Li Hatay’ê bi guleyên neteweperestan 2 Kurd birîndar bûn
Nivîskar: rizgarionline Di: 27.07.2010 Sehet: 12:14
Ji aliyê rizgarionline
Rizgarî Online/ Li navçeya Dörtyol ya Hatay’ê, doh piştî ku avahiya BDP’ê, qehwe û dikanên Kurdan hatin şewitandin; îro cardin gengeşî û tansiyona ku di navbera kurd û tirkan de heyî bilind bû.
Li navçeyê, li hember kurdan êrîşeke çekdarî pêkhat û di encamê de 2 Kurd bi guleyên nijadperestan birîndar bûn. Ajansên nûçeyan radighînin ku, bi hezaran kurd û tirkên neteweperst li kolanên ku lê dijîn kombûne.
Li gor çavkaniyên ANF’ê, di navbera kurdan û komên neteweperest yên tirk de pevçûn her berdewam in. Hêzên ewlekariyê ji ber ku bûyeran bidin rawestandin, bombeyên gazê bikartînin. Li taxa ‘Çerkez Kızı’, Kurd, ji aliyê keseke sivîl ve laqayî êrîşeke çekdarî hatiye. Kurdeke bi navê Yunus Hanas ji pişta xwe gule xwariye û ew rakirine nexweşxanê. Navê birîndarê din hîn nehatiye aşkere nebûye Teşkîlata BDP’ê ya navçeyê hewl dide ku kurdan teskîn bike û rê li ber derketina bûyerên mezintir bigre.
Rizgarî Online/Yado Ciwan Li ser kaxezê çap bike Nûçeyê ji hevalê xwe re bişîne 130 car hatiye xwandin.
|
|
| |


 |