'Dema jina kurd bi zanabûn bibe evînê azadî û rizgariya xwe, ew dê azadiya welat jî bistîne'
Nivîskar: rizgarionline Di: 14.12.2005 Sehet: 23:28
Ji aliyê rizgarionline
Evîn Çîçek -Hevpeyvîn (2)/ " Çalakiyên min, tekoþîna min bi riya helbesta min jî dom dikin. Berxwedan, hîmê (bingeha) helbesta min e. Loma helbestên min li jinên din, yên xwedî welatên azad gelek (pir) cuda ne, naverok bi ferq in. Ji ber ku neteweya min bigêþî azadiyê ye, dixwaze wekî hemû neteweyên xwedî welat û serbixwe bijî, ez helbestên xwe mîna enextareka(kilîtike) derî didim þuxilandin (xebitandin)..."
Helbestvana Kurd Evîn Çîçek:
“Dema jina kurd bi zanabûn bibe evînê azadî û rizgariya xwe, ew dê azadiya welat jî bistîne”
Hevpeyvîn: Azad Kurdî
(Beþa 2 û dawî)
Evîn çima helbestan dinivîsîne?
Helbesta min dîroka rast tîne ber çavan, sûçdaran eþkere dike, hesabê dipirse, hiþyar dike, þîretan dide, evîna azadiyê, rizgariyê, serxwebûnê di dil û mêjiyan de dide neqiþkirin. Toximan dajo. Çandin e.
Mafên mirovan, mafên netewîbûnê di dest milletê min de ji aliyê diz û xwînxwarên modern ve hatine girtin, zeftkirin. Ez ku intellektûelek Kurd im, ezê çawa bê deng, bê helwest bisekinim? Çalakiyên min, tekoþîna min bi riya helbesta min jî dom dikin. Berxwedan, hîmê (bingeha) helbesta min e. Loma helbestên min li jinên din, yên xwedî welatên azad gelek (pir) cuda ne, naverok bi ferq in. Ji ber ku neteweya min bigêþî azadiyê ye, dixwaze wekî hemû neteweyên xwedî welat û serbixwe bijî, ez helbestên xwe mîna enextareka(kilîtike) derî didim þuxilandin (xebitandin). Nivîsandina helbestan ji tekoþîna azadiyê dûr û cuda nine. Wekî tillî û destan e. Hebûn û zanabûna min berheman diherikîne. Ez xwe mecbûr dibînim ku binivîsînim. Mîna çemekê hevokan biherikînim. Helbestvanê/a gelê bindest nikare wek kesên di nav rehetiyê de bi mijarên sivik demê biborîne. Li jiyana rast dûr, di xeyalên ser rastiyê re demê derbas bike û binivîsîne. Afirandin parçeyek ji jiyan û îradeya min e. Çiqas þexsî ye, weqes jî civatî ye.
Serkeftina herî biaqil û serkeftin ji bo me ew e ku em doça tekoþînê bernedin û þerên pêwîst bi hemû hacetên demokratîk pêk bînin. Loma pênûsê(qelemê) wekî çekekî ji zêr hember dagîrkerên nav me û derveyî me dixebitînim, didim þuxilandin. Xwe berpirsiyar, mecbûr dibînim ku bibim zimanê gelê ku her roj tê kuþtin, peliqandin, di bin qedexeyan de dijî û bûye nîve mirî. Ji aliyeke din rehbera, qilavuza min danezana mafên mirovan e.
Îro helbesta Kurdî li kîjan qonaxê de ye?
Kurdistan li bin lingên Fars, Ereb, Osmanî û Turkan de bû. Hin Kurdan ji bo xelasbûna welat hewl nedan. Ji bo ol(dîn) û îdeolojiyên ku me dihelînin, xira dikin, ji ruhê Kurdbûnê dûr dikin, helbest nivîsandin. Îro jî dinivsînin. Di qeleman de axu-jehrê dilop dikir, dike.
Ji bo ku em bikarin îro binirxînin, pêwîst e xeletiyên demên borî rind (baþ) bibînin, tespît bikin, bigirin ber çavan. Di dîroka wêjeya Kurd de M.B. Rudenko, Prof.Dr Q. Kurdo, Marif. Xeznedar, Îzzedîn Mistefa Resûl helbesta kilasîk ya Kurd girtine dest. Helbesta dema modern Cegerxwîn, Hejar, Osman Sebrî…..nivîsandin. Ji hêla pozîtîf û rind, helbestvanên me yên demên borî û yên vê esrê ji bo ku zimanê me yê qedexekirî neyê bîrkirin, wendakirin, were xebitandin û dewlemendkirin, bi berhemên xwe tekoþîn kirin. Bedel jî dan.
Hêla negatîv; helbestvanê/a Kurd ji bo ziman û wêjeya Ereb, Faris, Osmanî û Turkan bû hacet, amraz. Qelem (pênûs) û mêjiyê xwe ji wan re xebitand, wêjeyên biyanî xurt kir. Bi helbestên Kurdî jî bi nezanîn xizmeta dagîrkeriyê û dagîrkeran kirin.
Ehmedê Xanî ji îdeologê Îslamê re pesin, dûlge nivîsandine. E. Xanî bawermendekî paqij e. Rastî bi kuranî, zelalî nedîtiye û nenivîsandiye. Kurdên ku ola Hz. Mihemedê yê Erebistana Seûdî qebûl nekirin, bi hezeran hatin kuþtin. Îro jî Kurd û neteweyên din tên kuþtin. Tehamûl, tolerans, yên cuda qebûlkirin, di bawermendên wê olê de nine! Îro hemû dûgelên Ereb hember azadî xwestina Kurdan, azadbûna Kurdistanê bûne yek. Dagîrkeriya nejadperestane ya Fars, Ereb û Turkan bi rêya olê di nav milletê me de hêlîn vedaye, rîçîk avêtine. Encam bindestiya Kurd û Kurdistanê ye. Îro jî Kurd bi sedan têne dardakirin, kuþtin û hepis kirin.
Cegerxwîn helbestên mehtkirinê, pesindanê ji bo Stalîn nivîsandine. Ew rastî mirovan matmayî û, þaþ dike. Ew helwest, nezîkbûyîn û pêþînedîtin helbesta Kurd diheliþîne, maf dike. Cegerxwîn, nedizanî Stalîn çi bi Kurdan kir? Kurd çawa kirin penaber û heta Sîbîryayê rêkirin, dan kuþtin. Li bûyeran bê xeber bû. Xwînxwarekê wek egîdekê datîne pêþiya Kurdan û divêt ji wî re rêz û hurmetê bigirin!
Çi heyfe îro helbestvanê/a Kurd bi gelenperî ji yekîtiya ziman, ji serxwebûna siyasî dûr e. Wekî pêþketin û, pêþveçûyînên Baþûrê Kurdistanê helbesta Kurd jî demekê derbas dike.
Tu pêþveçûyîna helbesta Kurdî çawa dibînî?
Welat, millet, çand, ziman hatiye qeliþandin. Encam li holê ne. Hatin û pêþeroja helbesta Kurdî li yekbûyîna welat, netewe, ziman û siyaseta me re girêdayî ye.
Ya yekemîn ew e ku em hemû Kurd alfabeyekê bikar bînin, bixebitînin. Divêt li gor zanîna ziman alfabe were xebitandin. Xebatên zanistî dom bikin. Wekî mînak; Yûnan(Grek) bi sedsalan e ji alfabeya xwe re hez dikin. Li gor demê her pêþve dixin. Di alfabeya xwe ya yekemîn de li Fînîqeyiyan tîpên S K dz Z A B girtin û pêþve birin, karanîn rehet kirin. Wan beriya zayînê, di sedsala VI de jî ji bo ku alfabê rehet bi kar bînin, xebat dikirin. Beriya zayînê B.Z di 403’an de, "Archinos" qanûnan derdixîne, amade dike. Grekan (Yûnan) girekçeya nivîsî baqî, payidar kirin.
Em di sedsala 21’an da ne û alfabayeke me ya þirîkatî tune. Em alfaba Erebî, Kirîlî û Latînî dixebtînin, bikar tînin. Ji bo ku yekîtiya zaravayên zimanê me pêk bê, amade bikin ji ceribandinên gelê Bask dikarin feydeyê bibînin. Navbera 7 û 12 zaraveyên Baskiyan hene. Li 7 herêmên Baskiyan, 7 zarav tên xeberdayîn. Nifûsa wan bi giþtî 2.900.000 in. Akademî ya Baskiyan di sala 1912’an de hatiye avakirin. Ya din jî li Marokê yekîtiya navbera zaravên, zimanên eþîran de çawa yekbûyîn, hevgirtin çêbûye û hevlên Berberiyan jî mirov dikare bigire ber çavan.
Ez dikarim bibêjim pêþeroja helbesta Kurdî, pêþeroja zimanê Kurdî ye. Divêt pêwîst e çeperên ber yekbûyîn û, pêþveketina zimanê Kurdî bi bisporî, zanabûn werin rakirin. Heta ku ew pêk neyê, yekîtiya helbesta Kurdî jî pêk nayê, ser nakeve.
Derheq helbesta kilasîk û ya nûjen de tu çi difikirî?
Helbesta kilasîk a Kurdî di bin bandora þovenîzma çandî ya Ereb, Faris û Osmanî-Îslamî da bû. Helbestvanê/a Kurd ji Xwedê, ji Resûlan bi berhêvî bû, ji wan alîkarî dixwest. Pesna wan dida. Ew hewildanên vala, pûç bûn. Ne Xwedêyan, ne Resûlan, ne Olan, ne diayan Kurd û Kurdistan li bin lingan xelas nekirin. Tu feydeya wan negihîþt me. Hêviyan jî dem li me da borandin. Em zêdetir kirin nav tengesiyan. Olan agir berdan malên me. Neteweya me ji hev dûr kirin. Hestên netewî kuþtin. Wekî jehrî-axu beden, mêjî teslîm girtin. Dagîrkeran Xwedê jî, Resûl jî bi rêya sinifa olî ji bo xwe dan xebitandin. Feyda ji wan dîtin. Me her tiþt wenda kir. Faris, Osmanî û Ereban textên xwe yên þovenîstî xurt kirin. Rîçîk avêtin. Nejadperestiya ku bi navê Îslamê ket welatê me tu feyda neda me. Rihê zindîbûnê, vê dinê, xebatê, xwestinê, pêþveçûyînê kuþt. Her tiþt bo biheþta paþ mirinê bû. Kurdan dev ji vê dinê berdan, bi tirsa cehenemê teziyan. Pirs bîr kirin.
Kesên bawermend bi riya helbestan, bi nezanîn bûn dest û lingên þovenîzma olî ku çanda me maf kir. Hin mezin û rêvebirên Kurdan ne ji bo Kurdan, belkî ji bo serketina Îslama siyasî þer kirin. Selahadînê Eyûbî ji vî alî de mînaka herî balkêþ e. Li sala 1514’an de, di þerê Çaldiranê de 700.000 zêde Kurd hatin kuþtin. Îdrîs-î-Bîlîsî ji Yavuz Sultan Selîmê xwînxwer re jî namê dinivîsîne.
Nameya ku Îdrîs-î-Bîlîsî ji Yavuz Sultan Selîm re þandiye û pesna ku Cegerxwîn ji bo Stalîn nivîsandiye, ji hev cuda nînin. Du kesên ku bûne xwînxwerê milletê me û neteweyên din yên rexnê ne, yên teþhîrê ne, yên eþkere kirinê ne. Yên qedir û qîmetê nînin. Ez dikarim bibêjim helbesta kilasîk a Kurd bi hêla negatîv û metçî antî Kurd e. Ew aliyê negatîv.
Ji aliyê din ve, bi pozîtîfî helbesta Kurd a kilasîk dest daye serxwebûn û azadiya Kurdistanê. Li hember nejadperestiya Faris û Osmaniyan, yanî ji Îslamê jî derketiye. Ji wî alî ve tê qebûlkirin û parastin. Ez aliyê kevneperest rexne dikim. Pêwîst e zanayên wê mijarê bi objetîvî agahdariyê bidin civata me. Xeletîn û, jarbûnên helbestvanan bidin berçavan.
Çend caran Kurdên ne misilman bi kom hatin kuþtin! Îslama siyasî îro jî bo xendiqandin û dardakirina Kurdan sêpiyan amade dike. Tebaqa olî ji bo tevakirina Kurdan fetvan derdixîne. Di civatên nav neteweyên Îslamî de projeyên tevakirina Kurdan tên amade kirin û nîqaþ kirin.
Helbestvan ji her alî ve çiqas zana be, weqes bi zanabûyîn, rehetî dinivsîne, þîrovan dike. Yên ku mêjî bi hêla îdeolojiyên ku dijminiya (neyartiya) me dikin, hatine dagîrkirin, xizmeta me nakin. Ji biyaniyan re dixebitin. Wêjeya wan dewlemend dikin. Qilavuzên rih wendakirî ne. Helbestvanên ku dora PEN’a Kurd civiyane û dicivin hêviyê didin min.
Bi raya te ji bo helbestvanekê çi biqedr, qîmet û girîng e?
Helbestvan xwedî dîtinekê ye, îdeolojiyekê ye. Di deriyekê de ji cîhanê re temaþe dike. Nêzîkayiya wê/wî ya hunerê li gor komkirina zanîna xwe, bixwe ye. Nêzîkbûyîna þexsiyatan, kom û kufletê, civatê binyatê xwe sosyalîzasyona wî/ê de digire. Tûrikê piþta xwe de çi daye hev du, top kiriye, dikare wan bajo, bigêþîne. Çiqas tîhbûnê hîn bûbe, ewê ewqes zêde tûrikê xwe tejî bike. Ji toximên topkirî de berhemên baþ(rind) derxîne. Mafê bijartinê jî dest te ye. Mirovê lêkolînê neke, dinê re eleqedar nebe, nexwîne, çavdêr nebe, nikare berhemên balkêþ û nemir binivîsîne. Bi teybetî em Kurd nikarin demên xwe bi tiþtên romantîk û sivik derbas bikin. Helbestvan ku xwedî rêza mafê mirovan, heyvanan, xwezayê bibe, dikare wekî mamostekî/ê civatê bi helbestên xwe perwerde bike. Zanîn helbestvan wek stêrkê bê alternatîv dike. Di ser derenciga herî bilind de herdem dide sekinandin. Ew, gildorî nabe, gêr nabe, nakeve. Ji bo helbestnavê/a Kurd tiþtê herî girîng xelaskirina çand, netewe û welat e. Pêwîst e ew armanc bi evînek, hûmanîzmek cîhanî ve were xemilandin.
Di helbesta min a bi navê Koçer’ê de, min keçikek koçer girt dest. Jiyana wê ya civaknasî, rewþa Kurdistanê, rewþa jinê, zilma-nêzîkbûyîna dagîrkeran, þervanbûyîn û, tekoþîna wê neqiþ, çînik kir. Koçer keça Paþayan nebû. Ji teknolojiyê dûr bû. Keçek ji rêzê de bû. Min bi jiyana wê ya teybet dem, herêm, derdor, bindestî û evîna wê ya azadiyê terîf kir. Min nedikarî wekî endamên wêjeya dîwanê bi vezna aruz gavên deveyên þêxan binivîsînim, pesna wan bidim. Karvanên wan wek mijar bigirim dest. Ji bo min keçikek koçer-þivan, tekoþîna wê, tirajediya ku wê dibirqand li ser her tiþtî bû.
Gelek kes behsa navarok û felsefa helbestê dikin. Hûn li helbestê da çi dibînin?
Pêþda ez dikarim wisan bibêjim; hunera helbestê, hunera kelîman, lefzan e. Çalakiyeke ramanî ye. Helbest hunera serbest e. Helbestên min serbest in, xwezayî ne, estetîk in. Bang, hawar û awazî ye.
Bi dîtina Kant, hunera helbestê ji hêla hûtbûn û meleka fêmkirinê ve tê gerandin. Ew berî diguherîne. Hunera helbestê lîstika hestan e, aqil e. Bi baweriya min hunera helbestan lîstika aqil nine. Ez tê de þiûrê, ramanê bi hev re dibînim. Helbest bo min muzîkal e jî. Ji bo min statîka muzîkalê hîmê þekl û meteloka helbestê pêk tîne. Bi gotin û hevokên ku bi rehetî tên fêmkirin, tevnê çê dikim, diriçînim. Helbest ji bo min hem felsefe ye, hem tîmarkirina guh (guçik) û rih e. Ez wekî Aristoteles nafikrim. Helbest ne haceta texlîdê (jêgirtî) ye. Helbest û raman, fîlozof û helbestvan teniþta hev disekinin. Afirandina helbestê, ji aliyekê ve mijûlî (koþîn) ye. Ji Aliyê din ve hem ahenga dengî ye, hem jî xiyalkirin e. Ji bo min di hunera helbestê de hinav, derûn (þimþat-þikil) yekîtiyeke diyalektîk pêk tînin.
Pilaton li gor teoriya zanîna xwe dibêje; beytên ku ji Xwedêyan re tên xwendin, helbesta lîrîk in. Ew ji bo qencî xwestina mirovan diayên ku tên xwendin in. Ya duyemîn helbesta Logos ya hêja ye. Ew felsefî ye. Ew li cîhana hestên (hissî) wî alî (layê dî), cîhana Logos ên îdeal (mengî) e.
Helbesta min di nav cîhana ceribok da rewþ, jiyan, cîhan û serborandinên Kurdên nêrbaran (þênber)in ku digire dest û wek mijar diþuxilîne, bi hevokan neqiþ dike. Ne di þekil de, ne jî di naverokê de sir (pin-raz) tune. Bi meyan (hinav) û þekil rastiyên diyalektîk dibirqîne, didenîþan.
Wekî hûn dizanin jina Kurd ne azad e. Seba azadiya jinê hûn çi difikrin? Ramana we çi ye?
Ez girtiyê azadiyê me. Ji bo azadiya xanima Kurd min tenê bi qelema(pênûsa) xwe xebat nekir. Tenê min di helbest û lêkolînan de ew negirt dest. Bi teoriyê ve dorpêç nemam. Di piratîkê de jî ez bûm çalakvan. Ew çalakvanî dom jî dike. Ez þoreþvan im, þervan im û di þerê azadiyê de cih digirim. Di nav govendê de me. Temaþevan(sêrker) nînim. Ne tenê jina Kurd, Kurdistan jî ne azad e. Bindestiya jinê, bindestiya dayîka Kurdistanê ye. Ez wekî navê xwe bawer im ku dema jina Kurd bi zanabûn bibe evînê azadî û rizgariya xwe, ew dê azadiya welat jî bistîne. Jina polîtîkvan, azadîhezker welatê xwe jî rizgar dike û welatek sosyal ava dike. Azadiya aborî azadî nîne. Îro jina Kurd li hemû nasnameyên xwe bêpar e. Ji wan dûr tê girtin. Di bin darê zilmê de ye. Mêrê Kurd girtiyê dagîrkeran e. Girtîbûna xwe bi zelalî, bi zanabûnê þîrove nake, nabîne, zilma ku dagîrker li ser wî diceribînin, ew jî li xanimên nêzîk yên xwe diceribîne. Bi xwe gorî ye, ew jî yên derdora xwe dike gorî. Dagîrker ji bo kesayetî tawakirinê, kudkirinê, kûr-kor kirinê mêrê Kurd wekî hacet dixebtînin. Didin þuxulandin. Mêrê hêsîr ku piþt hat tîmarkirin, hestên têrnebûyî hatin çeliqandin, xwe wek piling dibîne, dihesibîne. Dest li zilmê dike. Mîna hesinê ku agir pê tê girtin e. Ew mijar hemû hev re ya lêkolînan e. Çima em zilmê li hev dikin? Hev didêþînin? Binyata wan li ku tên? Tesîra, parê olan (dîn) çi ye? Zilm li jinan kirin, eva çanda Kurdan yan ya biyanî û dagîrkeran e û me jî ji wan girtiye?
Heta ku jina Kurd nebe rêvebirek zana, biryarvan-ker, otorîter, adil, mînaka pozîtîf edet û toreyên xirab nebijêre, ji civatê dûr neke, civatê perwerde neke, xelasbûn ji bo me xewn in. Guhertin di nav malan de dest pê dikin. Hêlîn mal in. Ya ku di nav hêlînê de mafan nedizanîn, neparêze, zarokan bi heqzanî, heqnasî mezinneke, ji bo azadiyê dikare çi bike? Heta ku jin zana nebe, rola xwe nelîze wek canê, bedena nîv kudbûyî çavikên civatê genî dibin, dirizin. Nexweþiyên, jarbûnên civatê paqij û baþ(rind) nabin. Ew dê îcar birînan her biherike û me aciz bike(biqarîne).
Îro rejîmên olî jinê bi keviran didin kuþtin. Wan, jin hêsîr girtine. Mêr, tebaqa-sinifa olî kitêbên pîroz wekî kîlît (enextar) dixebtînin û desthilatdariya xwe dimeþînin. Ew pirtûkên olî hêla mêran ve hatine nivîsandin. Mêrên kevneperest li gor ramanên xwe di nav wan de guhertin çê kirine. Jin kirine halîk wer ku, ew ji bedena xwe dûr dikeve, ditirse, sûçdar-gunehkar dibîne. Bi xwe ji xwe direve. Hezkirin nîne. Dîroka wê hatiye dagîrkirin. Ew rewþa xwe nabîne, ji dîroka jinan bêxeber e. Pêwîst e jin dîroka olan pir rind (gelek baþ) bikolîne û rûreþî, berrûbûn û sextekariya mêran derxîne holê. Di dîroka raborî de jin gunehkar( !) nine. Yên ku ew kirin gunehkar ji þoretiya, delaliya, estetîka bedenê, aqilê, jêhatîbûna, çelengiya, berhemdayîna wê ditirsin. Bi pirtûkên pîroz ew zaf girtin bin kontrolê, fîstanê hêsîrbûyînê lêkirin. Ew kîjan Xwedê ye ku zarokê ku di bedena dayîkê de peyda dibe, mezin dibe, tê xwedîkirin, dike dijmin û zilimkarê dayîkê? Em wan Xwedêyan qebûl nakin. Îro Xwedê artêþ in, dewlet in. Ew jî aliyê mêran ve tên temsîlkirin! Loma di malan û civatê de aþitî, rastî, hevgirtin, hezkirin û yekitî tu nine.
Jina Kurd ji bo xelasbûyîna xwe û welatê xwe mecbûr e dawiya têkiliyên dagîrkeriyê bîne. Xwe nû bike. Ji bo ku di armancê de serbikeve, mecbûr e xwe birêxistin bike. Bê rêxistin ser nakeve. Nikare gav bavêje. Hevlên wê tên fetisandin. Bê hal dimîne.
Jin, di jiyanê de sembola parvakirinê, aþitiyê, azadiyê, xwêrxweziyê, nûbûnê, zêdebûyînê, nermiyê, hezkirinê, delaliyê ye. Ne serî berda, ne dest berda, girêdayî û ne jî xadim e. Ya serhildanan e. Hember rejîmên feodal, despotîk, dagîrker xwestvana azadiyê ye. Bi ruhekî þoreþgerî, tevgervana siyasî ye. Ew aliyên pozîtîv in. Jina ku hember zilma mêrên derdora xwe, civata kevnperest, dagîrkerên xwînxwer serî hilde (rake), netewa xwe wekî milletên pêþveçûyî digeþîne.
Jina Kurd ne mal û milk e, ne ya girtin û firotinê ye, ne jî hêsîra-girtiya edet û toreyên netewe û dînên-olên biyanî ye. Ew bi hest û hezkirina welat û neteweya xwe wekî stûna nav welatê me ye. Giranî, bar li ser milên (pîlên) wê ne. Çi heyf e ne bixwe, ne jî civat qedr û qîmeta wê nizane. Di bin çand û olên biyanî de bûye hîmê kevneperestiyê. Ji dîroka xwe bê xeber rewþa xirab diparêze.
Ji bo civateke adil, rojane û sosyal pêwîst e jin xwedî hemû mafên xwendinê, perwerdê be. Ji hin beþan dûr neyên girtin. Li gor xwestina, qabiliyet(fêris)a xwe bikare biryaran bide, bigire. Karê akademîk-zanînî tenê behra mêran nebe. Di parlamentoyan de, artêþê de, bi cudahiyên xwe ve þûna xwe bigire û biparêze.
Jinên ku karê malan dikin, bermal in, wek karker bi miaþê bixebitin. Mehanê bedelê keda xwe bigirin. Ewlekariya sosyal ji bo wan jî hebe. Di nexweþî û pîrbûnê de bê ewlekarî nemînin. Ji aliyê aboriyê de mihtacî derdoran, mirovên xwe nebin. Azadiya aborî mafê wane jî. Ew maf bi qanûnan were tespît kirin. Divêt civat di vî alî de jî were perwerde kirin. Jin li jiyana sosyal dûr neyê girtin. Jin, tiþt-pil û pirtî nîne. Ne xizmetkara malê, ne ya karxanan, ne jî ya olan e. Jina Kurd ne girtiyê dagîrkeran, ne yê mêran, ne yê olan û tebaqa olî, ne jî ya dewletan e.
Polîgamiya ku (zêde bi jinan re zewicandin) bi edet û toreyên Eraban, bi çanda olî ketiye nav me heta ku ew çand neyê qedexekirin û di nav malan de aþitî pêk nayê û psîkolojiya jina Kurd baþ nabe. Jin hacetek cisnî nîne. Sedemê çanda olî mêr wê wek hacetekêbikar tîne. Wek mirov nagire dest û nêzîk nabe. Pêwîst e jin fêr bibe ku can, canê wê ye, beden, bedena wê ye. Tenê bi xwe dikare di heqê bedena xwe de biryaran bigire, bide. Ew ne mecbûr e bi her alî ve xizmeta mêrê zor, xirab, zilimkar bike. Mafê mêr yê peliþandinê- zîverkirinê jî nîne. Zilma cisnî, fîzîkî, aborî, psîkolojîk nayê qebûlkirin. Ew kîtabên “pîroz” ku wan zilman qebûl dikin bila ji me û civaka me dûr bin.

Ez wek helbestvanek xelasbûn û azadiya jinê, bi rizgarîbûna civata mê re yek digirim dest. Jin û welatekî rizgar, azad wek dayîka ducanî (avis) û zaroka di zik de bi hev re girêdayî ne. Jina ku ji her alî ve azad be, welatê xwe digeþîne derencîga (merdivana) azadiyê. Ew jin li rêvebiriya welatê xwe de kursiyan bi mêrên dilxwez re bizanebûn parve dike. Xwedî biryar, wekî kesayetiyeke zana û xurt, welatê pîroz ji her hêlê ve dike dewletek sosyal. Ji nexirabûnê re, kevnperestiyê re, bindestiyê re, hêsîrtiya mêran, civatê, dagîrkeran re, baþiyê re, serkeftinê re, aþitiyê re, xelasbûnê re dibe hîm. Zarokên welatparêz, modern, heqnas, heqzan digeþîne. Nabe xadima heliþandinê, avakirinê re mînakiyê wek armanc diparêze.
Ji bo pêþerojê hûn xwediyê kîjan armancan, pilan û projeyan in?
Heta niha sê pirtûkên min yên helbestan hatine çapkirin. Min gelek jî nivîsandine û heta niha nedane çapkirin. Ez bi zaravayê Kurmancî dinivîsînim. 4 pirtûkên lêkolînan yên min hatin çapkirin. Yek li ber çapkirinê ye. Hinên din hene, ezê wan jî bidim çapkirin. Ji wan yek niha tê wergerandin. Ewê bi Fransizî were çapkirin. “Hereketa Qoçgîriyê ya serxwebûna netewî 1921”, çapa duyemîn amade ye. Ewê were çapkirin. Ezê her binivsînim. Sekinandin, westan nabe. Wekî jin barê min ji yê mêran girantir e. Ez xwe berpirsiyarê rizgarkirina jinê, civatê, welat dibînim.
Têbînî ya Rizgarî Online ê:
Ew hevpeyvîn di hejmara 28 û 29 ya rojnameya Agirî bi îcazeya birêz Evîn Çîcek û birêvebirê Agirî Azad Kurdî ve hatîye wergirtin. Em wek birêvebirên malperê spasîya xwe ji herdu birêzanan dikin.
Li ser kaxezê çap bike Nûçeyê ji hevalê xwe re bişîne 38400 car hatiye xwandin.
|
|
| |
  |
|
Puan liserhev: 4.18 Deng: 11

|
|
|
 |

 |