

  |
|
| Çalakî-panel-þahî.. |
|
|
|
|
 |
  |
|
| Dosyaya Taybet |
|
|
|
|
 |
  |
|
| Pirtûk û kovar.. |
|
|
|
|
 |

 |
Sinetkirina zarokên keç Berîya ku ez li ser mijara mafên jinan binivîsînim, dixwazim balê bikþînim ser pirsa sinetkirina keçikan û wê þêweyê hovane ku li zêdeyî çil welatan li ser keçan bi kar tînin. Raporên yekîtiya netewan, dibêjin ku di salê de du milyon û nîv keç têne sinetkirin. Yanî tê wê wateyê ku di kêliyekê de pênc keç sinet dibin. Dema ku em vegerin destpêka dîroka vê sinetkirina zarokên keç, em dibînin ku ev adet berîya zayînê bi sed salî ji aliyê Ferûniyên Misrê ve hatiye bikar anîn û heta roja îro jî li gelek dewlatan berdewame.
Sinetkirina keçan ji ya lawan bi gelekî guhertîtir û dijwar e. Her weha ya keçan, wan seqet dikin. Ne wek ya lawan ku ”goþtê zêde” tê jêkirin”Li gor raporên rêxistinên mafên mirovan, ev adet di kultura gelek welatên Efrîqî jî de heye û digel gelek welatên ereban dihere.
Li gor ku lêkolîner dibêjin, sinetkirina keçan ne ji olê tê, lê dîsa jî, bi ol û adetên kevnare ve girê didin. Dibêjin; Ev adet ji nezanî û þîrovekirina bûyerên olî ve ku hatine gotin û her weha ji mitolojiya wan ya kevnar tê. Lê berovajî vê yekê em di Quranê de dibînin dema ku di sûretê Alnîsa (jinan) de dibêje: ”Þeytan emir daye ku guhê hewwanan jêkin, da ku afirandinên Xwedan biguherînin” . Madem ku li ser heywanan ev tiþt hatiye qedexekirin, wê çawa li ser mirovan pêk were? Ji hêleke din ve jî, Hz: Muhemmed gotiye, ku ezab li ser mirovan heram e, dibêje; Yên ku mirovan iþkence bike, me iþkence dike, yên ku me bike, Xwedan iþkence dike”…
Di van civakên kevnare de, keçikên di navbêna 7-16 salî de dibin cem yekî/yekê ku ji sinetkirinê fam dike û bi kêrên ko, gwîzana û bê pûçkirin organê keçkaniya wan bi sê awayên cuda didin jêkirin; Sivik, kûr, kûrtir (infibulation).
Îcar piþtî ku zarok sinet dibin, ango organê keçikaniya wan hemî tê jêkirin, gelek dîjwariyên din jî têne serê wan. Nexweþiyên xwînê û bakterî bi wan re çêdibin. Tengasiya mîzkirin û welidandinê dibînin. Mîz ji wan diherike û nema dikarin bi xwe re bigrin (incontinence) ji ber ku reh têne jêkirin û ciyê mîziyê sist dimîne.
Mirov naxwaze bawer bike ku tiþkî weha di vê dema ku ewqes zanîn heye dibe. Min ev li welêt qet nebihîstibû . Ne di pirtûkan û medya de û ne di civaka me de ev tiþt dihat behskirin. Belkî jî, ji bo ku li Bakurê Kurdistanê ev tiþt tune bû.
Dema ku min ev nemirovahî bihîst û bi çavên xwe li dibistanên Swêdê, di video de dît. Ez Bi hefteyan nikarîbûm razêm. Ew wêneyên zarokan ku di þoqek mezin de û nizanin bê çi tê serê wan û ew hewar hewara wan zarokan ya ji tirsan ji ber çavên min nediçûn.
Zêdeyî pênc-þeþ kesan li zarokek heft-heyþt salî hatibûn hev û dixwestin wê bigrin û bi zor pê karîbûn. Dema ku wê zarokê ew kêr didît, dizanîbû wê derek wê bê jêkirin û dikir hewar û qêrîn! Lê çi fêde! Ew dîmen wek ya ku dema mirov peza qurbanê serjê dike û ew heywan li ber xwe dide, weha bû. Me kesekî nikarîbû li wê videoyê temaþe bikira. Ne dilê mirovan û ne jî mejî karîbû ew dîmen hilgirtana. Mirov çawa zarokekê bide ber kêrê û çima? Me wê demê lêkolîn dikir û xwest li sedeman bigerin. Lê her em li vê bersivê rast dihatin; ”adetên kevnare ne û kultura wan weha ye, ma em dikarin çi bikin?” Me bi sedan nav dane hevûdu û em bi gelek saziyên mirovan re axivîn, lê ew dilopek ji deryakê bû. Li gor rapora WHO (World Health Organization) salê bi milyonan keç li welatên cuda têne sinetkirin.
Divê ez vê jî bibêjim, ku min wê demê, di dilê xwe de rehetiyek jî his kiribû û gotibû ; baþ e ku ev wahþîyet li welatê me tune ye! ”Erê em çavþaþ in lê ne kor in”.
Vê dema dawî di medyaya kurdî de jî, li baþûrê Kurdistanê behsa sinetkirina keçan û her weha behsa hejmarên pir bilind jî dibe. naxwe ev wehþiyet li welêt, li civaka me jî dibe!? Hêvîdarim þaþ be! Lewra dijwariya ku di civaka me de heye, bes e û pir e jî .. Ma ev jî bi ser de !?
Mirov çawa dikare zarokên xwe bi destê xwe seqet bike? Ez dibêjim seqetkirin, mebest yek jê fizîkî û ya din piskolojik e. Mirov çawa wek dayik û bav, destûr bide van þêweyan ? Mirov çawa wek mirovekî rabe perçakî ji bedena zarokekê jê bike? Mirov naxwaze bawer bike ku mirov tiþkî weha dikin û em kurd jî vê wahþiyetê diþopînin.
Bi nerîna min, divê mirov bê deng nemîne û ew kesên ku vî tiþtî dikin bêne cezakirin. Doktorên kurd li ser vê mijarê agahdariya fîzyolojîk û psîkolojîk bidin. Ronakbîrên kurd li ser vê mijarê gel hiþyar û agahdar bikin. Her weha hukumeta Kurdistan ê bi fermî rê li ber van adetên xerab bigrin. Heger mirov li himber vê rewþa zarokan bêdeng bimîne, naxwe ne mirov e! Ev zarok in û pêþeroja civaka welatekî li benda wan e, têkçûna wan têkçûna civatê ye!
2007-07-09
Roza Kurd
Print 8111 car hatiye xwandin Nivîsên din yê Roza Kurd Roja bibîranîna rewþa jinêPenaberê Parîs êMalî Ava Aramê Tigran!Li ser dosya sunetkirina Jinan7 juni li Swêdê hilbijartine !Teror a dewletêTV Kurd 1 Dengdanê deng daAgirê Newrozê li Kurdistanê bilind dibe!Kurdî li kurdan tenê qedexe yeBavê wenda ...Ne xayin û ne jî mêrxasTV ya bi kurdîya qedexe!Pirjinî: Civakek medenî an paþverû?Obama: Belê, em dikarin!Bitch…Ingmar Karlson mertalê tirkan e!Deng ji tirkan biliyaAll my mothers(Hemû dayikên min)“Ez keçikek gundî me”Bila em turistên welatê xwe bin!Asimlasyon li Tirkî çawa ye Erdogan?Ne bi vê xezebê !Roja evîndaranKurd û cîhana internetêYeksaliya kovara Ajda pîroz be!Kî terorist in?Dema xelê derbas bû!Hevpeyvîna bi Rohat Alakom reLi hemberî êriþan dema yekitiyê ye!Mirina ciwanekî rind!Jînê û Jiyana bi kurdîSinetkirina zarokên keçDostên xwaro maroNîjadperestiya serdestan an olperestiya bindestan?'Mirina zimanekî rind'Kevoka spî …Filmê Swêdî/Kurdî Hoppet/HêvîDurûtiya dewleta tirk..Zarokên Kurdistan ê, bes ji mirinê bitirsin…Cejn..Di rojek reþ de bûyerek reþÎro 12ê Îlon ê ye..!!Xwekuþtina jinan, yan kuþtina wan!!Ma kurmancî ne kurdîye? Kakacan?Comedia infantil (Komediya zarokan)Gurê mancêl ê û êrîþên nîjadperestan ...Dayê!Berxwedan û serhildana gel ê bêxwedî!!Ka Ala rengîn??Çima Helepçe dîsa diþewite?Salê carekê 8 Adarê…Hêvî, zarok û dibistan..…Xemgînî û mizginiyek….Pêwîstiya me ji qursên zimanê tirkî an kurdî heye?Tv hat, çîrok û adet hilat!Bi Kurdi nexwînin û neaxivin!”Kusî jî dikarin bifirin” |
|
|
  |
|
| Cîhana Weþanan |
|
|
|
|
 |
  |
|
| Piþtgirî |
|
|
|
|
 |
  |
|
| Têketina bê qedexe |
|
|
|
|
 |

 |