanê, Emrîka, Brîtanya Mezin, Îsraaîl û hevalbendên wan, Hukûmata Erdogan, wek hedefên li hemberî Kurd nûþan didin. Baþe, îcar wek dostên gelê Kurd kê dmûnin. Ger em ji þivanek ango gavanekî li serê çîyayên Kurdistanê jî bipirsin, dê bikaribe bersiv bide ku dostên partîya we tenê Ordîya Tirk û dewleta kûr ango Ergenekon/Jitem/kontrgerila û þaxên wan dimînin ku ev sîstem dixwaze partîya we bigre. Pirr mixabin mirov nikare tiþtek din zêde bibêje. Ma heta kengê dê hûn li ser bêyomîyeke weha bimeþin?Vê bêtalihîyê divê hûn li pêþberî gelê Kurd vekirî dîyar bikin.
Pirs Çar: Kek Ahmed, ji nûçeyên zindî yên Roj TV yê ez pê hesîyam ku di Newroza
Amedê de di 21 ê Adarê 2008 de hevalên we mesaja Ocalan bi dengê wî (zindî) pêþkêþî beþdarvanan kirine û gotine ku mesaj ji Îmralîyê ye. Lê Erdal Þafak di nivîsa xwe ya 25.03.2008 an di Rojnameya Sabahê de vê agahdarîya we rûreþ dike (derew derdixe) û dibêje zîyareta Ocalan di 19 yê Adarê de çênebûye. Ji ber ku çarþem roja zîyaretê ye û 21 ê Adarê jî roja Înê ye. Ev çawa dibe ku DTP yî zîyareteke weha xeyalî çêdikin. Li vir tenê îhtîmalek dimîne ku Ocalan bi rîya telefona destan ji we re mesaj þandîye. Ger we vê rastîyê ji gel re bigutana, wê çêtir û dirustir nebûyana? Wekî dî di zîyareta 5 ê Îlona 2007 an de Ocalan gotibû ku li nik wî tenê radyoyek heye ku ew dikare tenê pêlê TRT FM guhdarî bike. Lê ji mesaja wî ya 21 ê Adarê fêhm dibe ku haya wî ji her tiþtî heye. Balkêþtir jî ev e ku di sibeha 21 ê Adarê de D. Perînçek, Î. Selçûk û K. Alemdaroglu girtine emnîyetê; hê xebera raya giþtî ya Tirkyeyê jê tune ye lê Ocalan behsa vê bûyerê jî dike. Dîsa balkêþ e ku Ocalan ”çepîtîya wan a 60 salî(!)” û ”girtina xwe ya Îmralîyê(!)” miqayese dike û bi awayeke sergirtî ji wan re dibêje nepeyvin. Bi ya min Ocalan bi vê mesajê tiþtek baþ kirîye û careke din þirîgatîya xwe û Perînçek jî nîþanê me dide. Lê ev ne jibo mirûdan e, belam mirûd di her tiþtî de kerametek dibînin. Piþtî hewqas teþxeleyan êdî mirov dikeve þupheyê da ku Ocalan bi rastî hemû wextên xwe li Îmralîyê ango li dereke din derbas dike? Ev jî xwedê dizane. Axir van hemû pirsan yên we ne. Qet nebe li hemberî xelqê xwe piçek dilsoz bin û rastîyan ji gel veneþêrin!..
Siddîq Bozarslan
10.04.2008-Swêd
Print 4675 car hatiye xwandin Nivîsên din yê Siddîq Bozarslan Canbazîya Tirkan û Trajedîya Kurdan 4.. Ocalan:`Em ji Ankarê derketin rê û dîsa dizivirin wir!`Canbazîya Tirkan û Trajedîya Kurdan 3.. Rêxistinên Kurdan kartonî bûne!Welatê Sosretê yê Aziz Nesin: Tirkîye Rejima Surîyeyê Rêwî ye! Eqûbet li serê Îranê û Turkîyeyê be!Canbazîya Tirkan û Trajedîya Kurdan!- 2Canbazîya Tirkan û Trajedîya Kurdan!21ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Navneteweyî ye! Sala 2012`an û Hedefên Dewleta Tirk Sala 2011 û Qetlîamên Dewleta TirkKurdistan ne Tunûs e û ne jî Misir! 7Pêþnîyarên Fransayê û hewildanên Fehmîyê Bîlal Kurdistan ne Tunûs e û ne jî Misir! 6 Erdogan û Ocalan Derew (vir) Dikin! Kurdistan ne Tunûs e û ne jî Misir! 586 emîn Salvegera Þehîdbûna Þêx Seîd!Guhertinên Destûrê û Cerdewanîya (Natorvanîya) Kemalîzmê-7-Guhertinên Destûrê û Cerdewanîya (Natorvanîya) Kemalîzmê-6Guhertinên Destûrê û Cerdewanîya (Natorvanîya) Kemalîzmê-5Kurdistan ne Tunûs e û ne jî Misir! 4Kurdistan ne Tunûs e û ne jî Misir!-3Kurdistan ne Tunûs e û ne jî Misir! -2 Kurdistan ne Tunûs e û ne jî Misir! Guhertinên Destûrê û Cerdewanîya (Natorvanîya) Kemalîzmê-4Guhertinên Destûrê û Cerdewanîya (Natorvanîya) Kemalîzmê-3Guhertinên Destûrê û Cerdewanîya (Natorvanîya) Kemalîzmê-22011 Bila Bibe Sala Zimanê Kurdî Ji Gefên (tehdîdên) Ocalan û PKK-HPG Bihna Xwînê tên! Guhertinên Destûrê û Cerdewanîya (Natorvanîya) Kemalîzmê!95 Salîya Salvegera Komkujîya Fileyan (Ermenan) û KurdanProjeya Tirkbûnê Dibe Tirkîyebûn: 4Projeya Tirkbûnê - Dibe Tirkîyebûn: 3 Projeya Tirkbûnê - Dibe Tirkîyebûn: 2 Projeya Tirkbûnê - Dibe Tirkîyebûn Projeya Tirkbûnê - Dibe Tirkîyebûn Ergenekon, Baskê Dewleta Ergenekonê ye-11Ergenekon, Baskê Dewleta Ergenekonê ye-10Ergenekon, Baskê Dewleta Ergenekonê ye-9Encamên Hilbijartinê û Wêneya Kurdistanê Ergenekon, baskê dewleta ergenekonê ye-8-Pirsa Mafên Mirovî, Azadî, Demokrasî û Wekhevîyê-2Pirsa Mafên Mirovî, Azadî, Demokrasî û Wekhevîyê Îsmaîl Beþikçî namûsa rewþenbîrîyê yeA. Ocalan Xîyanetê Diparêze Partîya Banî (Çatý), Projeya Ergenekonê yeTRT 6 ya kurdî û zimanê me! Ergenekon, baskê Dewleta Ergenekonê ye-6 Pîrozbahî bo Erdogan û GonulDestûra Pirzewacîyê û Sosreta Kurdan Feylezofîya Cegerxwîn di Heval Pol Robson deA.Ocalan û D. Kalkan Dewleta Kemalîzmê (Ergenekonê) DiparêzinErgenekon, baskê Dewleta Ergenekonê ye-4Ergenekon, baskê Dewleta Ergenekonê ye-3Ergenekon, baskê dewleta Ergenekonê ye-2Ergenekon, baskê Dewleta Ergenekonê ye-119 yê Gulanê 1992: Salvegera Hilbijartinên Kurdistanê (2)Demokrasîya Milîtarîzmê: Tirkîye19 yê Gulanê 1992: Salvegera Hilbijartinên Kurdistanê (1)Pîlanên dewleta Tirk, welatperwerî û xîyanet-5Pîlanên dewleta tirk, welatperwerî û xîyanet-4...Pîlanên dewleta tirk, welatperwerî û xîyanet-3Pîlanên dewleta tirk, welatperwerî û xîyanet-2Pîlanên dewleta tirk, welatperwerî û xîyanet-IJinên kurd çima xwe dikujin?Zimanê Kurdî Di Þaredarîya Sûra Amedê de Hat CezakirinHilbijartina Tirkîyeyê û du rê jibo KurdanAlternatîfeke çawa?Dewleta tirk hov e û her xirabî jê tê!Newroz pîroz be, ne Nevruz! |
|
|
  |
|
| Kovar |
|
|
|
|
 |
  |
|
| Cîhana Weþanan |
|
|
|
|
 |
  |
|
| Têketina bê qedexe |
|
|
|
|
 |

 |