

  |
|
| Çalakî-panel-þahî.. |
|
|
|
|
 |
  |
|
| Dosyaya Taybet |
|
|
|
|
 |
  |
|
| Pirtûk û kovar.. |
|
|
|
|
 |

 |
Tehdît û Çavsorî Ne Layiqê Hêzek Neteweyî ye Dema min di malpera Netkurdê da xwend, ku HPG (Hêzên Parastina Gel) sîyasetvanê kurd dost û hevalê minê çel salan hêja Îbrahîm Guclu tehdît dike, ez gellek xemgîn bûm. Çima em xemgîn nebin, ligel ewqas bedelan, ligel ewqas êþ û kederan û dîsa ligel ewqas qetlîam û rûxandina welatê me, pirr mixabin di pejirandina mafên demokratîk û hevkarîyek neteweyî da PKKê hê gavek tenê jî neavêtiye, li þûna xwe ya çel salên berê ye. Hê ew bawer dike, ku bi tehdît û çavsorîyê dê kanibe pêþîya rexneyan bigre, hinek derdoran bêdeng bike.
Ewil, divê ez bêjim ku ji damezrandina DDKO û heta îro, ango çel salin Îbrahîm Guclu nasdikim, di girtîgeh û li ber dadgehan da bi salan em bi hevra bûn, gellek caran jî ramanên me ji hev cûda bûn, lê heta îro bi ti avayî nehat bîra min, ku ew mirovê “dewleta kûr” be! Jixwe îdiayek wisa, eger xwedî îdiayê ne kesekî þerxweþ be, rast e rast prowokasyon e. Gellek kes dikane Guclu rexne bike, bal bikþîne ser zimanê wî yê tûj jî, lê sûcdarîyek wisa li derveyî aqil e.
Min di malpera HPGê da nivîs xwend, nivîs ji serî ta binî xelet e û him jî ti belge nehatine niþandan, ku mirov sûcdar kirina wî fam bike. Sûcdar kirin jî ne tenê, di nivîsê da tehdît heye. Jixwe ji kuþtina Hîkmet Fîdan û gellekên wekî wî û tehdîtên wisa ye, ku PKKê bi hêzek terorîst tê ye sûcdar kirin. Bi hezar caran, dost û dijmin ji PKKe re gotin ku divê ew dev jî rêbazên wisa berde, berevacî bi tolerans be, hembêza xwe ji hemî kurdan re veke, di navbera hezên bakurê Kurdistane da, biçûk an mezin hevkarîyê han bide. Lê hezar caran mixabin....
Heta nuha min nenisîvî bû û li ti cihan jî negot bû, ji ber ku min nexwest bila têkoþîna
neteweyî zirarê bibîne, xeletîyên me nekevin destê dijmin û li dijî me bikar nêne. Her min digot bila xeletîyên me, þaþîyên me di nav me da bimînin, dîsa hezar caran mixabin hinek derdorên PKKî ji hestên wisa bepar mane.
Rojên ku A. Ocalan teslîmê Tirkîyê kirin û darizandina wî dest pê kir, wekî gellek kurdên welatparêz ez jî bi kûrî xemgîn bûm, min li ser mijarê nêrînên xwe cend caran nivisîn. Rojekê hevalekî ji min re telefon kir ku rojnameya Ozgur Gundem ez û cend heval derxistine manþetê û wekî çeteyekî nîþan dane. Navê me jî “çeteya kosûl” lêkiriye. Îstihbarata Alaman ew weþan wekî îxbarekê dît û li dijî kesên ku navên wana hatibûn weþandin bikar anî. Di weþanê da, bi kurtî dihate gotin ku “qaþo PKKê aþitîyê dixwaze lê yên wekî me þer dixwazin.” Li ser vê Bundesamta Alaman ser li dadgehê da, ku mafê penaberîya hinek kesan bipaþve bêkiþandin. Sedem jî, “ji ber ku em þer dixwazin ew li bercewendîyên dewleta Alaman naye!” Ez jî a nuha li ber dadgehê me, di dosyayê da îdiaya “çeteya kosûl” heye.
Di hêla din da, ewlekarîya Alaman ew weþan li dijî min tehdîtek xeter qebûl kir, ta îro bi peryodîk kontrol dike.
Ew jî ne tenê. Rojekê kesek hate cem min, min heta wê rojê ew nedîti bû. Gote min ku ewê tiþtekî bêje, lê divê teqez di navbera me da bimîne. Cend kes çûne cem wî, jê xwestine ku navnîþana mala min tespît bike û min biþopîne ku ez rojên xwe çawa diborînim. Û ji min xwest ku divê ez gellek balkêþ bim. Ew ne hewceyî þîrovê ye, fêla wan kesan eþkere bû.
Êdî bes e, bi îxbarîyê, bi tehdîtan, bi çavsorîyê kes bi ser nakeve. Ew rastî çawa naye fam kirin?
Di têkoþînên neteweyî da helwestên wisa nayen qebûl kirin û li kêrî ti hêzan naye. Bi rêbazên wisa jî kes bi ser nakeve.
Rojek pêþda divê PKKê û hevalbendên wê li xwe vegerin û xeletîyên xwe sererast bikin. Eger rexneyên hinek derdoran ne rast bin, an jî gellekî giran bin dikanin vê rewþê li raya giþtî eþkere bikin û bi rêbazên demokratîk bersivê bidin. Li hemberî rewþek wisa, bila þik tine be ku kesên welatparêz dê li dijî rexneyên ne rast û ne di cî da derkevin. Bê guman ewê wisa be. Çi heyf e, ku PKKê bi tehdît û çavsorîya li dijî kurdên welatparêz, bivir li lingê xwe dêxe.
Bi encam, xeletîyen wisa zirare dide têkoþîna neteweyî.
Ez bi tundî tehdîta li dijî Îbrahîm Guclu þermezar dikim û hêvî dikim ku tehdît û çavsorîyên wisa dubare nebin.
mahmutkilinc@t-online.de
2008-01-28/Düsseldorf
Print 3062 car hatiye xwandin Nivîsên din yê Mahmut Kýlýnç Tixûbê Tirkiyê û Sûrîyê: Erdê Mîn Kirî....Mijarek Girîng : Tundîya (þidet) Li Dijî Jinê-IIMijarek Girîng: Tundîya (þidet) Li Dijî JinêBerî Çekberdanê, Mafên Miletê Kurd Divê“Projeya Vegera Welat”Peyva Kurdistan û Newêrekîya DTPîyan"Tevna Dijberî Kurdên Bakurê Kurdistanê û PKKê"Peymana Iraqê û DYAyê û KurdGotinên R.T.Erdoganî Sûc eDîroka Tirkiyê, Li Hemberî Kurda Bi Mînakên Durûtiyê Ve Dagirtî YeHeqareta Li Dijî Ocalan Prowokasyon bû?Dîsa Li Ser Hilbijartina ÞaredarîyêÊriþa BezelêBona Mafê Perwerdeyî Bi Zimanê Kurdî Çend PêþniyazîBi Ti Avayî Dev Ji Mafê Çarenûsî Naye BerdanJi Rewþa PKKê Sûde Wergirtina TirkiyêKek Þerefettîn Kaya: Mînakê Fîdekarîyê Çeteya Ergenekonê “Malê Xwecih” ePiþtê Alozîya Baþûrê QefkasyaBerî Her Tiþtî Li Hev Hezkirin, Xwoþewîstî û DilsozîDema Damezrandina Komara Tirkîyê û KurdBanga “Partîya Banî”Xweserîya Demokratîk û Mafê XwerêvebirîÎhtimala Qedexe Kirina AKPê û Sîyasetek ÞîretkirîSefera R. T. Erdoganî Ya Bakurê KurdistanêBipaþve Vekiþîna Artêþa TirkÊriþa Tirkîyê û Helwesta KurdaNe Doza Partîyekî, An Ya Mirovekî Doza MiletekîPeyam û Helwestên Bi Êþ û ElemTehdît û Çavsorî Ne Layiqê Hêzek Neteweyî yeHê Trajedîya Vîetnamê JibîrnebûNasnameya Tirkîyê: Li Hêlekê Kuþtin û Xirabî, Li Hêla Din Peyamên MisilmantîyêDewletê Bakurê Kurdistanê Kir Qada ÞerDem bi lez û bez diherikeEv teror e, Ti Kes Bi Terorê SernakeveRoja Mafên Mirovan û Rewþa Miletê KurdGuhertina Sîyaseta Yekitîya EwrupaPlanek Berfireh an Kerê QeyserîCarina ji kaosa derfetên nuh rû didinOperasyon û Kurdên PalpiþtDivê mafên neteweyî û demokratîk derkevin pêþMebest ne temezî (turban) desthilatî yeMakezagon: Peymanek civakî yePergala unîter û belengazîya gelê kurdKurd û TTKLi dijî terorîstî û dagirkera yek deng, yek helwest divêEw qezana ne qeder inDeng bide, lê biþopîne jîÇanda teror û îlegalîtêMirin mala te biþewite!Hilbijartin û encamên wêLi welatê ku kujer û serokçete lîder bin..."Herêmên Þer"Tehdîta Tirkîyê nîzik dibeHilbijartin û dîtinek jidilÞovîna (Beraet Kirin) Kujêrên Ugur û Dada (Edalet) TirkîyêÊriþên li ser PCD, karesata Helepçe û NewrozKurd û sîstema unîterAbdullah Demirtaþ û Hilmi AydogduNe Tirkîyê, Turgut Ozal alîkarî kirSîxûrên JîtemêDi Asoya Tirkîyê da Desthilatîyek Aþitxwaz NaxuyeBiryara HakparêHAKPAR û Sertac BucakDi derbarê Tirkîyê da hûrnirînek berfireh divêBanga þer rawestandinê“Kurd û Tirk Mehkûmê Biratîyêne!...”Darizandina Sadam û darûdestên wîHikûmeta Tirk fermana Heskêfê daHevdîtinên Li EnqêrêDivê karê dewletê û ol ji hev cûda beDi civîna GXDNK da bûyerek nexweþRewþa aborîya baþûr-III-Rewþa aborîya Baþûr -II-Rewþa aborîya baþûr û fîrmayên ji Tirkîyê“Þoreþa” Tirkîyê têk çû!Tirkîyê dev ji senaryoyan bernade ku rastîyê bibîneTayyîp Erdogan û Kuþtina Zarokên KurdPaþa û ÇeteTirkîyê+Hamas+Ahmedî..Ol û netewe bûnÞidet zirarê dide wêneya ola ÎslamÇareserî, muxatab û tirkîyêMijarên girîngEv, gulle bere lýngê xwe dan eXeterên peyamên Mahmûdê Ahmedînecad Desketin bi nîspetê daxwazan dibeLixwebawerî û Baþûrê KurdistanêEv barbarî yeMînakek din ji terora dewletêLi herêma me cejna rojîFormûla Ahmet Abî!Senaryoyên li ser paþaroja Iraq’êDemokrasî li heqên hev ra bi rêzgirtinê geþ dibeJiber Nedûrbînîya Hinek Kesa, Alamanya Leopard 2'ya Difroþe TirkîyêNêrînên erênî mirova dilþad dikeJoost Lagendijk bi tenê ne, pirr kes Kurda fam nakin!.Temenê “þoreþa bêdeng!” gelek kurd bûNedilxwþîya TirkaÊriþên HovÇend hevok li ser kuþtina Hîkmet FîdanLi ser rewþa sîyaseta Tirkîyê ya derveyîNêzîkbuyîna Sûrî û TirkîyêGOTÝNA KU FEDERALÎ LÝ ÞERTÊN SERDEMA ÎRO NAYÊ: DEREWEK BÝ BOÇÝK ESENARYOYÊN LI SER PÊVEJOYA ENDAMTÎYA TÝRKÎYÊ YA YE 'YÊXWARZÊYÎ KAMRAN ÎNAN Û ZAROKÊN LÝ KUÇÊ Û KOLANÊN AMEDÊTÝRKÎYÊ DEWLETEK SOSRET EDÝ BÝN “NASNAME YA TÝRKÎYE’YΔ DA PARTÎYEKÎ NUH!GENGEÞÎYÊN LI SER HÊMANA HINDIKAYÎYAREMO Û S. EDÎP BUCAKVEGUHÊRANA PARADÎGMAYÊGELO GENGEÞÎYA LÝ SER ZÎNAYÊ, PÊVEJOYEKÎ ÇÊKÝRÎ (SÛNÎ) YE?TELAFER Û TÝRKVERHUEGEN LÝ SER MÝJARÊN TALÎ DÝSEKÝNEDÝVÊ KURD JÝ JEO-POLÎTÎKA HERÊMÊ SÛD WERBÝGRÝNSAZÎYEK ÇAWA?TENGÎYÊN LÝ PÊÞÎYA TEVGERA BAKURÊ KURDÝSTANÊBÝ SÎYASETEK ZELAL, GAVEK NUH DÝVÊÇÝMA LÝ DÝJÎ QETLÎAMA SÛDAN'Ê DENG DERNAKEVE?Çima li dijî qetlîama Sûdan'ê.. |
|
|
  |
|
| Cîhana Weþanan |
|
|
|
|
 |
  |
|
| Piþtgirî |
|
|
|
|
 |
  |
|
| Têketina bê qedexe |
|
|
|
|
 |

 |