Evet, mi? Hayýr mý? Boykot mu? Dördüncü Seçenek Yo...
N. Ferhat Saðnýç
Def yan Erbane
Xidir Ûso
PKK’nýn mayýnlarý- Dört yurtseverin öldürülm...
Ibrahim Güçlü
Medreseyén Neqþebendiyan - 8 -
Þakir Epözdemir
Diyarbekir’den (resimli) notlar
Yaþar Karadoðan
Murat Karayýlan´ýn dili mi varmadý?
Sedat Günçekti
E-Mail hat guhertin! E-Maila nu: inforizgari@yahoo.de                             E-Mail adresimiz degisti! Yeni E-Mail: inforizgari@yahoo.de                             Our E-Mail is changed! New E-Mail : inforizgari@yahoo.de                             Unsere E-Mail wurde geaendert: Neue E-Mail : inforizgari@yahoo.de                            
Video | Arşiv | İstatistik | Anket | Links | Email  
Nivîskarên Mêvan
C.Doðan:
Öymen ve Hitler’in zihinsel kardeþliði
Ferzan Bakur:
Ortadoðu, Siyaset ve Deðiþim
Fettah Karagöz:
Anayasa deðiþikliði ve Kürdler
Kadir Satýk:
“Açýlým”
M. Nureddin Yekta:
Kürdler Türk'ün dostudur ya Türkler?
Merîh Nergîs:
Kabilîn gölgesi
N. Ferhat Saðnýç:
Evet, mi? Hayýr mý? Boykot mu? Dördüncü Seçenek Yok mu?
Rucan Keleþ:
44 insanýn katili kim?
Seyidxan Kurij:
Hevpeyvîn bi Îsmaîl Beþîkçî re
Siddîq Bozarslan:
95 Salîya Salvegera Komkujîya Fileyan (Ermenan) û Kurdan
Zinarê Xamo:
Anketeke pir girîng
Çalakî-panel-þahî..
Dosyaya Taybet
Pirtûk û kovar..
Vê gavê, 190 mêvan û 0 endam liserxetê ne.
  • Têketina Endaman
  • Nûçe & Þîrove (Kurdistan) Mesûd Barzanî bi serokên êzîdiyan re civiya
    Nivîskar: sosin Di: 22.02.2007 Sehet: 12:10
    Ji aliyê sosin

    Duh serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî li Selahedînê bi mîr, zilamên olî û kesayetîyên kurdên êzîdî re civîya. Di civînê de ku Fazil Mîranî sekreterê KM ê PDK-ê, hejmareke endamên polîtburoya PDKê, nunerê Barzanî Sidad Barzanî, Mîr Tehsîn Begê mîrê êzîdiyan, serokên olî yên êzîdiyan û berpirsyarên deverê jî beþdar bûn, serokê Kurdistanê tevî bixêrhatina wan, bal kiþande ser bûyera beriya çend rojan ya qeza Þêxanê û ew weke bûyereka pir nexweþ û nelirê qebûl kir, li ser navê xwe û Celal Talebanî serokkomarê Iraqê, PDKê û YNKê ji bo wê helwêsta neteweyî û camêrane ya ku rênedan agirê bûyerê ferehtir bibe, spasîya mîr Tehsîn Beg û Babe Þêx û rûsipî û kesatîyên êzîdî kir.

    Di peyva xwe de serokê Kurdistanê diyar kir ku bûyerên weha berê jî pir caran bûne lê belê her ji despêka þoreþa Îlonê de ev bûyer kêm bûne û dikare bi þanazî bê gotin ku þoreþa Îlonê ew lêbuhurîna olî ya li Kurdistanê hebû, kûrtir kiriye.

    Barzanî got ,eger ku her muslimanek, yan êzîdîyek , yan jî mesîhiyekî þaþîyek kir, nabe em li ser hemû musliman, êzdî û mesîhiyan te'mîm bikin, tu hêzek jî nîne ku tadeyê li kurdên êzîdî bike. Tedbîrên tund hatine girtin ji bo ku yên rola wan di vê bûyerê de heye bi tundî bêne cezakirin da ku bibe îbret û tu kes careke din hizra karekî weha xirab neke.

    Serokê Kurdistanê got: Ne ez û ne Mam Celal û ne jî serokatîya PDK û YNKê em qet rê nadin ferhengek (kulturek) weha xerîb bê nav Kurdistanê , ji ber ku bawerî a me bi azadîya olî û dîtinên cuda heye, yê ku li dij vê yekê jî raweste, em ê qebûl nekin û dê bi tundî jî bête muhasebekirin.

    Di beþeke din ya axaftinên xwe de, serokê Kurdistanê kurdên Êzdî wek beþeke resen ya gelê kurd binav kir û ew piþtirast kirin ku hêzeke mezin li piþt wan e, ew jî gelê kurd e.

    Herweha jî bal kiþande ser wê yekê ku piþtî rûxana rijîma berê dengek ji nav kurdên êzîdî bilind bû goya miletek din e , rastîyên dîrokê wê yekê diselmînin ku êzîdî kurdên resen in , em bi zorê întîmayê ji wan re çê nakin , êzîdî ji diyarkirina wê întîmayê azad in , heman tiþt ji bo kurdên þebek jî.

    Serokê Kurdistanê beþdarên hevdîtinê piþtrast kirin ko qanûn dê bête cîbicîkirin û tu kes di ser qanûnê re nîne, nabe jî tu kes li ser alîdarîya neteweyî yan olî yan jî dîtinên cuda bikeve ber lêpirsînê û yê ko divê lêpirsîn lê bête kirin ew kes e yê ko baweriyê bi qanûnê nayne û dijî qanûnê derdikeve, destûra Îraqa federal û destûra Kurdistanê jî ko van nêzîkan dê derbikeve , dê van mafên pêkhatên Îraqê û Kurdistanê biparêze.

    Kesên ko bûne sedema çêbûna bûyera qeza Þêxanê jî ne tenê li dijî mirovatîyê, lê belê li dijî kurdayetîyê ne jî. Ez tu carî di wê baweriyê de nebûm ku kesên weha di nav gel de mabin. Em li dijî wê ferhengê ne ku kuþtina bi navê olî wek karek rastî qebûl dike. Ev yek ne tenê dîtina min e, lê belê dîtina Mam Celal, parlamento, PDK û YNKê ye jî , lewra divê ferhengek bê avakirn her kesê bête ser desthilatê, ev ferhenga lêburîna gelê Kurdistanê her bimîne.

    Piþtre mîr Tehsîn Beg di peyvekê de spasîya helwêsta serokê Kurdistanê ya li dor kurdên êzîdî kir û bal kiþand ser wê yekê ko di dema nivîsandina destûra Îraqa federal de ger ji serok Barzanî nebûya, ne navê êzîdiyan û ne jî ola wan nediketin nav destûrê.
    Mîr Tehsîn Beg herweha spasîya rola Celal Talebanî serokkomarê Îraqa federal û Nêçîrvan Barzanî serokê civata wezîrên Kurdistanê û polîtburoya PDKê ji bo helwêsta wan û çareserkirina wê kir û tekez kir ko êzîdî kurd in, înkarîya kurdbûna xwe nakin û pilana neyaran jî dê bi yekrêzîya hemû pêkhateyên Kurdistanê ji holê bê rakirin.

    Piþtire heryek ji Babe Þêx û Dr. Dexîl û Heso Nermo û hejmareke din ya beþdaran dîtin û nêrînên xwe li dor bûyerê diyar kirin û ji bo helwêsta wî ya bi bandor , spasîya serokê Kurdistanê kir û teqez û piþtirast kirin ko ev helwêsta serokê Kurdistanê hergav dê li ber çavan bête girtin û tu car nayê jibîrkirin. (nawxo.org)
     Li ser kaxezê çap bike Li ser kaxezê çap bike Nûçeyê ji hevalê xwe re bişîne Nûçeyê ji hevalê xwe re bişîne   1921 car hatiye xwandin.



     
    · Zêdetir Nûçe & Þîrove (Kurdistan)
    · ji sosin


    Nûçeya herî zêde hatiye xwandin li ser Nûçe & Þîrove (Kurdistan):
    'Dema jina kurd bi zanabûn bibe evînê azadî û rizgariya xwe, ew dê azadiya welat jî bistîne'

    Puan liserhev: 5
    Deng: 2


    Tika ye, vê nivîsarê binirxîne:

    Şahane
    Gelek baş
    Baş
    Ne baş, ne xerab
    Xerab




    Editor: M.Sarica

    Print this page | Send to a friend!
    Rizgari News-RSS | News-RSS | Twitter
    Ravakirina Malperê: 0.53 Saniye
    Add Favorites: Facebook | Myspace | Google | Twitter | Digg | Del.icio.us | Reddit | Webnews | Folkd | Mister Wong | Linkarena