
  |
|
| Pirtûk |
|
|
|
|
 |
  |
|
| Kovar |
|
|
|
|
 |

  |
|
| Pirtûk û kovar.. |
|
|
|
|
 |

 |
S. T yan R. T. Erdogan Derewan Dike Kesê ku þexsîyet pêre hebe û derewan neke, nikare bibe wezîfedarekî dewleta tirk û nikare di hundir sîstema tirkî de cîh bistîne. Çimkî dewleta tirk, li ser zordarî, înkar û derewan ava bûye.
Komara tirk, li ser asasê prensîp û þoreþên M. Kemal avabûye. Gava meriv binê van prensîp û þoreþan dikole, li ser navê nîjada tirk (ku di nava hezar salî de ev nîjad, di nava gelên Rojhilatanavîn de di her warî de helîyaye û wenda bûye), bi erkek leþkerî û brokratîk, dîktatorîyek nîjadperest û mêtinkar hatiye avakirin.
Li ser înkara gel, çand û zimanên cuda, di nava sînorên Mîsak-î Milî (ku bi hevkarîya Brîtanya û Fransa xêzkirîye) de, yek netewe, yek al, yek ziman û heta ku yek çand û mezheb misoger kirîye.
Ez dibêm yek mezheb: çimkî ji xeynî Îslamê û mezhebê sunî, bi taybet yê Hanefî, hemû dîn, mezheb û terîqetên ku hebûn, tevlî pîrozgeh û îbadetxane, girêdana serî, cil û bergên xweser û taybet, nav, piþtnav û nasnavên bi dîn, mezheb û gelên cuda ve girêdayî hemû qedexe û înkar kirîye.
Bi pejirandina qanûna ziman û guherandina alfabeyê re, ji xeynî zimanê tirkî (ku ew jî bi giranî ji zimanê Erebî, Kurdî, Farisî û yên herêmê pêk hatiye), hemû zimanên din, tevlî berhemên wan yên edebî tevde hatine qedexekirin.
Ji nav van zimanan Kurdî, ji ber nufûsa zêde, tekoþîna gelê Kurd û dewlemendîya zimanê Kurdî, bi taybet bi Qanûna Dêrsimê û Makezagona Generalên 12ê Îlonê hat qedexekirin.
Kesekî ji bo di meqamekî dewleta Kemalîst de cîh bistîne, divê berêberê bi derewan û li ser derewan sond bixwe û xwe jî bi wan derewan bawerkirin bide, encax karibe wezîfe bigire.
Ev terbîyakirina derewan û bi derewan sondxwarin, hîna ji dibistana pêþî de, ji “Sonda Me!” de destpêdike. Loma her rêvebir û karmendê tirk, bi derewan perwerde dibin û mecbûrin derewan bikin.
R. T. Erdogan, bi derewên dewleta xwe re ewqas ketîye ahengê û rewþa tunekirina ziman, çand, dîrok û gelan naxwaze bibîne, bêfedî li Almanya dibêje ku; “Asîmîlasyon sûcê mirovahîyê ye!” ne di cudayîya ku li hember mirovahîyê durûtî, sûcdarî û cotstandartîya xwe rêdide.
Çi demê li ku bibe behsa Kurdan, muheqeq Erdogan hêrs dibe û derewan dike.
Îro çiqas hukumeta Erdogan û Kemalîstên Ergenekonê, li hember hev tekoþîna desthilatîyê didin jî, heta ku vê dewleta Kemalîst ya li ser derewan avabûye ji holê ranebe, berêberê serokkomar û serokwezîr, hemû rêvebirên vê dewletê, mecbûrin ku derewan bikin; tevlî vêya kîjan partî bibe hukumet bila bibe, wê nikaribe li tirkî behsa rastî, adalet, demokrasî, mafê mirov û yê gelan bike.
Her çend Kemalîst êrîþî hukumeta Erdogan dikin, loma ew jî ji Kemalîstekî bêtir derewan dike, bi çavsorî û xedarî êrîþî gelê Kurd û mafxwazê wî dike. Heta ku destê zarokên ku dixwaze cejna xwe pîroz bike dide çikenandin.
Li Swed`ê, li Enstituya Têkilîyên Navnetewî, di civîna li ser mijara “YE û Tirkîye” li ser pirsa beþdarekî ku got: “Di serdana xwe ya Almanya de te got ku `Asîmîlasyon sûcê mirovahîyê ye. Li Ruha`yê jî te got, `Yek dewlet, yek al, yek niþtîman.”
Binerin Erdogan bê çi bersîvê dide: “Hûn nikarin ji tu mirovî, ji tu civatê bixwazin ku dev ji ziman, dîn, çand, edetên xwe berdin û wan winda bikin, ger hûn vêya bixwazin ev sûcê mirovahîyê ye. Ez niha jî li piþt gotinê xwe me, ez yek tiþtî dîsa dubare dikim, lê ez entegrasyonê qebûl dikim.
“Di bin banîyê hemwelatîya Komara tirkî de, em ne terefdarê neteweperestîya etnîkî ne, divê herkes hemwelatîya KT biparêze, lê divê kesek mudaxeleyî nasnama wî ya netewî jî neke.
“Hêzek çekdar li hember we heye û bi we re þer dike, hinek li ser navê wan daxwazan bi lêv dike.
“Ew (Kurd) di çerçova huqûqekî hûrgelî de nayên dîtin, ew mirovên welat yên eslî ne.”
Helbet kesên ku ew pirs ji Erdogan kirin û lê gudar dikirin, ji Erdogan çêtir bi rewþê dizanîbûn. Lê dixwestin derew, durûtî û cotstandartîya wî li rûyê wî bixin.
Temamê rêvebirên tirk, gava cî li wan teng dibe, dibêjin pirsgirêka terorê hey e, heta þer nesekine, em nikarin tu pirsgirêkan hal bikin.
Weke tê zanîn li ser navê 17 rêxistinên sivîl yên civatî ku ji Amedê, wek heyetekê raporek amade kirin û bi awakî medenî û aþtîyane û tu têkilîya wan ne bi þer û ne bi þîdetê heye, ji bo çareserîya pirsgirêka Kurd çûn Ankera. Vê heyeta pêþî çûn serdana serokwezîr R. T. Erdogan û rapora xwe pêþkêþî wî kirin.
Gava li ser navê heyetê, Serokê Baroya Amedê Sezgîn Tanrikulu, di derbarê herêma Kurdistan de dîtinên xwe bi lêv kir:
“Pakêtên çareserîyê yên ji bo herêmê amade dibin, em dibînin tenê di warê aborî de ne, pirsgirêk ne tenê aborî, alîyê wê yê sîyasî jî hey e.” got. Erdogan jî got:
“Tu kare ji min re mînakekê bide?” S. Tanrikulu jî:
“Perwerdeya Kurdî ya bi zimanê dayikê û di warê fermî de mafê xizmetkirina vî zimanî li tirkî tune ye!” got.
Van gotinana, bû egerê hêrsbûna Serokwezîrê tirk û gengeþîya navbêna wî û Tanrikulu, loma Erdogan weha bersîv da Serokê Baroyê:
“Tiþtê ku tu talep dike li tu dera dinyayê tune ye. Perwerdeya bi zimanê dayikê tenê ji bo hûrgelan e. Ji wan re jî qurs tên vekirin!” got û mînaka Almanya da. S. Tanrikulu jî got:
“Tirkên li Almanya û Kurdên li vir tevlîhev neke!” Erdogan jî ji Tanrikulu re:
“Tu derewan dike, tu ne durist e!” got. Tanrikulu jî ji Erdogan re:
“Ez duristbûna xwe bi kesî nadim munaqeþekirin, tu nikare li min heqaretê bike!” got û salon terk kir. Piþtî bîst deqîqeyan civîn bi dawî hat.
Erdogan divê; “tiþtên ku hûn talep dikin li tu dera dinyayê tune ye!” Werê xwanê ye, ji alî hinekan, hêvîyên ji amadekirina makezagonê dihatin kirin, tev vikî vala ye.
Xumeynî çi maf da Kurdan, dîndarên tirk û yêm mîna Erdogan jî jî wê eynî heqî bide Kurdan: kuþtin, zîndan, îþkence û dardakirin!..
09.04.08
Xidir ÛsoPrint 5088 car hatiye xwandin Nivîsên din yê Xidir Ûso Konferansa Kurd û ÇarenûsîKonferansa dijbereya Sûrîye û daxwaza TirkîyeDewletbûna KurdanHelwesta olperest û sosyalîstên KurdAla KurdistanLi Kurdistanê aþitî bi serketKurdino Halepçe ji bîrnekin! Tevlîhevîyên Silêmanî û bêîstîkrarîya herêmê..Roja zimanê dayikê û rewþa Kurdî“Di xewnan de jî ez ê zimanê xwe winda nekim”Têkilîyên Tirkîye û cîhanê û doza KurdZîndana 'Ulucanlar' bû muzexaneya 'Dehþetê', lê ya AmedêKeçikên Dêrsim`ê û asîmîlasyon Evîna MêrxasekîDef yan ErbaneDef yan ErbaneGelo zebanîyên momin hene?“Di Dîroka Kurdistan de Pelek”Peymana Lozan`ê xeniqandina gelê Kurd e!Mêtinkarîya Sûrîye ji Kurdan çi dixwaze?!Sosyalîstîya Kurdan û ÇepelîCHP (Partîya Gel a Komarî)Guhertina Makezagona TirkîyeJenosîda Ermenî, Suryanî û Kurdan“Belqitî”Polîtîkayên AKP û helwesta Kurdan?8 Adarê Roja JinanLi Îranê kuþtina xortên Kurd berdewam e!Berpirsê Halepçe û “Enfal” Elî Kîmyayî hat daliqandinElewîno, Dêrsimîno, Kurdino, Onur Oymen ji we pirsekê dike..'Rêlêvekirina Demokratîk', 'Komên Aþtîyê' Çareserî...Îsmaîl Beþîkçî, Ûjdanê Tirk û Kurd e!Zîndana Amed û Paqiþkirina MejîBazirganîya Sîyasetê û Mafê Gelê KurdEncamê Hilbijartina Kurdistana FederalGirîngîya Hilbijartina Herêma Kurdistana Federal“Li Girtîgehê Zû Dibe Êvar”Îþkence Berpirsîyarê Qetlîama 44 KesanKuþtina Zarokên KurdKonferansa KurdTRT-ÞeþLi zîndanê lêgerîn û dakirina koncala destavêXofa ÎþkencêLi ser Qanûna Pirjinî û rewþa jinêDi berhimandina civata Kurd de rewþa jinê Þertên lihevkirina Erdogan û LeþkeranMamostê min CegerxwînMamostê min CegerxwînGoran, nexwest tirkî fêr bibe!Serhildan Tatoleka Ordîya TirkSerxwebûna Kurdistan!Samîmîyeta 'Kampanya Perwerdeya bi Zimanê Dayikê'Zaroka PenaberHespê TroyaJi bo Kongreya TEVKURD'ê ya Sisêya!Dewleta Fars, li ser kavilê dewleta Kurd avabûye Gardîyanê RastgoDi tevgera neteweyî de qonaxek nû: Serîrakirina NefermaLi Zîndana Amed îþkenceya du rojan“Banga çareserîya aþtîyane”Dezenformasyon û Neyartîya Cihûyan!Pirsgirêka Zar û Zaravayan li Kurdistanê û ÇareserîS. T yan R. T. Erdogan Derewan DikeR.T. Erdogan û helwesta Kurdên li SwêdêKê Tevna Ergenekon'ê li darxistLaîktîya Tirkî û Parçekirina Dînê ÎslamêTemirandina Doza Kurd!TevkurdKurdên li EwropaÛjdanî RedHukumeta Herêmê kare êriþa tirk vala derxeDewleta KûrLi zîndana Amed serlêdanDaxwaza kuþtina Birahîm Guçlu terorîzm e!Qetlîama ermenîyan kê pêk anî?! -2-Qetlîama Ermenîyan kê pêk anî?! -1-Di sala nû de terorîzmBandora psîkolojîya mêtýnkarîyêAtarîÎbretBerpirsîyarîya rewþenbîrLaleþ Qaso û rasteqînîya civatîBîra dîrokî û pirtûkKenan Evren û Zindana AmedKevnegeneralên tirk çi dibên?- 4-Kevnegeneralên tirk çi dibên?- 3-Kevnegeneralên tirk çi dibên? -2-Kevnegeneralên tirk çi dibên?-1-Daxwuyanîya Fazýl Mîranî û berjewendîyên kurdistanÎnkara kurd û kurdistan û helwesta kurdanErdogan 'tehcîr'a ermenîyan qebûl kir, gelo 'tedîp' û 'tenkîl'a Kurdan jî qebûl dike!?Vê lîstika ku tirkî ji ber lingê xwe derxist ji bo çi bû?Helwesta Rûsya li hemberî TirkîProvaya qetlîama Kurdan û helwesta hêzên Kurd |
|
|
  |
|
| Kovar |
|
|
|
|
 |
  |
|
| Cîhana Weþanan |
|
|
|
|
 |
  |
|
| Têketina bê qedexe |
|
|
|
|
 |

 |