

  |
|
| Çalakî-panel-þahî.. |
|
|
|
|
 |
  |
|
| Dosyaya Taybet |
|
|
|
|
 |
  |
|
| Pirtûk û kovar.. |
|
|
|
|
 |

 |
Nasnameya Tirkîyê: Li Hêlekê Kuþtin û Xirabî, Li Hêla Din Peyamên Misilmantîyê Rojnameya nêzikî partîya desthilat AKPê, ya bi navê Yeni Þefak, roja ku bi sernûçeya (manþet) “F-16an hêlînên terorîsta bombebaran kirin” mizginîya bombebarana baþûrê Kurdistanê dida gelê Tirk, serokwezîr R. T. Erdoganî jî li Spanyayê axaftina xwe bi gotinên Mewlaneyî Celaletînî Rumî dixemiland. Erdogan dibêje, ”ji ber afirandêr em, li afirandî hez dikin, divê aþitî, ewîn, rêzgirtin û xweþbinî bona herkesî bête serwer kirin.”
Ne pirr, piþtê cend deqîqeyan rojnameger bomberana baþûrê Kurdistanê jê dipirse, wekî ew ne kesî cend deqîqayên berê be bombebaranê wekî mafekî Tirkîyê dipesine û dibêje, “eger ta dawîya tarîxa teskerê rêxistina terorê ji holê ranebe, carek din ewê teskerekê biþînin ber parlementoyê.”
Serokwezîr bona civîna “tîfaqa medenîyetan” li Madrîtê ye. Qaþo Tirkîyê û Spanya pêþengîya tîfaqa medenîyetan dikin! Eger tîfaqa medenîyetan, aþitîya di navbera gel û medenîyetan bi hêvîya bizava Tirkîyê mabe, xwelî li serê dinyayê ! Bi çi mebestî Tirkîyê xwe ji pêþengîya karekî wisa girîng re amede dike? Him, qey gelo di navera medenîyetan da alozî û þer heye! Eger hebe jî, Tirkîyê ji kîçaxê ve layekî temsîl dike, kê mafê nûnertîyê daye Tirkîyê?
Heyf e, ku tîfaqa medenîyetan bi hêvîya helwest û bizava Tirkîyê mabe! Eger dinya li hêvîya Tirkîyê mabe, ji nuha ve bila em zanibin, ku emcamek bixêr jê dernakeve.
Tirkîyê, dewletek ku bi hemî cîranên xwe ve pirsgirêkên xwe hene û pirranîya vana jî ji dehan salên virde têne û êdî hêvîya çareserkirinê wenda bûye. Jixwe, bi ya dewleta Tirk çaresernekirin jî, çareserkirin e!
Helbet ne hêsa ye, dema ku balafirên þer welatekî din, mirovên bêguneh bombebaran bikin, gundan birûxînin, karesatek mezin bidin mal û milkên kesên sîwil, civakê bikin bin bandora xofek êriþkar, mirov peyamên ewîn, aþitî û xweþbîniyê bide! Ew rewþek trajî komîk e, tam li rewþa serokwezîrê Tirk tê ye.
Bi ya serokwezîrê Tirk, mirovtî, misilmantî ev e! Li hêlekê balafir, tank û topên dewleta wî bila gelekî din bombebaran bikin, mirovan bikuþin, zar û zêç koçber bibin, mal û milkê kesên bêguneh tarûmar bikin, di hêla din da peyamên aþitîya di nav medenîyetan da. Kî, ewqas dikane durûtîyê bike?
Ne tenê bomberan kirin, herweha her roj bi dehan caran derew. Rayedarên Tirk derew ji xwe re kirine karekî bêhempa!. Derew, êdî bûye layek ji jîyan û sîyaseta wana yê herê bingehî. Sîyaseta wana li ser derewa dimeþe. Ta kî çax? Ta ku kurdên hevkar hay ji derewên dewlet û rayedarên Tirk bûne.
Lê belê wisa naçe! Serî her çend roja cerakê bombebaran kirina baþûrê Kurdistanê, rûxandina mal û milkê gel, naye qebûl kirin.
Fêla Tirkîyê eþkere ye, ew dixwaze li Baþûr, li seranserê sînor “herêmek tampon”, an jî “kemberek tampon” pêk bîne. Ewil xwest ku bi hêzên reþayî encamek wisa bi destxe, ji ber ku DYEê destûra êriþek reþayî neda, vêcarê bi hêzên hewayî dixwaze bigehê armancê xwe.
Bombe li nêzikî gundan dikevin. Bi qasî tête ragehandin, parçeyên wana ta ber xanîyên gundan direþin. Þopa wana li dîwarên xanîyên gundan hene. Ev hemî bi mebesta koçber kirina gelê gundan dibe. Tirkîyê dixwaze herêmê vala bike. Heçku mam Celal Talabanî gotibû, ku “herêm bêmirov e!” Wisa dixuye, ku li peyama Mam Celal Talabanî ne bawer e, dixwaze herêmê ji mirovan paqiþ bike. Kontrola kembera tampon jî her dê bi balafirên þer bête kirin, ango wisa dixuye, ku balafirên Tirk hê demek dêrêj tecawûza erdê baþûr bikin.
Tirkîyê ji berê bêtir têkilî baþûrê Kurdistanê dibe, ji berê bêtir tehdîta wê li ser Baþûr mezintir bûye. Wisa naçe, divê tehdîta Tirkîyê bête def kirin. Lê çawa?
Ew, baregehên PKKê bona êriþên xwe sedemek dinimîne. Rast e PKKê sedemek e, lê ne hemî ye. Eger PKKê ne li herêmê bûya, Tirkîyê dê sedemek din ji ber xwe biafiranda. Armanc; ewil, astengkirina telvê bûna Kerkûkê ya herêma Kurdistanê ye, ya din jî pêþî li sazîbûna Dewleta Federe Kurdistanê girtin e.
Barekî mezin dikeve ser gireseya PKKê. Girseya PKKê divê bi lebatek bilind û tund lê demokratîk, van êriþan þermezar bike û bi berdewamî di nav çalekîyê da be. Taybetî li bakurê Kurdistanê, sîstema dewletê bête rawestandin. Herweha hemî partî û grupên Bakurî, û herweha gelê Bakur li karekî wisa re alîkar bin.
Dîsa li Ewrupa, taybetî li ber balyozxaneyên Tirkîyê çalekîyên berdewamî bêne kirin. Li qada navneteweyî Tirkîyê û mîsyona wê bête asteng kirin. Bila bête zanîn, Tirkîyê, sîyaseta DYEê ya bona herêma Rojhilata Navîn dixwaze bona armancên xwe bi kar bîne û bixeter tevdigere.
mahmutkilinc@t-online.de
2008-01-17/Düsseldorf
Print 2958 car hatiye xwandin Nivîsên din yê Mahmut Kýlýnç Tixûbê Tirkiyê û Sûrîyê: Erdê Mîn Kirî....Mijarek Girîng : Tundîya (þidet) Li Dijî Jinê-IIMijarek Girîng: Tundîya (þidet) Li Dijî JinêBerî Çekberdanê, Mafên Miletê Kurd Divê“Projeya Vegera Welat”Peyva Kurdistan û Newêrekîya DTPîyan"Tevna Dijberî Kurdên Bakurê Kurdistanê û PKKê"Peymana Iraqê û DYAyê û KurdGotinên R.T.Erdoganî Sûc eDîroka Tirkiyê, Li Hemberî Kurda Bi Mînakên Durûtiyê Ve Dagirtî YeHeqareta Li Dijî Ocalan Prowokasyon bû?Dîsa Li Ser Hilbijartina ÞaredarîyêÊriþa BezelêBona Mafê Perwerdeyî Bi Zimanê Kurdî Çend PêþniyazîBi Ti Avayî Dev Ji Mafê Çarenûsî Naye BerdanJi Rewþa PKKê Sûde Wergirtina TirkiyêKek Þerefettîn Kaya: Mînakê Fîdekarîyê Çeteya Ergenekonê “Malê Xwecih” ePiþtê Alozîya Baþûrê QefkasyaBerî Her Tiþtî Li Hev Hezkirin, Xwoþewîstî û DilsozîDema Damezrandina Komara Tirkîyê û KurdBanga “Partîya Banî”Xweserîya Demokratîk û Mafê XwerêvebirîÎhtimala Qedexe Kirina AKPê û Sîyasetek ÞîretkirîSefera R. T. Erdoganî Ya Bakurê KurdistanêBipaþve Vekiþîna Artêþa TirkÊriþa Tirkîyê û Helwesta KurdaNe Doza Partîyekî, An Ya Mirovekî Doza MiletekîPeyam û Helwestên Bi Êþ û ElemTehdît û Çavsorî Ne Layiqê Hêzek Neteweyî yeHê Trajedîya Vîetnamê JibîrnebûNasnameya Tirkîyê: Li Hêlekê Kuþtin û Xirabî, Li Hêla Din Peyamên MisilmantîyêDewletê Bakurê Kurdistanê Kir Qada ÞerDem bi lez û bez diherikeEv teror e, Ti Kes Bi Terorê SernakeveRoja Mafên Mirovan û Rewþa Miletê KurdGuhertina Sîyaseta Yekitîya EwrupaPlanek Berfireh an Kerê QeyserîCarina ji kaosa derfetên nuh rû didinOperasyon û Kurdên PalpiþtDivê mafên neteweyî û demokratîk derkevin pêþMebest ne temezî (turban) desthilatî yeMakezagon: Peymanek civakî yePergala unîter û belengazîya gelê kurdKurd û TTKLi dijî terorîstî û dagirkera yek deng, yek helwest divêEw qezana ne qeder inDeng bide, lê biþopîne jîÇanda teror û îlegalîtêMirin mala te biþewite!Hilbijartin û encamên wêLi welatê ku kujer û serokçete lîder bin..."Herêmên Þer"Tehdîta Tirkîyê nîzik dibeHilbijartin û dîtinek jidilÞovîna (Beraet Kirin) Kujêrên Ugur û Dada (Edalet) TirkîyêÊriþên li ser PCD, karesata Helepçe û NewrozKurd û sîstema unîterAbdullah Demirtaþ û Hilmi AydogduNe Tirkîyê, Turgut Ozal alîkarî kirSîxûrên JîtemêDi Asoya Tirkîyê da Desthilatîyek Aþitxwaz NaxuyeBiryara HakparêHAKPAR û Sertac BucakDi derbarê Tirkîyê da hûrnirînek berfireh divêBanga þer rawestandinê“Kurd û Tirk Mehkûmê Biratîyêne!...”Darizandina Sadam û darûdestên wîHikûmeta Tirk fermana Heskêfê daHevdîtinên Li EnqêrêDivê karê dewletê û ol ji hev cûda beDi civîna GXDNK da bûyerek nexweþRewþa aborîya baþûr-III-Rewþa aborîya Baþûr -II-Rewþa aborîya baþûr û fîrmayên ji Tirkîyê“Þoreþa” Tirkîyê têk çû!Tirkîyê dev ji senaryoyan bernade ku rastîyê bibîneTayyîp Erdogan û Kuþtina Zarokên KurdPaþa û ÇeteTirkîyê+Hamas+Ahmedî..Ol û netewe bûnÞidet zirarê dide wêneya ola ÎslamÇareserî, muxatab û tirkîyêMijarên girîngEv, gulle bere lýngê xwe dan eXeterên peyamên Mahmûdê Ahmedînecad Desketin bi nîspetê daxwazan dibeLixwebawerî û Baþûrê KurdistanêEv barbarî yeMînakek din ji terora dewletêLi herêma me cejna rojîFormûla Ahmet Abî!Senaryoyên li ser paþaroja Iraq’êDemokrasî li heqên hev ra bi rêzgirtinê geþ dibeJiber Nedûrbînîya Hinek Kesa, Alamanya Leopard 2'ya Difroþe TirkîyêNêrînên erênî mirova dilþad dikeJoost Lagendijk bi tenê ne, pirr kes Kurda fam nakin!.Temenê “þoreþa bêdeng!” gelek kurd bûNedilxwþîya TirkaÊriþên HovÇend hevok li ser kuþtina Hîkmet FîdanLi ser rewþa sîyaseta Tirkîyê ya derveyîNêzîkbuyîna Sûrî û TirkîyêGOTÝNA KU FEDERALÎ LÝ ÞERTÊN SERDEMA ÎRO NAYÊ: DEREWEK BÝ BOÇÝK ESENARYOYÊN LI SER PÊVEJOYA ENDAMTÎYA TÝRKÎYÊ YA YE 'YÊXWARZÊYÎ KAMRAN ÎNAN Û ZAROKÊN LÝ KUÇÊ Û KOLANÊN AMEDÊTÝRKÎYÊ DEWLETEK SOSRET EDÝ BÝN “NASNAME YA TÝRKÎYE’YΔ DA PARTÎYEKÎ NUH!GENGEÞÎYÊN LI SER HÊMANA HINDIKAYÎYAREMO Û S. EDÎP BUCAKVEGUHÊRANA PARADÎGMAYÊGELO GENGEÞÎYA LÝ SER ZÎNAYÊ, PÊVEJOYEKÎ ÇÊKÝRÎ (SÛNÎ) YE?TELAFER Û TÝRKVERHUEGEN LÝ SER MÝJARÊN TALÎ DÝSEKÝNEDÝVÊ KURD JÝ JEO-POLÎTÎKA HERÊMÊ SÛD WERBÝGRÝNSAZÎYEK ÇAWA?TENGÎYÊN LÝ PÊÞÎYA TEVGERA BAKURÊ KURDÝSTANÊBÝ SÎYASETEK ZELAL, GAVEK NUH DÝVÊÇÝMA LÝ DÝJÎ QETLÎAMA SÛDAN'Ê DENG DERNAKEVE?Çima li dijî qetlîama Sûdan'ê.. |
|
|
  |
|
| Cîhana Weþanan |
|
|
|
|
 |
  |
|
| Piþtgirî |
|
|
|
|
 |
  |
|
| Têketina bê qedexe |
|
|
|
|
 |

 |