Zêbarî: 'Pêkneanîna hikûmeta nû Iraq xistiye rewşeke hestiyar'
Nivîskar: rizgarionline Di: 30.07.2010 Sehet: 10:11
Ji aliyê rizgarionline
Wezîrê derve yê Iraqê Hoşyar Zêbarî ragihand ku 5 meh bi ser hilbijartinê de derbas bûne lê heta nuha hikûmeta nehatiye pêkanîn û ew jî dewleta Iraqê xistiye rewşeke hestiyar.
Zêbarî di daxuyaniyeke xwe ya digel Fras Press’ê de got:” Pêkneanîna hikûmeta nû ya Iraqê ku 5 meh bi ser hilbijartinê de derbas bûne, di dûrmewda de dê astengiyan ji bo biryarên hikûmetê çê bike. Kêmek maye hikûmeta mawebiserçûyî ya Iraqê meşrûyeta xwe ya qanûnû ji dest bide û êdî nikare biryarên stratejîkên girîng bide.”
Zêbarî got:” Min çend serdanên xwe yên derveyî Iraqê betal kir çimkî ez nikarin sedema pêkneanîna hikûmeta nû ya Iraqê ji bo welatên din aşkere bikim. Lewra min çend serdanên xwe taloq kir.”
Pukmedia Li ser kaxezê çap bike Nûçeyê ji hevalê xwe re bişîne 127 car hatiye xwandin.
|
|
| |


 |