

  |
|
| Çalakî-panel-þahî.. |
|
|
|
|
 |
  |
|
| Dosyaya Taybet |
|
|
|
|
 |
  |
|
| Pirtûk û kovar.. |
|
|
|
|
 |

 |
Dema xelê derbas bû! Min di kovara Nûdemê hejmara yekem ya 1992an de, nivîsek xwend û wê nivîsê ez birim zaroktiya min ya ku ez dibêm dema xelê, xelaya ziman û wêjeya kurdî, yanî salên 1980-1990î
Çima dibêjim dema xelê? Di vir de, mebesta min ne ku nan û av tune bû, loma xela bû. Mebesta min ew e ku, dema zimanê kurdî qedexe bû. Hertiþtê bi kurdî qedexe bû. Me nedikarîbû li muzika kurdî bi hêsanî guhdar bikira, ne pirtûk , ne kovar û ne rojname. Ti tiþtek di warê wêjeya kurdî de, bi dest me nediket. Ev xelaya wêje û zimanê kurdî bû.
Kesekî newêrîbû û derfet jî tune bû ku nivîsekê bi kurdî bibînin an bixwînin. Yên ku hebûn jî veþartî bûn. Li ba birayê min hinek helbestên Cigerxwîn hebûn. Ew jî ji binxetê (Rojavayê Kurdistanê) bi tehlikeyek mezin bi qaçaxî hatibûn aliyên me û bi dizîka di nav wan kesên ku rîsk digirtin hatibûn belavkirin.
Me nedizanîbû bi kurdî bixwenda, lewra derfeta nivîsên bi kurdî tune bû. Kurdiya me, tenê axaftina li hundurê malê bû. Birayê min carna êvaran derengî þevê helbestên Cigerxwîn bi dizîka û bi dengekê hêdî ji me re dixwend û dûv re jî dîsa ew helbest dixist bin ”heft tebaqê erdê” û vediþart. Da ku esker nebînin û me hemiyan koçberkî ji bo çend nivîsên kurdî nexin zindanan.
Di vê nivîsa xwe ya di kovara Nûdemê de, kurdekî bîranînek xwe ji kovarê re þandiye û behsa ku cara yekem wî nivîsek bi kurdî dîtiye û wî ew nivîs çawa xwendiye kiriye. Lê mixabin wî jî ji ber van sedemên li jor, nivîs bi tirkî xwendiye û tevlihev kiriye û tiþtek jê fam nekiriye. Rahiþtiye nivîsê aniye malê da ku ji maliyan re bixwîne, dibêje;
”Min nivîs ji dayik û bavê xwe re xwend, lê min tîpa ”x” wek ”eks” dixwend loma jî kesekî ji maliyan ji min fam nekirin. Ya rastî, min jî ji xwe fam nedikir. Tenê diya min got ku; Rast e kurmancî ye. Bavê min got ka hela dîsa bixwîne.! Min dîsa xwend û zimanê min tevlihev dibû. Ji kurmancî wedetir, ji bo min wek zimanekî xerîb dihat. Ji nifþekê de bavê min got; Ka hela wê rêzikê dîsa bixwîne! Min ew rêzik dîsa ji bavê xwe re xwend ;”Piþtî min pezê ”ekswe” av da, ez çûm bin siya darê û min nanê ”ekswe”, ”ekswar”
Piþtî min rêzik qedand bavê min bi dengekî bilind keniya û got: “Ekswe” çi ye lawo! Ev ne “xwe“ be?! Min ji pirahiya rêzikê fam dikir lê min ji ”xwe” fam nedikir, lewra min ew weke ”ekswe” dixwend. Wê demê hîna nuh lê hay bûm ku ez þaþ dixwînim û loma jî ne ez fam dikim û ne didim famkirin.”
Dema ku mirov bîne berhevdû dibîne ku ji salên heyþtêyî û vir de, xwendin û nivîsanadina bi kurdî ji ku heya ku hatiye. Em li vir dibînin ku komara Tirkiyê ticaran -her çawa dibe bila bibe- nikarîbûye û nikare zimanê kurdan winda bik e.
Min demek berê, di malperan de çend nûçeyên li ser pirtûkên kurdî xwend. Pir dilþad bûm ku dibêjin; di sala 2006 an de zêdeyî 80 pirtûkên kurdî hatine weþandin. Ji wan pirtûkan çiqes hatine firotin û çiqes hatine xwendin kes nizane. Lê ya xweþ ew e, ku ji salên nodî û vir de, êdî pirtûkên bi kurdî pir bûne û her diherin pirtir jî dibin.
Tê bîra min, di salên 1980-90 de, em li asîmanan li pirtûkeke kurdî digeriyan. Peyde nedibûn û wekî din jî qedexe bûn. Lê di van salên dawî de, ligel pirtûkên romanê, gelek beþên mîna helbest, çîrok, ferheng, hevpeyvîn û þanoyê de, bi kurdî hatine weþandin. Vê demê bi sedan pirtûkên kurdî û pênûsên wek þûr hene. Em dikarin wêjeya kurdî bibînin û bixwînin. Xwendevanên kurdî zêde bûne. Nivîskarên kurd gelek in. Ev jî ciyê kêfxweþiyê ye ji bo ziman û wêjeya kurdî.
Roza Kurd 2007-11-29
Print 3303 car hatiye xwandin Nivîsên din yê Roza Kurd Roja bibîranîna rewþa jinêPenaberê Parîs êMalî Ava Aramê Tigran!Li ser dosya sunetkirina Jinan7 juni li Swêdê hilbijartine !Teror a dewletêTV Kurd 1 Dengdanê deng daAgirê Newrozê li Kurdistanê bilind dibe!Kurdî li kurdan tenê qedexe yeBavê wenda ...Ne xayin û ne jî mêrxasTV ya bi kurdîya qedexe!Pirjinî: Civakek medenî an paþverû?Obama: Belê, em dikarin!Bitch…Ingmar Karlson mertalê tirkan e!Deng ji tirkan biliyaAll my mothers(Hemû dayikên min)“Ez keçikek gundî me”Bila em turistên welatê xwe bin!Asimlasyon li Tirkî çawa ye Erdogan?Ne bi vê xezebê !Roja evîndaranKurd û cîhana internetêYeksaliya kovara Ajda pîroz be!Kî terorist in?Dema xelê derbas bû!Hevpeyvîna bi Rohat Alakom reLi hemberî êriþan dema yekitiyê ye!Mirina ciwanekî rind!Jînê û Jiyana bi kurdîSinetkirina zarokên keçDostên xwaro maroNîjadperestiya serdestan an olperestiya bindestan?'Mirina zimanekî rind'Kevoka spî …Filmê Swêdî/Kurdî Hoppet/HêvîDurûtiya dewleta tirk..Zarokên Kurdistan ê, bes ji mirinê bitirsin…Cejn..Di rojek reþ de bûyerek reþÎro 12ê Îlon ê ye..!!Xwekuþtina jinan, yan kuþtina wan!!Ma kurmancî ne kurdîye? Kakacan?Comedia infantil (Komediya zarokan)Gurê mancêl ê û êrîþên nîjadperestan ...Dayê!Berxwedan û serhildana gel ê bêxwedî!!Ka Ala rengîn??Çima Helepçe dîsa diþewite?Salê carekê 8 Adarê…Hêvî, zarok û dibistan..…Xemgînî û mizginiyek….Pêwîstiya me ji qursên zimanê tirkî an kurdî heye?Tv hat, çîrok û adet hilat!Bi Kurdi nexwînin û neaxivin!”Kusî jî dikarin bifirin” |
|
|
  |
|
| Cîhana Weþanan |
|
|
|
|
 |
  |
|
| Piþtgirî |
|
|
|
|
 |
  |
|
| Têketina bê qedexe |
|
|
|
|
 |

 |