
  |
|
| Pirtûk |
|
|
|
|
 |
  |
|
| Kovar |
|
|
|
|
 |

  |
|
| Pirtûk û kovar.. |
|
|
|
|
 |

 |
Dewleta tirk hov e û her xirabî jê tê! Di van demên dawîyê de minaqeþe û tiþtên balkêþ li Tirkîyeyê xwe nîþan didin. Minaqeþeya herî taze ji alîyê Kenan Evren ve hate vekirin. Diktatorê teqawitkirî Kenan Evrenê 89 salî di dawîya jîyana xwe de bi rîya rojnameyan rastîyek anî ser ziman. Li gorî wî operasyoneke leþkerî ya ordîya Tirkîyê jibo Kerkûkê, hewildaneke þaþ e; li Baþûrê Kurdistanê dewleteke Kurdî ya federe hatîye avakirin û hewce ye Tirkîye vê rastîyê qebûl bike û li gorî wê polîtîkayên realist bide pêþîya xwe. Jibo demên pêþîya Tirkîyeyê jî dikara sistema eyaletan were rojevê û Tirkîye wek numûne bibe heþt (8) eyalet. Feydeya Tirkîyeyê ye ku DTP têkevê meclisê û parlamanên Kurd di meclisê de werin temsîlkirin, bi awayeke din baraja %10 were guhertin da ku ev asteng ji holê rabe û hwd…
Van dîtinên Evren, bê guman tiþtên taze ne û tenê rastîyên li pêþeroja Tirkîyeyê tîne rojevê jibo polîtîkayên nûh. Lê çapemenîya Tirkîyeyê û partîyên sîyasî yekser ketin nav êrîþên giþtî û piþtî êrîþên du-sê rojan di derheqê Evren de lêgerîna dadgehî dest pêkir. Bi vî awayî dê Kenan Evren jî were tawanbarkirin û mehkemekirin. Bi rastî tiþtên weha ecêbmayî û balkêþ tenê dikarin li welatên wek Tirkîyeyê ku nasîbê demokrasîyê nestandine, were rûdan. Ji bedêla ku partîyên sîyasî û çapemenîya Tirkîyeyê rastîyan bibînin, dest ji mêjûyên xwe yên faþîstî û hovîtîyê berdin û piçek be jî realîst bifikirin û rewþê minaqeþe bikin; di fikr û ramanên xwe yên faþîst û hovane (barbar) de înatê dikin. Ewana bi tevayî li hemberê rastîyan xwe kerr û lal û kor dikin.
Ev hewildanên faþîstî û hovîtî yên partîyên sîyasî û çapemenîyê bê sedem nînin. Ji ber ku bi avakirina Komara Tirkîyeyê û virve îdeolojîyeke faþîst û hov li ser hukûm bûye. Li gorî slogan û þîarên vê îdeolojîyê; ”Li cîhanê ji bilî Tirk dostê Tirk tune ye!”, ”>i bextewarî ji wî/wê re ku ji xwe re dibêje ez Tirk im!”, ”Tirkek bedêla cîhanê ye!”, ” Ez Tirk im, li ser rîya rast im, zîrek im … û hwd..” didomin; þiklê faþîstî û hovîtîyê daye civata Tirk û lewre guhertina vê civatê gelek zehmet e. Problema sereke ya civata Tirk, dewleta Tirk û hukûmata tirk ev bi xwe ye. Ev gelþa sereke di eynê wextê de gelþa partîyên sîyasî, rêxistinên sivil û çapemenîya Tirkîyeyê ye jî. Bi awayeke giþtî heta evana xwe ji vê fikr û ramanên faþîst û hov rizgar nekin, qereqolên ji dîwarên hesinî ku di mêjûyên xwe de çêkirine xirab nekin; jibo pêþketin û pêþî lêvekirina avakirina demokrasîyê dê nikaribin sentîmek rê bimeþin. Lewre hewildanên li dijî Kurdên Bakûr û bi taybetî jî li dijî Baþûrê Kurdistanê ku di van mehên dawîyê de zêdetir bûne jî divê di vê çerçoweyê de were nirxandin.
Îsal hilbijartina Serokkomar û ya giþtî heye. Li gorî destûrê dê Serokkomar ji alîyê meclisê ve were hilbijartin. Piranîya meclisê jî di destê hukûmetê de ye, yanê AKP di piranîyê de ye. Li gorî vê tabloyê divê Serokkomar ji alîyê AKP ve were hilbijartin ku di serî de CHP ya Baykalê faþîst û hemû hêzên milîtarîst û Kemalîst vê tabloyê hezm nakin û ihtîmala ku Serokwezîr RT Erdoxan bibe Serokkomar, qebûl nakin. Lewre di van mehên dawîyê de hemû di carek de ketine nav êrîþan. Her çiqas wek felsefe partîya Erdoxan li dijî îdeolojîya resmî be jî, di nav sefên wî de jî têra xwe mebûsên faþîst hene û Erdoxan bi xwe jî çav berdayê rayên faþîst û hemû nijadperestan. Bo wê ye ku hin hewildanên Erdoxan li hemberî Kurdan û li hemberî hêzên demokrat; ji yên Kemalîst û hemû nijadperestên cuda kêm nabe. Propaganda û heqaretên li dijî Baþûrê Kurdistanê û serokên Kurdan yek ji vê hewildanê ye. Êdî wer bûye ku Tirkîye bi Kerkûkê radize û hiþyar dibe. Tu dibê qey Kerkûk bûye bajareke Tirk.
Li hemberî van êrîþên dewlet û hukûmata Tirk, di nav enîya welatparêz ya Kurd de jî hewildanên baþ xwe nîþan didin ku ev jibo Bakûrê welatê me ciyê kêfxweþîyê ye. Serokê DTP ya Amedê Hilmî Aydoxdu bi tundî li hemberî polîtîkaya Tirkîyeyê di derbarê Kerkûkê de bi riya nûçevanîyê derket û paþê ket zindanê. Hisên ku Kek Aydoxdu anî ziman, bû tercumanîya hisên neteweyî yên Bakûrê Kurdistanê. Ji ber ku Kek Aydoxdu gotibû êrîþeke li ser Kerkûke, êrîþeke li ser Diyarbekirê ye û ew dê digel 20 milyon Kurd vê êrîþê qebûl nekin. Lewre rojnameyên Tirkîyeyê careke din berpirsîyarîyên xwe yên faþîstî û polîsîyê anîn þûnê, wî kirin hedef û ew hat girtinê. Lê ciyê kêfxweþîyê ye ku partîya wî jî lê xwedî derket û wî bi tenê nehiþt. Wekî din hewildanên kek Þerafettîn Elçî û kek Sertaç Bucak jî him jibo hevkarîyê di nav partîyên heyî de û him jî li hemberî Tirkîyeyê bo Kerkûkê, hev temam kirin û hewildana kek Aydoxdu tenê nehiþtin. Jibo avakirina polîtîkayeke demokratîk û netewî di nav partî û rêxistinên Kurdî de li Bakûrê Kurdistanê; ez hêvîdar im ku van hewildanên dawîyê di pratîkê de her berdewam bin û xurttir bibin û bibin daîmî. Polîtîkayeke weha neteweyî dikare li hemberî êrîþên Tirkîyeyê yên hov û faþîst raweste; potansîyela Kurd û Kurdistanîyetê xurttir û tîr û kevanên dewleta hov qelstir bixe. Li vir ji rêveberîya PKK re jî berpirsîyarîyeke girîng dikeve. Qet nebe heta referanduma Kerkûkê bi alîkeve, PKK dikare çekên xwe teslîmê Hukûmeta Herêma Kurdistanê bike û li wir bibin mêvan. Wê çaxê dê qerta maneya PKK ji destê Tirkan derkeve. Ji alîyek din ve jî divê rêberîya PKK’yê careke din li ser rewþa þerê çekdarîyê raweste. Zêdeyê 15 salan cuwanên me jibo serxwebûna Kurdistanê derketin serê çîyan û þer kirin. Bedelên mezin dan. Encama wê bi xêr û gunehên xwe ve li ortê ye. Lê piþtî ku amanc bibe mafên kulturî û komara demokratîk (Demokratik Cumhuriyet), maneya þerê çekdarî jî namîne êdî. Di bedêla wê de bila cuwanên me sîyaseta demokratîk û legal bikin.
Lê divê em ji bîr nekin ku xeterên êrîþên Dewleta Tirk jibo Baþûrê Kurdistanê dê her hebin û lewre ev, bila timî di rojeva partî û rêxistinên Kurdistanê da be. Jibo dewleta hov û har pirs ne tenê pirsa Kerkûkê ango hêzên çekdarên PKK li herêmê ne. Hedefa sereke bo wan, ne tehemila destkevtîyên Baþûrê Kurdistanê bi xwe ye. Eynê dewletê di 1970 de jî digel Baasîyan hewl dan ku otonomîya Kurdî bi ser nekeve. Bi tabîreke din dewleta hov û faþîst naxwaze li tu derê Kurd lê dijîn, nefeseke baþ jî bistînin. Ev felsefeya esasî ya Tirkan e. Di alîyeke din de jî ji bilî Îsraîl tu dewletên Rojhelatanavîn naxwazin sîstemeke demokratîk û federal li Îraqê bi serkeve. Ji ber ku di serî de Tirkîye û Îran hemû welatên cînarên Îraqê, dewletên dîktator in û ew dizanin ku dema sîstemeke demokratîk li Îraqê runê; dê þewqa xwe bide derdora xwe jî û ev dê bi xwe re emrê dîktatoran kin bike.
Îþaretên operasyon û êrîþên dewletê jî wane li meydanê ne: Di van rojên dawîyê de dewlet bi tundî dihere ser sîyasetmedarên Kurdên Bakûr û gelek astengan li hemberî wan derdixe. Ji sedemên sîyasî ceza dan Kek Melîk Firat, Îbraîm Guçlu, Ehmed Tirk û gelek sîyasetmedarên din. Di van rojên dawîyê de bi dehan rêvebir û endamên DTP yên herêmên cuda hatin girtin; hin j iwan tewqîf bûne, hin jî hê di bin çav da ne. Hewildana bîranîna 104 salîya ji dayîkbûna pêþevayê nemir Mustafa Barzanî li Amedê hat qedexekirin. Her weha Konferansa li ser Kerkûkê ku ji alîyê Gruba Xebatê ve li Amedê dê îro (4.3.2007) pêk bihataya; dema min vê nivîsê nivîsand, ew jî hat qedexekirin. Operasyona ordîya Tirk li hin hereman didomin. Dîsa îro bîranîna 40 rojîya þehîdbûna rojnamevanê Ermen Hirant Dînk bû ku ji alîyê nejadperestan ve hate kuþtinê. Hêzên li pey vê bûyerê jî wer xuya ye wek faîlên bi hezaran çawa nehatine rohnîkirinê; hukûmet naxwaze vê bûyerê jî rohnî bike û here ser hêzên li piþt perdeyê. Ji ber ku ev hêz, hêza dewletê ye ku bi kontir gerîlla tê naskirin. Di alîyê din de jî tehdîd û heqaretên hukûmat û dewletê li hemberî Baþûrê Kurdistanê, her berdewam in. Ev hêza milîtarîst li ser þer jîyana xwe didomîne û di gelek rewþan de Erdoxan jî dikare têkeve emrê wan û van daxwazan pêkbîne.
Siddîq Bozarslan
04.03.2007- Swêd Print 5386 car hatiye xwandin Nivîsên din yê Siddîq Bozarslan Canbazîya Tirkan û Trajedîya Kurdan 4.. Ocalan:`Em ji Ankarê derketin rê û dîsa dizivirin wir!`Canbazîya Tirkan û Trajedîya Kurdan 3.. Rêxistinên Kurdan kartonî bûne!Welatê Sosretê yê Aziz Nesin: Tirkîye Rejima Surîyeyê Rêwî ye! Eqûbet li serê Îranê û Turkîyeyê be!Canbazîya Tirkan û Trajedîya Kurdan!- 2Canbazîya Tirkan û Trajedîya Kurdan!21ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Navneteweyî ye! Sala 2012`an û Hedefên Dewleta Tirk Sala 2011 û Qetlîamên Dewleta TirkKurdistan ne Tunûs e û ne jî Misir! 7Pêþnîyarên Fransayê û hewildanên Fehmîyê Bîlal Kurdistan ne Tunûs e û ne jî Misir! 6 Erdogan û Ocalan Derew (vir) Dikin! Kurdistan ne Tunûs e û ne jî Misir! 586 emîn Salvegera Þehîdbûna Þêx Seîd!Guhertinên Destûrê û Cerdewanîya (Natorvanîya) Kemalîzmê-7-Guhertinên Destûrê û Cerdewanîya (Natorvanîya) Kemalîzmê-6Guhertinên Destûrê û Cerdewanîya (Natorvanîya) Kemalîzmê-5Kurdistan ne Tunûs e û ne jî Misir! 4Kurdistan ne Tunûs e û ne jî Misir!-3Kurdistan ne Tunûs e û ne jî Misir! -2 Kurdistan ne Tunûs e û ne jî Misir! Guhertinên Destûrê û Cerdewanîya (Natorvanîya) Kemalîzmê-4Guhertinên Destûrê û Cerdewanîya (Natorvanîya) Kemalîzmê-3Guhertinên Destûrê û Cerdewanîya (Natorvanîya) Kemalîzmê-22011 Bila Bibe Sala Zimanê Kurdî Ji Gefên (tehdîdên) Ocalan û PKK-HPG Bihna Xwînê tên! Guhertinên Destûrê û Cerdewanîya (Natorvanîya) Kemalîzmê!95 Salîya Salvegera Komkujîya Fileyan (Ermenan) û KurdanProjeya Tirkbûnê Dibe Tirkîyebûn: 4Projeya Tirkbûnê - Dibe Tirkîyebûn: 3 Projeya Tirkbûnê - Dibe Tirkîyebûn: 2 Projeya Tirkbûnê - Dibe Tirkîyebûn Projeya Tirkbûnê - Dibe Tirkîyebûn Ergenekon, Baskê Dewleta Ergenekonê ye-11Ergenekon, Baskê Dewleta Ergenekonê ye-10Ergenekon, Baskê Dewleta Ergenekonê ye-9Encamên Hilbijartinê û Wêneya Kurdistanê Ergenekon, baskê dewleta ergenekonê ye-8-Pirsa Mafên Mirovî, Azadî, Demokrasî û Wekhevîyê-2Pirsa Mafên Mirovî, Azadî, Demokrasî û Wekhevîyê Îsmaîl Beþikçî namûsa rewþenbîrîyê yeA. Ocalan Xîyanetê Diparêze Partîya Banî (Çatý), Projeya Ergenekonê yeTRT 6 ya kurdî û zimanê me! Ergenekon, baskê Dewleta Ergenekonê ye-6 Pîrozbahî bo Erdogan û GonulDestûra Pirzewacîyê û Sosreta Kurdan Feylezofîya Cegerxwîn di Heval Pol Robson deA.Ocalan û D. Kalkan Dewleta Kemalîzmê (Ergenekonê) DiparêzinErgenekon, baskê Dewleta Ergenekonê ye-4Ergenekon, baskê Dewleta Ergenekonê ye-3Ergenekon, baskê dewleta Ergenekonê ye-2Ergenekon, baskê Dewleta Ergenekonê ye-119 yê Gulanê 1992: Salvegera Hilbijartinên Kurdistanê (2)Demokrasîya Milîtarîzmê: Tirkîye19 yê Gulanê 1992: Salvegera Hilbijartinên Kurdistanê (1)Pîlanên dewleta Tirk, welatperwerî û xîyanet-5Pîlanên dewleta tirk, welatperwerî û xîyanet-4...Pîlanên dewleta tirk, welatperwerî û xîyanet-3Pîlanên dewleta tirk, welatperwerî û xîyanet-2Pîlanên dewleta tirk, welatperwerî û xîyanet-IJinên kurd çima xwe dikujin?Zimanê Kurdî Di Þaredarîya Sûra Amedê de Hat CezakirinHilbijartina Tirkîyeyê û du rê jibo KurdanAlternatîfeke çawa?Dewleta tirk hov e û her xirabî jê tê!Newroz pîroz be, ne Nevruz! |
|
|
  |
|
| Kovar |
|
|
|
|
 |
  |
|
| Cîhana Weþanan |
|
|
|
|
 |
  |
|
| Têketina bê qedexe |
|
|
|
|
 |

 |