Zarok û Tawan…!
Nivîskar: rizgarionline Di: 27.07.2010 Sehet: 23:51
Ji aliyê rizgarionline
Fahri Karakoyunlu/ Wek hûn jî dizanin guhertina “Qanûna li Dijî Terorê” û “ Qanûna Civînê û Meþên Xwepêþandana” dora salekê bû li ber guhertinê bû. Ji bûyerên 28,29,30 yê Adara 2006 an de ya li Amedê qewimî þûnde, di nav qanûnên cezayan de, bi taybeti di “Qanûna li Diji Terorê” de, di aleyhên zarokan de guhertinin ne hiqûqî çêbûn. Dadgeha Bilind ya bi navê “Yargitayê” jî di “biryara civîna giþtî” de, biryar dabû ku, ji bo kesên di nav xwepêþandanên ne yasayî de bê te dîtin, tenê ne gor xalên Qanûna Civîn û Meþên Xwpêþandanê, li gor Qanûna li Dijî Terorê xala 2 emîn de, dê wek “kesên endamê tevgera terorê” bête qebûlkirin û bi van cezayan wê bête cezakirin. Ev biryara Dadgeha Bilind ya civîna giþtî ne hiqûqî bû û rê li ber cezayên giran vekir.
Ya herî xetere û balkêþ jî, zarokên ku di nav van çalekîyên neyasayî de, dihatin girtin jî, li gor vê biryara Dadgeha Bilind ya civîna giþtî hatin darizandin û cezakirin. Ji vê pêvajoyê þûn de, zarok bi cezayên giran ve rûbirû man. Mixabin dadgehên heremî jî, êdî gor vê biryara ne hiqûqî biryar dan û ji bo parastina zarokan argumanên hiqûkê ji destên parêzeran hate girtin û darizandin bû darizandinek formel.
Ya balkêþ, ev guhertinên li dijî zarokan çêbibû; li ser gotina Serokwezîr Erdoðan ya ku ji bo bûyerên Dîyarbekirê “ Ger çi zarokbin, ger çi jinbin, hêzên ewlekarîyê çi pêwîst be, dê wî bikin” gotibû þûn de çêbibûn. Ev guhertinana, bi ya wan, dê li ber çalakîyên kolanan bigirta. Lê mixabin, bûyer ji vê pêvjoyê þûn de hîn zêde bûn û gellek tiþt berovajî bûn.
Di pêvajoya guhertinan de bûyerên balkêþ…!
Ev bê edaletî û biryarên dadgahan yên ne hiqûqî di wîjdanê gel de û di reya giþtî de nerazîbûyinek mezin çêkir. Ji ber vî, kolanên bajaran û herêm bû qada nerazîbûna vê bêdadîyê û serhildanan. Belê, ceza giran bibû, lê pêþîya xwpêþandana nahatibû girtin. Ji ber wî, bi taybetî ji bo zarokan di nav xwepêþandanên ne yasayî de cîgirtibûn, salekê zêdetir bû ku hinek guhertin di rojevê de bû. Gava ev guhertinana dahate rojeva Meclîsê, her çi tesaduf bû ku; “ bi navê PKK ê !” hinek êrîþên mezin li dijî leþkeran dahate kirin û gelek leþker dihate kuþtin. Ev jî, dibû bahaneya ji rojevê derxistina van guhertinana. Gava ku ev guhertina dê 22ê Tîrmehê ya 2010 de bête qebûlkirin hate Meclîsê jî, êriþek bi destê PKK ê hate kirin û di vê êrîþê de heft leþker hate kuþtin, li ser vê bûyerê, dîsa ji bo talokkirina vê guhertinê, muhalefetê hewl da, lê îjar biserneket û ji bo azadbûyîna zarokan guhertin çêbûn û di 24 ê Tîrmehâ 2010 de ji alîyê serokkomar hate îmzekirin û di Rojnama Fermî de hate weþandin.
Çîroka lîstokê
Li ser pêvajoya guhertina vê qanûnê, ez dixwazim di pratîka jîyanê de bahsa çîrokekê bikim, wek “çîroka kera wendabûyî”. Wek hûn dizanin, em mezin, yek carina lîstok an tiþtên kû zarokên me herî ji hez dikin, em ji ber wan vediþêrin û wek ku zarok ev tiþtê xwe wendakiri ye, em wana rexne û yekcarina xwe eciz dikin. Zarok jî, li ser vî tewrên me, xwe gunehbar dibînin û mahçûp dibin. Yekcarina hinek dê û bav wana ceza jî dikin. Demekê þûn de em lîstoka wan an ew tiþtê wan yê ku me veþarti bû, wek ku me bi tesadufî dîtibe, mizgîniyê didin wan û em li wan þîretan dikin. Zarok jî, bi bextewarî û kêfxweþîyekê bi coþ me himbêz dikin û mezinatya me li ser wan tête pejirandin.
Tu caran nayê hiþên zarokan kû, gelo ev lîstoka wan dê û bavên wan veneþarti be?
Belê, ji ser vê çîrokê re, em werin ser mafên zarokên Kurd.
Lê êdî îro, zarokên Kurd, vê çîrokê bi guman dinirxînin û tiþtên ku windakirine(!) þîrve dikin û dipirsin:
Mafê kê heye ku, min ji vî mafên rewa ya ku min ji dê û bavê xwe standî ye, bê par bihêle?
Çima em zarok di navn dinyayek azad, aram û aþt de najîn?
Çima mezin(!) tum li ser me hinek armancên xwe bi cîtînin?
Ji bo armancên xwe, zarokan bikaranîn çiqas ahlaqî ye?
Çima em wek zarokên Kurd, bi tawanên wiha giran û ne hiqûqi ve rûbirû dimînin?
Zarok, tim di hedefa þeran de ye, û prensîpên hiqûqê yên ji bo wan tête binpêkirin.
Ýro ji vî þerê qirêj yê ku li diji kurda tête meþandin, zêdetirîn zerara mezin zarok dikþînin. Ayendeya zarokên kurd, di nav pêvajoyek di bin tundî û tûjîyek de di bin xetereyek mezin de ye. Xewn û xeyalên zarokên kurd hatiye þêlo kirin, tunekirin.
Ji her netewê zarok, li gor hiqûqa navnetewî, bi hinek prensîpên cûdahîyên pozîtif têne parastin. Ji ber ku, zarok dahatûya her neteweyî, dahatûya mirovahîyê bi xwe ye. Ev cudahîya pozîtif di warê perwerdehiyê de, di warê aborî de, di warê ewlekarîyê de, di marê ragîhandinê û hwd. de hatîye tespît kirin. Dewletên ku van prensîpên navnetewî yên hev dem dipejirînin, ji bo cîbicîkirina van prensîpana berpirsîyarin jî.
Lê mixabin, Komara Dewleta Tirkiyê, gellek peymanên nav netewî yên ji bo zarokan her çikas pesend kirî ye jî, ji alîkî de ev peymanana bi rengekî wek ku berpirsîyarîya xwe nayîne cîh, ji bo mafên perwerdehîyê bi zimanê dayikî, û ji bo mafên çandî û etnîkî, ihtîraz danîye ser hinek xalên van peymanana.
Gellek qanûnên Komara Dewleta Tirkiyê, li dijî ev presîpana û li dijî ev paymana ne.
Berî ku em, Qanûna li Dijî Terorê û Qanûna Civîn û Meþên Xwpêþandanan de tiþtên hatine guhertin þîrove bikin, sazûmanîya berê yên van qanûnana, ji bo zarokan ji sê alîyan de presîpên hiqûqa cezayî binpêdikir.
Wek tête zanîn, ji bo zarokan, presîpên(rêgez) cezakirinê, darizandinê( mahkemekirin) û prensîpên cezakiþanê (infaz), ji yên kesên mezin cûda ye. Lê mixabin qanûnên kû ji bo zarokan dihate tatbikkirin, li dijî
1.Prensîpên hiqûqê ya wekhevî û dadayî,
2.Prensîpa pêþlêgirtina tawanan,
3.Prensîpa di pergala dadê ya cezayê de islahkirin,
4.Prensîpa rêjederîtîyê(oran- pîvan) ya di tawan û cezan de, bû.
Ji ber vî, zarok di dadgehên bi navê “Dadgehên Taybet bi Rayedar” de, wek mezinan
dihatin darizandin. Lê li gor guhertinên nû, wê êdî zarok, li Dadgehên Zarokan de bên darizandin.
Zarok, wê edî gor Qanûna li Dijî Terorê, wek endamê tevgera terorê nête nirxandin û xala 2 û 5 ya Qanûna li Dijî Terorê, ji bo zarokan nête bikaranîn. Ya kifþ ewe ku, êdî zarok di nav xwepêþandanên ne yasayî de werin girtinê, dê ji endamîtîya tevgera terorê nête darizandin û ji bo wan êdî tawanekî wisa dê tunebe. Lê di vê guhertinê de tiþtekî ne dîyar heye. Gava ku kesekî zarok( ji 18 salî biçûktir) bi peywirek hîyerarþîk de, di nav xebata tevgerê de were gunebarkirin dê ji kîjan tawanan bête darizandin, bi rastî ev rewþa ne kifþe.
Zarokên ku di nav xwpêþandanên ne yasayî de bête girtin, wê êdi tenê ji tawanên ya di Qanûna Civîn û Meþên Xwepêþandanan de hatîye dîyarkirin de, û ji tawana propagandayê dê bên darizandin.
Li gor guhertina Qanûna Civîn û Meþên Xwepêþandanan, ceza civîn û xepêþandanê neyasayî ya ji 1,5 ta 3 sala bû, ji 6 heyva ta 3 sala hate guhertin. Ev kiryarên ev tawanana dê li Dadgehên Aslîye( ji bo mezinan), û zarok jî, li Dadgehên Zarokan bête darizandin.
Dîsa li gor guhertinê; yên ku bi çek ( çekên agirdar, teqînok û sûtemenî ) beþdarî van xwepêþandanê ne yasayî bibin, ceza wan ji 1 sal ta 3 sala hatîye rastkiririn. Yên bi alavên wek kevir, dar, flema, pankart û wêne, lixwekirinek taybet, beþdarî xwepêþandana bibin dê ji 6 heyva ta 3 sala bête çezakirin. Ger alavên destê wan an kiryar û çalekîyên wan tawan be, dê ji vî kiryarî jî ceza bigrin.
Ber guhertina vî maddeyî, yên ku bi çek û hinek alavên me li jor diyar kiribû beþdarî xwpêþandanê ne yasayî dibûn, û li dijî hêzên ewlekarîyê disekinîn, ji 5 sala ta 8 sala ceza digirtin.
Bi guhertina van qanûnana; dora 2oo zarokên di girtîgehan de bûn, roj bi roj têne berdanê. Li dor 3ooo zarokên ku di bin gefa van cezayan de dahate darizandin jî, dê êdî ji van gefan dûrkevin. Ji ber ku xewn û xwyaklên zaroka û yên malbatên wan tevlihev bibû. Belê, bi rastî ev guhertin ne bes e, lê rewþek erênî ye.
Gelo ev guhertinana dê zarokên Kurd ji kîjan arîþeyan bi dûrbixin?
Arîþeyên li pêþ civata kurd; ne tenê cezaya zarokên di nav çalekîyan de kevir avêtin e. Dahatûya bi milyonan zarokên kurd ya bi aramî, aþitî û azadî jîyan dê çawa çareserbibe?
Çawa arîþeyên wan yên ewlekariyê – her roj zarokek bi wasita gulek leþkeran, bi teqemenîyekê têne kuþtin. Di bihara jîyana xwe de têne qetilkirin- bên çareserkirin?
Kesayetîya wan ya ji alîyê civatê, cî bi cî ji alîyên malbatê û ji alîyê pergala rêveberîya desthiladar de tê perçiqandinê dê çawa bên astengkirin?
Ger em çareserkirina arîþeyên zarokên kurd, tenê wek peywira pergala desthiladarîyê binirxînin, û em bihêlin asta çareserkirina kêþaya kurd ya siyasî, wê demê, gellek zarokên me û dahatûya me jî, dê ji dest me biçe. Ji ber vi, dem di aleyhê zarokan me de diherike û diçe. Ji bo wî peywira mezin dikeve ser milê ciwatê kurd, malbata kurd, û sazîyên heremî û sazîyên sivil.
Belê, zarokên kurd gava ku wek zarokên cîhanê û bi kêmasî wek zarokên tirk xwedî mafên netewî be dê gellek arîþe bête çareserkirin. Lê mixabin arîþeyên zarokan dê berdewam bibe.
Ji bona wî, gere em wek ciwat kurd, wek sazî û wek malbat li zarokên xwe xwedî derkevin, û em wana û ayendeya wana li ser her mulahazayê bigrin.
Gere em zanibin ku, tu armanc grîngtir nîne ku zarok, zarokîtîya xwe nejîn û em wana bikin hedefên gurên çavsor.
Ayendek azad, aram û aþitî ji bo zarokan.
27.07.2010 – Amed
Fahri KARAKOYUNLU Li ser kaxezê çap bike Nûçeyê ji hevalê xwe re bişîne 98 car hatiye xwandin.
|
|
| |


 |