

  |
|
| Çalakî-panel-þahî.. |
|
|
|
|
 |
  |
|
| Dosyaya Taybet |
|
|
|
|
 |
  |
|
| Pirtûk û kovar.. |
|
|
|
|
 |

 |
Nîjadperestiya serdestan an olperestiya bindestan? Ji roja ku min bîr biriye û heta niha, min herdem bi serblindî û ji hinavê dilê xwe gotiye: ez serblind im ku ez kurd im. Min ti caran ew biçûkbûna ku desthilatdaran bi kurdan re çêkiriye li ba xwe qebûl nekiriye.. Li cihê ku nakokî jî ji min re derketiye, min dîsa ev gotiye. Carna jî, hinekî “tûjitiyê” dikim û dibêm ez berê kurd im û dûv re mirov im...Dibêm ji xwe em hemî mirov in û ya ku me ji hevdu cuda dike dîrok, çand û kesayetiya me ye. Herdem dibêm ku ez carek din werim dinyê, ez ê dîsa bixwazim kurd bim, lewra ez ewqesî bi kurdîtiya xwe bawer û kêfxweþ im. Ji bo min ferq nake kurd ji kîjan olê bawer dikin. Kurd kurd e ! Nijad yek e, dîrok e, ax yek e, çand û huner yek e, ziman yek e, berxwedan yek e!!
Lê ev hesta ku di vê mehê de hîs dikim, min ti caran his nekiriye û hêvîdar im ti caran jî ev hest dubare nebe. Cara yekemîn e ku ji ber kurdîtiya xwe û mirovatiya xwe janê dikþînim.
Çi me çavên xwe vekiriye, me zilma dijminan dîtiye, em weha fêr bûne ku dijmin nijadperest e û dijmin zilm û zordestiyê li me dikin. Ji ber vê yekê jî, em fêr nebûne ku em KURD jî, dikarin zordest û fanatîk bin û dijminatiya birayên xwe bikin, lewra ew ji oleke din bawer dikin. Wan bikujin, biçûk bixin zilmê li wan bikin! Xuya dike ku olperestiya me bûye wek nijadperestiya serdestên me.
Wek ku hûn hemî dizanin û bawer nakim ku ji çavên kesî jî reviyabe, keça kurd ya êzdî “Dua” ya 17e salî, di 7-ê Nîsanê de li meydana gundê Baþîke yê bi ser Mûsilê ve, bi rengekî hovane hate kuþtin. Ew dîmenê nemirovane û yê hovane ku bi lîlandin û çepikên bi sedan kes, ku bi kevir û bêhnan li wê zarokê dixistin. Dilê kê neþewitand? Ev Kuþtina hovane bi kamerayê telefonan hatiye girtin û li çapemenîya cihanê hate weþandin. Nijadperest û hovên wek tirkan çêr û gotin ji me kurdan re kirin û gotin; ‘Ma ev mirovahî ye? Ma ev milet, welatekî û wekheviyê heq dikin?’ De îca gelî xwiþk û brano! Em ku xwe têxin rewþek e wiha ku dijminên me yên hov ku îþkenceya nemirovahiyê bi me kirine, ji me re weha dibêjin? Em çawa di vê sedsala bîst û yekan de ku ewqes pêþketin çêbûye, keçên xwe bi vî þêweyî dikujin?
Ger em bala xwe bidin bûyerên berî kuþtina vê keçikê, em ê pir zelal bibînin ku ev keça êzîdî ya 17e salî, bûye qurbana olperestiya ku di navbera kurdên misilman û yên êzîdî de ye... Olperestiyeke bi qasî nijadperestiyê xerab û dijwar e. Herdu alî jî, vê kuþtina trajîk ya keça êzîdî ji bo armancên xwe ên tarî bi kar tînin. Wek kuþtina 24 karkerên êzîdî ku tenê ji bo êzîdîbûna wan li Mûsilê kuþtin. Wek jinika misilman ku ji ber zilma mêrê xwe reviyaye û xwe avêtiye bêxtê êzîdiyan. Lê dûvre bi hovîtî hatiye kuþtin. Wekî din êrîþên misilmanan li ser kurdên êzîdî gelek in. Bi sedan keç û jin hatine þewitandin û kuþtin û ev ji aliyê kurdên misilman bûye. Mirov çawa gelekî bindest be, bê maf be, bi sedan salan zilm û zordarî dîtibe û heman tiþtî li himber birayên xwe bike? Gelo divê an zilm li me bibe an jî em bixwe li hevdû bikin? Ev dijwariya me ji zilma ku li me bûye tê?
Meselek hate bîra min. Zilamek hebû , zarokên wî çênedibû, rojekê ji xwe re papaxanekî dikire, da wê fêr bike ku jêre bêje ‘bavo’. Ev zilam her roj ji papaxan re dibêje; ‘ka ji min re bêje bavo’. Papaxan her gotinê dubare dike, lê tenê ya ‘bavo’ dubare nake. Zilam aciz dibe û wî tehdît dike, dibêje; ‘tu nebêjî bavo, ez ê perîkên te hemiya yeko yeko rakim û te bavêjim koxa miriþkan!!!’ Lê papaxan dîsa serhiþkiya xwe dike û nabêje ‘bavo’. Zilam perîkê wî hemiyan radike û wî davêje koxa mirîþkan. Çend roj derbas dibin, zilam papaxan meraq dike û dihere li koxê mêze dike, çi bibîne!? Ku papaxan miriþk hemî xistine rêzê û yeko yeko perîkê wan radike û dibêje; ka ji min re bêjin ‘BAVO!!!’ …Ango ew jî tiþtê ku hatîye serê wî, tîne serê mirîþkan ... Gelo em kurd jî weha dikin? Zilma ku li me bûye û ewqes bandor li me kiriye ku em jî heman tiþtî li birayên xwe dikin?
Ez dikarim bêjim (kerem kin min þaþ derxin) ku em bi van tevgerên xwe yên hovane bi 500 salî li dû pêþketina xelkê ne ...
Di salên 1600 de, li Ewrupa bi hezaran jin li meydanan hatin þewitandin û kuþtin. Ji wan re digotin Pîra Sêhirbaz (witch) (cadû). Di wê demê de dijberiya li himber jinan ewqesî dijwar bû, ku zarokekî jî dikarîbû bigota ev jin Pîra Sêhirbaz e. Ji wî zarokî dihate bawerkirin, lê ji jinê nedihat bawerkirin. Kî ji jinekê aciz bibûya, dikarîbû bêbextîyek têxista stuyê wê û bigota; ‘ev jin Pîra Sêhirbaz e’. Pîþtî wê, civakê li gotinê wan guhdar dikirin û ev jin li meydanê diþewitandin.
Ev bûyer heya destpêka 1700 î jî berdewam kiriye. Bi hezaran jin bi wî awayî hatine þewitandin û kuþtin. Ya wan pêkarîbûn bû!
Bi hezaran sal in ku keda jinê herdem hatiye dizîn û pinpê kirin. Jin herdem di bin desthilatdariya zilêm de bindest maye û ev yek hîn jî, li gelek welatan û bi taybetî, li Rojhilata Navîn derbas dibe.
Em di sedsalan bîst û yekê de ne û hîna jî keçên xwe diþewitînin, daldiqînin. Em wan serjê dikin û wan li meydanan bi hawayê hovane dikujin !!! Gelo wê pêþketina me kengî pêk were?
Roza Kurd 2007 -05-07
Print 3783 car hatiye xwandin Nivîsên din yê Roza Kurd Roja bibîranîna rewþa jinêPenaberê Parîs êMalî Ava Aramê Tigran!Li ser dosya sunetkirina Jinan7 juni li Swêdê hilbijartine !Teror a dewletêTV Kurd 1 Dengdanê deng daAgirê Newrozê li Kurdistanê bilind dibe!Kurdî li kurdan tenê qedexe yeBavê wenda ...Ne xayin û ne jî mêrxasTV ya bi kurdîya qedexe!Pirjinî: Civakek medenî an paþverû?Obama: Belê, em dikarin!Bitch…Ingmar Karlson mertalê tirkan e!Deng ji tirkan biliyaAll my mothers(Hemû dayikên min)“Ez keçikek gundî me”Bila em turistên welatê xwe bin!Asimlasyon li Tirkî çawa ye Erdogan?Ne bi vê xezebê !Roja evîndaranKurd û cîhana internetêYeksaliya kovara Ajda pîroz be!Kî terorist in?Dema xelê derbas bû!Hevpeyvîna bi Rohat Alakom reLi hemberî êriþan dema yekitiyê ye!Mirina ciwanekî rind!Jînê û Jiyana bi kurdîSinetkirina zarokên keçDostên xwaro maroNîjadperestiya serdestan an olperestiya bindestan?'Mirina zimanekî rind'Kevoka spî …Filmê Swêdî/Kurdî Hoppet/HêvîDurûtiya dewleta tirk..Zarokên Kurdistan ê, bes ji mirinê bitirsin…Cejn..Di rojek reþ de bûyerek reþÎro 12ê Îlon ê ye..!!Xwekuþtina jinan, yan kuþtina wan!!Ma kurmancî ne kurdîye? Kakacan?Comedia infantil (Komediya zarokan)Gurê mancêl ê û êrîþên nîjadperestan ...Dayê!Berxwedan û serhildana gel ê bêxwedî!!Ka Ala rengîn??Çima Helepçe dîsa diþewite?Salê carekê 8 Adarê…Hêvî, zarok û dibistan..…Xemgînî û mizginiyek….Pêwîstiya me ji qursên zimanê tirkî an kurdî heye?Tv hat, çîrok û adet hilat!Bi Kurdi nexwînin û neaxivin!”Kusî jî dikarin bifirin” |
|
|
  |
|
| Cîhana Weþanan |
|
|
|
|
 |
  |
|
| Piþtgirî |
|
|
|
|
 |
  |
|
| Têketina bê qedexe |
|
|
|
|
 |

 |