
Nêçîrvan Barzanî: pêwîste desteya veberanînê pilan û siyaseteke þefaf hebe
Dem: 08.04.2008 Sehet: 14:43 Sernivîs: Nûçe & Þîrove (Kurdistan)
Nêçîrvan Barzanî serokê hikûmeta herêma Kurdistanê îro li Hewlêrê serdana desteya verberanînê a herêma Kurdistanê kir û ji bal Hêriþ Miherem serokê desteyê û rêberên wê ve hat pêþwazî kirin.
Di dîdarekê de serokê desteya vebranînî bi kurtahî behsa kar û çalakiyên xwe kir û îþaret bi wê yekê kir ku kar û xebata wan bi baþî û bi rêkûpêkî ber pêþ diçe û herwesa wî behsa pilanên paþerojê ji bo pêþxistina karên vaberanînê jî kir.
Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê peyvek pêþkeþî beþdarên civînê kir û got ku ji wan karên ew giringiyê pê didin, desteya veberanînê di rêza pêþiyê de ye, ev jî jibona bidestxistina armancên bilind û pîroz ku ji dîtina derfetên kar, xizmetkirina xelkê Kurdistanê û ber bi pêþvebirina Kurdistanê pêk tê.
Di axiftina xwe de serokê hikûmetê îþaret bi wê yekê jî kir ku pêwîste desteya veberanînê gelek hêsankariyê bo veberanînê û teþwîqkirina berhemanînê û zêdekirina berhemî bi taybetî di warê kertê zîraetê ji bo pêþxistina pilanên siyaseta çandinê bike û giringiyê bi kertê taybet bide û feydey ji teknolojiya nû ji bo pêþxistina zîraetê li Kurdistanê werbigirin.
Nêçîrvan Barzanî di peyva xwe de got ku çalakkirin û xurtkirina desteya veberanînê li bajarên din yên Kurdistanê gelek giringe. Herwesa Barzanî got ku çêkirina têkeliyan bi saziyên vebeanînê yên hikûmeta Îraqê, welatên erebî, welatên cîran re û beþdarîkirin di konferensên cîhanî de ji bo zêdetir þarezabûn di warê veberanînê de karekê pêwîste.
Hewesa Barzanî got ku pêwîste desteya veberanînê pilan û siyaseteke þefaf hebe. krg.org
|
|