Mam Celal, Yaþar Kemal vexwend Hewlêrê
Nivîskar: rizgarionline Di: 27.07.2010 Sehet: 13:43
Ji aliyê rizgarionline
Rizgarî Online/ Partiya Talebanî, Yekîtî Niþtimanî Kurdistan (YNK) û Serokwezîrê Rêveberiya Herêma Kurdistanê Behram Salih, romannivîsê navdar Yaþar Kemal vexwendin Hewlêrê. Rojnameya Tarafê radighîne ku, nivîskarê binavûdeng bersiveke erênî daye vexwendinê, lê ji ber nerihetiya piþta xwe dixwaze mêjûya serdanê bi xwe bibijêre.
Li bendê ye ku dema Yaþar Kemal’ê pirtûkên wî ji mêj ve bo zimanê kurdî hatî wergerandin biçe hêrêmê, laqayî eleqeyeke mezin bê; li bajarên Silêmaniye û Hewlêrê tevlî rojên îmzeyan bibe û civînan lidarbixe. Di vê navberê de tê gotin ku, Rêveberiya Herêma Kurdistanê dixwaze peykerê nivîskarê mezin li Hewlêrê biçikîne, lê nivîskar bi xwe destûr nade vê yekê.
Herweha li bendê ye ku di çarçoveya serdanê de Yaþar Kemal û serokkomarê Îraqa Federal Celal Talebanî bên cem hev. Li gor çavkaniyên herêmî, di hatina cem hev a van herdu navên girîng de, dê hewl bê dayîn ku, pêvajoya vebûnê ya xetimî bê vekirin û ji bo çareseriya pirsa kurd danûstandin bên rojevê.
RO/Zilan Dersim
WK/Yado Ciwan Li ser kaxezê çap bike Nûçeyê ji hevalê xwe re bişîne 139 car hatiye xwandin.
|
|
| |


 |