Kemal Tolan
Li gorî zargotina me Êzdiyan ya li ser rêûresmên þînê têne gotin, dema evdeke/î Êzdî kiras diguhêr(Êzdî nabêjin dimir)e û þûnde, divê merivên nas, heval, mal û malbata kesê ku çuyî ber dilovaniyê Xwedê(miriye) di sê, heft û çil roja mirî de ji bo xwarina zad û qurbanên xêra miriyan bi hevûdinê re bixwin û miriyên xwe li bîra xwe binîn li hevûdinê kom bivin. Li Kurdîstanê jî neferên di nav mal û malabata evdê/a mirî de bihindikayî heta çil rojî þîn dikirin. Ji xwe li hinek herêman jî heta çil roja kesa/ê mirî ne diqediya, evdên mêr por(muh- pirç) û ruyên xwe ne diqusandin û jinan jî ji xeynî libasên xurû reþ pêþtir tû libasekî ji rengên dinê li xwe ne dikirin.
Gelek ji me dizanin di mîtolojiya me ye kevn de jî hatiye gotin û em vêga hêjî dibêjin ku, ruhê miriyan tûcarî namire. Ez bawerim ew 300-400 jin û mêrên ku di civîna çil rojiya bibîranîna Pêþîmam Îsmail Deniz de amade bûbun, ewan jî ev zindîbûna miriyan bi çavên xwe dîtin.
Niha ez dixwazim li goriya dîtinên xwe hinekî ji bo wan kesên ku hêjî ji vê zindîbuna miriyên Êzdiyan bawernakin anjî ew heval û nasên ku nikarîbûn werin beþdarî vê rêûremsa ola Êzdiyatiyê bivin, bahsa rewþa vê civîna bibîranîna çil rojiya Pêþîmam Îsmail Deniz ya ku di roja 04.09.2005 de di nav mala Êzdiyan ya li bajarê Oldenburgê de çêbuyî bikim.
Bibîranîn
1 Civîna bibîranînê bi gotinên van herdû sebeqên Qewlê„Miskîno jaro“ dest pêkir.
„Ev erda xane, evd û beþer bazirgane,
hineka mala xwe barkir û hina nû danî
Bin Ademo hezar salî temamkî,
Mîrantiyê li þerq heta þamkî,
Dumahiyê her tê ji kassa mirinê tamkî”
“Binî Adem livê diniyayê mebe tema,
Ev zêr û malî gelek meke cema,
Diniya bo Resulê Xudê nema.”
Ev text ji aliyê Soniya Karaca keçeke mirîda Pêþîmam Îsmail Deniz ve bi sewt û Kurdî yeke zelal hate xwandin.
2 Di pey van gotinan re Pêþîmamê Xaltiya û biraziyê Pêþîmam Îsmail Deniz, Berkat Çengil derkete ser dikê, ewî jî bi dengekî keser û kovan çend malikên/sebeqên beyta “ Lavijê Pîrê” ji bo bibîranîna apê xwe bistran got. Bêþadrên amadebûn jî dizanin, gava Pêþîmam Berkat bi sewteke dilêþî ev stran got, hingê girî kete gewriya gelek beþdaran, hinek berketiyên jin bi dengê bilind lîrandin û meriv stêrkên ji çavan dihatine xwarê didît.
3 Dûre Pêþîmam Hesen yê birayê Îsmail Deniz û hersê biraziyên xwe derketine ser dikê. Li hemberî heval, nas, pismam, zeyî, mirîd, þêx û hemî mêvanên xwe sekinîn. Hemî beþdarên amade yeko yeko silav kirin û ew ji bo rêzgirtina olî û vî qedrê didine Bira û bavê wan spas kirin.
Bira û lawên Pêþîmam Îsmail Deniz (Ekrem û Þêxmûs) sozdane nas, heval, oldar û mirîdên xwe û gotin:”heta ji me were emê di rêya Pêþîmam Îsmail Deniz de bimeþin û ji we dost, heval, nas û pismaman jî hêvîdikin ku hûn alîkariyê bi me re bikin.
Em dibêjin gerek ji vê gavê pêde êdî tû kes ji bo me þînoyî ne mîne. Hêvîdikin încar hemû berketiyên me kêf û þahiyên xwe dîsa bidomînen. Jin libasên xweyî reþ deynin. Her weha divê tû kes bê xwarina xêra Pêþîmamê xwe ne xwo ji vê malê dernekeve. Qedir û rûmeta we dayî me li ser serê me. Înþallah em ê jî layiqî vê rêzgirtin û rûmeta we bimeþin,,……………”
Mêrxasî û welatparezî
Belê li ser mêrxasî û welatpareziya Pêþîmam Îsmail Deniz jî gelek camêran axivîn û beþdaran gelek buyerên Pêþîmam yên ji bo xizmeta Êzdiyatî, parastina Kurd û Kurdiyatiyê anîne ser ziman.
Weke nimûne navên hinek axiftvanan wehane:
Þewqî Þemo Îsa, Dr.Cemal Nebez, Nezîr Þebikanlî,Çelikê Mala Seran, Cînarên Pêþîmam e Alman, Berpirsyarê Mala Êzdiya ya li Oldenburgê Þehab Dag , Nûnerê Komergeha Kurdên Suriyê yên Berlîn, Komelgeha Aremiyan ya Delmenhorst û whd.
Ez nikarim li virê cîh bidime axaftinên wan tevan. Lê , hêvîdar im ku ew kesên ji bo mêrxasî û welatpareziya Pêþîmam Îsmail Deniz axivîn bi xwe wan gotinên xwe ye hêja bi weþînin. Anjî gava yek bixwaze wan axaftinên dost, heval, nas û pismaman Pêþîmam Îsmail Deniz guhdarî bike, dikare seriyekî bide kur û malbata Pêþîmam û kassetê hatî girtin guhdarî bike.
Belê wekî ez dizanim tû kesî mîrî ji goristanan ranekirine, lê dost, heval, nas û pismamên Pêþîmam Îsmail Deniz bi vê xêr, civîna bibîranîna çil rojî û mêrxasiya Îsmail Deniz zindîkirina ruhê Pêþîmam Îsmail Deniz hêjî mezintir kirin.
Ez wer bawerim ku ev xizemta malbata pêþîmaman ji bo parastina Êzdiyatiyê kirî û dikin, wê ji virûpêde jî dîsa ji bo gelek þînên Êzdiyan bive pêþengî.
Dawiyê de dibêjim Xwedê û Tawisî-Melek xizmeta heval, nas, malbata pêþîmam û hemû Êzdiyên ku keda wan di vê bibîranînê de çêbuye qebûl bike.
Bila rahma Xwedê û hemû xasên Xwedê li ser Pêþîmam Îsmaîl Deniz be û ez sersaxyê ji malbet, hemû dost û pismamên wî re dixwazim.
Kemal Tolan
06.09.2005