Salih: Bi Misirê re têkiliyên meyî kokdar hene
Nivîskar: rizgarionline Di: 28.07.2010 Sehet: 15:12
Ji aliyê rizgarionline
Rizgarî Online/ Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Berhem Salih, da zanîn ku, têkiliyên gelê Kurd û Misrê dîrokî û rehdar in. Salih, îro li Hewlêrê pêşwaziya şandeya misrî ya ku di bin serokatiya cîgirê wezîrê karê derve yê Misrî Muhammed Kasım de bû kir. Salih, balkişand ser pêşveçûna têkiliyên aborî û dîplomatîk yên Herêma Kurdistan û Misrê û got, dê di nêzîk de sefareta Misrê ya Hewlêrê vebe. Salih, herweha diyar kir ku, ew, di serî de bi Misirê re û herweha bi hemû welatên herêmê re têkiliyên xwe pêşve dibin û îstikrara Herêma Kurdistanê di heman demê de li gor berjewendiyên Îraqê bi xwe ye jî.
Serokwezîr Salih got, têkiliyên Kurdan û Misirê dîrokî ne; rojname û radyoya yekem ya Kurdan li vî welatî dest bi weşanê kirine.
Li gor çavkaniyên AKnews´ê, cîgirê wezîrê karê derve yê Misrî Muhammed Kasım jî li ser serdana xwe ya Kurdistanê gotiye, ew ji hevkariya Herêma Kurdistanê memnûn in. Kasim, herweha aniye ziman ku Herêma Kurdistanê, ji bo ewlekarî û îstikrara Îraqê jandeyeke balansê ye; hem ji bo yekitîya Îraqê û hem jî ji bo damezirandina hikûmeta navendî hewl dide.
RO/Ömer Kaçar
WK/Yado Ciwan Li ser kaxezê çap bike Nûçeyê ji hevalê xwe re bişîne 136 car hatiye xwandin.
|
|
| |


 |