

  |
|
| Çalakî-panel-þahî.. |
|
|
|
|
 |
  |
|
| Dosyaya Taybet |
|
|
|
|
 |
  |
|
| Pirtûk û kovar.. |
|
|
|
|
 |

 |
Helwesta Rûsya li hemberî Tirkî Gelo wê vê sedsala bibe sedsala rizgarîya Kurdistan û azadîya gelê Kurd?! Lewra xwanê dike ku êdî dewletên cîhanê yên herî xurt biryar dane ku êdî gelê Kurd ji holê ranebe. Ji alîkî ve parastina Emrîka û Brîtanya li ser Kurdistana Baþûr, ji alî din ve parlemana Rûsya jî biryar girt ku gelê Kurd û dewleta federal ya Kurdistan bêt parastin. Cîgirê serokê parlamentoya Rusyayê Vîlademîr Jirînovskî daxwîyanî da û got: “Tirkiye êrîþ bîbe ser Herêma Kurdistanê wê demê pêwîst e Civata Ewlehiyê a Navdewletî gemaroyê li ser Tirkiyeyê deyne, çawa ku di dema dagîrkirina Kûweytê de ambargoya aborî danî ser Iraqê, divê deyne ser Tirkî jî.” Jîrnoskî got:" Ne cara yekê ye ku Tirkiye êrîþî weletekî din dike, di sala 1974 an de jî êrîþî Girava Qibrisê kiribû û dem hatiye ku civata navdewletî, dive êdî sinorek ji bo Tirkiyeyê deyne."
Di vê hêrîþkarîyê de û ji derxistina tezkereyê jî têt gehîþtin ku tirkan zen kirin; “kesek dengê xwe ji wan re nake û wê Emrîka jî pê li wan neke. Di pirsgirêka Îran û Sûrî de lewra pêwîstîya Emrîka ji wan hey e. Ji xwe Ewropa jî zêde deng nake e û dostê wan e. Rûsya, Çîn û Japon ji xwe berjewendîyên xwe di ser her tiþtî re digirin û dengê xwe ji merselê wanî re dernaxin.” Lê xwanê ye “hesabê mal û sûkê li hev derneketîye!”
Dewleta tirk, piþtî Þerê Cîhanê 1. û Þoreþa Oktobirê ya Sovyetê û di dema þerê sar de bû balansa navbêna Bloka Bakur û ya Baþûr. Dewleta tirk ya mêtinkar û nîjadperest jî vê girîngîya xwe pir baþ bi kar anîn: ji alîkî ve pêwendîyên xwe bi herdû Blokan jî re danî û peymanên li gor berjewendîyên xwe bi wan dan pejirandin. Bi çavgirtin û alîkarîya herdû Blokan, gelên Kurd û Ermenî eciqandin û di jenosîdê re derbas kirin.
Hîn di dema Lenîn de, bi Sovyetê re peymana “dostanîyek beranberî û têkelî karê nava hev nebûn” bi hev re îmze dikin. Di dema Stalîn jî, muxtarîyeta Laçînê ya Kurd ji holê radike û Kurdên di nava sovyetê mal bi mal belabela dike û muamela hêsîran bi wan re dike. Di wê demê de jî serokê tevgera Agirî Îhsan Nûrî Paþa ji Stalîn re nameyek alîkarîyê dixwaze diþîne. Lê hêvîyên Îhsan Nûrî jî vala derdikevin. Di Þerê Cîhanê 2. an de jî, ji bo berjewendîyên xwe Sovyet, hêvîya azadîyê dide Kurdên Rojhilat û alîkarîya wan dike ku serî hildin. Piþtî ku karê wan qedîya, Stalîn li Tehranê bi Farisan re rûniþt peymana petrolê ya 50 salî bi dewleta Îranê re çêkir û Kurd terkî însafa mêtinkarên Faris kir. Piþtre Generalê Komara Mahabat Mistefa Berzanî, di bin êrîþkirina dewletên Îran, Iraq û Tirkî yên mêtinkar de, ku di bin þertên gelek zor, tevlî serma, qeþa û birçîbûnê ku bi ordîyên van dewletan re þer kir û xwest xwe bavêje dexlê Sovyetê. Lê tevlî ku leþkerên Sovyetê jî nedihîþt ku têkeve axa wan, bi zora xwe xwe avêtin bextê wan. Lê dîsa Stalîn muamela hêsîran bi wan re kir; ew her yek avêtin gundekî û qedexe li ser wan danîn. Di salên heftêyî de, li kîderê berpirsekî Sovyetê ku bi kurdeki re di ware sîyasî de muhatab bibaya, daxwaza nekirina þerê çekdarî ji wan dikir. Hela ji xwe Tirkî dostekî wan yê gelek grîng bû. Di warê aborî de, ji bo pêþketina sanayîya giran ya tirkî fabrîqe û eleman dida dewleta tirk. Ji xwe Sûrî û Irak, ji bo Sovyetê sosyalîstên xas û heval û biradewlet bûn. Di warê leþkerî, aborî, sîyasî û çandî alîkarîya wan dikir.
Bi qwasî ku ez dizanim di dema Çar`îyan de jî Rûsan tu carî alîkarîya Kurdan nekirîye.
Di qanûna made de jî hey e; her madî elementek temenekî wê hey e. Piþtî ku temenê xwe qedand ew element forma xwe diguher e. Ev qanûna dîyalektîkê ye. Þêweyê dewlet û serwerîyên sîyasî, tew hela mina dewletên Tirk, Faris û Ereb ku li ser asasên mijokdarî, mêtinkarî, nîjadperestî, zordarî û terorê ava bûbe û hela tew di vê sedsala komînîkasyon û teknolojîyê de, ji zû de temenê xwe qedandin e. Mîna kalekî temenê xwe qedandibe û li ber xwe bide ku li jîyanê bimîne bi serê vana dejî werê hatîye. Loma dewletên cîhanê alîkarîya wan nake.
Xidir ÛSO, 30.10.`07
Ew gotar di serrûpela malperê de 222 car hatiye xwendinPrint 2608 car hatiye xwandin Nivîsên din yê Xidir Ûso Peymana Lozan`ê xeniqandina gelê Kurd e!Mêtinkarîya Sûrîye ji Kurdan çi dixwaze?!Sosyalîstîya Kurdan û ÇepelîCHP (Partîya Gel a Komarî)Guhertina Makezagona TirkîyeJenosîda Ermenî, Suryanî û Kurdan“Belqitî”Polîtîkayên AKP û helwesta Kurdan?8 Adarê Roja JinanLi Îranê kuþtina xortên Kurd berdewam e!Berpirsê Halepçe û “Enfal” Elî Kîmyayî hat daliqandinElewîno, Dêrsimîno, Kurdino, Onur Oymen ji we pirsekê dike..'Rêlêvekirina Demokratîk', 'Komên Aþtîyê' Çareserî...Îsmaîl Beþîkçî, Ûjdanê Tirk û Kurd e!Zîndana Amed û Paqiþkirina MejîBazirganîya Sîyasetê û Mafê Gelê KurdEncamê Hilbijartina Kurdistana FederalGirîngîya Hilbijartina Herêma Kurdistana Federal“Li Girtîgehê Zû Dibe Êvar”Îþkence Berpirsîyarê Qetlîama 44 KesanKuþtina Zarokên KurdKonferansa KurdTRT-ÞeþLi zîndanê lêgerîn û dakirina koncala destavêXofa ÎþkencêLi ser Qanûna Pirjinî û rewþa jinêDi berhimandina civata Kurd de rewþa jinê Þertên lihevkirina Erdogan û LeþkeranMamostê min CegerxwînMamostê min CegerxwînGoran, nexwest tirkî fêr bibe!Serhildan Tatoleka Ordîya TirkSerxwebûna Kurdistan!Samîmîyeta 'Kampanya Perwerdeya bi Zimanê Dayikê'Zaroka PenaberHespê TroyaJi bo Kongreya TEVKURD'ê ya Sisêya!Dewleta Fars, li ser kavilê dewleta Kurd avabûye Gardîyanê RastgoDi tevgera neteweyî de qonaxek nû: Serîrakirina NefermaLi Zîndana Amed îþkenceya du rojan“Banga çareserîya aþtîyane”Dezenformasyon û Neyartîya Cihûyan!Pirsgirêka Zar û Zaravayan li Kurdistanê û ÇareserîS. T yan R. T. Erdogan Derewan DikeR.T. Erdogan û helwesta Kurdên li SwêdêKê Tevna Ergenekon'ê li darxistLaîktîya Tirkî û Parçekirina Dînê ÎslamêTemirandina Doza Kurd!TevkurdKurdên li EwropaÛjdanî RedHukumeta Herêmê kare êriþa tirk vala derxeDewleta KûrLi zîndana Amed serlêdanDaxwaza kuþtina Birahîm Guçlu terorîzm e!Qetlîama ermenîyan kê pêk anî?! -2-Qetlîama Ermenîyan kê pêk anî?! -1-Di sala nû de terorîzmBandora psîkolojîya mêtýnkarîyêAtarîÎbretBerpirsîyarîya rewþenbîrLaleþ Qaso û rasteqînîya civatîBîra dîrokî û pirtûkKenan Evren û Zindana AmedKevnegeneralên tirk çi dibên?- 4-Kevnegeneralên tirk çi dibên?- 3-Kevnegeneralên tirk çi dibên? -2-Kevnegeneralên tirk çi dibên?-1-Daxwuyanîya Fazýl Mîranî û berjewendîyên kurdistanÎnkara kurd û kurdistan û helwesta kurdanErdogan 'tehcîr'a ermenîyan qebûl kir, gelo 'tedîp' û 'tenkîl'a Kurdan jî qebûl dike!?Vê lîstika ku tirkî ji ber lingê xwe derxist ji bo çi bû?Helwesta Rûsya li hemberî TirkîProvaya qetlîama Kurdan û helwesta hêzên Kurd |
|
|
  |
|
| Cîhana Weþanan |
|
|
|
|
 |
  |
|
| Piþtgirî |
|
|
|
|
 |
  |
|
| Têketina bê qedexe |
|
|
|
|
 |

 |