

  |
|
| Çalakî-panel-þahî.. |
|
|
|
|
 |
  |
|
| Dosyaya Taybet |
|
|
|
|
 |
  |
|
| Pirtûk û kovar.. |
|
|
|
|
 |

 |
Dem bi lez û bez diherike Piþtê rojek din sala nuh destpêdike, sala 2008 a. Di destpêkê da ez sala nuh li we hemîyan pîroz dikim. Bila serketin û dilþadî bikeve para we. Hêvîdar im, ku sala 2008a bona miletê Kurd bibe salek serketî.
Dem, wekî çemekî sereberjêr bi lez û bez diherike. Pirrî caran, di dawîya salê da mirov, bûyêrên di nava salê da rûdane jibîr dike. Ewqas rûdan û bûyer diqewimin, ku ne pêkan e mirov wekî roja ewil têkilî hemîyan bibe. Baþ e, ku nivîs heye, rûdan têne nivîsin û tomarkirin, di arþîwê da cih digrin, bona nifþên tê amede dibin.
Ji nuha ve em nizanin ku nifþên tê, dê dema me çawa binirxînin û herweha ewê rola nifþê me çawa bibînin? Gelo dê me sûcdar bikin, an jî birûmet bibîrbînin û qedrekî bilind bidin nav û rola me? Bawerîya min, taybetî li dîrokê heye, her çiqas li hinek welatan, an jî dîroka hinek civakan di bin çewsandin û çavdarîya fermî da têye nivîsandin jî, bi encam dîrok, dê di mecrayê xwe da biherike, qet guh nade çewtî û tehdîtên dor hêlên xwe. Di dereng an jî zutirîn demê da, rastîya “dîroka fermî” derdikeve meydanê û çewsandina li ser dîrokê, bona civakên wisa, derew û xelet nivîsandin bi serê xwe dibe sedema pirsgirêkên bingehî. Dîroka Tirkîyê bona vê mînakek balkêþ e.
Carina dema ku mirov pirtûkên li ser dîrokê dixwîne, hay li rol û helwesta keseyatîyên wê demê dibe, derfet derdikeve ku mirov di navbera wê demê û îro da berhevkirinê bike. Û carina mirov difikire, ku gelo “eger wî/wê kesî ne wisa, bi helwestek din tevbigerîya encam dê çawa bibû ya!” Helbet þîroveyek ji îro ve, di bin þert û mercên îro da, bi dîtin û ramanên îroyî, bona demên bihurî çiqas rast dibin?. Rast e, þert û mercên îro ne wekî yên 80-85 salî berê ne, lê belê bi berhevkirnek wisa mirov dikane bona îro û paþerojê þîretan jê derxe, dersan werbigre.
Her çiqas di 80-85 salên bihurî da miletê Kurd bedelên gellekî giran daye, heta mirov dikane bêje ku civaka Kurd bigiþtî bi rûxandinek hovane ve rûberû maye û derfetên konjuktûrel di cih da bi kar nehatine, lê belê dîsa jî dema ku mirov þertên dinyayê, jeopolitîka welêt dide ber hev, ne fireh be jî mirov dikane qala serketinekê bike. Taybetî ji destpêka salên heþtê û piþtê alozîya Kendavê, ji ber gellekî sedeman derfetên nuh rû dan. Belkî bê pirsîn ku gelo “ev hemî di cih bi kar hatine?” Helbet ew bi serê xwe pirsek girîng e.
Her çiqas di dawîya sala 2007’an da bona miletê Kurd bûyerên ne qenc rû dan û cend rojan berê êriþê arteþa Tirk pêk hatin, mirov dikane bêje ku bi giþtî sal erênî bû. Ev bona hemî parçeyên Kurdistanê jî wisa ye. Li baþûrê Kurdistanê di bergeha dewletbûnê da, pêk hatina sazîbûna civakî da gavên nuh hatin avêtin. Hinek dewletan li Hewlêrê balyozxaneyên xwe vekirin, bi vî avayî peywendîya navneteweyî dê pêk were û herweha ew hemî bona statû û parastina navdewletî gavên girîng in. Her tiþt di heman demê da nabin, dem divê, sebir divê...
Li Bakurê welêt, pêþveçûyên berbiçav pêk hatin. Di hêlekê da hilbijatinên giþtî û di encamê da pêk hatina grupa Partîya Civaka Demokratîk û herweha bigiþtî di bergeha kemilandina sîyaseta bakurî da pêþveçûyînên berbiçav pêk hatin, di hêla din da, hinekî din eþkere û marjînalîze bûna sîyaseta dewletê hate dîtin. Her çiqas dewleta Tirk, bi hemî derfetên xwe propogande û ajîtasyona serketina têkoþîna xwe ya li dijî tevgera bakurê Kurdistanê dike jî, eger mirov baþ lê binire, dê bê dîtin ku di mijara pirsgirêka bakurê Kurdistanê da astengên sîyaseta Tirkîyê ji berê bêtir bûne. Tirkîyê di mijara pirsgirêka bakurê Kurdistanê da ji salên berê bêtir ne bi heq e. Peywedî û dîplomasîya wê ji berê bêtir ne bi serketî ye. Bila ew tim pesna xwe bide, lê belê ne bi serketî ye.
Çi heyf e, ku du guhertin li kêrî helwest û sîyaseta dewletên dagirker, taybetî li yê Tirkîyê têne. Herweha ew herdu jî bona têkoþîna azadîya miletê Kurd dibin sebeba astengîyê. Ji vana yek, guhertina sîyaseta YEê ye, ya di derbarê endametîya vê dewletê da ye. Gumana endamtîya Tirkîyê ya YEê ji berê kêm tir bû. Ya din, xetera kartêkerîya “fundamantalîzma Îslamî” ya li ser peywendîyên navdewletî ye. Helbet vê xeterê di sala 2007an da rû ne da, lê belê di vê salê da xeter hê berbiçav bû.
Di demên wisa da pêywendîyên navdewletî ji çarçoweya maf û hiqûqê derdikevin, xweparastin û berjewendî karîger dibin, pîvanên îdeolojîk derdikevin pêþ. Wekî dema Þerê Sar, ji ber xetera fundamantalîzma Îslamî, gumana qurbanî bûna miletê Kurd ji berê bêtir e. Alozîya li seranser welatên Îslam, bi giþtî bona dinyaya Rojava û taybetî bona DYEê dibe sedema guhertina sîyasetek nuh, destpêka pêvejoyek nuh. Kuþtina Benazîr Butto, bona destnîþan kirina xeterek wisa mînaka dawî ye.
Di dema Þerê Sar da Kurd bûn qurban, lê divê îro xeter bi hemî hêlan ve bêye dîtin, daku kanibin xwe biparêzin.
Carek din bila sala nuh pîroz be.
mahmutkilinc@t-online.de
2007-12-30/Düsseldorf
Print 3202 car hatiye xwandin Nivîsên din yê Mahmut Kýlýnç Tixûbê Tirkiyê û Sûrîyê: Erdê Mîn Kirî....Mijarek Girîng : Tundîya (þidet) Li Dijî Jinê-IIMijarek Girîng: Tundîya (þidet) Li Dijî JinêBerî Çekberdanê, Mafên Miletê Kurd Divê“Projeya Vegera Welat”Peyva Kurdistan û Newêrekîya DTPîyan"Tevna Dijberî Kurdên Bakurê Kurdistanê û PKKê"Peymana Iraqê û DYAyê û KurdGotinên R.T.Erdoganî Sûc eDîroka Tirkiyê, Li Hemberî Kurda Bi Mînakên Durûtiyê Ve Dagirtî YeHeqareta Li Dijî Ocalan Prowokasyon bû?Dîsa Li Ser Hilbijartina ÞaredarîyêÊriþa BezelêBona Mafê Perwerdeyî Bi Zimanê Kurdî Çend PêþniyazîBi Ti Avayî Dev Ji Mafê Çarenûsî Naye BerdanJi Rewþa PKKê Sûde Wergirtina TirkiyêKek Þerefettîn Kaya: Mînakê Fîdekarîyê Çeteya Ergenekonê “Malê Xwecih” ePiþtê Alozîya Baþûrê QefkasyaBerî Her Tiþtî Li Hev Hezkirin, Xwoþewîstî û DilsozîDema Damezrandina Komara Tirkîyê û KurdBanga “Partîya Banî”Xweserîya Demokratîk û Mafê XwerêvebirîÎhtimala Qedexe Kirina AKPê û Sîyasetek ÞîretkirîSefera R. T. Erdoganî Ya Bakurê KurdistanêBipaþve Vekiþîna Artêþa TirkÊriþa Tirkîyê û Helwesta KurdaNe Doza Partîyekî, An Ya Mirovekî Doza MiletekîPeyam û Helwestên Bi Êþ û ElemTehdît û Çavsorî Ne Layiqê Hêzek Neteweyî yeHê Trajedîya Vîetnamê JibîrnebûNasnameya Tirkîyê: Li Hêlekê Kuþtin û Xirabî, Li Hêla Din Peyamên MisilmantîyêDewletê Bakurê Kurdistanê Kir Qada ÞerDem bi lez û bez diherikeEv teror e, Ti Kes Bi Terorê SernakeveRoja Mafên Mirovan û Rewþa Miletê KurdGuhertina Sîyaseta Yekitîya EwrupaPlanek Berfireh an Kerê QeyserîCarina ji kaosa derfetên nuh rû didinOperasyon û Kurdên PalpiþtDivê mafên neteweyî û demokratîk derkevin pêþMebest ne temezî (turban) desthilatî yeMakezagon: Peymanek civakî yePergala unîter û belengazîya gelê kurdKurd û TTKLi dijî terorîstî û dagirkera yek deng, yek helwest divêEw qezana ne qeder inDeng bide, lê biþopîne jîÇanda teror û îlegalîtêMirin mala te biþewite!Hilbijartin û encamên wêLi welatê ku kujer û serokçete lîder bin..."Herêmên Þer"Tehdîta Tirkîyê nîzik dibeHilbijartin û dîtinek jidilÞovîna (Beraet Kirin) Kujêrên Ugur û Dada (Edalet) TirkîyêÊriþên li ser PCD, karesata Helepçe û NewrozKurd û sîstema unîterAbdullah Demirtaþ û Hilmi AydogduNe Tirkîyê, Turgut Ozal alîkarî kirSîxûrên JîtemêDi Asoya Tirkîyê da Desthilatîyek Aþitxwaz NaxuyeBiryara HakparêHAKPAR û Sertac BucakDi derbarê Tirkîyê da hûrnirînek berfireh divêBanga þer rawestandinê“Kurd û Tirk Mehkûmê Biratîyêne!...”Darizandina Sadam û darûdestên wîHikûmeta Tirk fermana Heskêfê daHevdîtinên Li EnqêrêDivê karê dewletê û ol ji hev cûda beDi civîna GXDNK da bûyerek nexweþRewþa aborîya baþûr-III-Rewþa aborîya Baþûr -II-Rewþa aborîya baþûr û fîrmayên ji Tirkîyê“Þoreþa” Tirkîyê têk çû!Tirkîyê dev ji senaryoyan bernade ku rastîyê bibîneTayyîp Erdogan û Kuþtina Zarokên KurdPaþa û ÇeteTirkîyê+Hamas+Ahmedî..Ol û netewe bûnÞidet zirarê dide wêneya ola ÎslamÇareserî, muxatab û tirkîyêMijarên girîngEv, gulle bere lýngê xwe dan eXeterên peyamên Mahmûdê Ahmedînecad Desketin bi nîspetê daxwazan dibeLixwebawerî û Baþûrê KurdistanêEv barbarî yeMînakek din ji terora dewletêLi herêma me cejna rojîFormûla Ahmet Abî!Senaryoyên li ser paþaroja Iraq’êDemokrasî li heqên hev ra bi rêzgirtinê geþ dibeJiber Nedûrbînîya Hinek Kesa, Alamanya Leopard 2'ya Difroþe TirkîyêNêrînên erênî mirova dilþad dikeJoost Lagendijk bi tenê ne, pirr kes Kurda fam nakin!.Temenê “þoreþa bêdeng!” gelek kurd bûNedilxwþîya TirkaÊriþên HovÇend hevok li ser kuþtina Hîkmet FîdanLi ser rewþa sîyaseta Tirkîyê ya derveyîNêzîkbuyîna Sûrî û TirkîyêGOTÝNA KU FEDERALÎ LÝ ÞERTÊN SERDEMA ÎRO NAYÊ: DEREWEK BÝ BOÇÝK ESENARYOYÊN LI SER PÊVEJOYA ENDAMTÎYA TÝRKÎYÊ YA YE 'YÊXWARZÊYÎ KAMRAN ÎNAN Û ZAROKÊN LÝ KUÇÊ Û KOLANÊN AMEDÊTÝRKÎYÊ DEWLETEK SOSRET EDÝ BÝN “NASNAME YA TÝRKÎYE’YΔ DA PARTÎYEKÎ NUH!GENGEÞÎYÊN LI SER HÊMANA HINDIKAYÎYAREMO Û S. EDÎP BUCAKVEGUHÊRANA PARADÎGMAYÊGELO GENGEÞÎYA LÝ SER ZÎNAYÊ, PÊVEJOYEKÎ ÇÊKÝRÎ (SÛNÎ) YE?TELAFER Û TÝRKVERHUEGEN LÝ SER MÝJARÊN TALÎ DÝSEKÝNEDÝVÊ KURD JÝ JEO-POLÎTÎKA HERÊMÊ SÛD WERBÝGRÝNSAZÎYEK ÇAWA?TENGÎYÊN LÝ PÊÞÎYA TEVGERA BAKURÊ KURDÝSTANÊBÝ SÎYASETEK ZELAL, GAVEK NUH DÝVÊÇÝMA LÝ DÝJÎ QETLÎAMA SÛDAN'Ê DENG DERNAKEVE?Çima li dijî qetlîama Sûdan'ê.. |
|
|
  |
|
| Cîhana Weþanan |
|
|
|
|
 |
  |
|
| Piþtgirî |
|
|
|
|
 |
  |
|
| Têketina bê qedexe |
|
|
|
|
 |

 |