Mafê her grûbeke etnîkî heye ku bi awayek yekalî ji dewletê veqete
Nivîskar: rizgarionline Di: 27.07.2010 Sehet: 14:31
Ji aliyê rizgarionline
Rizgarî Online/ Nivîskara rojnameya Bugün, Gülay Göktürk’ê biryarê serxwebûnê yê Kosovayê, ku ji aliyê Dîwana Dadî ya Ewrûpa a Navnetewî ve meþrû hate dîtin, nirxand. Göktürk dibêje, ’’Êdî ti sînor ne di bin ewlekariyê de ne’’ Hin beþên makaleya nivîskar weha ne:
’’Dîwana Dadî ya Ewrûpa a Navnetewî, çenda borî biryarek girt û vî biryarî tirs êxist dilê gellek rêvebirên netew-dewletan. Organa herî bilind ya Neteweyên Yekbûyî, Dîwana Dadî ya Lahey’ê, biryarê serxwebûna Kosovayê, ku di sala 2008an de girtibû, meþrû dît.
Ji ber vê yekê, tirs ket dilê gellek welatên ku ji yekparebûna axa xwe ne ewle ne. ’’Heger yê me tiþteke weha bikin, em ê çi bikin?’’… Hin kes dibêjin, heger bi hilbijartinê rêveberiya welatan bikaribe bê guhertin, wê demê kêmneteweyên wî welatî jî dikarin mafê xwe bi rêya demokrasiyê biparêzin û hewcedarî bi cudabûnê nîne.
Li hêla din, dîtinek din jî heye û li gor vê yekê, veqetandin, wek mafek tê dîtin û hewcedarî bi þertan nayê girêdan. Heger kêmneteweyek, bêyî ku li ser zext hebe jî bixwaze veqete dikare veqete û ji xwe re îdareyeke serbixwe dikare damezirîne.
A rastî ez xwe nêzîkî dîtina duwem dibînim. Ez vê yekê wek zewacê dibînim. Jandeyên etnîkî yên cuda, ancax heger bixwazin, dikarin di bin sêwana dewletekê de bijîn. Ji bo ku ji hev veqetin, daxwaza alîyekî bes e. Sînorên îroyîn ne bi awayek dadmendî hatine çêkirin.
Bi kurtasî, bila kes li biryarê Lahey'ê nenêrê; xeman an hêviyan neke. Kesên ku ji jiyana xwe memnûn in, li biryarên Laheyê nanêrin. Lê heger ne memnûn bin û Lahey biryarek weha nede jî, dê kes guh nede biryarê Laheyê û fikra cudabûnê ji dilê xwe derxîne.
RO/Ömer Kaçar
WK/Yado Ciwan Li ser kaxezê çap bike Nûçeyê ji hevalê xwe re bişîne 282 car hatiye xwandin.
|
|
| |


 |