Serok Barzanî, heta niha tenê Mukteda El Sadr bi awayek fermî vexwendiye
Nivîskar: rizgarionline Di: 28.07.2010 Sehet: 15:08
Ji aliyê rizgarionline
Rizgarî Online/ Serokatiya Herêma Kurdistanê, li ser angaştên ku serok Barzanî ji bo damezirandina hikûmeta navendî hemû aliyên siyasî yên Îraqî bi awayek fermî vexwendiye Hewlêrê daxuyaniyeke nivîskî da çapemeniyê.
Di daxuyaniyê de tê gotin ku, ji bo civîneke dorfereh heta niha ti vexwendnameyeke fermî ji ti aliyê siyasî an jî ji ti grûbê re nehatiye şandin. PNA radighîne ku, Serok Barzanî, heta niha ji bo çareseriya pirsgirêkan û nêzîkbûna hev ya aliyên siyasî, bi terefên siyasî yên Îraqî re hevdîtin çêkirine; lê tenê ji serokê grûba Sadr, ji Mukteda El Sadr re venxwendnameyeke fermî şandiye.
Di daxuyaniyê de herweha tê gotin ku, heger vexwendina Sadr dê bibe sedemê civîneke hîn dorfereh ew ji bo vê yekê jî amade ne û dê ev yek wan memnûn bike.
RO/Zilan Dersim
WK/Yado Ciwan Li ser kaxezê çap bike Nûçeyê ji hevalê xwe re bişîne 136 car hatiye xwandin.
|
|
| |


 |