Nijadperestên tirk avahiya BDP’ê ya Hatay’ê şewitandin
Nivîskar: rizgarionline Di: 27.07.2010 Sehet: 10:19
Ji aliyê rizgarionline
Rizgarî Online/ Avahiya BDP’ê ya Dörtyol’a navçeya Hatay’ê ji aliyê komeke nijadperest ve hate şewitandin. Piştî êrîşeke çekdarî a li hember wesîteyeke polêsan, ku 4 polês hatin kuştin, komeke nijadperest û faşîst avahiya BDP’ê ya navçeyê tevî eşyayên di hundir de şewitandin.
Ji bilî avahiya BDP’ê, tê ragihandin ku koma êrîşkar ya faşîstan, dikanên Kurdan yên li navçeyê jî dane ber êgir, şewitandine û li dij Kurdan slogan avêtine. ANF radighîne ku, Serokê BDP’ê yê navçeyê Halil Baybaris gotiye, li navçeyê ti misogeriya jiyana Kurdan nemaye û Kurd bi weswese ne.
Baybaris weha axifiye: ’’Li hember partiya me êrîşek pêkhat. Avahiya me şewitandin. Herweha bi molotovqoqteylan êrîş birin ser qehwe û dikanên Kurdan. Em vêga bi weswese ne. Polêsên ku wezîfeya wan parastina me ye, bersiv nadin telefonên me. Vêga tu misogeriya jiyanê ya kurdekî nîne. Dibêjin, di vê navberê de kurdeke ji Ruheyê jî hatiye kuştin, lê ev xeber hîn nehatiye serastkirin.’’
Rizgarî Online/Yado Ciwan Li ser kaxezê çap bike Nûçeyê ji hevalê xwe re bişîne 139 car hatiye xwandin.
|
|
| |


 |