

  |
|
| Çalakî-panel-þahî.. |
|
|
|
|
 |
  |
|
| Dosyaya Taybet |
|
|
|
|
 |
  |
|
| Pirtûk û kovar.. |
|
|
|
|
 |

 |
Bipaþve Vekiþîna Artêþa Tirk Di derbarê bipaþve vekiþîya arteþa Tirk dîtinên cûrbe cûr hene. Her kes di nav çarçoweya bizava xwe da sedemên bipaþve kiþandinê rave dike. Kurd, sîyasetvanên bakurî, taybetî jî derdorên PKKê, berxwedana gerîlla derdêxin pêþ, daku arteþa Tirk ne li benda bizav û berxwedanek wisa bû.
Tirk, taybetî Serokekanî êriþê wekî bizavek serketî rave dike, bi paþve vekiþînê jî bi pêþgotinek tirkî bilêv dike, daku bona bizav û çalekîyên serketî dibêjin, “wekî mû ji nava rûnî nivîþk bêye kiþandin!” Ango, êriþ bi “stratejîyek serketî” destpêkir û bi “teqtîkên serketî” jî dawî lê hat! A nuha bi ya Tirka “operasyon”, ango êriþ ji destpêkê heta dawîyê bi serketî hate gêrandin.
Heçku, bona dema “operasyonê” rayedarên tirk her çiqas di destpêkê da pirranî qala du hefteyan dikirin jî, piþtê destpêkirinê û taybetî jî, rojek berê bipaþve kiþandinê demek nedîyar digotin. Bi peyamên roja dawî ya “operasyonê” gellek derdorên sîyasî û navdewletî diltirsî bûn, ketin nav fikaran. Taybetî dewletên ku di destpêkê da “operasyonekî” wisa mafê Tirkîyê didîtin, herweha DYEê ku wê destûr dabû yê. Jixwe ji peyamên rayedarên DYEê, YEê û ji yên hikûmeta Bexdadê yên roja dawî, fikar û hizr dixuyan.
Li hemberî vê, peyamên rayedarên Tirkîyê gellek balkêþ bûn. Serokkomar A. Gul bersiva pirsên di derbarê dema êriþê da digot, ku “heta ku lîtav (bataklýk) hatiye zuha kirin.”
Serowezîr, piþtê hevdîtina bi wezîrê bergirîyê yê DYEê carek din peyama xwe ya ku bi gellek hêlan ve dikane bêye þîrove kirin dubare kir. Digot, “heta ku leþkerên me bigehêjên hedefê ewê bi paþve vegerin.” Payemên serokkomar û serowezîr, herdu jî bi ti avayî ne konkret û wate þêlî bûn.
Serokerkanê Giþtî Y. Buyukanit jî bersiva wezîrê bergirîyê yê DYEê bi peyamek henekî dida. Wî jî digot, “Dema kurt rêmanekê (têgeh-kavram) îzafî ye. Carina rojekê, carina bi salan dajo.” Ji ber ku wezîrê bergirîyê yê DYEê berî bêye Tirkîyê, li Hindîstanê, li ser pirsekê gotibû, ku “dema kurt rojek an hefteyek e, lê belê ne bi mehan e.”
Wezîrê bergiriyê Tirkîyê Vecdi Gonul jî digot “heta ku hêmana (unsur) teror û binesazîya wî bête îmha kirin...”
Wekî ew hemî ne bes bin, serrawêjkarê serokwezîr Ahmet Davutoglu peve þandeyekê heta Bexdadê çû bû, ligel rayedarên Ýraqê û karbidestên Emerikî hevdîtên pêk anîn û ji çapemenîyê re ragehand, ku “heta ku PKK li herêmê bête paqiþ kirin, daku carek din dê venegere operasyon dê bidome.”
Bala xwe bidinê, di peyamên hemîyan da bona dema êriþê ti peyvên konkret bi kar nehatin. Bo mînak rojek, hefteyek, mehek, salek an jî wekî panzde roj, bîst roj, sî roj.......û hwd ti dem tine ne. Peyamên hemîya jî ne vekirî ne, berevacî þêlî ne û fêlek ne paqiþ û mebesta dagirîyê gellek vekirî xwe dida dest.
Lê belê, piþtê seredana wezîrê bergiriyê yê DYEê li Enqerê rewþ hate guhartin. Her çiqas ew dibêjên berî hatina wezîr jixwe biryara bipaþve vekiþînê hatibû dayîn jî, jibona gellek sedeman ev ne bawerdêr e. Lewra wezîr, hê ku li Hindîstanê bû peyama bipaþve kiþandinê dabû, ew helwestek dîplomatîk bû, hê ku nehatiye Enqerê divê bona bipaþve kiþandinê gav bihatina avêtin.
Berî em li ser sedemên bipaþve kiþandinê bisekinin, divê em li ser xweguhertina helwesta DYEê bisekinin. Ji ber ku mifteya “ricata leþkerî” di vir da ye. DYEê çima destûra êriþê da û çima hê ku hefteyek temam nebû vêcarê Tirkîyê çewesand, ku leþkerên xwe bi paþve bikþîne? Him jî bi peyamên xurt û vekirî. Di du rojên dawî da ci hate guhertin, ku gelo ew li ser helwesta DYEê karîger bûn?
Berî vê, divê em Kurd bi dilekî gellek vekirî û bi dilxweþîyek fireh berxwedana gerîlla pîroz bikin, wana wekî leheng û gernasên neteweyî pêþwazî bikin. Jixwe, bingeha pêþveçûyînên sîyasî û dîplomatîk hemî ev berxwedana mêrxasî bû. Eger berxwedanek wisa derneketa pêþberê arteþa tirk, guman hebû ku li ser dewleta tirk çewsandinek bi vê rengî neqewimîya.
Em werin ser pêkerên ku li ser DYEê karîger bûn, ku ew Tirkîyê biçewisîne. Ewil, helwesta gelê baþûrê Kurdistanê divê bête çespandin. Paþê, helwesta Serok Barzanî ji destpêkê heta dawî helwestek dîrokî û neteweyî bû û herdem bona DYEê û Tirkîyê dibû sebeba fikaran. Taybetî nameya wî, ya bona George Bush destpêka xweguhertina helwesta DYEê ye.
Pêkera din, biryara Civata Neteweyîya Kurdistanê ye (parlement). Jixwe, piþtê ku Civata Neteweyîya Kurdistanê biryar da û bala hikûmetê kiþand ku arteþa Tirk ji baþûrê Kurdistanê bête derxistin, diltirsî û fikara DYEê kûrtir bû. Helwesta CNKê û ya Serokê Kurdistanê li ser hikûmeta Bexdadê jî karîger bû, daku ew helwesta xwe ya li hemberî Tirkî biguhere. Em dizanin, ku di navbera hikûmeta Bexdadê û Tirkîyê da lihevkirinek nepenî hebû, jixwe eger ne wisa bû ya, ne pêkan bû ku Tirkîyê êriþek wisa bikira.
Arteþa ku li ber gerîlla derbeder bû, eger di hêla din da rastî berxwedana pêþmerme bihata, ew “ricata leþkerî” biçûk dima, ewê temamen têk biçûya. Herweha pevçûnek wisa dor fireh, daku baþûrê Kurdistanê bikira nav alozîyekê, DYEê jî ew nedixwest.
Divê em bal bikþînin ser helwesta hinek dewletên ewrupî û yên Ereb jî, daku di rojên dawî da wana jî daxwaza bipaþve kiþandina dikirin. Jixwe, roj bi roj reaksîyanên navnetweyî bêtir dibûn.
Mirov hêvî dike, ku Tirkîyê ji vê ders sitendi be, dev ji êriþkarîya xwe berde, bes mafên miletê Kurd bin pê bike. Mixabin çi heyf e, ku hê jî asoyekî wisa naxuye.
mahmutkilinc@t-online.de
2008-03-04/DüsseldorfPrint 2735 car hatiye xwandin Nivîsên din yê Mahmut Kýlýnç Tixûbê Tirkiyê û Sûrîyê: Erdê Mîn Kirî....Mijarek Girîng : Tundîya (þidet) Li Dijî Jinê-IIMijarek Girîng: Tundîya (þidet) Li Dijî JinêBerî Çekberdanê, Mafên Miletê Kurd Divê“Projeya Vegera Welat”Peyva Kurdistan û Newêrekîya DTPîyan"Tevna Dijberî Kurdên Bakurê Kurdistanê û PKKê"Peymana Iraqê û DYAyê û KurdGotinên R.T.Erdoganî Sûc eDîroka Tirkiyê, Li Hemberî Kurda Bi Mînakên Durûtiyê Ve Dagirtî YeHeqareta Li Dijî Ocalan Prowokasyon bû?Dîsa Li Ser Hilbijartina ÞaredarîyêÊriþa BezelêBona Mafê Perwerdeyî Bi Zimanê Kurdî Çend PêþniyazîBi Ti Avayî Dev Ji Mafê Çarenûsî Naye BerdanJi Rewþa PKKê Sûde Wergirtina TirkiyêKek Þerefettîn Kaya: Mînakê Fîdekarîyê Çeteya Ergenekonê “Malê Xwecih” ePiþtê Alozîya Baþûrê QefkasyaBerî Her Tiþtî Li Hev Hezkirin, Xwoþewîstî û DilsozîDema Damezrandina Komara Tirkîyê û KurdBanga “Partîya Banî”Xweserîya Demokratîk û Mafê XwerêvebirîÎhtimala Qedexe Kirina AKPê û Sîyasetek ÞîretkirîSefera R. T. Erdoganî Ya Bakurê KurdistanêBipaþve Vekiþîna Artêþa TirkÊriþa Tirkîyê û Helwesta KurdaNe Doza Partîyekî, An Ya Mirovekî Doza MiletekîPeyam û Helwestên Bi Êþ û ElemTehdît û Çavsorî Ne Layiqê Hêzek Neteweyî yeHê Trajedîya Vîetnamê JibîrnebûNasnameya Tirkîyê: Li Hêlekê Kuþtin û Xirabî, Li Hêla Din Peyamên MisilmantîyêDewletê Bakurê Kurdistanê Kir Qada ÞerDem bi lez û bez diherikeEv teror e, Ti Kes Bi Terorê SernakeveRoja Mafên Mirovan û Rewþa Miletê KurdGuhertina Sîyaseta Yekitîya EwrupaPlanek Berfireh an Kerê QeyserîCarina ji kaosa derfetên nuh rû didinOperasyon û Kurdên PalpiþtDivê mafên neteweyî û demokratîk derkevin pêþMebest ne temezî (turban) desthilatî yeMakezagon: Peymanek civakî yePergala unîter û belengazîya gelê kurdKurd û TTKLi dijî terorîstî û dagirkera yek deng, yek helwest divêEw qezana ne qeder inDeng bide, lê biþopîne jîÇanda teror û îlegalîtêMirin mala te biþewite!Hilbijartin û encamên wêLi welatê ku kujer û serokçete lîder bin..."Herêmên Þer"Tehdîta Tirkîyê nîzik dibeHilbijartin û dîtinek jidilÞovîna (Beraet Kirin) Kujêrên Ugur û Dada (Edalet) TirkîyêÊriþên li ser PCD, karesata Helepçe û NewrozKurd û sîstema unîterAbdullah Demirtaþ û Hilmi AydogduNe Tirkîyê, Turgut Ozal alîkarî kirSîxûrên JîtemêDi Asoya Tirkîyê da Desthilatîyek Aþitxwaz NaxuyeBiryara HakparêHAKPAR û Sertac BucakDi derbarê Tirkîyê da hûrnirînek berfireh divêBanga þer rawestandinê“Kurd û Tirk Mehkûmê Biratîyêne!...”Darizandina Sadam û darûdestên wîHikûmeta Tirk fermana Heskêfê daHevdîtinên Li EnqêrêDivê karê dewletê û ol ji hev cûda beDi civîna GXDNK da bûyerek nexweþRewþa aborîya baþûr-III-Rewþa aborîya Baþûr -II-Rewþa aborîya baþûr û fîrmayên ji Tirkîyê“Þoreþa” Tirkîyê têk çû!Tirkîyê dev ji senaryoyan bernade ku rastîyê bibîneTayyîp Erdogan û Kuþtina Zarokên KurdPaþa û ÇeteTirkîyê+Hamas+Ahmedî..Ol û netewe bûnÞidet zirarê dide wêneya ola ÎslamÇareserî, muxatab û tirkîyêMijarên girîngEv, gulle bere lýngê xwe dan eXeterên peyamên Mahmûdê Ahmedînecad Desketin bi nîspetê daxwazan dibeLixwebawerî û Baþûrê KurdistanêEv barbarî yeMînakek din ji terora dewletêLi herêma me cejna rojîFormûla Ahmet Abî!Senaryoyên li ser paþaroja Iraq’êDemokrasî li heqên hev ra bi rêzgirtinê geþ dibeJiber Nedûrbînîya Hinek Kesa, Alamanya Leopard 2'ya Difroþe TirkîyêNêrînên erênî mirova dilþad dikeJoost Lagendijk bi tenê ne, pirr kes Kurda fam nakin!.Temenê “þoreþa bêdeng!” gelek kurd bûNedilxwþîya TirkaÊriþên HovÇend hevok li ser kuþtina Hîkmet FîdanLi ser rewþa sîyaseta Tirkîyê ya derveyîNêzîkbuyîna Sûrî û TirkîyêGOTÝNA KU FEDERALÎ LÝ ÞERTÊN SERDEMA ÎRO NAYÊ: DEREWEK BÝ BOÇÝK ESENARYOYÊN LI SER PÊVEJOYA ENDAMTÎYA TÝRKÎYÊ YA YE 'YÊXWARZÊYÎ KAMRAN ÎNAN Û ZAROKÊN LÝ KUÇÊ Û KOLANÊN AMEDÊTÝRKÎYÊ DEWLETEK SOSRET EDÝ BÝN “NASNAME YA TÝRKÎYE’YΔ DA PARTÎYEKÎ NUH!GENGEÞÎYÊN LI SER HÊMANA HINDIKAYÎYAREMO Û S. EDÎP BUCAKVEGUHÊRANA PARADÎGMAYÊGELO GENGEÞÎYA LÝ SER ZÎNAYÊ, PÊVEJOYEKÎ ÇÊKÝRÎ (SÛNÎ) YE?TELAFER Û TÝRKVERHUEGEN LÝ SER MÝJARÊN TALÎ DÝSEKÝNEDÝVÊ KURD JÝ JEO-POLÎTÎKA HERÊMÊ SÛD WERBÝGRÝNSAZÎYEK ÇAWA?TENGÎYÊN LÝ PÊÞÎYA TEVGERA BAKURÊ KURDÝSTANÊBÝ SÎYASETEK ZELAL, GAVEK NUH DÝVÊÇÝMA LÝ DÝJÎ QETLÎAMA SÛDAN'Ê DENG DERNAKEVE?Çima li dijî qetlîama Sûdan'ê.. |
|
|
  |
|
| Cîhana Weþanan |
|
|
|
|
 |
  |
|
| Piþtgirî |
|
|
|
|
 |
  |
|
| Têketina bê qedexe |
|
|
|
|
 |

 |