Nameya Hevbendî bo Angela Merkel Seroka YE
Nivîskar: AzAd Di: 24.06.2007 Sehet: 00:12
Ji aliyê AzAd
Hevbendî: Gote gubka Yekîtiya ewropa êrêþên leþkerê Tirk rawestînin lewma ew dê bibin sedemê serhildanek giþtî ya gel kurd û sedemê cenosidê.. Nunerê Hevbendiya Demokratîka Kurdên Bakur Dr. Musa KAVAL di van rojên borî de li Yekitiya ewropa birek xebatên siyasî û diplomasî meþnadin. Bala Serokên Dewlet û Hukmetên Yekîtiya ewropa û Serok û endamên Parlementa Ewropa kiþandin ser tehdîdên Dewleta tirk li dijê Kurdistana Baþur û li ser îlankirina sê wilaytên Bakurê Kurdistanê wek herêmên leþkerî. Her wesan bal kiþand li ser armancên van tehdîdan û encamên bi tehlîke yên ku mumkunin ji êrêþkirina li ser Baþurê Kurdistanê peyda bibin.
Hevbendî: Gote gubka Yekîtiya ewropa êrêþên leþkerê Tirk rawestînin lewma ew dê bibin sedemê serhildanek giþtî ya gel kurd û sedemê cenosidê
Nunerê Hevbendiya Demokratîka Kurdên Bakur Dr. Musa KAVAL di van rojên borî de li Yekitiya ewropa birek xebatên siyasî û diplomasî meþnadin. Bala Serokên Dewlet û Hukmetên Yekîtiya ewropa û Serok û endamên Parlementa Ewropa kiþandin ser tehdîdên Dewleta tirk li dijê Kurdisana Baþur û li ser îlankirina sê wilaytên Bakurê Kurdistanê wek herêmên leþkerî. Her wesan bal kiþand li ser armancên van tehdîdan û encamên bi tehlîke yên ku mumkunin ji êrêþkirina li ser Baþurê Kurdistanê peyda bibin.
Bi munasebeta Civîna gupka (zirve) Yekîtiya ewropa li Bruxelles,21-22-06.2007, nunerê HDKB nameyek ji bo Seroka demê ya Yekîtiya ewropa Xatun Agela MERKEL nivîsand û bi awayek rasterast gihande berdestkên wê. ( li jêr tercuma metnê nameyê)
Nunerê Hevbendiyê herwesan birek hevdîtin jî, li Parlementa ewropa li Strasbourgê, roja 20.6.2007, pêk anînin. Balkiþande ser helwesta dijkurd ya Leþkerê tirk , nameyek ji bo serokê Parlementa Ewropa Brêz Hans-Gert PÖTTERING nivîsand û bi dest gihande Serokatiya parlmenta Ewropa . Ji aliyek din ve Nunerê HDKB, di vê çarcevê de nameyek vekirî jî bo hemo endamên Parlementa ewropa nivîsî û nusxeyek ji wê li ser 660 Parlementerên 27 Dewletên endamên YE belavkirin. Bi vê munasebetê daxweyaniyek jî bo çapemeniyê belvkir.
Va li jêr tercuma metnê nameya Hevbendiyê ji bo Xatun Angela MERKEL û þandiye :
----------------------------------------------------------------------------------------
Paris li 20.06.2007
SEROKATIYA YEKITIYA EWROPA - BRUXELLES
Ji bo Xatun Angela MERKEL Seroka Yekîtiya Ewropa
Babet : Daxwaza rawestandina tehdîdên Dewleta tirk li dijê Baþurê Kurdistanê û peydakirina çareseriya pirsa gelê Kurd li Tirkiye,
Seroka Berêz,
Bi destora we be, em di vê nameyê de bala cenabê we û ya nunerên Dewletên Yekîtiya Ewropa dikiþînîn li ser gefên (tehdîd)êrêþkirina Dewleta tik li dijê Baþurê Kurdistanê û li ser zererên mezin yên îro gelê kurd yê medenî hem li Baþur hem jî li Bakurê Kurdistanê dibêne.
Belê leþkerê Tirk, vê gavê, dora I50.000 çekdar û hemo curên melzemê pêwîst ji bo êrêþek leþekerî ya pir mezin, li ser tuxubên Baþurê Kurdistanê komkirîne. Desthilatdariya tirk hejmara leþkeran û ya çekan rojbiroj pirtir dikin. Di encama vê yekê de civata kurd li ser herdu tuxuban ( Îraq û Tirkiye) di rewþek pir tundûtal de dijît.
Baþ aþkereye ku armanca komkirina hewqas leþker û melzemê cenga hemdem ne ewe ku pê þerê milîtanên PKK bikin yên ku mumkune dora 2-3 hizar kesbin di herêmê de. Leþkerê tirk bi behana þer li dijê PKKê dixwaze hind armancên din bi cih bîne, nexasime evên li jêr tên rêzkirin, hêjayî îþaretkirinê ne:
a. Leþkerê tirk xwe amade dike ku Baþurê Kurdistanê dagire, da ne hêle ku referanduma li ser statuyê bajarê Kerkukê bête kirin. Gora benda 140 ji destora Komara federala Iraqê ev referandum dê di meha çiriya paþîn 2007 de bête kirin. Eger Tirkiye êrêþê bibe ser Kurdistanê, encamên pir bi tehlîke dê peydabibin. Lewma gelê kurd dikare bi serhildank berfireh û giþtî li dijê leþer û polîsên tirk rabe, ev yeke dikare bibe sedemê qirkirinek mezin û jenosidê li hember gelê kurd hem li Tirkiye hem jî li Kurdistana baþur Ev yeke dê bê îstîqrariya herêmê hêj mezintir bike û arêþên heyîn ( kirzên) dê pirtir aloz bike.
b. Ji aliyek din ve , leþkerê tirk , bi vê yekê re dixwaze ku hukmeta Kurdistana federal neçar bike ku li dijê PKKê þer bike. Ew dixwaze bi vê yekê þerê birakujî di navbera Kurdên Bakur û Baþur de peyda bike. Bêguman eger ev armanc binecih bibe, leþkerê tirk dê hewul bide û hemo îmkan bikarbîne da ku vî þerî her gurtir bike û hindî mumkun be bi dete domandin. Desthilatdariya gelê kurd vê tehlîkê his diket û red dike. Rêveber û gelê kurd hem li Baþur hem jî li hemo parçeyên din yên Kurdistanê bi tundî li hember þerê birakujî di navbera Kurdan de radiwestin
c. Bi hêceta hebûna tehlîkê li dijê ewlekariya Tirkiye, leþkerê tirk di xwaze rewþek siyasî ya bi arêþe ( kriz) derîne da ku bikaribe piþtî hilbijartinên 22.07.2007, bandora xwe li ser desthilatdariyê bi domîne, lewma di pêvajoya demokratbûna Tirkiye de tehlîke heye ku desthilatdari ji destên leþkeran derkeve.
Iro pir sê wîlayetên Bakurê Kurdistanê, wek herêmên leþkerî hatîne îlankirin, hemo curên zulim û zordariyên eskerî tê de tên rewakirin. Hemo herêma li ser tuxubên Tirkiye-Iraq berdewam ji layê leþkerê tirk ve tête bombekirin, û êrêþkirin. Di vê dema hevînê de ku xelkê gundan debara xwe ya zivistanê dikin û dexuldahên xwe komdikin, bi dehan gundên kurdên baþur yên li li ser tixubên tirkiye valabûne xelkê wan neçar bûne, ji ber bombekirina leþkerê tirk revîne û pir meûzbûne.
Seroka Berêz, em ji cenabê we û ji hemo serokên hukmet û dewletên Yekîtiya ewropa tika dikin ku hun, helwestek xurt bigirin û ne hêlin ku projê dijkurd yê leþkerên tirk bi ser bikeve, ev projê ku bi behana þerê li dijê PKKê, dixwze statuyê federal yê Baþurê Kurdistanê hilweþîne û þerek birakujî di navbera Kurdên Bakur û Baþur de biafirîne. Herwesan em ji we tika dikin ku hun ji bo çareserkirina pirsa gelê kurd li Tirkiye, bi kevin di nav hewuldanek cidi de.
Seroka berêz,keremkin baþtirîn rêz û hurmetên me wergirin.
Dr.Musa KAVAL ,
Nunerê Hevbendiya demokratîka Kurdên Bakur.
8. rue St Marc 75002 Paris
Tel.. +33.140.28.40.54.
Courriel : hevbendi@gmail.com
Li ser kaxezê çap bike Nûçeyê ji hevalê xwe re bişîne 927 car hatiye xwandin.
|
|
| |


 |